Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên wan pirsa bidin:

Kîjan çar tişt dikarin alî me bikin wekî em rind bistirên?

Em gerekê rast bisekinin û kitêba xwe bilind bigirin. Usa jî rast bîna xwe bikişînin, devê xwe fire vekin û usa bistirên. Wî cûreyî emê hê bi dengê bilind bistirên (w17.11, rûp. 5).

Çira cî û riyên şeherên sitarbûnê ferz bûn?

Hebûn şeş şeher ku nava welatda cûre-cûre ciyada bûn. Riyên wan rind çêkirî bûn. Merivê revî dikaribû zû û hêsa bigihîje wan şehera (w17.11, rûp. 14).

Çira pêşkêşa Xwedêye kirînê, dêmek qurbana Îsa, pêşkêşa herî mezin e bona me?

Ew pêşkêş nêta emir dide me, û me ji gune û mirinê xilaz dike. Xwedê zureta Adem hiz dike, lema ewî Îsa kire qurban bona me, gava em hê gunekar bûn (wp17.6, rûp. 6-7).

Zebûr 118:22 ça pêxembertî kir derheqa rabûna Îsa ji mirinê?

Îsa çawa Mesîh hate înkarkirinê û kuştinê. Seva ku ew bibûya “serê enîşkê”, ew gerekê ji mirinê rabûya (w17.12, rûp. 9-10).

Gelo yên ku diketine rêza rikinyata Mesîh, gerekê gişk nixurî bûna?

Rêza rikinyata Mesîhda hemûşk nixurî nîbûn. Mesele Dawidê kurê Yêşa nixurî nîbû; lê Mesîh ji rikinyata wî hat (w17.12, rûp. 14-15).

Aliyê mêdîsînayêda çi prînsîp hene Kitêba Pîrozda?

Berê li gora Qanûnê, merivên bi hine nexweşiya cîkî başqeda gerekê bijîtana. Hergê destê meriva cinyaz keta, wana gerekê serê xwe bişûştana. Usa jî Qanûnê dewa dikir, wekî edeba xwe çel kin. Sinetkirin jî roja heyşta dihate kirinê, çimkî wî wedeyî xûn îda tîr dibe (wp18.1, rûp. 7).

Çira hergê Mesîhî hinekî xwehiz e ew xirab nîne?

Em gerekê hevalên xwe weke xwe hiz bikin (Marq. 12:31). Mêr gerekê jinên xwe hiz bikin, “çawa bedena xwe” (Efes. 5:28). Hemikî, hergê meriv gelek xwehiz e, ew îda nerast e (w18.01, rûp. 23).

Em dikarin kîjan gava bavêjin seva ruhanîda pêşda herin?

Em gerekê Xebera Xwedê lêkolîn bikin û ser bifikirin, usa jî çi ku hîn dibin bidine xebatê. Em gerekê hiş û dilê xwe vekin, wekî ruhê pîroz ser me hukum be û usa jî em gerekê alîkariya meriva qebûl kin (w18.02, rûp. 26).

Çira steyrnasî û koçektî nikare bi rastî eyan ke axiriyê?

Hene cûre-cûre menî, lê meniya sereke ew e ku Kitêba Pîroz qedexe dike wan şixula (wp18.2, rûp. 4-5).

Em ça gerekê qebûl kin teglîfkirina ser nanxwarinê?

Hergê em qayîl bûne wekî emê herin mêvantî, em gerekê xweyê giliyê xwe bin (Zeb. 15:4). Hergê meniya ferz tune seva neçin, em gerekê xweyê sozê xwe bin, çimkî ewê ku me teglîf dike dibeke cefa kişandiye û hazir bûye seva hatina me (w18.03, rûp. 18).

Birên cabdar çi dikarin hîn bin ji Tîmotêyo?

Tîmotêyo bona meriva xem dikir û tiştên ruhanî dida ciyê pêşin. Ew gelek xîret bû xizmetiyêda û çi jî ji yên din hîn dibû dida xebatê. Ew xwexa xwe jî hîn dikir û îtbariya xwe ruhê Yehowayî pîroz dianî. Rûspî û birên din wan tiştada dikarin çev bidine Tîmotêyo (w18.04, rûp. 13-14).