“Bira Femkariya Te Pîroz be”
EW GILÎ Dawid gote wê jinikê ya ku rastî wî hat. Navê wê Abîgaîl bû. Lê gelo çi Dawid hêlan kir ku payê wê bide, û çi dersê em dikarin ji wê hîn bin?
Çaxê Dawid rastî Abîgaîlê hat, hingê ew ji Şawûl padşa direviya. Mêrê Abîgaîlê hebû, navê kîjanî Nabal bû. Ew merivekî dewletî bû û gelek keriyên pezê wî hebûn. Dawid û eskerên wî, şivanên Nabal û keriyên pezên wî xwey dikirin. Wede şûnda, Dawid merivên xwe şande cem Nabal, û hîvî kir wekî Nabal çiqas dikare xwarinê bide wan (1 Sam. 25:8, 15, 16). Ew xwestina mezin nîbû, çimkî Dawid û eskerên wî Nabalra qenciya mezin kiribûn.
Lê Nabal, navê kîjanî tê hesabê “Bêrem”, yan jî “Bêfem”, rastî jî yekî usa bû. Ewî xwestina Dawid pişt guhê xweva avît, û serda jî Dawid bêhurmet kir û ser wî giliyên xirab got. Hêrsa Dawid rabû ser Nabal û ewî xwest wî ceza bike, çimkî ewî Dawid bêhurmet kir. Nabal û malbeta wî gerekê bona serhişkiya wî heqê xwe bistandana (1 Sam. 25:2-13, 21, 22).
Abîgaîlê fem kir wekî hal xirab e, û ewê safî kir evî şixulî hilde destê xwe. Ewê bi qedir tevî Dawid xeber da, yê ku paşê gerekê bibûya padşa, û ji wî lava kir ku seva vê neheqiyê, heleqetiya xwe tevî Yehowa unda neke. Ewê usa jî Dawid û eskerên wîra gelek xwarin anî. Dawid fem kir wekî Yehowa bi saya Abîgaêl wî ji gunê mezin xwey kir. Dawid gote wê: “Bira femkariya te pîroz be û tu pîroz be; ji rijandina xûnê . . . te min sekinand!” (1 Sam. 25:18, 19, 23-35)
Ji vê serhatiyê em xwera dikarin dersê hîn bin. Tu kes ji me naxwaze mîna Nabal be, çimkî ew bêşêkir bû û ber tiştekî hesab nekir qenciya ku jêra hate kirinê. Hin jî, çaxê em têderdixin ku problêmek pêşda tê, wê baş be çi destê me tê bikin, seva evê problêmê safî kin. Û em jî mîna zebûrbêj dikarin ji Xwedê hîvî kin: “Zanebûn, serwaxtîya qenc min hîn ke” (Zeb. 119:66).
Meriv dikarin pê kirên me bivînin, wekî serwaxtî, dêmek femkariya me heye. Dibeke ewana evê yekê mera raste-rast nebêjin, lê mîna Dawid bifikirin, kîjanî got: “Bira femkariya te pîroz be”.