Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Ev gotina Pawlosê şandî çi tê hesabê: “Ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim”? (Galatî 2:19).

Pawlosê şandî usa nivîsî: “Ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm” (Galatî 2:19).

Gotinên Pawlos girêdayî bûn tevî fikrên ku ewî civatên li herêma Galatyayêra şirovedikir. Wêderê, hine xûşk û bira diketin ber bayê der-sdarên qelp. Van dersdara digot ku seva meriv xilaz be, lazim e ku ew li gora Qanûna Mûsa bijî. Îlahî, wana digot ku gerekê mêr bêne sinetkirinê. Lê Pawlos zanibû ku Xwedê ev yek îda dewa nedikir. Bi îzbatên qewî, ewî nîşan kir ku hînkirinên wan qelp in, û ewî baweriya xûşk û bira hindava qurbana Îsa Mesîh şidand (Galatî 2:4; 5:2).

Kitêba Pîroz zelal dibêje ku gava meriv dimire, ew tiştekî nizane û tu tişt îda nikare ser wî hukum bike (Waîz 9:5). Gava Pawlos got ku ew “bona Qanûnê” mir, ev yek dihate hesabê ku ew îda bin hukumê Qanûna Mûsada nîne. Pawlos bawer bû ku bi saya baweriya xwe hindava qurbanê, ew îda “bona Xwedê” dijît.

“Qanûnê” halê Pawlos guhast. Gelo çawa? Pêşiya van gotina, ewî zelal kiribû ku “meriv bi kirêd Qanûnê nikare rast bê hesabê, lê tenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê” (Galatî 2:16). Qanûn hilbet bona sebebeke ferz hatibû dayîn. Pawlosê şandî Galatiyara usa got: “Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê, heta hatina zureta wî, kîjanîra soz dabû” (Galatî 3:19). Belê, Qanûnê eşkere nîşan dikir ku însanên gunekar nikarin Qanûnê bi cûrekî bêqisûr pêk bînin. Lema jî wanra qurbaneke kamil lazim bû. Usa Qanûnê însan dibir berbi ‘zuretê’, dêmek berbi Mesîh. Xwedê kesên ku baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, ça kesên rast hesab dike (Galatî 3:24). Pawlosê şandî ev yek fem dikir, çimkî bi saya Qanûnê, ewî Îsa Mesîh qebûl kiribû û baweriya xwe hindava wî anîbû. Hingê Pawlos “bona Qanûnê” mir û “bona Xwedê” dijît. Ew îda bin hukumê Qanûnêda nîbû, lê bin hukumê Xwedêda bû.

Li nemeya Romayara jî, Pawlos besa vê fikrê kir: “Hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin . . . Lê niha em hindava Qanûnêda mirin, ji wê xilaz bûn, bi kîjanê em girtî bûn” (Romayî 7:4, 6). Çawa Galatî 2:19, ev rêz jî nîşan dike ku Pawlos besa mirina gunekarekî ku li gora Qanûna Mûsa sûcdarkirî bû, nedikir, lê ewî besa azabûnê dikir. Ew û kesên din îda bin hukumê Qanûna Mûsada nîbûn, çimkî bi saya baweriya hindava qurbana Îsa Mesîh, ewana îda aza bûn.