SERHATÎ
Min Gavên Xwe li gora Xwestina Yehowa Davîtin
ROJEKE xweş ya sala 1984, ez sibehê ji malê derketim ku herim îşê xwe. Mala me li taxeke dewletî ya bajarê Karakasê bû (Vênêsûêla). Wexta ku ez li kûçê dimeşiyam, ez ser gotareke ji “Birca Qerewiliyê” difikirîm, ya ku çendek pêşda derketibû. Gotarê besa vê yekê dikir ku cînar me çawa divînin. Min dîna xwe da ser xaniyên li der-dora xwe û pirs dida xwe: “Gelo cînar min tenê ça bankaçîkî pêşdaçûyî divînin? Yan ewana min ça xizmetkarekî Xwedê divînin, yê ku li bankê dixebite ku ebûra mala xwe bike?” Min fem kir ku wana min tenê ça bankaçî didît, û ev yek li min xweş nehat. Lema, min safî kir wekî hine gava bavêjim ku vê yekê biguhêzim.
Ez 19 Gulanê, sala 1940 li bajarê Amyûnê (Lubnan) hatim bûyînê. Çend sal şûnda, malbeta me derbazî bajarê Trîpolî bû. Malbeta min malbeteke bextewar bû û Yehowa hiz dikir. Em pênc zar bûn, û ez yê lapî biçûk bûm. Dê û bavê min ebûra malê wek tiştê herî ferz nedidît; bona wan, lêkolîna Kitêba Pîroz, civîn û xizmet hê ferz bûn.
Li civata me çend xûşk û birên bi ruh kifşkirî hebûn. Yek ji wan, Mîşel Abûd bû, yê ku lêkolîna kitêbê civatêda derbaz dikir. Ew li Niyû Yorkê bibû Şedê Yehowa, û sala 1921-da, ew bona belakirina mizgînê vegeriyabû Lubnanê. Tê bîra min ku ewî çawa qedrê du xûşkên ku Mekteba Gîledê xilaz kiribûn – Anne û Gwen Beavor – digirt û alî wan dikir. Ev du xûşk bûn hevalên me. Gelek sal şûnda, min Anne li Amêrîkayê dît, û paşê jî, ez rastî Gwenê hatim, ya ku bi Wîlfrêd Goçra zewicîbû û Beytela Londonêda xizmet dikir.
XIZMETA LI LUBNANÊ
Gava ez cahil bûm, Lubnanêda Şedên Yehowa hindik bûn. Dîsa jî, me mizgîn bi xîret û bi şabûn bela dikir. Hine serwêrên rêlîgî me hiz nedikirin, lê me xizmeta xwe bernedida.
Rojekê, ez û xûşka min Sana, me li avayîkê xizmet dikir. Gava me tevî meriva xeber dida, keşîşek hat bal me. Eşkere bû ku kesekî gazî wî kiribû. Keşîş destpêkir xûşka min bêhurmet bike. Paşê, ewî xûşka min ji pêpelingê avît xwarê, û ew birîndar bû. Kesek gazî polîsa kir, û gava ewana hatin, wana kesekîra gotin ku alî xûşka min bike. Paşê, wana keşîş bire polîsê, û li wêderê, wana dît ku çekê wî heye. Komîser ji wî pirsî: “Tu kî yî? Tu keşîş î yan serokê mafya yî?”
Careke din, em tevî civata xwe bi otobûsê çûn bajarekî dûr ku mizgînê li wêderê bela bikin. Xizmeta me xweş derbaz bû heta ku keşîşek bihîst ku em çi dikin. Hingê ewî meriv top kirin ku hicûmî me bikin. Wana kevir avîtin me, û bavê min birîndar bû. Tê bîra min ku rûyê wî xûn bû. Ew tevî diya min vegeriya otobûsê, û em jî pey wan çûn. Ezê tu car bîr nekim gava diya min rûyê bavê min paqij dikir, ewê usa got: “Yehowa, wana bibaxşîne. Ew nizanin ku ew çi dikin”.
Dîsa careke din, em çûn bajarê xwe ku teseliya merivên xwe bikin. Vê rojê êpîskoposek hatibû mala kalikê min. Ewî zanibû ku dê û bavê min Şedên Yehowa ne. Wê demê, ez hê şeş salî bûm, lê ewî ji min pirsî: “Kurê min, tu çima nehatî nixumandinê?” Min got ku ez hê zarok im, û seva ku ez bême nixumandinê, lazim e ku ez Kitêba Pîroz rind hîn bim û baweriya xwe qewî bikim. Caba min lê xweş nehat, û ewî kalikê minra got wekî ez zareke bêmerîfet im.
Lê qewimandinên me yên nebaş hindik bûn. Cimeta Lubnanê heçî zef hevalhiz û mêvanhiz in. Lema, me gelek cara derheqa Kitêba Pîroz tevî meriva xweş xeber dida, û me gelek hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikirin.
EM DERBAZÎ WELATEKÎ DIN DIBIN
Gava ez diçûme mektebê, birakî cahil ji Vênêsûêlayê hat Lubnanê. Ew hat civînên me, û ewî tevî xûşka min Wafayêra hevaltî kir. Wede şûnda, ewana zewicîn û çûn Vênêsûêlayê. Wafayê gelek bîra me dikir, lema ewê nemên xweda bavê minra digot ku bira em jî derbazî Vênêsûêlayê bin. Li xilaziyê, ewê usa kir, ku me safî kir derbazî wêderê bin.
Di sala 1953-da, em derbazî Vênêsûêlayê bûn, û em li Karakasê, nêzîkî qesra serokê welat, cîwar bûn. Ez hê biçûk bûm, û min xweş dihat binihêrim ku serokê welat çawa bi ereba xwe dihat. Lê li dê û bavê min zor dihat ku hînî welat, ziman, kûltûr, xwarin û hewa nû bin. Gava ewana hêdî-hêdî hîn dibûn, tiştekî xirab qewimî.
DERDEKÎ GIRAN
Nişkêva, bavê min nexweş ket. Em ecêbmayî man, çimkî sihet û qewata wî her
tim baş bû. Berê, ew tu cara nexweş neketibû. Nexweşiya wî, kansera pankreasê bû, lema ew hat opêrasyonkirinê. Lê sed heyf ku heftêk şûnda, bavê min emirê xwe ji dest da.Gava bavê min mir, ez hê 13 salî bûm. Em gelekî xemgîn bûn û bi rastî jî bêçare man. Heta wextekê, li diya min zor dihat ku mirina bavê min qebûl bike. Lê me hêdî-hêdî didît ku jîyîn berdewam dibe, û bi alîkariya Yehowa, me ber vî derdî teyax kir. Gava ez 16 salî bûm, min mekteb xilaz kir, û min dixwest bixebitim, wekî ebûra malbeta xwe bikim.
Xûşka min Sanayê birakî bi navê Rûbên Araûcora stand, yê ku Mekteba Gîledê xilaz kiribû û vegeriyabû Vênêsûêlayê. Paşî ku ewana zewicîn, ewana derbazî Niyû Yorkê bûn. Malbeta min safî kir wekî gerekê ez herim zanîngehê, lema ez ji bo xwendinê çûm Niyû Yorkê û cem xûşka xwe dimam. Gava ez li wêderê bûm, xûşka min û mêrê wê gelek alî min dikir ku ez ji aliyê ruhanîva pêşda herim. Em li Brûklînê diçûn civata bi zimanê Îspanî, û civata meda gelek birên cêribandî hebûn. Mesele, Mîlton Hênşêl û Frêdêrîk Frans civata meda bûn, û herdu jî li Beytela Brûklînê xizmet dikir.
Nêzîkî xilazbûna sala pêşin ya zanîngeha li Niyû Yorkê, ez difikirîm ka gerekê ez jîyîna xwe ça derbaz kim. Min li jûrnala “Birca Qerewiliyê” xwendibû ku gerekê em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, û ez ser vê yekê kûr difikirîm. Min didît ku pêşeng û Beytelvanên li civata me çiqas dilşa ne, û min jî dixwest mîna wan bim. Lê ez hê nixumandî nîbûm. Lema, min fem kir ku gerekê ez jîyîna xwe bidim destê Yehowa, lema 30 Adarê ya sala 1957, ez hatime nixumandinê.
SAFÎKIRINÊN FERZ
Paşî vê gava ferz, min berê xwe da gaveke din: Min îda dixwest bibim pêşeng, lê min fem kir ku ev yek wê çetin be. Gelo minê çawa bikaribûya him xizmeta xwe bînim serî him jî zanîngehêda hîn bim? Min diya xwera û xûşk û birên xwera got ku ez dixwazim hînbûna zanîngehêda bidime sekinandinê, vegerim Vênêsûêlayê, û bibim pêşeng.
Li meha Hezîranê ya sala 1957, ez vegeriyam Karakasê. Lê çimkî halê malbeta min ne baş bû, lazim bû ku ez jî xwera xebatekî bivînim û piştgiriya wan bikim. Min bankayêda xwera xebatek dît, lê min gelek dixwest bibime pêşeng jî, çimkî ez bona vê nêtê vegeriyabûm Vênêsûêlayê. Lema çend sala min him bankayêda her roj dixebitîm him jî ça pêşeng xizmet dikir. Ez her çiqas mijûl bûm jî, dilê min gelek şa bû!
Usa jî, ez rastî xûşkeke xweşik ya bi navê Sîlvîa hatim, ya ku tevî dê û bavê xwe ji Almanyayê derbazî Vênêsûêlayê bibû. Sîlvîayê Yehowa gelek hiz dikir. Bi zemanra,
em zewicîn, û mera du zar bûn, kurê me Mîşêl (Maîk) û qîza me Samîra. Xêncî vê yekê, diya min bal me dima. Seva cabdariyên malbetê, lazim bû ku ez xizmeta pêşengiyê bidime sekinandinê. Dîsa jî, min xîreta xwe unda nedikir, û li dema tatîlê, ez û Sîlvîa, me gelek cara wek pêşengên komekdar xizmet dikir.GAVEKE FERZ
Di sala 1984-da, zarên me hê diçûn mektebê. Jîyîna me gelek rihet bû, û bankaçiyên din qedrê min digirtin. Dîsa jî, ça min li destpêka vê gotarê gotibû, min dixwest ku meriv min ne tenê ça bankaçî, lê herî zêde ça xizmetkarekî Yehowa bivînin. Ev fikir ji hişê min nediçû. Lema, ez û Sîlvîa, em rûniştin û me şêwir kir ku em dikarin çi bikin. Min zanibû ku heger ez xebata xwe bihêlim, bank wê perê qalim bide min. Ji ber ku deynê me tunebû, em difikirîn ku heger em bi jîyîneke hêsa bijîn, perê me wê heta wextekê têrî me bike.
Ev yek gaveke ne hêsa bû, lê Sîlvîa û diya min dîsa jî qayîl bûn ku em vê gavê bavêjin. Ez gelek şa bûm ku ezê dîsa bibûma pêşeng. Em difikirîn ku îda tu tişt nikare riya me bigire. Lê gelek wext derbaz nebû ku me mizgînek stand.
MIZGÎN!
Rojekê, doxdir mera got ku Sîlvîa hemle ye. Vê mizgînê dilê me gelek şa kir, lê em berxwe diketin ka ev yek wê ser pêşengiya min çawa hukum bike. Em zû hînî vê halê teze bûn, û em bi şabûnê hîviyê bûn ku zara me bê dinyayê. Lê ez difikirîm gelo minê bikaribûya pêşengiya xwe berdewam kira?
Paşî ku me hevra şêwir kir, me safî kir wekî emê li gora plana xweya pêşiyê bikin. Kurê me Gabrîêl li meha Nîsanê ya sala 1985 hate bûyînê. Dîsa jî, min xebata bankêda hîşt, û li meha Hezîranê ya sala 1985, ez dîsa bûm pêşengê hertim. Wede şûnda, ez bûm endemekî Komîtêya Fîlîalê. Ji ber ku fîlîal li bajarekî dûrî Karakasê bû, ez her heftê du yan sê roja weke 80 kîlometr diçûm û dihatim.
EM DERBAZÎ BAJAREKÎ DIN DIBIN
Ji ber ku fîlîal li bajarê La Vîktorîa bû, me safî kir derbazî wêderê bin, wekî em diha nêzîkî Beytelê bin. Ev yek bona me
gaveke mezin bû, û malbeta min bi temamî piştgiriya safîkirina me kir. Xûşka min Baha hazir bû ku li diya me binihêre. Maîk zewicî bû û ji me cihê bibû, lê Samîra û Gabrîêl hê tevî me diman. Lema, gava em derbazî La Vîktorîayê bûn, ewana ji dost û hevalên xwe yên li Karakasê dûr ketin. Usa jî, lazim bû ku Sîlvîa paşî jîyîna bajarê mezinda hînî jîyîna li bajarekî biçûk be. Xaniyê me jî, ji xaniyê meyî berê biçûktir bû. Bona me bi rastî jî gaveke mezin bû ku em li bajarekî din cîwar bin.Paşê, halê me dîsa hate guhastinê. Gabrîêl zewicî, û Samîra jî derbazî maleke din bû. Di sala 2007-da, ez û Sîlvîa, em hatin teglîfkirin ku Beytelêda xizmet bikin, û em heta îro jî li Beytelê ne. Kurê meyî mezin Maîk rûspî ye û tevî jina xwe Monîkayê pêşengiyê dike. Gabrîêl jî rûspî ye û tevî jina xwe Ambrayê li Îtalyayê xizmet dike. Samîra him pêşeng e him jî ji dûrva îşê Beytelê dike.
EZ QET POŞMAN NEBÛM
Jîyîna xweda, min gelek gavên mezin avîtin, lê ez qet poşman nebûm. Heger mecala min hebûya, minê ev gav dîsa bavîtana. Ez gelek qîmet dikim cabdarî û kifşkirinên ku min xizmeta Yehowada standine. Bi sala, min dîtiye ku çiqas ferz e ku dostiya me tevî Yehowa qewî bimîne. Gavên ku gerekê em bavêjin, biçûk bin yan mezin bin, Yehowa dikare edilaya “ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” bide me (Fîlîpî 4:6, 7). Ez û Sîlvîa, em ji xizmeta li Beytelê şabûnê distînin, û me dîtiye wekî gavên ku me li gora xwestina Yehowa avîtine, hatin keremkirin.