Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Qanûn û Prînsîpên Xwedê Îsafa Te Hîn kin

Bira Qanûn û Prînsîpên Xwedê Îsafa Te Hîn kin

“Fikirêd min ser temîyêd Te ne” (ZEB. 119:99).

KILAMÊN: 127, 88

1. Çi tiştekî mexsûs heye bal meriva, çi ku bal heywana tune?

XWEDÊ tiştekî mexsûs daye meriva, çi ku bal heywana tune ye. Ew heye îsaf. Xwedê ji destpêka efirandina însanetê îsaf daye meriva. Mesele, çaxê Adem û Hêwayê qanûna Yehowa teribandin, wana xwe veşart û ew yek dide kifşê wekî îsafê ewana diçerçirandin.

2. Çawa îsafa me mîna kompasê ye? (Binihêre şiklê ewlin.)

2 Ew merivê ku îsafa wî rind hînkirî nîne, mîna vê gemiyê ye, kîjan ku pê kompasa xirabbûyî diçe. Rêwîtiya pê kompasa nerast, gelek xof e. Ba û ava okêanê, dikarin hêsa gemiyê bivine cîkî nerast. Lê kompasa ku rast dixebite dikare alî gemîvan bike, seva gemiyê aliyê rastra bive. Îsafa me jî mîna kompasê ye. Îsaf dilê meda ça rêber e, bi saya kîjanî em dikarin rastî û nerastiyê hevderxin. Û ew yek alî me dike riya rastra herin. Lê seva îsafa me rêberê baş be, lazim e ew rast hînkirî be.

3. Çi dikare biqewime hergê îsaf nerast hînkirî ye?

3 Hergê îsafa me nerast hînkirî ye, ewê nikaribe me bigire yan jî pêşda elamî me bike ku kirên xirab nekin (1 Tîmt. 4:1, 2). Ew îsaf dikare hela hê jî me hêlan ke ku xirabiyê hesab kin ça qencî (Îşa. 5:20). Derheqa vê yekê Îsa pêşda şagirtên xwera usa got: “Wextê jî bê, wekî kî ku we bikuje jî, wê hesab ke ku ew Xwedêra qulix dike” (Yûhn. 16:2). Bi rastî tiştên usa qewimîn, mesele merivên ku Steyfan kuştin û usa jî hinekên mîna wan, difikirîn ku bona Xwedê vê yekê dikin (Kar. Şand. 6:8, 12; 7:54-60). Rastî jî çiqas ecêb e, ku fanatîkên rêlîgiya pê zulmiya usa ça mêrkujî, qanûna wî Xwedêyî diteribînin, kîjan ku dihebînin (Derk. 20:13). Eşkere ye, îsafa wan rêberê gelek xirab e!

4. Ça em dikarin têderxin hela îsafa me rast dixebite yan na?

4 Lê ça em dikarin têderxin hela îsafa me rast dixebite yan na? Qanûn û prînsîpên ji Xebera Xwedê kêrhatî ne “bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmt. 3:16). Belê, em gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, ser bifikirin, û emirê xweda bidine xebatê. Usa emê hîn bin mîna Yehowa bifikirin, û îsafa me jî îda wê mera bibe rêberê baş. Were em şêwir kin ku çawa qanûn û prînsîpên Yehowa dikarin alî me bikin îsafa xwe hîn kin.

BIRA QANÛNÊN XWEDÊ TE HÎN KIN

5, 6. Em çi karê distînin ji qanûnên Xwedê?

5 Hergê em dixwazin ji qanûnên Xwedê karê bistînin, em gerekê wan qanûna ne ku tenê bixûnin û bizanibin, lê em gerekê qayîm hiz bikin û qîmet kin. Xebera Xwedê dibêje: “Xirabiyê bikerihin [nefiret kin] û qenciyê hez bikin” (Ams. 5:15). Lê ça em dikarin vê yekê bikin? Ya pêşin, em gerekê mîna Yehowa ser tişta binihêrin. Bifikirin ser vê meselê: Besa xeberê hûn şev xirab radizên, û hekîmê we wera dîêtayê dinivîse, dibêje ku sportêva mijûl bin, û hine tişt emirê xweda biguhêzin. Paşê çaxê we hemû şîretên wî dane xebatê, we dît wekî problêma we safî bû! Femdarî ye, hûnê bona wê alîkariyê ji wî hekîmî gelek razî bin.

6 Efirandarê me jî mera qanûn dane, kîjan ku dikarin me xwey kin ji axiriya xirab ku gune tîne, û emirê me baş kin. Bifikirin ku em çiqas karê distînin gava gura wan temiyên Kitêba Pîroz dikin, mesele çaxê xwe dûr digirin ji derewiyê, fêlbaziyê, diziyê, bênamûsiyê, zorbetiyê û sêrbaziyê. (Bixûne Metelok 6:16-19; Eyan. 21:8) Gava em divînin ku em çiqas keremên baş distînin çaxê gura Yehowa dikin, dilê me hindava Yehowa û qanûnên wî bi razîbûnê û hizkirinê tije dibe.

7. Emê çi karê bistînin hergê serhatiyên ji Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin?

7 Nelazim e em qanûnên Xwedê biteribînin û axiriya xirab bistînin, û paşê fem kin çi rast e çi xirab e. Em dikarin ji şaşiyên merivên berê hîn bin, serhatiyên kîjana Xebera Xwedêda nivîsar in. Metelok 1:5-da tê gotinê: “Yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke”. Bi rastî çaxê em serhatiyên ji Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, bi vê yekê em zanebûn û hînkirina ji Xwedê distînin. Hînkirina Xwedê lape baş e. Besa xeberê, bifikirin ku Dawid Padşa çiqas kul-derd kişand, gava gura temiya Yehowa nekir û tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir (2 Sam. 12:7-14). Çaxê em evê serhatiyê dixûnin û ser difikirin, em dikarin pirsê bidine xwe: “Dawid ça dikaribû xwe ji axiriya xirab û êşê xwey kira, ya ku ewî bona bênamûsiya tevî Bat-Şebayê stand?” Hergê ez rastî cêribandineke usa bihatama, gelo minê bikaribûya xwe zeft kira û mîna Ûsiv ji vê telikê bireviyama? (Destp. 39:11-15). Hergê em bifikirin ku gune çi axiriyê tîne, emê hê qayîm xirabiyê nefiret kin.

8, 9. a) Îsafa me çida alî me dike? b) Çawa prînsîpên Yehowa ser îsafa me hukum dikin?

8 Belê, mera ne zor e xwe ji wan tişta dûr bigirin, kîjan ku ber çevê Xwedê reş in. Lê hene tiştên usa, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda temiya konkrêt tune. Hingê em ça dikarin têderxin ku wê ça Xwedê xweş bê? Vê derecêda îsafa pê Kitêba Pîroz hînkirî, dikare alî me bike safîkirina bîlanî bikin.

9 Yehowa ji hizkirinê mera prînsîp dane, kîjan ku rêberiyê îsafa me dikin. Ew dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Îşa. 48:17, 18, DT). Çaxê em pê hiş-aqil û dilê xwe ser prînsîpên Xwedê kûr difikirin, ew yek alî me dike safîkirinên bîlanî bikin.

BIRA PRÎNSÎPÊN XWEDÊ RÊBERIYÊ TE BIKIN

10. Prînsîp çi ye, û Îsa ça prînsîp rind didane xebatê?

10 Prînsîp ew heye rastiya sereke ku rêberiyê fikirên me dike, û alî me dike safîkirinên rast bikin. Çaxê em prînsîpa zanin, ew yek alî me dike nihêrandina Qanûndar, dêmek Yehowa fem kin, û wan meniya, ku çira ewî ew qanûn dane me. Îsa wedê xizmetiya xwe prînsîp didane xebatê, seva şagirtên xwe hîn ke, wekî ewana fem kin, ku fikir û şixul çi axiriyê dikarin bînin. Besa xeberê, ewî got ku hêrs dikare mêriv berbi zorbetiyê bive, lê temê xirab, dêmek fikirên bênamûsî mêriv berbi bênamûsiyê bivin (Met. 5:21, 22, 27, 28). Seva ku îsafa me rast bixebite, em gerekê bihêlin, wekî prînsîpên Xwedê rêberiyê me bikin, û usa emê pê kirên xwe şikiriyê bidine Xwedê (1 Korn. 10:31).

Mesîhiyê gihîştî îsafa merivên mayîn hildide hesab (Binihêre abzasa 11, 12)

11. Ça îsafa Mesîhiya dikare ji hev cude be?

11 Rast e îsafa Mesîhiya pê Kitêba Pîroz hînkirî ye, lê nihêrandina her kesî ser hine tişta dikare ji hev cude be. Mesele, derheqa îçkevexwarinê. Kitêba Pîroz îçkevexwarinê qedexe nake, lê dibêje wekî xwe dûr bigirin ji gelek îçkevexwarinê û serxweşîbûnê (Metlk. 20:1; 1 Tîmt. 3:8). Lê gelo ev tê hesabê, wekî Mesîhiyê ku îçkê hindikî vedixwe, gerekê xema wî ser tiştekî din nîbe? Na. Dibeke îsaf wî naçerçirîne, lê ew usa jî gerekê îsafa merivên din hilde hesab.

12. Çawa giliyên ji Romayî 14:21 me hêlan dikin, wekî qedirê îsafa merivên mayîn bigirin?

12 Pawlos got wekî Mesîhî gerekê îsafa merivên mayîn hildine hesab. Ewî got: “Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikeve” (Rom. 14:21). Hergê hûn dixwazin tiştekî bikin û zanin îzina we heye, lê fem dikin ku bi vê yekê xûşk yan birak dikare bilikume, gelo hûnê xwe bigirin ji vê yekê? Bêşik, hûnê xwe bigirin, wekî ew xûşk yan bira nelikume. Hine birên me pêşiya ku bihatana ser riya rast, gelek îçke vedixwarin, lê niha terka îçkê dane. Femdarî ye emê tiştekî usa nekin, wekî bibine menî ku ew bira dîsa vegere ser xeysetê xweyî berê (1 Korn. 6:9, 10). Hergê ew bira mêvantî bê mala me, emê tu car zorê wî nekin wekî îçkê vexwe, îlahî hergê ewî safî kiriye ku îda venexwe.

13. Çawa Tîmotêyo mesela baş hîşt ku qedirê îsafa merivên mayîn bigirin?

13 Çaxê Tîmotêyo cahil bû, ew qayîl bû wekî wî sinet kin. Rast e ewî wê êşeke çetin bikişanda, lê yeke ew qayîl bû vê yekêra, wekî Cihû, kîjanara ew mizgîniyê bela ke, nelikumin. Tîmotêyo jî mîna Pawlos nedixwest dilê kesekî bêşîne (Kar. Şand. 16:3; 1 Korn. 9:19-23). Lê tu jî hazir î, bona kara merivên mayîn qurbana bikî?

GIHÎŞTÎBÛNÊDA PÊŞDA HERIN

14, 15. a) Çi tê hesabê gihîştîbûn? b) Ça gihîştîbûna Mesîhî hizkirinêva girêdayî ye?

14 Hemû Mesîhî gerekê ser xwe bixebitin wekî “hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin”, û “bêne ser hînbûna gihîştî” (Îbrn. 6:1). Lê ew yek xwexa nayê standin. Em gerekê gihîştîbûnêda timê hê pêşda herin. Bona vê yekê, em gerekê zanebûn û femkariya xwe hê zêde kin. Vê yekêda wê alî me bike xwendina Kitêba Pîroze herrojî (Zeb. 1:1-3). Lê we xwera nêt daniye wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnin? Hergê hûn usa bikin, hûnê hê kûr fem kin qanûn û prînsîpên Yehowa.

15 Qanûneke lape mezin bona Mesîhiya ew heye qanûna hizkirinê. Îsa gote şagirtên xwe: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35). Aqûb ser hizkirinê got “qanûna Padşatiyê” (Aqûb 2:8). Lê Pawlos got: “Hizkirin serê Qanûnê digire” (Rom. 13:10). Ew giliyên qewî derheqa hizkirinê layîq in, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:8). Hizkirina Xwedê bi kirên wî tê kifşê. Yûhenna nivîsî: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn” (1 Yûhn. 4:9). Belê, bi vê yekê Xwedê hizkirina xwe îzbat kir. Çaxê em hizkirinê hindava Yehowa, Kurê wî û hindava xûşk-bira didine kifşê, usa jî hindava merivên din, em îzbat dikin ku em Mesîhiyên gihîştî ne (Met. 22:37-39).

Çaxê em ser prînsîpên Yehowa kûr difikirin, îsafa me bona me dibe rêberê baş (Binihêre abzasa 16)

16. Çaxê em dibine Mesîhiyên gihîştî, çira prînsîpên Xwedê bona me hê zef qîmet dibin?

16 Çaxê hûn bibine Mesîhiyên gihîştî, hûnê fem kin wekî prînsîpên Xwedê bona we hê ferz û qîmet in. Qanûn bona derecên konkrêt in, lê prînsîp bona cûre-cûre dereca dikarin bidine xebatê. Mesele, hergê cahil fem nake ku çiqas xof e tevî merivên nebaş hevaltiyê bike, dê-bavên serwaxt wê sînora wîra daynin wekî wî xwey kin (1 Korn. 15:33). Lê gava zar dibe gihîştî, hiş-aqilê wî tê guhastinê û ew îda dikare prînsîpên Kitêba Pîroz fem ke û hilde hesab. Usa ew wê safîkirinên bîlanî bike ku hevalên rast xwera bijbêre. (Bixûne 1 Korintî 13:11; 14:20.) Çaxê em difikirin ser prînsîpên Xwedê, îsafa me dibe rêberê hê rast û baş, kîjan ku li gora nihêrandina Xwedê ye.

17. Çira em dikarin bêjin, wekî bal me hemû tişt heye seva safîkirinên bîlanî bikin?

17 Bal me hemû tişt heye çi ku lazim e seva em safîkirinên usa bikin ku Yehowa xweş tên. Qanûn û prînsîpên ji Xebera Xwedê, alî me dikin “bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî” bin (2 Tîmt. 3:16, 17). Prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em têderxin çi ye qirara Yehowa û ew çi difikire (Efes. 5:17). Xwera bikin xeyset wekî hemû hacetên bona lêkolînkirinê bidine xebatê, mesele “Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê”, “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yahowa”, “Kitêbxaneya Birca Qerewiliyê” (Watchtower Library), “KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê”, û “JW Kitêbxane app” (JW Library app). Çaxê em ewan haceta bidine xebatê, emê hê zef karê bistînin ji hînbûna xweye şexsî û ji qulixkirina tevî malbetê.

ÎSAFA PÊ KITÊBA PÎROZ HÎNKIRÎ KEREMA TÎNE

18. Emê çi karê bistînin hergê qanûn û prînsîpên Xwedê bidine xebatê?

18 Çaxê em qanûn û prînsîpên Yehowa tînin sêrî, emirê me bi kerema û şabûnê tije dibe. Zebûr 119:97-100-da tê gotinê: “Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamiya rojê ez ser wê difikirim. Emirêd Te min ji neyara serwaxttir dikin, çimkî her tim ew tevî min in. Ez ji hemû dersdarêd xwe bîlantir bûme, çimkî fikirêd min ser temîyêd Te ne. Ji kalemêra aqiltir bûme, çimkî xwey dikim qeyde-qanûnêd Te”. Hergê em xwera wede başqe dikin seva bifikirin ser qanûn û prînsîpên Xwedê, emê bi bîlanî û femkariyê tişta bikin. Û gava em îsafa xwe pê qanûn û prînsîpên Yehowa hîn kin, emê “bibine merivêd gihîştî, xût weke bejin-bala Mesîh” (Efes. 4:13).