Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Bira Ronaya We . . . Şewq Bide” seva Pesina Bidine Yehowa

“Bira Ronaya We . . . Şewq Bide” seva Pesina Bidine Yehowa

“Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana . . . pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (MET. 5:16).

KILAMÊN: 77, 59

1. Kîjan meniya meye mexsûs heye ku şa bin?

DILÊ me bi şabûnê tije dibe çaxê em pêdihesin ku cimeta Yehowa ça pêşda diçe! Eşkere ye, xizmetkarên Xwedê pê ronaya xwe şewq didin! Sala par me 10 000 000 zêdetir hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kiriye. Usa jî bi mîlyona merivên teze hatine ser Êvara Bîranînê û pêhesiyan, wekî Xwedê bona me Kurê xwe kire qurban û bi vê yekê hizkirina xweye mezin da kifşê (1 Yûhn. 4:9).

2, 3. a) Çi rê me nagire wekî “mîna ronayêd ezmana” şewq bidin? b) Ser hîmê giliyên Îsa ji Metta 5:14-16, emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Nav temamiya dinyayê zimanê cimeta Yehowa cûre-cûre ye. Lê ew yek rê me nagire, wekî bi yektiyê pesinê Bavê xwe Yehowa bidin (Eyan. 7:9). Firqî tune em ser çi zimanî xeber didin yan kîderê dijîn, em gişk jî dikarin “mîna ronayêd ezmana” vê dinyayêda şewq bidin (Fîlî. 2:15).

3 Xizmetiya me, yektiya me û ew yek ku em hişyar dimînin, pesinê dide Yehowa. Vê gotarêda emê şêwir kin ça em dikarin wan tiştada pêşda herin. (Bixûne Metta 5:14-16.)

ALÎKARIYÊ DIDINE MERIVA WEKÎ YEHOWA BIHEBÎNIN

4, 5. a) Xêncî xizmetiyê, dîsa ça em dikarin şewq bidin? b) Çawa rabûn-rûniştina meye baş karê tîne? (Binihêre şiklê ewlin.)

4 “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Hezîranê sala 1925-da, hebû gotar bi navê “Ronayî Teriyêda”. Wêderê dihate gotinê: “Tu kes nikare wan rojên axiriyêda ber Xudan amin û rast bê hesabê, . . . hergê ew mecala nede xebatê ku pê ronaya xwe şewq bide. Ew gerekê merivara mizgîniyê bela ke û xwexa jî li gora riyên ronayê bijî”. Belê, çaxê em mizgîniyê bela dikin û alî meriva dikin ku bibine şagirt, usa em pê ronaya xwe şewq didin (Met. 28:19, 20). Xêncî vê yekê, em dikarin pê rabûn-rûniştina xwe jî pesina bidine Yehowa. Wedê xizmetiya mal bi mal û derva, meriv dîna xwe didine rabûn-rûniştina me. Beşera me û silava meye bi dil û can, wanra didine kifşê ku em kê ne û kîjan Xwedêyîra xizmet dikin.

5 Îsa şagirtên xwera got: “Gava hûn herine malê, silavê bidin” (Met. 10:12). Wan ciyada kîderê ku Îsa û şandiyên wî xizmet dikirin, edet bû ku xerîba yan jî merivên nenas teglîfî mala xwe kin. Îro gelek ciyada ew yek qeyde nîne. Lê hergê hûn pê beşera xweş û nerm xweyê malêra şirovekin meniya hatina xwe, wanra wê hêsa be we qebûl kin û ji we eciz nebin. Cara bona xeberdanê destpêkin, silaveke bi dil jî baş e, û ew usa jî kêrhatî ye wedê xizmetiya pê stêndê. Çaxê hûn pê stêndê xizmet dikin, dibeke hûn divînin ku beşera weye xweş û silavên we, meriva xweş tên. Ew yek dikare wana hêlan ke ku nêzîkî we bin û edebyeta hildin. Belê, rabûn-rûniştina weye baş dikare alî we bike tevî wan xeberdanê destpêkin.

6. Çawa jin-mêrê emirda mezin xizmetiyêda xîret man?

6 Jin-mêrê ji Înglîstanê ku emirda mezin in, ji bo nexweşiya xwe nikarin mal bi mal xizmet kin. Lê wana safî kir ku hema ber mala xwe xizmet kin, seva ronaya wan şewq bide. Ewana nêzîkî mektebê dijîn, û wedê ku dê-bav diçine mektebê seva zarên xwe hildin, hingê ewana edebyetên me datînin ser texte. Geleka xwestin pêbihesin ew çi edebyet in, û hine dê-bava kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1 û 2, usa jî biroşûr xwera hildan. Xûşkeke pêşeng ji civata wan vê yekêda alîkariyê dide wan. Rabûn-rûniştina vê xûşkê û dilsaxiya jin-mêr, merivek hêlan kir hînbûna Kitêba Pîroz destpêke.

7. Hûn ça dikarin welatê xweda alîkariyê bidine xerîba?

7 Wan salên paşwextiyêda, gelek welatada merivên xerîb zêde bûne, yên ku revî ne. Lê hûn ça dikarin alî wan reviya bikin, wekî Yehowa nas kin û derheqa qirara wî pêbihesin? Ya pêşin, wê baş be hûn ser zimanê wan silavê hîn bin. Vê yekêda “JW Lêngwîc app” (JW Language app), dikare alîkariyê bide we. Xêncî vê yekê, hûn dikarin çend cumla jî hîn bin, kîjan ku dikarin alî we bikin wekî tevî wan xeberdanê destpêkin. Paşê hûn dikarin dîna wan bidin ser malpera me jw.org, seva ku vîdêo û edebyetên ser zimanê wan nîşanî wan kin (Qan. Dcr. 10:19).

8, 9. a) Em ça civatêda hîn dibin wekî xizmetiyêda cêribandî bin? b) Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin ku civatêda caba xwe bidin?

8 Yehowa timê wan tişta dide me, çi ku mera lazim in seva xizmetiyêda pêşda herin û hê cêribandî bin. Besa xeberê, civatêda em Bernama Civînê “Mîna Îsa Bijîn” derbaz dibin, kîjan ku alî me dike hazir bin çaxê serlêdanên dubare dikin û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin.

9 Merivên ku teze têne civatên me, cara ecêbmayî dimînin ku çawa zar civatêda caba xwe didin. Lema jî dê-bavno alî zarên xwe bikin, wekî ewana hîn bin pê giliyên xwe caba xwe bidin. Hine meriv hatine ser riya rast, gava dîtine ku ça zar pê cabên xweye bi dil, baweriya xwe didine kifşê (1 Korn. 14:25).

YEKTIYÊ QEWÎ KIN

10. Qulixkirina tevî malbetê çawa yektiyê tîne?

10 Çaxê em malbeta xweda û civatêda yektiyê xwey dikin, hingê jî em pê ronaya xwe şewq didin, dêmek pesina didine Yehowa. Mesele, dê-bav dikarin usa bikin, wekî her gav bê sitandinê Qulixkirina tevî Malbetê derbaz kin. Gelek dê-bav wedê qulixkirina tevî malbetê usa jî tevayî “JW Brodkastîngê” dinihêrin, û paşê şêwir dikin ku wana çi kar stand û kîjan şîreta dikarin bidine xebatê. Dê-bavno, wedê qulixkirina tevî malbetê, bîr nekin wekî tevî zarên biçûk lazim e cûrekî mayîn şêwirkirinê derbaz kin, lê tevî cahila cûrekî mayîn. Lema jî usa bikin wekî neferên we hemûşk jî karê bistînin ji qulixkirina tevî malbetê.

Hergê hûn hevaltiyê bikin tevî merivê emirda mezin hûnê bişidin (Binihêre abzasa 11)

11-13. Civatêda ça her kes dikare yektiyê xwey ke, û alîkariyê bide xûşk-bira ku şewq bidin?

11 Çawa cahil dikarin civatêda yektiyê xwey kin û yên din hêlan kin pesina bidine Yehowa? Cahilno, hûn dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, wekî civatêda tevî merivên emirda mezin hevaltiyê bikin. Hûn dikarin ji wana bipirsin, wekî ewana derheqa qewimandinên xizmetiya xweda wera gilî kin. Bi vê yekê hûnê jî qewî bin û ewana jî, û pê ronaya xwe şewq bidin. Her kes ji me dikare nêtê dayne pêşiya xwe, wekî bi dil silav ke û qebûl ke merivên ku têne civatên me. Usa hûnê yektiyê xwey kin, û merivên teze wê hêlan bin çev bidine we. Hûn dikarin wana bi beşera xweş qebûl kin û silav kin, û hela hê jî alî wan bikin wanra cî bivînin. Wana tevî yên mayîn bikine nas, seva ewana xwe baş texmîn kin.

12 Hergê hûn cabdar in wekî civîna bona xizmetkirinê derbaz kin, hûn dikarin gelek alî xûşk-birên emirda mezin bikin. Mesele, pêbihesin ku mihala wane bona xizmetiyê heye yan na. Şixul bidine cahila wekî alîkariyê bidine xûşk-birên emirda mezin. Usa jî gelek ferz e dil bidine wan xûşk-bira, sihet-qewata kîjana xirab e û nikarin gelek xizmet kin. Xemkirina we û hizkirina we hindava cahila û yên emirda mezin, usa jî hindava yên cêribandî û necêribandî, dikare wana hêlan ke ku bi xîret mizgîniyê bela kin (Qan. Kah. 19:32).

13 Zebûrbêj nivîsî: “Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!”. (Bixûne Zebûr 133:1, 2.) Îsraêliya bi yektî Yehowa dihebandin, û evê yekê gelek kar wanra dianî. Zebûrbêj ev yektî beramberî rûnê xalis kir, kîjan ku çerm geş dike û teze dike. Em jî dikarin xûşk-bira qewî kin û geş kin, gava wanra heyf û nerm bin. Wî cûreyî yektiya civatê qewî dibe. Hergê hûn îda usa dikin, hûn hêjayî paya ne. Wê kêrhatî be hûn tevî cûre-cûre xûşk-bira hevaltiyê bikin û hê rind wana nas kin (2 Korn. 6:11-13).

14. Ça hûn dikarin nava cînarên xweda şewqê bidin?

14 Hûn usa jî dikarin şewq bidin nava cînarên xweda. Gilî û kirên weye baş dikarin wana berbi rastiyê bikişînin. Pirsê bidine xwe: “Cînarên min derheqa min çi difikirin? Mala min û dor berê mala min temiz û terbet e? Ez alîkariyê didime cînarên xwe?” Ji xûşk-birên din bipirsin ku qenciya wan û rabûn-rûniştina wan, ça hukum dike ser merivên wanî nêzîk, cînar, hevalxebatçî yan jî hevaldersxanên wan. Bêşik, hûnê ji wana qewimandinên baş bibihên (Efes. 5:9).

HIŞYAR BIMÎNIN

15. Çira gelek ferz e hişyar bimînin?

15 Hergê em dixwazin ku ronaya me şewq bide, em gerekê fem kin ku çi wedeyîda dijîn. Îsa gelek car digote şagirtên xwe: “Hişyar bimînin” (Met. 24:42; 25:13; 26:41). Hergê em bawer dikin wekî tengasiya mezin hê dûr e yan jî wê wedê meda neyê, hingê emê xizmetiyêda xîreta xwe unda kin û xizmetî wê îda bona me ferz nîbe (Met. 24:21). Hingê şewqa me wê hêdî-hêdî sist be û dibeke hela hê jî bitemire.

16, 17. Çira em gerekê îro hişyar bimînin?

16 Zeman hê xirab dibe, lema jî em gişk gerekê hişyar bimînin. Roja Yehowa wê wededa bê û vê yekêda şik tune (Met. 24:42-44). Em gerekê sebir kin û îlahî niha gerekê aliyê ruhanîda miqatî xwe bin. Her roj Xebera Xwedê bixûnin û her gav Yehowara dua bikin (1 Pet. 4:7). Çev bidine wan xûşk-bira, yên ku bi sala Yehowara xizmet dikin, hişyar dimînin û şabûna xwe unda nakin. Hûn dikarin serhatîke baş bi navê “Heftê Sala Rîşiyê Kincê Cihû Digirim” bixûnin “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Nîsanê, sala 2012, rûpêlên 18-21.

17 Timê nava şixulê Yehowada bin, merivara qenciyê bikin û tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin. Ew yek wê wera şabûnê bîne, û bona we wede wê zû derbaz be (Efes. 5:16). Qirnek pêşda, xûşk-birên me gelek tiştada pêşda çûn. Lê îro em bi saya rêberiya Yehowa hê zêde şixul dikin û hê zêde pêşda çûne. Em pê ronaya xwe usa şewq didin, ku me nikaribû ew yek bida ber çevê xwe jî!

Teselîkirina rûspiya mecalê dide me, wekî ji bîlaniya Xebera Xwedê karê bistînin (Binihêre abzasa 18, 19)

18, 19. Rûspî ça dikarin alîkariyê bidine me, wekî xizmetiya Yehowada xîret bimînin?

18 Em çiqas şa dibin ku Yehowa nanihêre ser gunekariya me û dihêle em jêra xizmet kin. Ewî mera “pêşkêş bi cûrê meriva” daye, dêmek rûspiyên civatê. (Bixûne Efesî 4:8, 11, 12.) Lema jî gava rûspî teseliya we bikin, evê mecalê bidine xebatê seva ji bîlanî û şîretên wan hîn bin.

19 Mesele, Înglîstanêda jin-mêrek ji du rûspiya hîvî kirin, wekî teseliya wan bikin, çimkî malda problêmên wan hebûn. Jin ruhanîda sist bû, mêrê wê jî got wekî ew dersdarekî baş nîne û qulixkirina tevî malbetê her gav derbaz nake. Rûspiya dîna wana dane ser mesela Îsa. Îsa bona şagirtên xwe xem dikir. Û rûspiya şîret dane mêr ku vê yekêda çev bide Îsa, lê jinêra şîret dan wekî hê bi sebir be. Rûspiya usa jî çend şîret dane wan herda, ku ça ewana dikarin alî hevdu bikin, wekî tevî du zarên xwe qulixkirina tevî malbetê derbaz kin (Efes. 5:21-29). Hine wede şûnda, rûspiya payê malxê malê dan, çimkî ewî şîret qebûl kirin. Wana wî hêlan kirin, wekî berdewam ke îtbariya xwe ruhê pîroz bîne, seva aliyê ruhanîda bibe malxêkî baş. Hizkirin û xemkirina wan rûspiya alî wê malbetê kirin, ku pê ronaya xwe şewq bidin.

20. Çi kar e hergê em pê ronaya xwe şewq didin?

20 “Xwezî li wan hemûyêd ku ji Xudan xof dikin û rîya Wîda dimeşin” (Zeb. 128:1). Çaxê em meriva hêlan dikin Xwedêra xizmet kin, usa jî pê rabûn-rûniştina xwe yektiyê xwey dikin û hişyar dimînin, em bextewar dibin. Bi vê yekê em pê ronaya xwe şewq didin. Û gava meriv kirên weyî baş bivînin, wê hêlan bin şikiriyê bidine Bavê me (Met. 5:16).