Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

“Van Biçûka” Nelikumînin

“Van Biçûka” Nelikumînin

“Hûn ji van biçûka yekî bêhurmet nekin” (METTA 18:10).

KILAMA 113 Edilayî nav Meda Heye

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa bona me çi kiriye?

YEHOWA her kesî ji me kişandiye bal xwe (Yûhenna 6:44). Bifikire ev yek çi tê hesabê: Bi mîlyarda meriv ber çevê Yehowa ne, û ew dilê wan lêkolîn dike. Ewî dît ku tu yekî dilpak î û hazir î wî nas bikî û wî hiz bikî (1 Dîrok 28:9). Belê, Yehowa te nas dike, fem dike û te hiz dike. Gelo ev yek dilê te germ nake?

2. Îsa çawa zelal kir ku Yehowa bona her pezeke xwe xem dike?

2 Yehowa ça bona te xem dike, ew usa jî bona hemû xizmetkarên xwe yên din jî xem dike. Îsa ev yek bi saya meselekê zelal kir. Ewî got ku Yehowa mîna şivanekî ye. Heger 100 pezên şivan hebin û yek ji wan unda be, gelo ew wê çi bike? Ew wê 99 pezên xwe çiyabaniya bihêle û here ku ya undabûyî bigere. Gava ew vê pezê bivîne, ewê ser vê hêrs nekeve, lê jêra şa be. Ev mesele çi me hîn dike? Yehowa hemû pezên xwe qîmet dike. Îsa usa got: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Metta 18:12-14).

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

3 Em hilbet naxwazin dilê xûşk û bira bêşînin. Seva ku em kesekî nelikumînin, gerekê em çi bikin? Heger kesek dilê me bêşîne, gerekê em çi bikin? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin. Lê pêşiyê, emê bivînin ku kî ne yên “biçûk”, besa kîjana kitêba Metta serê 18 dike.

YÊN “BIÇÛK” KÎ NE?

4. Yên “biçûk” kî ne?

4 Yên “biçûk”, hemû şagirtên Îsa ne. Firqî tune ewana çend salî ne, yeke ewana “mîna zaroka” nin, çimkî ewana hazir in ku bi milûktî ji Îsa Mesîh hîn bin (Metta 18:3). Ewana çiqas ji cûre-cûre kok û mileta bin jî, û nihêrandin û xeysetên wan ji hev cude bin jî, ewana gişk baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, û Îsa wana gelek hiz dike (Metta 18:6; Yûhenna 1:12).

5. Gava kesek xizmetkarekî Yehowa dilikumîne yan dilê wî dêşîne, ew çi texmîn dike?

5 Yehowa Xwedê “van biçûka” gelek qîmet dike. Seva em fem bikin ku ew ser wana ça dinihêre, bîne ber çevê xwe ku em çawa ser zaroka dinihêrin. Ewana bona me gelek qîmet in. Em dixwazin wana biparêzin, çimkî qewat, cêribandin û bîlaniya wan hê kêm e. Gava tiştekî xirab tê serê merivekî, em hilbet xemgîn dibin, lê gava kesek dilê zarokekê dêşîne û ziyanê dide wî, em diha berxwe dikevin û hêrs dikevin. Mîna vê yekê, Yehowa jî dixwaze me biparêze, û gava kesek xizmetkarekî wî dilikumîne yan dilê wî dêşîne, ew xemgîn û hêrs dibe (Îşaya 63:9; Marqos 9:42).

6. Li gora 1 Korintî 1:26-29, dinya çawa ser şagirtên Îsa dinihêre?

6 Şagirtên Îsa dîsa çida mîna “biçûka” ne? Merivên vê dinyayê herî zêde qîmetê didin kesên dewlemend û navdar, lê şagirtên Îsa Mesîh ber çevê wan “biçûk” û bêqîmet in (1 Korintî 1:26-29 bixûne). Lê Yehowa wana usa hesab nake.

7. Yehowa dixwaze ku em hindava xûşk û birada ça bin?

7 Yehowa hemû xizmetkarên xwe hiz dike, him yên ku gelek sala wîra xizmet dikin him jî yên ku teze hatine ser riya rastiyê. Yehowa hemû xûşk û birên me qîmet dike, lema em jî gerekê wana qîmet bikin. Em “bedenek in û her kes ji me endemêd hev in”, lema gerekê em hemû xûşk û bira hiz bikin (Romayî 12:5). Gerekê em çi ji destê me tê bikin, ku wan biparêzin û xwey bikin. Heger em têderxin wekî me dilê kesekî êşandiye, gerekê em nefikirin ku ev yek tiştekî biçûk e yan ku ev kes bi zêdeyî xeydok e. Gelo hine kes çima zû dixeyîdin? Hine xûşk û birên me seva milet û kûltûra xwe nimiz hesab dikin. Hine kes jî teze hatine ser riya rastiyê û nizanin ku gerekê ewana ser kêmasiyên xûşk û bira çawa binihêrin. Problêm çi be jî, gerekê em her tiştî bikin wekî li hev bên. Hilbet lazim e wekî ewê ku zû dixeyide hîn be vê xeysetê xwe biguhêze. Ev yek wê alî wî bike ku ew şabûna xwe unda neke û dostiya tevî xûşk û bira xwey ke.

KESÊN DIN JI XWE BILINDTIR HESAB BIKE

8. Çi nihêrandin ser şagirtên Îsa hukum dikir?

8 Gelo Îsa çira besa “van biçûka” kir? Çimkî şagirtên wî ji wî pirsîn: “Li nav Padşatiya Ezmanada kî ye yê herî mezin?” (Metta 18:1). Gelo şagirtên Îsa Mesîh çima usa pirsîn? Wî çaxî gelek Cihû difikirîn ku nava cimetêda ciyê bilind û navdengî gelek ferz in. Lêkolînkarek usa dibêje: “Wî çaxî meriv bona hurmet, nav, navdarî û qedirê xwe, dijîtin û dimirin”.

9. Lazim bû ku şagirtên Îsa çi bikin?

9 Îsa rind zanibû ku bona şagirtên wî hêsa nîne nekevine bin bayê kûltûra Cihûya û merivara nekevine rikê. Ewî wanra got: “Yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçûk û bira yê serwêrtiyê dike jî bibe mîna yê xulamtiyê dike” (Lûqa 22:26). Gava em meriva ser xwera digirin, bi rabûn-rûniştina xwe em dibine mîna “yê herî biçûk” (Fîlîpî 2:3). Heger nihêrandina me usa be, emê dilê kesên din neêşînin.

10. Gerekê em kîjan şîreta Pawlosê şandî bîr nekin?

10 Hemû xûşk û birên me hilbet tiştekîda me çêtir in. Heger em dîna xwe bidin xeysetên wane baş, emê vê yekê hêsa bivînin. Wê baş be ku em vê şîreta Pawlosê şandî bîr nekin: “Kî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pêşkêş nestandiye? Lê wekî te standiye, çima peyê xwe didî çawa te nestandibe?” (1 Korintî 4:7). Gerekê em nefikirin ku em ji kesên din çêtir in. Heger kesek payê me bide, çimkî gotarên me xweş in yan çimkî em hêsa hînbûnên Kitêba Pîroz destpêdikin, gerekê em derbêra rûmetê bidine Yehowa.

BI DIL BIBAXŞÎNE

11. Mesela Îsa derheqa padşa û xulamê deyndar çi me hîn dike?

11 Paşî vê yekê gava Îsa şagirtên xwera gotibû ku gerekê ew kesên din nelikumînin, ewî mesela padşa û xulamê deyndar anî. Padşa deynê mezin yê xulam baxşand, lê paşê, vî xulamî deynê biçûk yê xulamekî din nebaxşand. Axiriyêda, padşa xulamê bêrem avîte kelê. Ev yek çi me hîn dike? Îsa usa got: “Usa jî Bavê minî Ezmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe” (Metta 18:21-35).

12. Gava em nabaxşînin kesekî, ev çi zirarê tîne?

12 Xulamê bêrem bi kirên xwe zirar da xwe û kesên din. Pêşiyê, ewî xulamê din “avîte kelê, heta ku ew deynê xwe bide”. Bi vî awayî, ewî zirar da xulamên din jî, çimkî “çaxê xulam-hevalêd wiye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe ketin”. Gerekê em bîr nekin ku kirên me ser kesên din jî hukum dikin. Heger kesek dilê me êşandiye û em nabaxşînin wî, çi dikare biqewime? Ya pêşin, gava em naxwazin bibaxşînin wî, em zirarê didine wî, çimkî em hindava wîda dilsar dibin, û dibeke xwe ji wî dûr digirin. Ya duda, gava orta me û vî kesîda edilayî tune, ev yek dikare xûşk û birên civatêda jî eciz bike.

Gelo tuyê kînê bajoyî yan ji dil bibaxşînî? (Abzasa 13 û 14 binihêre) *

13. Serhatiya pêşengekê çi me hîn dike?

13 Gava em dibaxşînin xûşk û bira, ev him bona me him jî bona kesên din kar e. Serhatiya pêşengeke bi navê Lêyla * vê yekê rind eşkere dike. Xûşkeke din dilê wê êşandibû. Lêyla usa dibêje: “Gotinên wê ez birîndar kirim. Gava ez diçûm xizmetê, min nedixwest tevî wê erebekêda rûnêm. Min xîret û şabûna xwe îda unda dikir”. Rast e menî hebû ku Lêyla xeyid dilê xweda xwey ke, dîsa jî ewê ev problêm dirêj nekir û nekete heyra xwe, lê bi milûktî şîreta ji gotareke bi navê “Ji Dil Bibaxşîne” da xebatê û baxşande vê xûşkê (“Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, 1999). Lêyla dibêje: “Ez niha fem dikim ku em gişk ser xwe dixebitin wekî merivê nû li xwe bikin, û Yehowa her roj bi rema dilê xwe dibaxşîne me. Barekî giran ji stûyê min ket û şabûna min vegeriya”.

14. Li gora Metta 18:21, 22, Petrûsra çetin bû ku çi bike, û em ji caba Îsa çi hîn dibin?

14 Em hilbet zanin ku gerekê em bibaxşînin kesên din. Dîsa jî, ev yek dibeke carna mera çetin e. Ça tê kifşê Petrûsê şandîra jî carna zor bû ku bibaxşîne kesên din (Metta 18:21, 22 bixûne). Gelo çi dikare alî me bike ku em bibaxşînin kesên din? Ya yekê, bifikire ku Yehowa çend cara baxşandiye te (Metta 18:32, 33). Em hêjayî baxşandina wî nînin, lê ew dîsa jî ji dil dibaxşîne me (Zebûr 103:8-10). Hergê Yehowa me haqas hiz dike, dêmek “gerekê em jî hevdu hiz bikin”. Belê, em mecbûr in ku xûşk û bira hiz bikin (1 Yûhenna 4:11). Ya duda, bifikire ku baxşandin çiqas karê tîne. Bi saya baxşandinê em dikarin alî kesê ku dilê me êşandiye bikin, usa jî emê edilayê bikine civatê, dostiya xwe tevî Yehowa xwey kin û ji barekî giran xilaz bin (2 Korintî 2:7; Kolosî 3:14). Yehowa, yê ku dixwaze wekî em bibaxşînin hevdu, hazir e alî me bike. Lema jî wîra dua bike. Îznê nede ku Mîrê-cina edilaya nav meda xirab ke (Efesî 4:26, 27). Seva ku em xwe ji telika Mîrê-cina xwey bikin, em hewcê alîkariya Yehowa ne.

ÎZNÊ NEDE KU TIŞTEK TE BILIKUMÎNE

15. Li gora Kolosî 3:13, heger em seva gotin yan kirên xûşk yan birakî eciz bûne, em dikarin çi bikin?

15 Heger xûşk yan birak te gelek eciz dike, gerekê tu çi bikî? Her tiştî bike ku edilayê xwey kî. Dilê xwe Yehowara veke. Ji Yehowa reca bike ku bira ew wî kesî, ku dilê te êşandiye, kerem bike, û alî te bike wekî tu jî hunurên wîye baş bivînî, seva kîjana ku Yehowa wî hiz dike (Lûqa 6:28). Heger tu nikarî çevê xwe ser şaşiya wî bigirî, rind bifikire ku tu çawa dikarî tevî wî xeber dî. Nefikire ku ewî bi hemdê xwe dilê te êşandiye (Metta 5:23, 24; 1 Korintî 13:7). Gava hûn xeber din, bawer be ku nêta wî baş e. Lê heger ew naxwaze tevî te li hev bê, gerekê tu çi bikî? Bi sebir be û hêviya xwe ji wî nebire (Kolosî 3:13 bixûne). Ya herî ferz, kînê nejo, çimkî kîn dikare dostiya te tevî Yehowa xirab ke. Îznê nede ku tiştek te bilikumîne. Bi vî cûreyî tu dikarî îzbat bikî ku tu ji her tiştî zêdetir Yehowa hiz dikî (Zebûr 119:165).

16. Cabdariya her kesî ji me çi ye?

16 Em vî qedrî qîmet dikin ku em bi yektî Yehowara xizmet dikin. Em kerîk in û şivanê me yek e (Yûhenna 10:16). Kitêbeke * me usa dibêje: “Hergê tu ji vê yektiyê karê distînî, gerekê tu jî aliyê xweda tiştekî bikî wekî vê xwey bikî”. Lema jî, gerekê em “xwe hîn bikin ku em mîna Yehowa ser xûşk û bira binihêrin”. Yehowa me hemûya ça zarên “biçûk” hesab dike. Gelo tu jî usa ser xûşk-bira dinihêrî? Yehowa her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, wekî alî xûşk-bira bikî (Metta 10:42).

17. Wê baş be ku em çi bikin?

17 Em xûşk û bira hiz dikin, lema gerekê em “nig nedine li ber bira, ku nelikumin yan pişk nebin” (Romayî 14:13). Em xûşk û bira ji xwe bilindtir hesab dikin, û em hazir in ku ji dil bibaxşînine wan. Bira em seva kirên kesên din nelikumin, lê “em hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (Romayî 14:19).

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

^ abz. 5 Em gişk gunekar in, lema jî em carna dilê xûşk û bira bi gotin yan kirinên xwe dêşînin. Heger tiştekî usa diqewime, gelo em her tiştî dikin ku vê problêmê safî kin? Gelo em zû baxşandinê dixwazin? Yan em difikirin ku heger kesek ji me xeyîdiye, eva problêma wî ye? Gelo em seva gotin yan kirên kesên din zû dixeyîdin? Gelo em dibêjin ku ev yek ne destê meda ye, yan jî gelo em qebûl dikin ku gerekê em ser xwe bixebitin?

^ abz. 13 Nav hatiye guhastin.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek ji xûşkeke din xeyidî ye. Paşê, ewana problêma xwe safî dikin û bi şabûnê tevayî xizmet dikin.