SERHATÎ
Hemû Xemên Xweda Berdiliyê Distînim
Ez hatime bûyînê, sala 1929-da, 9 Mijdarê, şeherê kevinda bi navê Sûkkûr. Ew ber devê Çemê Hîndî ye aliyê roavayê, kîjan ku niha Pakistan e. Hingê bal dê-bavê min hebûn çend kitêb rengê wan cûre-cûre bûn, kîjan ku mîsyonêrekî ji Înglîstanê dabû wan. Ew kitêb ser hîmê Kitêba Pîroz bûn, kîjan ku alî min kirin axiriyêda bibime Şedê Yehowa.
EW KITÊB bi tevayî dihatine navkirinê keskesor. Çaxê min ew kitêb dixwendin, wêderê şikil hebûn ku gelek ser min hukum bûn. Usa ez biçûktayêda ji wan kitêba derheqa Kitêba Pîroz pêhesiyam, û min dixwest hê zêde pêbihesim.
Hingê gava Şerê Hemdinyayê ya II gihîşte Hindistanê, emirê min jî aliyê xirabda dihate guhastinê. Dê-bavê min ji hev qetiyan. Min nikaribû fem kira ku çira ew du meriv, kîjana min hiz dikir hevdu dihêlin. Ez gelek berxwe diketim û min xwe tenê texmîn dikir. Hingê ez gelek hewcê alîkariyê bûm. Lê ez zara tayê tenê bûm, û tu kes tune bû ber dilê minda bihata û alî min bikira.
Ez û diya xwe, me şeherê Keraçîyêda dijît. Carekê hekîmekî emirda mezin ku navê wî Frêd Hardakêr bû, hate mala me. Ew Şedê Yehowa bû. Baweriya wî jî mîna ya wî mîsyonêrî bû, kîjan ku ew kitêb dabûne malbeta me. Ewî ji diya min pirsî hela ew naxwaze Kitêba Pîroz hîn be. Diya min xwexa nexwest, lê derheqa min jêra got wekî dibeke minra
wê hewas be. Û Hardakêr bira heftiya din destpêkir tevî min hînbûnê derbaz ke.Çend heftî derbaz bûn, ez îda diçûm ser civînê kîjan ku oda mêdîsîna Hardakêrda derbaz dibû. Vê civatêda weke 12 Şedên Yehowa bûn, ku emirda mezin bûn. Ewana ber dilê minda hatin û mîna kurê xwe bona min xem dikirin. Çaxê dikeve bîra min ku ça ewana tevî min rûdiniştin, û çawa hevalên nêzîk tevî min xeber didan, ez dilgerm dibim. Hingê minra hema ew yek lazim bû.
Hine wede şûnda Hardakêr bira, min tevî xwe bire xizmetiyê. Ewî min hîn kir ku çawa fonografa desta bidime xebatê, seva wedê xizmetiyê em gotarên kin ku ser hîmê Kitêba Pîroz bûn, vêxin. Çend gotar hinekî sert bûn, lema jî ew gotar hine xweyên malê xweş nehatin. Lê min xizmetî gelek hiz dikir û min şabûn distand. Ez hindava rastiya Kitêba Pîroz gelek xîret bûm û min hiz dikir derheqa rastiyê merivara gilî kim.
Çaxê Japonya hazir dibû wekî miqabilî Hindistanê derê, serwêrên Brîtanyayê hê zêde pey Şedên Yehowa diketin. Sala 1943 meha Tîrmehê, ew yek ser min jî hukum bû. Dîrêktorê mekteba min, kîjan ku xizmetkarê dêrê bû, şer avîte min yançi ez nelayîq im wekî mektebêda hîn bim, çimkî ser şagirtên din xirab hukum dikim. Ewî diya minra got ku ez tevî Şedên Yehowa hevaltiyê dikim, lema mesela xirab im bona şagirta. Diya min gelek hêrs ket û îda nedihîşt, wekî ez tevî Şedên Yehowa hevaltiyê bikim. Axiriyêda, ewê ez şandime bal bavê min şeherê Pêşavarêda, kîjan ku weke 1 370 kîlomêtr dûr e, û aliyê bakûrê ye. Ez hêdî-hêdî ruhanîda ketim, çimkî bêy xwarina ruhanî û bêy heval mabûm.
DOSTIYA XWE TEVÎ YEHOWA DÎSA QEWÎ DIKIM
Sala 1947 ez vegeriyame şeherê Keraçîyê, seva bixebitim. Çaxê ez wêderê bûm, ez çûm teseliya Hardakêr bira bikim ciyê xebata wî. Ew bi dil û can rastî min hat û min qebûl kir.
Ewî min pirsî: “Hela bêje kîdera te dêşe?”. Ew difikirî ku ez hatim, çimkî dereke min dêşe.
Min jî caba wî da: “Hekîmo, ez sihet-qewatêda nexweş nînim. Ez ruhanîda nexweş im. Minra hînbûna Kitêba Pîroz lazim e”.
Ewî jî ji min pirsî: “Tu kengê dixwazî destpêkî?”.
Min jêra got: “Çiqas zû haqas baş”.
Me hema vê êvarê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz. Min xwe usa texmîn dikir tê bêjî hatime mala xwe. Diya min dixwest rê min bigire, wekî ez tevî Şedên Yehowa neçim-neyêm. Lê min îda dilê xweda safî kiribû, wekî rastiyê qebûl kim û Yehowara xizmet kim. Lema jî 31 Tebaxê, sala 1947-da min xwe tesmîlî Yehowa kir û hatime nixumandinê. Wede şûnda, min 17 saliya xweda xizmetiya pêşengtî destpêkir.
XIZMETIYA PÊŞENGTÎ ŞABÛN MINRA ANÎ
Kifşkirina mine pêşin şeherê Kvêtayêda bû. Sala 1947, Hindistan û Pakistan ji hev başqe bûn. * Pey vê yekêra, nava cimetêda bona rêlîgiyayê şer pêşda hat, ji bo kîjanî gelek meriv ji welat revîn. Nava terîxiyêda ew mîgrasiya, yek ji mîgrasiyên lape mezin bû. Weke 14 mîlyon meriv ketine xerîbiyê. Misilmanên Hindistanê revîne Pakistanê, lê Hindû û Sîkxî ji Pakistanê derbazî Hindistanê bûn. Hingê, ez pê trêna Keraçîyê ku bi meriva tije bû, diçûme Kvêtayê. Trên usa tije bû, wekî nîvê rê zêdetir min xwe ber derê trênê girtibû.
Kvêtêda, ez rastî Corc Sîngx hatim, kîjan ku weke 25 salî bû û pêşengê mexsûs bû. Ewî bîsîklêteke kevin da min, wekî minra hêsa be ser têrîtoriyên çel-kortra herim. Min diha zef tenê xizmet dikir. Nava şeş mehada, bal min 17 hînbûnên Kitêba Pîroz hebûn, û hinek ji wan hatine ser riya rast. Yek ji wan ofîsêrê eskera bû, navê wî Sadîk Masî bû. Ewî alî me kir wekî hine edebyeta ser zimanê Ûrdû welgerînin. Ev zimanê miletê Pakistanê ye. Axiriyêda Sadîk bû mizgînvanekî xîret.
Wede şûnda, ez vegeriyame Keraçîyê, û min tevî Hênrî Fînç û Harî Forêst xizmet dikir. Ewana mîsyonêr bûn û Mekteba Gîled teze xilaz kiribûn. Ez ji wana gelek tişt hîn bûm! Carekê ez tevî Fînç bira çûme xizmetiyê aliyê Pakistana bakûrê. Me nav çiyada gelek merivên gundî dîtin, ku milûk bûn û ruhanîda birçî bûn. Paşî du sala, ez çûme
Mekteba Gîled; ji wêderê ez vegeriyame Pakistanê û min wedelû ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir. Min şeherê Laxorda dijît mala mîsyonêrada, tevî 3 bira ku mîsyonêr bûn.JI DILTENGBÛNÊ AZA BÛM
Yazix, sala 1954-da, mîsyonêrên Laxorêda hevra şer kirin, û fîlîal mecbûr bû guhastina bike. Min tiştekî bêfemtî kir ku ketime nava wî şer-dewî, lema jî min şîreteke sert stand. Ez gelek dilteng bûm, çimkî ez difikirîm, wekî min kifşkirina xwe neanî sêrî. Ez vegeriyame Keraçîyê û paşê çûme Londonê (Înglîstan), seva wêderê dîsa ruhanîda pêşda herim.
Londonêda civata minda gelek endemên ji Beytelê hebûn. Prîs Hyûs, birakî qenc ku fîlîalêda xizmet dikir, ez kirime bin perê xwe. Carekê, ewî derheqa xwe minra gilî kir, wekî çawa Cozêf Rûtêrford wî sert şîret kir. Hingê Rûtêrford cabdar bû bona şixulê hemdinyayê ya belakirina mizgîniyê. Çaxê Hyûs ber Rûtêrford xwestibû xwe heq derxe, ew gelek sert wî hilatibû. Ez usa ecêbmayî mam ku Hyûs usa hewas ew yek gilî dikir. Ewî got ku hingê dilê wî dêşiya ku ewî şîretkirina usa stand. Lê paşê ewî fem kir, wekî ew şîret jêra lazim bû û ew yek eyankirina hizkirina Yehowa bû (Îbrn. 12:6). Giliyên wî gelek dilê min girtin û alî min kirin ruhanîda dîsa qewî bim.
Wî wedeyî, diya min derbazî Londonê bû û ewê ji Con Bar hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir, kîjan ku paşê Koma Rêberiyêda xizmet dikir. Ew gelek zû ruhanîda pêşda çû û sala 1957-da hate nixumandinê. Wede şûnda, ez pêhesiyam wekî bavê min pêşiya mirina xwe tevî Şedên Yehowa hînbûn derbaz bûye.
Sala 1958-da, min Lênê stand, ku ji Denmarkê bû, lê derbazî Londonê bibû. Salek şûnda, qîz mera bû û em gelek şa bûn. Me navê wê danî Cêyn. Usa jî qedirekî mezin minra hate dayîn, min civata Fûlêmêda cabdarî standin. Lê wede derbaz bû, û ji bo sihet-qewata jina min, em gerekê derbazî cîkî din bûna, kîderê ku klîmata germ bû. Lema jî sala 1967, em derbazî Adêlaîdayê bûn, (Avstralya).
KUL-DERDEKÎ MEZIN
Adêlaîdayêda civata meda 12 Mesîhiyên bijartî hebûn ku emirda mezin bûn. Ewana xizmetiyêda gelek xîret bûn. Em jî zû pey grafîka xweye teze ya xizmetiyê çûn.
Sala 1979-da, mera zara 5 hate bûyînê, me navê wî danî Daniyêl. Ew bi nexweşiya Daûn * hate bûyînê, û me zanibû wekî ewê dirêj nejî. Heta îro minra çetin e çaxê evê êşê tînim bîra xwe. Me aliyê xweda her tişt dikir bona wî, û usa jî me dîna xwe dida 4 zarên xweye dinê jî. Daniyêl cara şîn dibû, çimkî bîna wî dima ji bo du qulên ku dilê wîda hebûn, û me derbêra wî dibire nexweşxanê. Rast e sihet-qewata wî xirab bû, lê ew yekî aqil û heyf bû. Ewî Yehowa gelek hiz dikir. Çaxê me tevayî malbetêda dua dikir wedê nanxwarinê, ewî destên xweyî biçûk dikire hev, serê xwe berjêr dikir, û bi dil digot: “Amîn!” Tenê paşî vê yekê me xwarina xwe dixwar.
Çaxê Daniyêl 4 salî bû, lêîkêmiya wî destpêbû. Ez û Lênê hin fîzîkîda hin êmosiyalîda şkestî bûn. Min texmîn dikir, wekî ezê îda teyax nekim. Lê çaxê em gelek dilteng bûn, berpirsiyarê mihalê Nêvîl Bramîç hate mala me. Vê şevê, ewî bi hêsira me hemêz dikir, û em gişk digiriyan. Ew hizkirin û giliyên wîyî dilşewatî usa dilê me rihet kirin, ku em ne jî dikarin pê giliya bêjin. Ew nîvro weke siheta yekê ji mala me çû. Hine wede şûnda Daniyêl mir. Ew yek emirê meda derdekî lapî mezin bû. Lê me sebir kir wî derdê xweda, çimkî em bawer bûn wekî tu tişt, ne jî mirin, nikare Daniyêl ji hizkirina Yehowa dûr xe (Rom. 8:38, 39). Em gelek hîviya wî wedeyî ne, kengê ew dinya tezeda ji mirinê rabe û em wî bivînin (Yûhn. 5:28, 29).
ŞABÛNÊ DISTÎNIM KU ALÎKARIYÊ DIDIME MERIVÊ DIN
Du cara însûltê min xist, lê ez yeke dîsa jî ça rûspî xizmet dikim. Qewimandinên ku emirê minda qewimîn, min hêlan kirin ku hê dilşewat bin û berdiliyê bidime meriva, îlahî wan yên ku çetinayada nin. Ez tu car meriva neheq nakim çaxê ewana dikevine problêma, lê dewsê ez pirsa didime xwe: “Gelo qewimandinên emirê wanda ça hukum bûne ser nihêrandin û fikirên wan? Ça ez dikarim wanra bidime kifşê, wekî ez wana hiz dikim û bona wan xem dikim? Ça ez dikarim dil bidime wan ku ser riya Yehowa bimînin?”. Ez hiz dikim civatêda serlêdana şivantiyê bikim! Bi rastî çaxê ez xûşk-bira dilgerm dikim û aliyê ruhanîda wana dişidînim, ez texmîn dikim wekî ez xwexa dilgerm dibim û qewî dibim.
Ez xwe texmîn dikim mîna zebûrbêj, yê ku got: “Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd Te nefsa min şa dikin” (Zeb. 94:19). Wedê çetinayên malbetêda, peyketina, dilşkestîbûnê û dêprêsiyê, Yehowa timê kêleka min bû û alî min dikir. Yehowa bona min bi rastî jî Bav e!