Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Dilê Te ser Xizna Ruhanî be

Bira Dilê Te ser Xizna Ruhanî be

“Xizna we kîderê be, dilê weyê jî li wê derê be” (LÛQA 12:34).

KILAMÊN: 76, 59

1, 2. a) Kîjan sê xiznên ruhanî Yehowa daye me? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

NAVA temamiya gerdûnêda, Yehowa Kesê lapî dewlemend e (1 Dîr. 29:11, 12). Ew Bavekî destvekirî ye, û bi merdanî xiznên ruhanî dide wan hemûya, yên ku ewan xizna qîmet dikin. Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî xiznên ruhanî daye me, mesele, 1) Padşatiya Xwedê, 2) xizmetî, 3) û rastiyên ji Xebera wî. Lê hergê em miqatî xwe nebin, dikare usa be ku em wan xizna neşêkirînin û axiriyêda unda kin jî. Seva ew yek neqewime, lazim e em timê bînin bîra xwe ku qîmetê wan çiqas mezin e, û hizkirina xwe hê qewî kin. Îsa got: “Xizna we kîderê be, dilê weyê jî li wê derê be” (Lûqa 12:34).

2 Were em şêwir kin, ku em ça dikarin Padşatiya Xwedê, xizmetiyê, û rastiyê hê qîmet kin û hiz bikin. Wedê şêwirkirinê bifikirin, ku xût hûn ça dikarin hizkirina xwe qewî kin hindava wan xizna.

PADŞATIYA XWEDÊ MÎNA DURÊ LAPÎ QÎMET E

3. Meteloka Îsada, bazirgan hazir bû çi bida seva durê qîmet qazanc ke? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Bixûne Metta 13:45, 46. Îsa meteloka xweda derheqa bazirgan gilî kir, kîjanî ku dur digeriya. Nava salada, bêşik ewî bi seda dur kirîbû û firotibû. Lê carekê ewî durekî usa bedew dît, ku dilê wî gelek şa bû. Ew dur gelek biha bû, lê bazirgan hazir bû temamiya hebûka xwe jî bifiroşe, seva wî durî qazanc ke. Bidine ber çevê xwe, wekî bona wî ew dur çiqas qîmet bû!

4. Hergê em Padşatiya Xwedê hiz dikin, emê hêlan bin çi bikin?

4 Ji vê metelokê em çi dersê hîn dibin? Rastiya derheqa Padşatiya Xwedê mîna vî durî gelek qîmet e. Hergê em jî Padşatiya Xwedê usa qayîm hiz dikin çawa bazirgan ev dur hiz dikir, emê her tiştî bikin seva Padşatiya Xwedê war bin. (Bixûne Marqos 10:28-30.) Were serhatiyên du meriva şêwir kin, yên ku hema usa jî kirine.

5. Zexayo hazir bû çi qurbana bike seva Padşatiya Xwedê?

5 Zexayo serwêrê xercgira bû. Ewî xwera bi xercê xelqê hebûka mezin top kir û dewletî bû (Lûqa 19:1-9). Lê carekê Zexayo ji Îsa derheqa Padşatiya Xwedê bihîst. Ewî derbêra qîmetê Padşatiyê fem kir û xwest jîyîna xweda guhastina bike. Ewî got: “Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kê jî kiribe, ezê çar car lê vegerînim”. Belê, Zexayo destê xwe ji hebûka heram kişand û timayî hindava pera ji dilê xwe derxist.

6. Jinikekê çi guhastin kirin û çira?

6 Çend sal pêşda, jinikekê ya ku lezbiyen bû, mizgîniya Padşatiyê bihîst. Ew prêsîdênta wê teşkîletê bû, kîjan ku şer dikir wekî îzin hebe mêr mêrra be, jin jinra be. Gava ewê jinikê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ewê fem kir ku qîmetê Padşatiya Xwedê çiqas mezin e, û xwest jîyîna xwe lapte biguhêze (1 Korn. 6:9, 10). Ew ji wê teşkîletê derket û heleqetiya xwe tevî lezbiyena qetand. Ew jinik sala 2009-da hate nixumandinê, û paşî salekê bû pêşeng. Ewê hizkirina xwe hindava Yehowa û Padşatiya wî, ser her xwestina bedenêra girt (Marq. 12:29, 30).

7. Çawa em dikarin hizkirina xwe hindava Padşatiya Xwedê qewî xwey kin?

7 Seva ku bibine bajarvanên Padşatiya Xwedê, geleka ji me jîyîna xwe lapte guhastine (Rom. 12:2). Lê paşî vê yekê jî em gerekê nesekinin. Em gerekê nehêlin wekî hizkirina me hindava Padşatiyê sist be, mesele ji bo hebûkê yan jî ji bo xwestinên bênamûsî (Metlk. 4:23; Met. 5:27-29). Lê Yehowa dîsa xizneke qîmet daye me, kîjan ku alî me dike, wekî em hizkirina xwe hindava Padşatiyê qewî kin.

XIZMETIYA ME EMIRÊ MERIVA XILAZ DIKE

8. a) Çira Pawlos got wekî xizmetiya me mîna “xizne nava ... derdanêd herî” ye? b) Pawlos ça îzbat kir wekî ew xizmetiya xwe qîmet dike?

8 Îsa temî da şagirtên xwe, wekî xizmet bikin û meriva derheqa mizgîniya Padşatiya Xwedê hîn kin (Met. 28:19, 20). Pawlosê şandî xizmetî gelek qîmet dikir. Ewî xizmetî beramber kir tevî “xizne nava . . . derdanêd herîda” (2 Korn. 4:7; 1 Tîmt. 1:12). Rast e em gunekar in û lema çawa derdanên herî ne, lê mizgîniya ku em bela dikin xizne ye. Çira? Çimkî xizmetî dikare jîyîna heta-hetayê hin bide me, hin jî bide wan meriva yên ku guh didine me. Lema jî Pawlos got: “Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgêd ser wê” (1 Korn. 9:23). Belê, Pawlos xizmetiya xwe gelek hiz dikir û hemû tişt dikir ku meriva bîne ser riya rastiyê. (Bixûne Romayî 1:14, 15; 2 Tîmotêyo 4:2.) Evê yekê alî wî kir ku wedê zêrandinên qayîm ewî sebir kir û amin ma (1 Têsln. 2:2). Lê em ça dikarin hizkirina xwe hindava xizmetiyê nîşan kin?

9. Çi cûreyî em dikarin nîşan kin wekî xizmetiyê hiz dikin?

9 Pawlos xizmetî gelek hiz dikir. Ewî her mecal dida xebatê seva merivara mizgîniyê gilî ke. Em jî mîna şandiya û Mesîhiyên qirna yekê hemû ciya mizgîniyê bela dikin, mesele derva, mal bi bal û ciyên ku gelek meriv top dibin (Kar. Şand. 5:42; 20:20). Çiqas destê me tê, em dixwazin hê zêde xizmet kin, mesele, ça pêşengê komekdar yan ça pêşengê hertim. Yan jî dibeke em zimanê teze hîn dibin, ji şeherê xwe derbazî şeherekî din dibin, yan hela hê jî welatê din (Kar. Şand. 16:9, 10).

10. Xûşkeke me Îrên çi kerem stand ji bo xîreta xwe belakirina mizgîniyêda?

10 Dîna xwe bidin mesela xûşkeke azep Îrênê ji Dewletên Yekbûyî. Îrênê gelek dixwest wan êmîgrantara yên ku ser zimanê Ûrisî xeber didan, mizgîniyê bela ke. Ewê sala 1993-da destpêkir nêta xwe bîne sêrî. Wî wedeyî Niyû Yorkêda ser zimanê Ûrisî tenê komek hebû û vê komêda weke 20 mizgînvan hebûn. Îrên îda weke 20 sala deşta wî zimanîda xizmet dike. Ew gilî dike: “Ez heta îro bi temamî ser zimanê Ûrisî rind xeber nadim”. Lê Yehowa xîreta wê û mizgînvanên din kerem kir. Îro Niyû Yorkêda şeş civat ser zimanê Ûrisî hene. Panzdeh merivên ku Îrênê hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan derbaz dikir, hatine nixumandinê. Hinek ji wan Beytelêda xizmet dikin, hinek pêşeng in û hinek rûspî ne. Îrên dibêje: “Hergê min nêtên xweye din bianiya sêrî, minê tu car şabûneke usa nestanda”. Belê, ew xûşk xizmetiya xwe gelek qîmet dike!

Gelo xizmetî bona te mîna xiznê ye, û tu her heftî wede divînî seva herî xizmetiyê? (Binihêre abzasa 11, 12)

11. Çaxê em wedê peyketina jî mizgîniyê bela dikin, ew yek çi berên baş tîne?

11 Hergê em xizmetiya xwe qîmet dikin, emê mîna Pawlos wedê peyketina jî xizmet bikin (Kar. Şand. 14:19-22). Ji sala 1930 heta weke sala 1944, xûşk-birên Dewletên Yekbûyîda qayîm dihatine zêrandinê. Lê ewana mîna Pawlos qewî disekinîn û xizmetiya xwe nedidane sekinandinê. Seva ku dewlet îzinê bide wekî em aza mizgîniyê bela kin, bira ew şixul didane dîwanê û gelek car ewana ser ketin. Sala 1943-da, birên me Dîwana Here Mezinda ya Dewletên Yekbûyîda ser ketin, û Nêytan Nor derheqa vê yekê mizgînvanara usa got: “Ew serketin bi saya xîreta we ye. Hergê mizgînvana berdewam nekira xizmet kin, qe tu şixul wê neçûya vê Dîwana Here Mezin. Lê çimkî hûn mizgînvanno, dêmek xûşk-birên nav temamiya dinyayêda, nesekinîne, we îzbat kir, wekî tu peyketin rê we nagire. Ew serketin ya cimeta Xudan e, kîjan ku qewî disekine û lema ser dikeve”. Welatên dinda jî xûşk-bira qewî disekinin û dîwanada ser ketine. Belê, hergê em xizmetiyê hiz dikin, tu tişt rê me nagire ku berdewam kin xizmet kin.

12. Xizmetiyêda hûn dixwazin bigihîjine çi nêtê?

12 Hergê em xizmetiya xwe qîmet dikin, emê tu car pey “siheta” nekevin. Emê her tiştî bikin çi destê meva tê, seva xizmetiya xwe bînin sêrî (Kar. Şand. 20:24; 2 Tîmt. 4:5). Lê xizmetiyêda emê meriva çi hîn kin? Were şêwir kin ku Xwedê dîsa çi xizne daye me.

EM RASTIYÊN QÎMET PÊHESIYAN

13, 14. Çi ye “xizne” ku Îsa Metta 13:52-da gotibû, û em ça ewê xiznê zêde dikin?

13 Xizna sisiya ew heye xizna wan rastiya kîjana em pêdihesin. Yehowa ye Xwedêyê rastiyê (2 Sam. 7:28; Zeb. 31:5). Û ew mîna bavekî merd, ewan rastiya merivên xwedêxofra eyan dike. Em gelek rastiya pêhesiyan ji Xebera Xwedê, ji edebyetên me, ji civatên mezin, û civatên her heftiyê. Û çiqas diçe, “xizna me” pê rastiyên kevin û teze zêde dibe. (Bixûne Metta 13:52.) Hergê em mîna xizneke veşartî rastiya bigerin, Yehowa wê alî me bike, wekî em “xizna” xwe pê rastiyên teze zêde kin. (Bixûne Metelok 2:4-7.) Lê ça ewan rastiya bigerin?

14 Em gerekê timê Xebera Xwedê û edebyetên me bixûnin, û kûr lêkolîn bikin. Tenê bi wî cûreyî emê bivînin wan rastiya, kîjan ku wê bona me “nû” bin, dêmek kîjan ku me berê nizanibû (Yêşû 1:8, 9; Zeb. 1:2, 3). Jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ku cara pêşiyê sala 1879 Tîrmehêda hate derxistinê, dihate gotinê: “Rastî, ew heye mîna kulîrka biçûk, kîjan ku çolê mezin dibe, û der dorê wê zîwanên derewiyê mezin dibin û nav xweda lê vedişêrin. Hergê hûn dixwazin ewê kulîrkê bivînin, hûn gerekê rind bigerin. . . . Gava we ew dît, lazim e bisekinin û hildin. Lê tenê bi vê kulîrkekê rastiyê, têr nebin. . . . Dîsa yên din bigerin, nesekinin hê zêde top kin”. Belê, em gerekê timê berdewam kin rastiyên qîmet bigerin û xizna xwe zêde kin.

15. Çira ser hine rastiya em dikarin bêjin ça “kevin”, û hûn kîjan rastiyê lap zef qîmet dikin?

15 Çaxê me pêşiyê destpêkir Kitêba Pîroz hîn bin, em rastiyên gelek qîmet pêhesiyan. Em dikarin bêjin wekî ew rastî bona me îda “kevin” in, çimkî ewan tişta em destpêkêda pêhesiyane. Mesele, em pêhesiyan ku Yehowa Efirandarê me ye û usa jî derheqa qirara wî hindava însanetê. Em usa jî pêhesiyan wekî Xwedê ji hizkirinê Kurê xwe qurban kir, seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin. Usa jî em pêhesiyan wekî Padşatiya Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê û paşê emê bikaribin edilayêda û bextewariyêda bijîn (Yûhn. 3:16; Eyan. 4:11; 21:3, 4).

16. Em çi gerekê bikin gava femkirina rastiyê tê guhastin?

16 Cara, femkirina me hindava pêxembertiya yan jî rêzên ji Kitêba Pîroz dikare bê guhastinê. Gava em ewan guhastina distînin, hingê lazim e em evê înformasyayê kûr lêkolîn bikin û ser bifikirin (Kar. Şand. 17:11; 1 Tîmt. 4:15). Em gerekê zelal fem bikin ku çi firqî heye orta femkirina berê û ya tezeda, hin tiştên mezinda, hin jî tiştên hûrda. Wî cûreyî emê xizna xwe pê rastiyên nû zêde kin. Lê gelo çi kar heye vê yekêda?

17, 18. Ruhê pîroz dikare çida alî me bike?

17 Îsa hîn dikir wekî ruhê Xwedêyî pîroz dikare bîne bîra me tiştên ku em berê hîn bûne (Yûhn. 14:25, 26). Lê gelo wedê xizmetiyê ça ew dikare kêrî me bê? Dîna xwe bidine serhatiya birakî me, bi navê Pîtêr. Sala 1970 ew 19 salî bû û teze destpêkir Beytela Brîtanyayêda xizmet ke. Carekê ewî mal bi mal xizmet dikir û rastî mêrekî weke 50 salî hat, rûyê kîjanî berdayî bû. Pîtêr ji wî mêrikî pirsî ku gelo ew naxwaze Kitêba Pîroz fem bike. Pîtêr ecêbmayî ma çaxê ewî mêrikî jêra got wekî ew mamostayê Cihû ye. Ewî mêrikî dixwest Pîtêr bicêribîne, û pirseke usa da wî: “Îja kurê min, hela bêje kitêba Daniyêl ser kîjan zimanî hate nivîsarê?” Pîtêr caba xwe da: “Pareke vê kitêbê ser zimanê Aramayî hate nivîsarê”. Pîtêr tîne bîra xwe: “Ew mamosta ecêbmayî ma ku min caba vê pirsê zanibû, lê ez xwexa ji wî zêdetir ecêbmayî mam! Lê min ji ku zanibû caba wê pirsê? Çaxê ez hatim malê min jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û Hişyar Bin! yên wan paşwextiya geriya û min gotarek dît kîderê ku dihate şirovekirinê wekî kitêba Daniyêl ser zimanê Aramayî hatiye nivîsarê”. * Belê, ruhê pîroz dikare bîne bîra me wan tişta, çi ku me berê xwendiye û xizna meye ruhanîda hatiye xweykirinê (Lûqa 12:11, 12; 21:13-15).

18 Hergê em ewan rastiyên ku ji Yehowa pêdihesin, hiz dikin û qîmet dikin, emê bixwazin xizna xwe pê rastiyên teze û kevin zêde kin. Çiqas zef em evê yekê bikin, haqas baş emê bikaribin merivên din hîn kin.

XIZNA XWE XWEY KIN

19. Çira em gerekê xizna xwe xwey kin?

19 Şeytan û dinya wî dixwazin wekî em xiznên ruhanî qîmet nekin. Lema em gerekê haş ji xwe hebin seva hizkirina xwe unda nekin. Hergê em fesal nîbin, hiş-aqilê me dikare here aliyê nerast. Mesele, em dikarin pey pera kevin. Besa xeberê, kesek xebateke baş soz bide me û em hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê ku perê qalim çêkin. Yan jî dibeke emê tenê ser vê yekê bifikirin, ku çawa dewlemend bin û rihet bijîn, yan jî pê hebûka xwe qure bin. Yûhennayê şandî tîne bîra me wekî ew dinya û çi ku têda heye wê derbaz bin (1 Yûhn. 2:15-17). Lema jî, em gerekê miqatî xwe bin seva xizna xweye ruhanî unda nekin.

20. Hûn ça dixwazin xizna xweye ruhanî xwey kin?

20 Nehêlin wekî tiştekî hizkirina we hindava Padşatiya Xwedê sist ke. Bi xîret mizgîniyê bela kin û xizmetiyê hiz bikin. Bi dil û can bigerin rastiyên ji Kitêba Pîroz. Gava hûn usa bikin, hûnê “xizna” li ezmana top kin. “Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe. Çimkî xizna we kîderê be, dilê weyê jî li wê derê be” (Lûqa 12:33, 34).

^ abz. 17 Kitêba Daniyêl 2:4b heta 7:28 ser zimanê Aramayî hatiye nivîsarê.