Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

BONA LÊKOLÎNÊ

Em Ça Dikarin Neheqiyê Sebir kin?

Em Ça Dikarin Neheqiyê Sebir kin?

Bixûne Destpêbûn 37:23-28; 39:17-23, seva ku pêbihesî, wekî Ûsiv himberî neheqiyê ça sebir dikir.

Dîna xwe bide kontêkstê. Çira neheqî li Ûsiv kirin? (Destpêbûn 37:3-11; 39:1, 6-10) Ûsiv çiqas wext neheqiyê sebir dikir? (Destpêbûn 37:2; 41:46) Wî çaxî Yehowa ça alî Ûsiv dikir, lê Ewî çi nekir? (Destpêbûn 39:2, 21; w23.01 17 ¶13)

Kûr lêkolîn ke. Kitêba Pîroz nabêje, wekî Ûsiv eşkere kir, ku giliyên jina Potîfar derew in. Rêzên jêrê çawa dikarin nîşanî me kin, ku Ûsiv diqewime çira dengê xwe nekir û çira em gerekê hîviyê nîbin, wekî Kitêba Pîroz her tiştî hûr bi hûr eşkere ke? (Metelok 20:2; Yûhenna 21:25; Karên Şandiya 21:37) Dibeke kîjan hunur alî Ûsiv dikirin, wekî neheqiyê sebir ke? (Mîxa 7:7; Lûqa 14:11; Aqûb 1:2,3)

Ders bona me. Ji xwe bipirsin:

  • “Ça şagirtê Îsa, ez dikarim rastî kîjan neheqiyê bêm?” (Lûqa 21:12, 16, 17; Îbranî 10:33, 34)

  • “Ez ça dikarim xwe hazir kim, wekî himberî neheqiyê sebir kim?” (Zebûr 62:7, 8; 105:17-19; w19.07 2-7)