Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Qewata Silavê

Qewata Silavê

“ROJ BAŞ, çawanî?”

Bêşik, hûn gelek car silavên wî cûreyî didine meriva. Dibeke hûn xêncî silava usa, destê xwe jî dikine destê hev, yan jî hev hemêz dikin. Belê, cûre-cûre ciyada meriv bi cûre-cûre silavê didine hev, lê nêta silavê hemû ciya jî yeke. Hergê em silavê nedine meriva, meriv wê bifikirin wekî hizkirina me tune yan jî em bêmerîfet in.

Lê ne hemû merivara xeyset e ku silavê bidin. Hinek şerm dikin silavê bidine meriva. Hinekara jî çetin e silavê bidine merivên ji miletên mayîn, hinek jî ji bo meniyên din silavê nadin. Lê hela hê silaveke kin jî dikare ser meriva gelek qewî hukum be.

Hela pirsê bidine xwe: “Gelo silav çi karê tîne? Û Xebera Xwedê derheqa silavê çi min hîn dike?”

“HEMÛYA” SILAV KIN

Çaxê Petrûsê şandî civata Mesîhîtîda cara pêşin Mesîhiyê ne ji miletê cihû qebûl kir, navê kîjanî Kornêlyo bû, ewî got: “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta” (Kar. Şand. 10:34). Paşê, Petrûs nivîsî ku Xwedê “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Dibeke em difikirin wekî ew giliyên Petrûs bona wan meriva ne, yên ku teze têne nava rastiyê. Lê Petrûs usa jî Mesîhî şîret kirin: “Qedirê hemûya bigirin, xûşk-bira hiz bikin” (1 Pet. 2:17). Ji wan giliya em divînin, wekî em gerekê hemû meriva silav kin, firqî tune ewana ji çi miletî ne û ji kîderê ne. Wî cûreyî em qedir û hizkirinê hindava wanda didine kifşê.

Pawlosê şandî xûşk-birên civatêra got: “Hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin” (Rom. 15:7). Pawlos gelek xem dikir bona wan bira, yên ku alîkariya mezin dane wî. Îlahî îro çiqas xûşk û bira hewcê qewîkirinê ne, çimkî Şeytan miqabilî cimeta Xwedê derdikeve (Kols. 4:11; Eyan. 12:12, 17).

Meselên ji Kitêba Pîroz eşkere nîşan dikin, wekî silava me ne ku tenê dide kifşê wekî em meriva bi dil qebûl dikin, lê usa jî kareke mezin tîne.

KARA SILAVÊ

Çaxê Yehowa safî kir, wekî Kurê xwe derbazî zikê Meryemê ke, ewî milyaketê xwe şande bal wê, seva jêra derheqa vê yekê elam ke. Milyaket giliyên xwe usa destpêkir: “Silav li te qîzika kerem lê bûyîyê, Xudan tevî te ye”. Meryem paşî wan giliya “tevîhev bû”, çimkî nizanibû milyaket çira tevî wê xeber da. Milyaket ev yek dît û jêra got: “Meryem, netirse! Çimkî te kerem ji Xwedê stand”. Ewî jêra şirovekir, wekî qirara Xwedê hindava wê ew e, ku ji wê Mesîh bê bûyînê. Meryem ser wan giliya ne ku eciz bû, lê bi dil caba wî usa da: “Ez cariya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe” (Lûqa 1:26-38).

Bona milyaket qedirekî mezin bû, wekî elametiya Yehowa derbazî Meryemê ke. Lê ew nefikirî wekî bona wî bêhurmetî ye ku tevî merivê gunekar xeber de. Dewsê, ewî giliyên xwe bi silavê destpêkir. Em çi dikarin hîn bin ji vê yekê? Em gerekê hazir bin, wekî silavê bidine hevdu û wana bişidînin. Cara em dikarin tenê bi çend giliya jî alî meriva bikin, wekî ewana qewî bin û xwe texmîn kin ku ewana jî pareke cimeta Yehowa ne.

Pawlos nava Asya Biçûk û Ewropayêda gelek xûşk-bira nas dikir. Nemên wîda gelek silavên hewas hene. Ji Romayî serê 16 em divînin ku ewî gelek silav xûşk-birara dişand. Mesele, ewî got ku bira “xûşka” Foybê, “bi navê Xudan qebûl kin, çawa li cimeta Xwedê dikeve û gava dibe hewcê tiştekî, destê xwe dirêjî wê kin”. Ewî usa jî silav Priskîlayê û Ekîlara şand, û got wekî “ne ku tenê ez ji wan razî me, lê temamiya civînêd ji necihûya jî”. Ewî usa jî Apênetora silav şand û ser wî got “delalê min”, û usa jî silav şand Tirîfênayêra û Tirîfosayêra, “kîjan bona navê Xudan dixebitin”. Belê, Pawlos bi dil û can xûşk-bira silav dikir (Rom. 16:1-16).

Bidine ber çevê xwe, ew xûşk-bira çiqas şa bûn ku bîra wîda bûn. Rastî jî wê hizkirina wan hindava Pawlos û hindava hevdu gelek qewî bûya! Û çaxê ew xûşk-bira dibihîstin ew silavên bi hizkirin, bêşik ewê yekê wê alî wan bikira baweriyêda qewî bimînin. Belê, çaxê em hevdu silav dikin, em nîşan dikin wekî bona hevdu xem dikin, û ev yek me hêlan dike hevaltiya xwe orta hevdu qewî kin û me dike yektiyê.

Çaxê Pawlos gihîşte Potiyolê û paşê gerekê biçûya aliyê Romê, xûşk-birên wêderê hatine pêşiya wî. Çaxê Pawlos ewana dûrva dîtin, ewî “şikirî da Xwedê û dilê wî şidiya” (Kar. Şand. 28:13-15). Cara dibeke em tenê pê kenê xwe silavê didine kesekî, yan jî destê xwe wanra dihejînin, lê hela hê ew tiştên biçûk jî dikarin meriva bişidînin, îlahî merivê ku dêprêsiyêda ye yan jî medekirî ye.

DESTPÊKA BAŞ

Aqûbra lazim bû şîreteke sert bide hine Mesîhiya, çimkî wana hevaltî tevî vê dinyayê dikirin, çi ku ziyan dida ruhaniya wan (Aqûb 4:4). Lê dîna xwe bidinê ku ewî nema xwe ça destpêkir:

“Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eşîrêd dinyayêda belabûyî be” (Aqûb 1:1). Ew xûşk-birên ku ew nema wî xwendin, silava wîda texmîn kirin ku ewana jî gişk ber Xwedê yek in, û ji bo vê yekê wanra wê hêsa bûya şîreta wî qebûl kin. Belê, silava bi milûktî dikare merivara rê veke, wekî derheqa tiştên ferz xeber din.

Lê seva silav karê bîne, lazim e bi dil û hizkirinê be. Ew yek gerekê timê usa be hergê jî meriv navînin (Met. 22:39). Xûşkeke me ji Îrlendê carekê çaxê hate civatê, civat îda destpêdibû. Gava ew leze-lez kete odê, birakî aliyê wê nihêrî û bi beşera xweş jêra got: “Roj baş. Ez şa me te bivînim”. Ew xûşk leze-lez çû rûnişt.

Çend heftî derbaz bûn, ew nêzîkî wî birayî bû û got, wekî hingê malda problêmên wê hebûn û ew dilteng bû. Ewê wîra gilî kir: “Wê êvarê min usa xwe xirab texmîn dikir, wekî min ne jî dixwest bême civatê. Wê rojê nayê bîra min ser civatê çi hate gotinê, xêncî silava te. Dilê min zef germ bû, ku we ez usa qebûl kirim. Ez ji te zef razî me”.

Ew bira haş pê jî tune bû, wekî ew silava wîye kin ça qayîm ser wê hukum bibû. Ew dibêje: “Çaxê ewê minra got ku ew çend giliyên min bona wê çiqas ferz bûn, ez gelek şa bûm ku min ew silav kiribû û ez xwexa jî dilgerm bûm”.

Silêman nivîsî: “Nanê xwe bavêje wecê avan; ji ber ku tuyê li pêy pirr rojan wê bibîne” (Waîz 11:1). Çaxê em silavê didine meriva, îlahî xûşk-bira, û qîmeta silavê zanin, em şabûnê distînin û hin xwera hin jî wanra karê tînin. Lema jî were em tu car kara silavê pişt guhê xweva nevêjin.