Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Em Gişk Mîna Yehowa û Îsa Yektiyêda bin

Bira Em Gişk Mîna Yehowa û Îsa Yektiyêda bin

“Ez . . . bona wan hîvî dikim . . . wekî hemû jî bibine yek. Bavo, çawa tu nava minda yî û ez nava teda me, em yek in” (YÛHN. 17:20, 21).

KILAMÊN: 24, 99

1, 2. a) Îsa duayê xweyî paşinda derheqa çi digot? b) Çira Îsa derheqa yektiya şandiyên xwe xem dikir?

ÎSA wedê şîva xweye paşin, bona yektiya şandiyên xwe xem dikir. Çaxê ewî tevî wan dua kir, hingê duada got wekî ew dixwaze ku hemû şagirtên wî bibine yek, çawa ew tevî Bavê xwe yek in. (Bixûne Yûhenna 17:20, 21.) Yektiya wan wê şedetîke mezin bida, û îzbat kira wekî Yehowa Îsa şande ser erdê seva qirara wî bîne sêrî. Hizkirin gerekê bibûya nîşaneke şagirtên Îsaye rast. Û ewê hizkirinê wê wana bikira yektiyê (Yûhn. 13:34, 35).

2 Ecêbmayî nîne ku Îsa vê êvarê derheqa yektiyê xeber da, çimkî texmîn kir wekî nava şandiyada tifaqî kêm e. Ewana çend cara hevra ketine dewê ku nav wanda “kîjan wê yê herî mezin bê hesabê” (Lûqa 22:24-27; Marq. 9:33, 34). Carekê jî, Aqûb û Yûhenna ji Îsa hîvî kirin, wekî ew Padşatiya xweda ciyên bilind bide wan (Marq. 10:35-40).

3. Çi dikaribû rê şagirtên Îsa bigirta ku yektiyêda bimînin, û vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

3 Şagirtên Îsa dixwestin navdeng bin û hukumê wan hebe, lê tenê ew yek nîbû ku yektiya wan dikire bin xofê. Dîsa tiştek hebû ku dikaribû tifaqiya wan xirab kira. Hingê tifaqiya cimetê kêm bû, çimkî wana dijminatî hevra dikişandin û firqî dikirine orta meriva. Şagirtên Îsa gerekê miqatî xwe bûna seva neketana ber bayê wan fikirên nerast. Vê gotarêda emê şêwir kin van pirsa: Îsa ça bû hindava meriva? Ewî şagirtên xwe ça hîn kir, wekî ewana firqiyê nekine orta meriva û yektiyêda bin? Û çawa şîretên wî dikarin alî me bikin ku em yektiyê xwey kin?

NIHÊRANDINA NERAST HINDAVA ÎSA Û ŞAGIRTÊN WÎ

4. Mesela bînin ku meriv hindava Îsada çida nihêrandina nerast didane kifşê.

4 Hela hê Îsa jî nihêrandina nerast hindava xweda didît. Çaxê Fîlîpo Natanyêlra got wekî ewî Mesîh dît, hingê Natanyêl got: “Qet dibe ku tiştekî pak ji Nisretê derkeve?” (Yûhn. 1:46). Ça tê kifşê Natanyêl pêxembertiya ji Mîxa 5:2 zanibû û ew difikirî, ku Nisret şeherekî nelayîq e wekî Mesîh ji wêderê bê. Usa jî hebûn Cihûyên navdar, yên ku Îsa ber tiştekî hesab nedikirin, çimkî ew ji Celîlê bû (Yûhn. 7:52). Gelek merivên ji Cihûstanê, merivên ji Celîlê nimiz hesab dikirin. Lê hineka jî Îsa bêhurmet dikirin bi wê yekê, ku wî nav dikirin Samerî (Yûhn. 8:48). Merivên Samerî miletê xerîb bûn û hin jî rêlîgîya wan cude dibû ji rêlîgîya Cihûya. Merivên ji Cihûstanê û Celîlê qedirê Sameriya nedigirtin û xwe ji wana dûr xwey dikirin (Yûhn. 4:9).

5. Meriv hindava şagirtên Îsa ça bûn?

5 Serwêrên dînê Cihûya qedirê şagirtên Îsa nedigirtin. Fêrisiya wana hesab dikirin ça yên “nifir lê” (Yûhn. 7:47-49). Belê, wana her merivên ku mektebên rabînada hîn nedibûn, yan jî yên ku erf-edetên wan nedianîne sêrî, hesab dikirin ça nexwendî û nezan (Kar. Şand. 4:13). Cimet hindava Îsa û şagirtên wîda usa bûn, çimkî pê rêlîgiya xwe, navdariya xwe û pê miletê xwe, qure dibûn. Lê şagirt xwexa jî ber bayê hineka diketin ku firqî dikirine orta meriva. Seva ku ewana yektiyêda bimana, wana gerekê nihêrandina xwe biguhastana.

6. Mesela bînin ku çawa firqîkirin dikare ser me hukum be.

6 Îro jî usa ne, meriv firqiyê dikine orta hevdu. Em jî dikarin vê yekê hindava xwe texmîn kin, yan dibeke em xwexa cûrekî mayîn ser hine meriva dinihêrin. Xûşkeke meye pêşeng ji Avstralyayê dibêje: “Min merivên bi çermê spî nefiret dikir, çimkî min didît çiqas neheqî dihate kirinê hindava Aborîgêna, yên ku bi çermê reş in. Min ewana nefiret dikirin usa jî seva vê yekê, ku ewana hindava minda jî xirab bûn”. Birakî me jî ji Kanadayê, gilî kir wekî berê ewî firqî dikire orta zimana. Ew gilî dike: “Ez difikirîm wekî merivên ku ser zimanê Fransî xeber didin, ji yên din çêtir in. Û min bona vê yekê merivên ku ser zimanê Înglîzî xeber didan, hiz nedikir”.

7. Îsa ça bû hindava meriva?

7 Çawa wedê Îsada, îro jî nihêrandina usa gelek kûr belabûyî ye. Lê Îsa ça xwe dida kifşê? Ya pêşin, ewî tu car firqî nedikire orta meriva, û meriv başqe nedikir. Ewî mizgînî dewletiyara, kesîbara, Fêrisiya û Sameriyara, û hela hê xercgir û gunekarara jî bela dikir. Ya duda, pê hînkirin û mesela xwe, Îsa şagirtên xwera da kifşê, wekî firqiyê nekine orta meriva û wanda nekevine şikê.

HIZKIRIN Û MILÛKTÎ FIRQIYÊ NAKE ORTA MERIVA

8. Kîjan prînsîpa ferz hîmê yektiya Mesîhiya dide kifşê? Şirovekin.

8 Îsa prînsîpeke ferz şagirtên xwe hîn kir, kîjan ku hîmê yektiya me dide kifşê. Îsa got: “Hûn hemû jî bira ne”. (Bixûne Metta 23:8, 9.) Bi rastî em hemû bira ne, çimkî em gişk zureta Adem in (Kar. Şand. 17:26). Lê ne tenê ew yek me dike yektiyê. Îsa şirovekir wekî şagirtên wî xûşk-birên hev in, çimkî Yehowa hesab kirine ça Bavê xweyî ezmana (Met. 12:50). Xêncî vê yekê, ewana bûne neferên malbeta ruhanî, û hizkirin û bawerî wana dike yek. Lema çaxê şandiya nemên xwe dinivîsîn, gelek car ser şagirta digotin “xûşk-birano” (Rom. 1:13; 1 Pet. 2:17; 1 Yûhn. 3:13).

9, 10. a) Çira Cihû gerekê qure nebûna seva miletê xwe? b) Îsa ça hîn kir ku gerekê firqiyê nekin orta mileta? (Binihêre şiklê ewlin.)

9 Çaxê Îsa zelal nîşan kir, wekî em gerekê hevdu ça xûşk-bira hesab kin, ewî got ku milûktî gelek ferz e. (Bixûne Metta 23:11, 12.) Ça me jorê dît, wedekê tifaqa şandiya kêm bû, çimkî qurebûnê rê wan digirt. Û hingê qurebûna bona miletê xwe jî, dikaribû bibûya problêm. Cihû diqewime firnaq dibûn bi vê yekê ku zuretên Birahîm bûn û hesab dikirin, wekî ewana ji yên mayîn baştir in. Lê Yûhennayê Nixumdar gote wan: “Xwedê ji van kevira jî dikare zara Birahîmra derxe” (Lûqa 3:8).

10 Îsa ew meriv sûcdar dikir, yên ku miletê xwera qure dibûn. Ew yek hate kifşê, gava qanûnzanekî ji Îsa pirsî, “Hevalê min kî ye?”. Îsa jêra mesela derheqa Samerîyê qenc anî, kîjanî ku alîkarî da rêwî, ku Cihû bû, û aliyê qaçaxada hatibû kutanê. Cihûyên ku rêra derbaz dibûn û wî merivê hêsîr didîtin, talaşa wan nîbû. Lê dilê merivê Samerî ser wî şewitî û ewî alî wî kir. Îsa ev mesele bi vê yekê xilaz kir, ku wî qanûnzanîra got wekî ew çev bide wî merivê Samerî (Lûqa 10:25-37). Îsa bi vê yekê nîşan kir wekî merivê Samerî dikaribû Cihûya hîn kira, ku çawa hindava hemû meriva hizkirinê bidine kifşê.

11. Çira şagirtên Mesîh gerekê yên xerîb başqe nekirana, û çawa Îsa alî wan kir ku vê yekê fem kin?

11 Şagirtên Îsa seva ku cabdariya xwe bi temamî bianiyana sêrî, wana gerekê qurebûn ji xwe dûrxistana û firqî nekirana orta meriva. Îsa pêşiya ku biçûya ser ezmana, temî da wan wekî li “temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê jî” şedetiyê bidin (Kar. Şand. 1:8). Îsa pêşiya vê yekê îda bona wî şixulî ewana hazir kiribûn. Ewî dîna wan dabû ser xeyset-hunurên baş nav merivên ji miletên dinda. Besa xeberê, ewî payê sersedê necihû da, bona baweriya wîye qewî (Met. 8:5-10). Îsa usa jî şeherê xwe Nisretêda şirovekir, ku çawa Yehowa alî xerîba kir, mesele alîkarî da jinebîke ji Sereptayê û Nemanê kotî ji Sûryayê (Lûqa 4:25-27). Hin jî Îsa ne ku tenê jinikeke Samerîra mizgînî gilî kir, lê ew du roja Sameriyayêda ma, çimkî dît wekî wêderê cimetê dixwest guh bide mizgîniya wî (Yûhn. 4:21-24, 40).

NIHÊRANDINA NERAST QIRNA YEKÊDA

12, 13. a) Çaxê Îsa tevî jineke Samerî xeber dida, şandiya ça xwe dane kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çi dide kifşê wekî Aqûb û Yûhenna bi temamî fem nekirin ku Îsa çi wana hîn kir?

12 Şandiyara çetin bû firqiyê nekine orta mileta. Çaxê Îsa tevî jinikeke Samerî xeber dida û dixwest lê hîn kira, ewana ecêbmayî man (Yûhn. 4:9, 27). Gelo çira? Çimkî hingê serwêrên dînê Cihûya nav merivada tevî jina xeber nedidan, û îlahî tevî vê jinka Samerî, navê kîjanê xirab bibû, wê xeber nedana. Wedê xeberdana tevî wê jinikê, şandiya gotine Îsa, wekî ew xwarinê bixwe. Îsa rast e birçî bû, lê yeke xwest berdewam ke tevî wê derheqa tiştên ruhanî xeber de, û ewî bi vê yekê ders da şagirtên xwe. Ewî fem dikir wekî Bavê wî dixwaze ew mizgîniyê bela ke, hela hê wê jinka Samerîra jî. Bona wî, qirara Bavê xwe bîne sêrî, ça xwarin bû (Yûhn. 4:31-34).

13 Lê Aqûb û Yûhenna ew dersa ferz bi temamî fem nekirin. Çaxê ewana tevî Îsa riya Sameriyayêra derbaz dibûn, şagirta gundekî Samerîda cî digeriyan seva şev bimînin. Lê merivên Samerî wana qebûl nekirin, lema Aqûb û Yûhenna ji hêrsê gotine Îsa, wekî ewana ji ezmana agir bixwazin seva qira wan Sameriya bê. Îsa bona vê yekê sert wan hilat (Lûqa 9:51-56). Hergê Aqûb û Yûhenna şeherê xwe Celîlêda rastî vê derecê bihatana, diqewime ewana usa hêrs neketana, çimkî wêderê miletê wan bûn. Tê kifşê wekî wana firqî dikire orta mileta, lema usa hêrsa wan rabû. Wede derbaz bû, Yûhennayê şandî çaxê Sameriyara mizgînî bela dikir û wana guh dida wî, diqewime ewî şerm dikir, wekî ewî xwe usa dabû kifşê (Kar. Şand. 8:14, 25).

14. Ji bo firqiya orta zimana çi çetinaya xûşk-bira hebû û ça ew çetinayî hate safîkirinê?

14 Hine wede şûnda paşî Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., civatêda xûşk-bira firqî dikirine orta hevdu. Çaxê jinebiyara xwarin bela dikirin, xwarin nedigihîşte jinebiyên ku ser zimanê Yûnanî xeber didan (Kar. Şand. 6:1). Dibeke ew yek diqewimî çimkî wana firqî dikire orta zimana. Lê şandiya derbêra ev çetinayî safî kirin. Wana çend mêrên cêribandî kifş kirin seva xwarinê rast bela kin. Navê wan hemû birên cêribandî, navê Yûnaniya bûn, û evê yekê dibeke berdilî da jinebiyên ku xeyîdî bûn.

15. Çawa Petrûs nihêrandina xwe hindava miletên mayînda guhast? (Binihêre şiklê ewlin.)

15 Sala 36 D.M., şagirtên Îsa destpêkirin cûre-cûre miletara mizgîniyê bela kin. Petrûsê şandî hînî vê yekê bibû, ku tenê tevî Cihûya xeber de û hevaltiyê bike. Lê paşê çaxê Xwedê eşkere da kifşê, ku Mesîhî gerekê firqiyê nekine orta meriva, Petrûs Kornêlyora, ku eskerê Romayî bû, mizgînî gilî kir. (Bixûne Karên Şandiya 10:28, 34, 35.) Paşî vê yekê, Petrûs tevî xûşk-birên ji miletên din nan dixwar û wede derbaz dikir. Lê sal derbaz bûn, Petrûs Entakyayêda durûtî kir gava tevî Mesîhiyên necihû ser nanxwarinê bû, rabû û ji wan dûr ket (Galt. 2:11-14). Çaxê Pawlos ev yek dît, ewî sert Petrûs şîret kir. Tê kifşê ku Petrûs şîreta wî qebûl kir, çimkî çaxê ewî nema xweye pêşin Cihûyara û Mesîhiyên miletê mayînra nivîsî, ewî lêkir ku çiqas ferz e hemû xûşk-bira hiz bikin (1 Pet. 1:1; 2:17).

16. Mesîhiyên qirna yekêda bi çi eyan bûn?

16 Eyan e ku şandî ji Îsa hîn bûn wekî “hemûya” hiz bikin (Yûhn. 12:32; 1 Tîmt. 4:10). Rast e, wede wanra lazim bû, lê wana nihêrandina xwe guhast. Û bi rastî Mesîhiyên qirna yekêda eyan bûn pê vê yekê ku hevdu hiz dikirin. Nivîskarekî qirna yekê bi navê Têrtûllîan, nivîsî giliyên hine meriva derheqa Mesîhiya: “Ewana hevdu hiz dikin . . . Ewana hazir in hela hê jî emirê xwe bidin bona hevdu”. Belê, Mesîhiyên qirna yekêda, “merivê nû” li xwe kiribûn, wana firqî nedikirine orta meriva, çimkî çev didane Xwedê (Kols. 3:10, 11).

17. Çawa em dikarin nihêrandina nerast ji xwe dûr xin? Mesela bînin.

17 Îro dibeke mera jî lazim e nihêrandina xwe biguhêzin, wekî dilê xweda firqiyê nekine orta meriva. Xûşk ji Fransayê gilî dike ku bona wê çiqas nehêsa ye nihêrandina xwe biguhêze: “Yehowa min hîn dike wekî çi tê hesabê hizkirin, merdanî, û hemû cûre meriva hiz bikim. Lê ez heta niha ser xwe dixebitim seva dilê xweda firqiyê nekime orta meriva, çimkî cara ew yek nehêsa ye. Lema jî ez her gav Xwedêra dua dikim, wekî alî min bike”. Xûşkek jî ji Îspanyayê rastî çetinayîke usa tê. Ew dibêje: “Cara ez zorê xwe dikim wekî fikirên nerast hindava miletên din ji hişê xwe derxim. Û rastî jî ez gelek hatime guhastinê. Lê ez fem dikim wekî dîsa jî lazim e ez berdewam kim şer kim tevî fikirên xweye nerast. Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî ez bextewar im ku ez nav malbeteke tifaqda me”. Her kes ji me dikare xwe helal bicêribîne, çimkî diqewime mera jî lazim e nihêrandina xwe hindava meriva biguhêzin.

GAVA HIZKIRIN MEZIN DIBE, NIHÊRANDINA NERAST BETAVEDIBE

18, 19. a) Çi meniyên me hene, wekî her kesî qebûl kin? b) Çawa em dikarin vê yekê bikin?

18 Em gerekê bîr nekin, wekî berê em “xerîb bûn”, dêmek ji Xwedê dûr bûn (Efes. 2:12). Lê Yehowa em nêzîkî xwe kirin, “bi qeydikên evînêva ji xwera kişand” (Hos. 11:4; Yûhn. 6:44). Û Îsa Mesîh jî me bi dil qebûl kiriye. Ewî ça bêjî derî mera vekir, seva em bikaribin bibine neferên malbeta Xwedê. (Bixûne Romayî 15:7.) Hergê Îsa em, dêmek merivên gunekar, bi dil qebûl kiriye, gerekê qe serê mera jî derbaz nebe ku kesekî hiz nekin yan jî qebûl nekin.

Xizmetkarên Yehowa bîlaniya jorin digerin û bi hizkirin yektiyêda nin (Binihêre abzasa 19)

19 Dutîretî, firqiya orta meriva, û dijminatî vê dinêda îro hê belabûyî dibe, çimkî xilaziya vê dinya xirab îda ber şêmîkê ye (Galt. 5:19-21; 2 Tîmt. 3:13). Lê em xizmetkarên Yehowa, dixwazin çev bidine bîlaniya Xwedê, kîjan ku alî me dike, wekî em firqiyê nekine orta meriva û edilayê xwey kin (Aqûb 3:17, 18). Em gelek şa dibin çaxê tevî merivên ji cûre-cûre welata hevaltiyê dikin, û nanihêrin ku erf-edetên me mîna hev nînin, û hela hê jî diqewime em zimanê wan jî hîn dibin. Çaxê em vê yekê dikin, edilayî mîna çem dikişe, heqî jî mîna pêlên berê (Îşa. 48:17, 18).

20. Çi diqewime çaxê hizkirin dil û hiş-aqilê me diguhêze?

20 Xûşka ji Avstralyayê, besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Minra dergehên zanebûna rast hatine vekirinê”. Ewê ew gilî got, çimkî lêkolînkirina Kitêba Pîroz gelek ser wê hukum bû. Ew gilî dike: “Dil û hiş-aqilê min hatine guhastinê. Hemû fikirên nerast û dijminatî hindava merivên din, tê bêjî ber çevê min unda bûn”. Usa jî birê ji Kanadayê, dibêje wekî ew niha fem dike ku “nezanebûn cara dibe meniya rasîzmê, û ku xeyset-hunurên meriva ciyê bûyîna wîva girêdayî nîne”. Axiriyêda ewî birayî xûşkeke ku ser zimanê Înglîzî xeber dide, stand! Ew guhastin ku xûşk-bira nav xweda dikin, îzbat dikin wekî hizkirina Mesîhîtî dikare hemû fikirên nerast hindava meriva alt ke, û ew hizkirin firqiyê nake orta meriva. Belê, ew hizkirin me qayîm hevva girêdide! (Kols. 3:14).