Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê

Tu Ça Dikarî Xwera Hevalzewacekî Layîq Bivînî?

Tu Ça Dikarî Xwera Hevalzewacekî Layîq Bivînî?

“Kî dikare k’ulfeta e’sil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur’ jortir e” (METELOK 31:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê hine prînsîpên Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan ku bona wan meriva kêrhatî ne, yên ku dixwazin bizewicin. Usa jî emê bivînin, ku xûşk-birên din ça dikarin alî wan bikin.

1-2. (a) Pêşiya ku kesek bizewice, ew gerekê derheqa çi bifikire? (b) Vê gotarêda, hevaltiya bi nêta zewacê çi tê hesabê? (Binihêre “Xebera Şirovekirî”.)

 GELO nêta te heye ku bizewicî? Rast e, seva ku meriv bextewar be, zewac eseyî nîne, lê dîsa jî gelek xûşk-birên cahil û mezin dixwazin bizewicin. Hemikî, pêşiya hevnaskirinê dostiya te tevî Yehowa gerekê qewî be. Tu gerekê ruhanîda û êmosiyalîda hazir bî û usa jî bikaribî ebûra malbeta xwe bikî a (1 Korintî 7:36). Bona zewaca bextewar, ev yek gelek ferz e.

2 Cara hêsa nîne hevalzewacekî layîq xwera bivînin (Metelok 31:10). Lê hergê tu kesekî begem dikî, dîsa jî cara hêsa nîne vê yekê jêra eyan kî û diha nêzîk wî merivî nas kî b. Vê gotarêda emê bivînin, ku gava kesek dixwaze bizewice, ew ça dikare xwera hevalekî li gora dilê xwe bivîne. Emê usa jî şêwir kin, ku xûşk-birên din ça dikarin alîkariyê bidine kesên ku dixwazin bizewicin.

TU ÇA DIKARÎ XWERA HEVALEKÎ LAYÎQ BIVÎNÎ?

3. Kesên azep gerekê dîna xwe bidine çi, gava xwera hevalzewac digerin?

3 Pêşiya ku tu bi nêta zewacê kesekî nas kî, tu gerekê pêşda bizanibî, ku tu dixwazî hevalzewacê te yekî ça be. Hergê tu usa nekî, tu dikarî mecaleke baş ji destê xwe berdî, yan jî dibeke dîna xwe bidî wî kesî, yê ku layîqî te nîne. Hemikî, ew meriv, tevî kîjanî tu dixwazî bibî nas, gerekê nixumandî be (1 Korintî 7:39). Lê dîsa jî ev yek bona zewaca bextewar bes nîne. Lema pirsên usa bide xwe: “Nêtên min çi ne? Hevalzewacê min gerekê xweyê kîjan hunura be? Gelo dewakirinên min bi bîlanî ne?”

4. Hine xûşk-bira bona çi dua dikin?

4 Hergê nêta te heye bizewicî yan mêr kî, bê şik te dua kiriye, wekî xwera hevalzewacekî layîq bivînî (Fîlîpî 4:6). Rast e Yehowa soz nade, ku Ewê hevalzewac bide te, lê Ew hest û hewcên te hildide hesab. Lema jî gava tu hevalekî layîq xwera digerî, Ew dikare alî te bike. Berdewam ke Yehowara derheqa xwestin û hestên xwe dua bike (Zebûr 62:8). Reca ke, ku Ew sebir û bîlaniyê bide te (Aqûb 1:5). Birakî azep bi navê Con c, yê ku li Amêrîkayê dijî, dibêje ku ew ça dua dike: “Ez Yehowara dibêjim, ku ez hevalzewaceke ça dixwazim xwera bivînim. Ez dua dikim, wekî xûşkeke layîq bivînim. Usa jî ez ji Yehowa alîkariyê dixwazim, wekî hunurên baş nav xweda pêşda bînim, ku bibime mêrekî baş”. Xûşkeke bi navê Tanya, ya ku Şrî Lankayêda dijî, usa dibêje: “Ez ji Yehowa alîkariyê dixwazim, wekî amin û bextewar bimînim, heta ku ez xwera malxêkî baş bivînim”. Lê hergê tera hêsa nîne xwera hevalekî li gora dilê xwe bivînî, bawer be ku heta tu xwera kesekî layîq bivînî, Yehowa wê bi dilovanî bona hewcên teye fîzîkî û êmosiyalî xem bike (Zebûr 55:22).

5. Xûşk-birên azep ça dikarin xwera hevalzewacekî layîq bivînin? (1 Korintî 15:58) (Binihêre usa jî şikil.)

5 Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em “şixulê Xudanda pêşda herin” (Bixûne 1 Korintî 15:58). Çiqas hê zêde tu xizmetiyêda tevî xûşk-bira kar bikî û tevî wan wede derbaz kî, haqas mecala te wê hebe kesên azep nas bikî, yên ku mîna te bi dil û can Yehowara xizmet dikin. Usa jî tu çiqas xîret bikî, ku dilê Yehowa şa kî, haqas tuyê bextewar bî.

Hergê tu xizmetiyêda kar bikî û tevî xûşk-bira wede derbaz kî, diqewime tu tevî kesên usa bibî nas, yên ku dixwazin bizewicin (Binihêre abzasa 5)


6. Xûşk-birên azep gerekê çi bîr nekin?

6 Fesal be, wekî emirê teda ciyê lape ferz ev nîbe, ku xwera hevalzewacekî layîq bivînî (Fîlîpî 1:10). Tiştê ku me bi rastî bextewar dike, ev heye dostiya me tevî Yehowa, ne ku em zewicî ne yan na (Metta 5:3). Usa jî, heta tu azep î, diha zêde wede û mecala te bona xizmetiyê heye (1 Korintî 7:32, 33). Lema jî wedê xwe bi cûrê baş bide xebatê. Dîna xwe bide mesela xûşkeke bi navê Cêsîka, ya ku li Amêrîkayê dijî. Çaxê ewê mêr kir, ew weke 40 salî bû. Ew dibêje: “Min dixwest mêr kim, lê dîsa jî min haqas xizmetiyêda kar dikir, ku ez ji halê xwe razî bûm”.

DERHEQA MERIV PÊBIHESE

7. Pêşiya ku tu tevî kesekî hevaltiya nêzîk destpêkî, tu gerekê çi bikî? (Metelok 13:16)

7 Dibeke tu derheqa kesekî difikirî ku evê bona te bibe hevalzewacekî layîq. Gelo wê baş be ku tu derbêra jêra bidî kifşê, wekî tu lê begem dikî? Kitêba Pîroz dibêje, ku merivê bîlan pêşiyê difikire, paşê hereket dike (Bixûne Metelok 13:16). Lema jî hergê tu dixwazî kesekî diha nêzîk nas bikî, pêşiyê rind dîna xwe bide rabûn-rûniştina wî. Birakî bi navê Êşwîn, yê ku li Nîdêrlandê dijî, usa dibêje: “Hestên meriva ça zû gur dibin, usa jî zû ditemirin. Lema jî destpêneke ser hîmê êmosiya tevî kesekî bibî nas, lê dewsê pêşda derheqa wî merivî pêbihese. Wede şûnda, dibeke tu têderxî, wekî kesê ku te begem dikir, wê bona te nebe hevalzewacekî baş.

8. Kesê azep ça dikare dîna xwe bide wî merivî, kîjanî ku dixwaze nas ke? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Gelo tu ça dikarî dûrva dîna xwe bidî rabûn-rûniştina kesekî? Mesele, ser civata yan jî gava xûşk-bira tevayî wede derbaz dikin, dîna xwe bide rabûn-rûniştina wî. Gelo ew ruhanîda gihîştî ye? Gelo ew tevî kê hevaltiyê dike û xeberdana wî derheqa çi ye? (Lûqa 6:45) Gelo nêtên we mîna hev in? Tu dikarî ji rûspiyên civata wî, yan ji xûşk-birên cêribandî, yên ku wî rind nas dikin, derheqa wî pêbihesî (Metelok 20:18). Mesele, tu dikarî bipirsî hela ew merivekî çawa ne û xweyê çi navî ye (Rût 2:11). Lê gava tu dîna xwe didî wî, fesal be wekî ew ji bo vê yekê xwe nerihet texmîn neke. Qedirê hestên wî bigire û bi zêdeyî derheqa emirê wîyî şexsî pirsa nede kesên din.

Pêşiya ku kesekîra bêjî, wekî tu wî begem dikî, wextekî dîna xwe bide wî (Binihêre abzasa 7-8)


9. Pêşiya ku tu kesekîra bêjî, wekî hûn hevdu nas kin, gerekê tu çida bawer bî?

9 Çiqas wede gerekê tu dîna xwe bidî wî merivî, pêşiya ku hûn destpêkin hevdu nas kin? Hergê tu lez kevî û jêra bêjî ku tu wî begem dikî, diqewime ew dişirmîş be, wekî tu rind nafikirî pêşiya ku safîkirinekê bikî û vê yekê ser hîmê êmosiya dikî (Metelok 29:20). Ji aliyê dinva jî, hergê tu vê yekê gelek derengî xî, îlahî hergê ew îda pêhesiya ye, ku çevê te lê ye, diqewime ew bifikire, wekî tu xwexa nizanî çi dixwazî (Waîz 11:4). Bîr neke ku hergê tu kesekîra bêjî, wekî hûn hevdu nas bikin, ev yek nayê hesabê wekî hûn sed selefî gerekê hev bistînin. Lê dîsa jî, tu gerekê bawer bî, wekî tu bona zewacê hazir î û ku ew kes dikare bona te bibe hevalzewacekî baş.

10. Hergê tu pêbihesî, ku kesek dixwaze te nas bike, lê tu naxwazî, tu gerekê çi bikî?

10 Hergê tu pêbihesî, ku kesek dixwaze diha nêzîk tevî te bibe nas tu gerekê çi bikî? Hergê tu naxwazî wî merivî bistînî, pê kirên xwe jêra bide kifşê, ku ew fem bike, wekî hestên te hindava wîda tune ne (1 Korintî 10:24; Efesî 4:25).

11. Pêşiya ku tu alî kesên azep bikî, wekî hevdu nas kin, tu gerekê dîna xwe bidî çi?

11 Hine welatada, dê-bav yan jî kesên din hevalzewac cahilara dijbêrin. Hine dera jî, kesên azep hevdu bi alîkariya meriv yan jî hevalên xwe nas dikin. Paşê, ewana xwexa safî dikin, ku hevdu nêzîk nas kin, yan na. Hergê tera bêjin, wekî tu alî kesekî bikî, ku ew bizewice, xwestin û hewcên wan hilde hesab. Çaxê tu jêra hevalzewacekî baş bivînî, têderxe hela ew meriv xweyê çi xeyset-hunurî ye û heleqetiya wî tevî Yehowa çawa ye. Dostiya tevî Yehowa diha qîmet e, ne ku mal û milk, hînbûna bilind û halê meriv. Usa jî bîr nekin, wekî ewana gerekê xwexa safî kin hev bistînin yan na (Galatî 6:5).

DESTPÊKIRINA HEVDUNASKIRINÊ

12. Hergê tu dixwazî bi nêta zewacê tevî kesekî hevaltiyê bikî, tu ça dikarî vê yekê jêra bêjî?

12 Hergê tu dixwazî bi nêta zewacê tevî kesekî hevaltiyê bikî, gelo tu ça dikarî vê yekê jêra bidî kifşê d? Mesele, tu dikarî cîkî usa tevî wî xeber dî, kîderê ku meriv hene, yan jî pê têlê. Nêta xwe zelal jêra bêje (1 Korintî 14:9). Hergê lazim be, mecalê bidê, ku ew derheqa vê yekê bifikire (Metelok 15:28). Û hergê ew naxwaze, zorê lê neke.

13. Hergê kesek dixwaze bi nêta zewacê tevî te hevaltiyê bike, tu gerekê çi bikî? (Kolosî 4:6)

13 Hergê kesek tera bêje, ku ew te begem dike, gerekê tu çi bikî? Diqewime jêra ne hêsa bû vê yekê tera bêje, lema jî bi nermî û bi qedir caba wî bide (Bixûne Kolosî 4:6). Hergê tera wede lazim be, wekî derheqa vê yekê bifikirî, jêra bêje. Lê vê yekê derengî nexe (Metelok 13:12). Hergê tu naxwazî jêra hevaltiyê bikî, eşkere û bi qedir jêra bêje. Dîna xwe bidê birakî bi navê Hans, yê ku li Avstryayê dijî, çawa caba xûşkekê da, ya ku dixwest jêra hevaltiyê bike: “Min safîkirina xwe bi nermî û zelal jêra got. Min nedixwest, wekî gumana wê hebe, lema jî min derbêra derheqa vê yekê jêra got. Paşî vê yekê, min rind dîna xwe dida gotin û rabûn-rûniştina xwe, wekî ew nefikire, ku min nihêrandina xwe guhastiye”. Ji aliyê dinva jî, hergê tu jî dixwazî jêra hevaltiyê bikî, tevî wî xeber de, ku hûnê çi bikin, wekî diha nêzîk hevdu nas kin. Ji bo kûltûr yan derecên din, dibeke hine fikir û xwestinên we ji hev cude bin.

KESÊN DIN ÇA DIKARIN ALÎ XÛŞK Û BIRÊN AZEP BIKIN?

14. Em ça dikarin pê giliyên xwe piştgiriya xûşk-birên azep bikin?

14 Gelo em çawa dikarin alî wan xûşk û bira bikin, yên ku dixwazin bizewicin? Tiştekî ferz ev e, ku em miqatî giliyên xwe bin (Efesî 4:29). Ji xwe bipirse: “Gelo ez qerfên xwe kesên azep dikim? Gava ez divînim ku xûşkeke azep tevî birakî azep xeber dide, gelo ez derbêra difikirim, ku orta wanda tiştek heye?” (1 Tîmotêyo 5:13). Usa jî em gerekê nebin sebeb, ku xûşk û birên azep xwe bêqîmet texmîn kin. Birê me Hans usa dibêje: “Hine xûşk û bira dipirsin: ‘Tu çira nazewicî? Tu îda cahil nînî’. Giliyên usa dikarin bibine menî, wekî kesên azep xwe bêqîmet texmîn kin û hesab kin, wekî ewana borcdar in bizewicin”. Gelo diha baş nîne, ku em mecala bigerin, wekî payê xûşk-birên azep bidin? (1 Têsalonîkî 5:11)

15. (a) Pêşiya ku em alî kesekî bikin, wekî ew xwera hevalekî bona zewacê bivîne, em gerekê ser çi bifikirin? (Romayî 15:2) (Binihêre usa jî şikil.) (b) Te vîdêoyêda çi dersên kêrhatî bona xwe dît? (Binihêre usa jî spartin.)

15 Em gerekê çi bikin gava difikirin, wekî filan xûşk û bira gelek hevdu tên? Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em gerekê hestên kesên din hildin hesab (Bixûne Romayî 15:2). Gelek kesên azep naxwazin, wekî kesekî din wanra hevalzewac bigere (2 Têsalonîkî 3:11). Lê hine xûşk-birên azep bona alîkariya kesên din razî ne, lê dîsa jî, em gerekê bê îzina wan nekevine nava şixulên wan e (Metelok 3:27). Hine xûşk-birên azep naxwazin, wekî wana raste-rast tevî kesekî bidine naskirinê. Xûşkeke azep bi navê Lîdya, ya ku li Almanyayê dijî, dibêje: “Çaxê tu gazî xûşk-bira dikî, tu dikarî gazî kesên azep jî bikî. Mecalê çêke, wekî ewana hevdu bivînin, paşê bihêle, wekî ewana xwexa safî kin, ku çi bikin”.

Gava xûşk û bira tevayî wede derbaz dikin, mecala kesên azep heye, ku hevdu nas kin (Binihêre abzasa 15)


16. Xûşk û birên azep gerekê çi bîr nekin?

16 Firqî tune em azep in yan zewicî ne, em gişk jî dikarin bextewar bin (Zebûr 128:1). Lema jî, hergê tu dixwazî bizewicî, lê heta niha te xwera hevalekî layîq nedîtiye, dîna xwe bi temamî bide ser xizmetiyê. Xûşkeke bi navê Sîn Yî, ya ku li Makaoyê dijî, dibêje: “Cinetêda, tuyê bikaribî heta-hetayê tevî hevalzewacê xwe bijîyî. Emirê azep bi rastî jî kin e. Vê yekê qîmet ke û bi cûrê baş bide xebatê”. Lê hergê te îda xwera hevalek dîtiye û hûn rastî hev tên, wekî nêzîk hevdu nas kin, tu gerekê çi bikî? Gotara dinda emê caba vê pirsê bistînin.

KILAMA 137 Kulfetên Amin

a Seva ku fem bikî tu bona zewacê hazir î yan na, ser jw.org binihêre gotar “Hevnaskirin—Para 1: Ez bona Hevnaskirinê Hazir im?”.

b XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Eva gotara û gotara din besa vê yekê dikin, gava kesên azep “nêzîk hevdu nas dikin”, dêmek ev heye ev wede, gava qîz û xortê azep rastî hev tên, wekî fem bikin hela ewana layîqî hev in, yan na. Gava ewana hevdura dibêjin, ku hevdu begem dikin, wî çaxî hevaltiya wane bi nêta zewacê destpêdibe. Hevaltiya wan berdewam dibe, heta ku ewana safî kin yan bizewicin, yan jî îda rastî hev neyên.

c Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

d Hine kûltûrada, bira gava pêşin davêje, ku tevî xûşkekê nêzîk bibe nas. Lê ev yek normal e, wekî xûşk jî gava pêşin bavêje, ku tevî birakî bibe nas (Rût 3:1-13). Bona hê zêde înformasiya, binihêre gotara “Pirsên CahilaEz Ça Derheqa Hestên Xwe Jêra Bêjim?”, ji Hişyar Bin!, 22 Cotmehê, sala 2004.

e Ser jw.org binihêre vîdêo bi navê Kesên ku Şerê Baweriyêda Serketine—Kesên Nezewicî.