Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Padşatiya Min Ne ji vê Dinyayê ye”

“Padşatiya Min Ne ji vê Dinyayê ye”

“Ez . . . bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rastiyê şedetiyê bidim” (YÛHN. 18:37).

KILAMÊN: 15, 74

1, 2. a) Çira hê zêde bêtifaqî dikeve nava dinyayê? b) Emê vê gotarêda kîjan pirsa şêwir kin?

XÛŞKEKE me ji Ewropaya başûrê gilî dike derheqa emirê xweyî berê: “Ji biçûktayê min tenê neheqî didît. Lema jî min welatê xweda polîtîka qebûl nedikir û min piştgiriya wan meriva dikir, yên ku polîtîkêda dixwestin guhastina bikin. Hin jî gelek sala ez hizkiriya gedekî têrorîst bûm”. Birak jî ji Afrîkaya başûrê, berê piştgiriya zorbetiyê dikir, çimkî difikirî ku ev yek rast e. Ew dibêje: “Min tirê bereka min ji hemûyên din baştir e, û ez ketime nav partîyeke polîtîkê. Wêderê em dihatine hînkirinê, wekî pê rimê wan meriva bikujin yên ku miqabilî me diçûn, hela hê yên ji bereka xwe jî”. Xûşkek jî ku Ewropaya Navendda dijî, derheqa xwe gilî dike: “Min firqî datanî orta meriva. Hemû merivên ku ne ji miletê min û rêlîgiya min bûn, ber çevê min reş bûn”.

2 Îro nihêrandina gelek meriva usa ye, çawa ya wan hersêka bû. Meriv pê zorbetiyê dixwazin azayê bistînin, hin jî gelek meriv şera pêşda tînin bona polîtîkê, û gelek welatada merivên xerîb hindava xwe dijminatiyê divînin. Belê, çawa ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, wan rojên axiriyêda meriv “bêrem” bûne (2 Tîmt. 3:1, 3). Lê ça Mesîhî dikarin vê dinya bêtifaqda yektiyêda bimînin? Em ji mesela Îsa dikarin gelek tişt hîn bin. Wedê wîda jî meriva piştgiriya cûre-cûre komên polîtîkê dikirin. Were em vê gotarêda caba wan sê pirsên ferz pêbihesin: Çira Îsa piştgiriya tu komeke polîtîkê nedikir? Ewî ça da kifşê ku cimeta Xwedê gerekê nekevine nav polîtîkê? Û Îsa çi ders mera hîşt seva em xwe ji zorbetiyê dûr bigirin?

NIHÊRANDINA ÎSA DERHEQA AZABÛNÊ

3, 4. a) Cihû wedê Îsa hîviya çi bûn? b) Ça ew yek ser şagirtên Îsa hukum dibû?

3 Gelek Cihûyên ku Îsa wanra mizgînî bela dikir, zef dixwestin wekî ji hukumtiya Romê aza bin. Cihûyên Zîlot, dêmek nasyonalîst, nav cimetê didan û ev xwestina wan hê gur dikirin. Ji wana gelek pey Cihûdayê Celîlê diçûn. Ewî xwe dewsa mesîh datanî û qirna yekêda ewî gelek meriv xalifand. Terîxzanê Cihû Ûsivê Flavîûs got ku Cihûda “nav miletê xwe dida, wekî miqabilî Romê derkevin, û ewî merivên ku qayîl dibûn xercê Romê bidin, tirsonek hesab dikir”. Romaya ew Cihûda kuştin (Kar. Şand. 5:37). Hine Zîlota seva bigihîjine nêtên xwe, hela hê jî zorbetî dikirin.

4 Lê gelek Cihû hîviya Mesîh bûn, û wana tirê Mesîh wê wana ji hukumetiya Romê aza ke û miletê wan bike cimeteke qewî (Lûqa 2:38; 3:15). Hinek jî difikirîn wekî Mesîh wê padşatiya xwe ser erdê Îsraêlê saz ke. Û hergê usa bûya, bi mîlyona Cihûyên ku bela bibûn li cûre-cûre welata, wê bikaribûna vegeriyana welatê xwe. Bînin bîra xwe, Yûhennayê Nixumdar carekê ji Îsa pirsî: “Tu ew î, yê ku gerekê bihata, yan em hîviya yekî din bin?” (Met. 11:2, 3). Yûhenna dibeke dixwest pêbihesiya, gelo dibeke kesekî din wê xwestinên wan Cihûya bîne sêrî. Du şagirt jî, yên ku ser riya Emwasê rastî Îsa hatin çaxê ew ji mirinê rabû, difikirîn wekî Îsa ye ew kes yê ku wê Îsraêlê aza ke. (Bixûne Lûqa 24:21.) Zûtirekê paşî vê yekê, şandiyên Îsa jî ji wî pirsîn: “Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî?” (Kar. Şand. 1:6).

5. a) Çira cimeta ji Celîlê dixwestin wekî Îsa bibe padşê wan? b) Îsa ça nihêrandina wan rast kir?

5 Cihû difikirîn wekî Mesîh wê çetinayên wan safî ke, dibeke lema cimeta ji Celîlê dixwestin Îsa bikine padşê xwe. Diqewime wana dida ber çevê xwe, wekî Îsa wê serwêrê lapî baş be, çimkî Îsa hin xeberdanêda yekî serwaxt bû, hin dikaribû nexweş qenc kirana, û hela hê jî yên birçî têr kira. Paşî vê yekê çaxê Îsa weke 5 000 meriv têr kir, ewî nêta dilê wan fem kir. “Îsa pê hesiya ku ewê bên û wî bi zorê bibin bikine padşa, dîsa ew tenê hilkişiya çiyê” (Yûhn. 6:10-15). Rojeke din çaxê dibeke elalet seqirîbû, Îsa wanra şirovekir ku nêta hatina wî çi ye. Ewî gote wan, wekî ew hatiye seva ruhanîda alî cimetê bike, ne ku hewcên wanî fîzîkîda. Ewî gote wan: “Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne” (Yûhn. 6:25-27).

6. Îsa ça da kifşê wekî ew naxwaze bikeve nav polîtîkayê? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Îsa hine wede pêşiya mirina xwe têderxist, wekî hine şagirtên wî bawer dikin ku ew wê padşatiya xwe Orşelîmêda saz ke. Îsa seva wanra şiroveke wekî ew yek wê neqewime, mesela derheqa mîna anî. Vê meselêda hate kifşê, wekî “merivekî esilzade”, dêmek Îsa, gerekê ser gelek wext here cîkî dûr (Lûqa 19:11-13, 15). Îsa usa jî carekê serwêrê Romêra da kifşê, wekî ew tevnebûyînê xwey dike û nakeve nav polîtîkayê. Pîlato Pontiyo ji Îsa pirsî: “Tu yî Padşê cihûya?” (Yûhn. 18:33). Dibeke Pîlato ditirsiya, wekî Îsa wê nav cimetê de, ku miqabilî Romaya derên. Lê Îsa caba wî da: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhn. 18:36). Belê, Îsa tu car nedikete nav polîtîkayê, çimkî Padşatiya wî gerekê ser ezmana bûya. Û Îsa Pîlatora got ku şixulê wî ser erdê ew e, wekî derheqa “rastiyê şedetiyê” bide. (Bixûne Yûhenna 18:37.)

Hiş-aqilê we ser çi ye, ser problêmên vê dinyayê, yan ser Padşatiya Xwedê? (Binihêre abzasa 7)

7. Çira nehêsa ye ku em dilê xweda jî tevî polîtîkê nebin?

7 Hergê em jî mîna Îsa fem dikin ku şixulê me çi ye, emê tu car piştgiriya polîtîkê nekin, hela hê dilê xweda jî. Lê ew yek hêsa nîne. Dîna xwe bidinê berpirsiyarekî mihalê çi got: “Merivên mihala meda hê zêde û zêde firqiyê dikine orta meriva. Ewana miletê xwera firnaq dibin û gelek ji wana bawer dikin ku hergê miletekî din ser wanra serwêrtiyê neke, wê emirê wan diha baş be. Lê çiqas baş e ku xûşk-bira yektiyê xwey dikin, çimkî hiş-aqilê wan ser şixulê belakirina mizgîniya Padşatiyê ye. Ewana îtbariya xwe Xwedê tînin, ku ew wê hemû neheqiya û çetinayên meye din bide hildanê”.

ÎSA ÇA HINDAVA POLÎTÎKAYÊ TEVNEBÛYÎN XWEY KIR?

8. Meselê bînin ku çawa qirna yekêda cimeta Cihû halekî nebaşda bû.

8 Gelek car çaxê meriv neheqiyê divînin, hingê dikevine nav şixulê polîtîkê. Wedê Îsada, gelek dew-doz çêdibûn bona xercên ku cimetê dida serwêra. Cihûdayê Celîlê besa kîjanî me jorê kir, bi rastî lema miqabilî Romaya derdiket, çimkî wana navê meriva dinivîsîn, seva gişk xerca bidin. Bineliyên Romê, usa jî ewên ku guh didane Îsa, mecbûr bûn gelek xerca bidin, mesele bona hebûkê, erdê yan jî xaniya. Û xercgir, dêmek yên ku xerc top dikirin, kara xwe digeriyan û ev yek hê dibû bargiranî bona cimetê. Xercgira cara pere didane dewletê seva hukum bistînin, wekî paşê ser cimetê pera çêkin. Zexayo, yê ku Erîhayêda serwêrê xercgira bû, pere zêde ji cimetê distand û bi vê yekê dewletî bû (Lûqa 19:2, 8). Ecêbmayî nîne wekî hingê gelek xercgir mîna wî dewletî dibûn.

9, 10. a) Dijminên Îsa ça dixwestin wî bikine nav şixulê polîtîkayê? b) Em çi hîn dibin ji caba Îsa? (Binihêre şiklê ewlin.)

9 Dijminên Îsa dixwestin, wekî ew jî bikeve nav şixulê xercgira. Wana pirs da wî derheqa “xerc” ku zîvek bû, û hemû Cihûya gerekê bona xerc herekê zîvek bida. (Bixûne Metta 22:16-18). Lê Cihûya xercdayîn nefret dikirin, çimkî evê yekê wanara dida kifşê ku ewana bin hukumê Romêda nin. “Piştgirên Hêrodes”, ku aliyê polîtîkayêda piştgiriya wî dikirin, difikirîn ku hergê Îsa bêje, wekî nelazim e xerc bidin, hingê wê wî neheq kin, ku ew dijminê Împêriya Romê ye. Lê hergê Îsa bêje wekî gerekê xerc bidin, meriv îda wê pey wî neçin.

10 Îsa vê pirsêda gelek fesal bû, seva tevnebûyînê xwey ke. Ewî got: “Çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê” (Met. 22:21). Îsa zanibû wekî bona xercgira korûpsiya tiştekî normal e. Lê ewî nedixwest pey wê yekê keve. Dewsê ewî dîna xwe da ser tiştekî diha ferz, dêmek ser Padşatiya Xwedê kîjan ku wê hemû problêma safî ke. Bi vê yekê, ewî meseleke baş hîşt bona hemû şagirtên xwe. Ewana gerekê polîtîkayêda aliyê tu kesî negirin, hergê jî hesab dikin ku kesek ji wana rast û heq e. Mesîhî hiş-aqilê xwe didine ser Padşatiya Xwedê û ser heqiya wî. Lema jî ewana ne tevî şixulê polîtîka dibin û ne jî miqabilî wan diçin, û hela hê xeberdanêda jî tu kesî neheq nakin (Met. 6:33).

11. Ya lape baş em ça dikarin miqabilî neheqiyê bin?

11 Gelek Şedên Yehowa, kîjan nav şixulê polîtîkayêda bûn, ev şixulê xwe hîştin. Xûşkek ji Brîtanyayê pêşiya ku rastî pêbihesiya, ûnîvêrsîtêtêda dersên sosyolojî hîn dibû, û pey vê yekê ket wekî gerekê polîtîkêda kesek guhastina bike. Ew dibêje: “Min dixwest azaya merivên bi çermê reş biparêzim, çimkî em diçerçirîn ji bo gelek neheqiyên hindava meda. Rast e, gelek car ez wî şixulîda ser diketim, lê yeke derd dilê minda dima. Min fem nedikir, wekî meniya neheqiya hindava rasa, ji dilê meriva ye. Lê çaxê min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, min fem kir ku pêşiyê dilê xwe gerekê temiz kim. Û ew xûşka ku vê yekêda bi sebir alî min kir, bi çermê sipî bû. Niha ez civata ker-lalada xizmet dikim çawa pêşenga hertim, û ez hîn dibim wekî mizgîniyê bigihînime dilê hemû cûre meriva”.

“ŞÛRÊ XWE BIKE CΔ

12. Îsa derheqa kîjan hevîrtirşkî got ku şagirtên wî gerekê xwe dûr bigirtana?

12 Wedê Îsada, serwêrên rêlîgiya gelek car piştgiriya polîtîkayê dikirin. Kitêbekêda ya bi navê “Jîyîna Herrojî Palêstînayêda wedê Mesîh” (Daily Life in Palestine at the Time of Christ), tê gotinê wekî Cihû parevebibûn ser komên rêlîgiya, yên ku mîna partiyên polîtîkê bûn. Lema jî Îsa temî da şagirtên xwe: “Miqatî xwe bin, hevza xwe ji hevîrtirşkê fêrisiya û usa jî yê Hêrodes bikin” (Marq. 8:15). Gava Îsa besa Hêrodes kir, ewî dibeke derheqa peyçûyên partiya wî digot. Lê Fêrisiya dixwestin Cihû ji hukumtiya Împêriya Romê aza bin. Ji kitêba Metta em pêdihesin ku Îsa usa jî derheqa Sadûqiya digot. Gelek ji Sadûqiya dixwestin ku Rom berdewam ke serwêrtiyê bike, seva ewana hukumtî û piştgiriya serwêra unda nekin. Îsa şagirtên xwe şîret kir, wekî ewana xwe ji hevîrtirşk, dêmek ji hînkirina wan sê koma dûr bigirin û tev nebin (Met. 16:6, 12). Hewas e ku Îsa ew şîret da şagirtên xwe, paşî vê yekê çaxê cimetê dixwest wî bikine padşê xwe.

13, 14. a) Çawa polîtîka û rêlîgiya dibine meniya zorbetiyê û neheqiyê? b) Çira neheqî gerekê meniya zorbetiyê nîbe? (Binihêre şiklê ewlin.)

13 Çaxê rêlîgiya tevî polîtîkê dibe yek, gelek car ew dibe meniya zorbetiyê. Lê Îsa şagirtên xwe şîret kir, ku ewana gerekê bi temamî tevnebûyînê xwey kin. Ew yek bû menî ku serekkahîn û Fêrisiya şêwira kuştina Îsa kirin. Îsa bona wan ça konkûrênt bû, ewana ditirsiyan ku hukum û ciyê xwe unda kin bona wî. Wana digot: “Heger em wî aha bihêlin, hemû wê baweriya xwe wî bînin û romayî jî wê bên, ciyê meyî pîroz wêran kin û koka miletê me jî bînin” (Yûhn. 11:48). Paşê, Qeyafa Serekkahîn rêberî kir, wekî Îsa bê kuştinê (Yûhn. 11:49-53; 18:14).

14 Qeyafa nîvê şevê esker şandin ku Îsa bigirin. Îsa zanibû ku şêwira kuştina wî kirine, lema ewî wedê şîva paşin, gote şandiyên xwe ku tevî xwe şûr hildin. Wana du şûr hildan, û ev bona Îsa bes bû wekî derseke ferz wana hîn ke (Lûqa 22:36-38). Paşê îda şev, çaxê Petrûs dît ku bi neheqiyê Îsa digirin, hêrs ket û pê şûr merivek birîndar kir (Yûhn. 18:10). Lê Îsa gote Petrûs: “Şûrê xwe bike cî. Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Metta 26:52, 53). Ew derseke mezin, li gora duayê Îsa bû, ku vê êvarê got wekî ewana gerekê ne ji vê dinyayê bin. (Bixûne Yûhenna 17:16.) Tenê îzina Xwedê heye ku bona neheqiyê şer ke.

15, 16. a) Xebera Xwedê ça alî Mesîhiya kir ku xwe ji şer-dewa xwey kin? b) Yehowa çi texmîn dike çaxê dîna xwe dide ser vê dinyayê?

15 Ew xûşka ji Ewropaya başûrê, besa kîjanê me jorê kir, ew yek fem kir. Ew dibêje: “Ez divînim wekî zorbetî heqiyê nayne û gelek merivên ku zorbetiyê dikin, emirê xwe unda dikin. Gelek jî dibine merivên zulm. Ez ji Kitêba Pîroz pêhesiyam, ku tenê Xwedê dikare heqiyê bîne ser erdê, û ez bextewar bûme. Îda 25 sal e ez evê mizgîniyê bela dikim”. Lê ew birayê ji Afrîka başûrê rimê xwe guhast ser “şûrê” ruhanî, dêmek Xebera Xwedê, û mizgîniya derheqa edilayê hemû cûre merivara bela dike, firqî tune çi berekî ne (Efes. 6:17). Lê xûşk ji Ewropaya Navend, kîjan ku miletên mayîn nefiret dikir, birakî ne miletê xwe stand. Ewana hersêka jî nav xweda guhastinên usa kirin, çimkî dixwestin mîna Îsa bin.

16 Bi rastî jî çiqas ferz e guhastinên usa bikin! Kitêba Pîroz însanetê beramberî ava berê dike ku diçeliqe û nerihet e (Îşa. 17:12; 57:20, 21; Eyan. 13:1). Polîtîka hêrsa meriva gur dike, wana ji hev dûr dixe, û zorbetiyê pêşda tîne. Lê em nav hevda edilayê xwey dikin û yektiyêda dimînin. Çaxê Yehowa vê dinya bêtifaqda yektiya nav cimeta xweda divîne, dilê wî gelek şa dibe. (Bixûne Sêfanya 3:17.)

17. a) Bi saya kîjan sê tişta em dikarin yektiyê xwey kin? b) Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

17 Me vê gotarêda dît, wekî em nav hevdu yektiyê xwey dikin bi sê tişta: 1) Em îtbariya xwe Padşatiya Xwedê tînin ku ew wê neheqiyê bide hildanê, 2) em nakevine nav şixulên polîtîkê, û 3) em zorbetiyê nakin. Lê cara yektiya me dikare bikeve bin xofê, çaxê em firqiyê dikine orta meriva. Gotara dinda emê şêwir kin ku çawa em mîna Mesîhiyên qirna yekê, dikarin nehêlin ew yek biqewime.