Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Li rojên Îsa Mesîh, ji meriva çi cûre xerc dihatin top kirin?

GELEK QIRNA, Îsraêliya bona piştgiriya hebandina rast pere didan. Lê belê, li rojên Îsa Mesîh, xercê ku ji meriva dihatin topkirin îda pir giran bibûn.

Bona piştgiriya îşên paristgehê, ji her mêrê Cihû nîv şekel (du zîv) dihat topkirin. Li qirna yekê, ev pere bona qurbana û bona xweykirina paristgeha ku Hêrodês Padşa ava kiribû, dihatin xebitandin. Hine Cihûya ji Petrûsê şandî pirsî ka Îsa ser vê yekê çi difikire. Îsa Mesîh negot ku gerekê ev xerc neyê dayîn, lê ewî Petrûsra got ku bira ew jî vê xercê bide (Metta 17:24-27).

Usa jî, ji meriva “dehek” dihat top kirin, dêmek ji sedî deh ji keda wan (Qanûna Kahîntiyê 27:30-32; Jimar 18:26-28). Serwêrên rêlîgî digotin ku gerekê deheka hemû sebza bê dayîn, heta “dehekê pûngê, anîsoyê û kêmûnê”. Îsa edeta dehekdayînê sûcdar nedikir, lê ewî durûtiya qanûnzan û Fêrisiya eşkere dikir (Metta 23:23).

Li rojên Îsa Mesîh, welat bin hukumdariya Romayada bû, û wana jî ji xelqê cûre-cûre xerc top dikirin. Mesele, ji kesên ku erdê wan hebû, xerc dihat topkirin, û wana dikaribû ev xerc pê pere yan pê tiştên din bidana. Ça tê kifşê ev xerc weke ji sedî 20 yan 25 selef bû. Xêncî vê yekê, ji her Cihûkî xerc dihat topkirin. Fêrisiya derheqa vê xercê ji Îsa Mesîh pirsî. Û Îsa usa got: “Çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê” (Metta 22:15-22).

Usa jî, bona mal û hebûk ku dihatin firotin, xerc dihat top kirin. Ev xerc li ciyên sekinandina gemiya, ser pira, li kûça yan li ber dergehên bajar û dikana dihat topkirin.

Bin hukumdariya Romêda, xerc pir giran bû. Li gora terîxzanê Romayî Tatsîtê, wedê hukumdariya Tîberîûs, gava Îsa ser erdê bû, “Xelqê Sûriyê û Cihûstanê dixwest ku barê xercê bê sivik kirin”.

Mêtoda topkirina xerca jî, jîyîna meriva diha bargiran dikir. Ev meriv dikaribû bibûya xercgir, yê ku diha zêde pere dida bona qazanckirina vê xebatê. Paşê wana topkirina xerca didane destê merivên din û herdu ya jî karê ji vê yekê distand. Diqewime, Zexayo jî bi destê kesên din xerc top dikir (Lûqa 19:1, 2). Ev yek hilbet li meriva xweş nedihat, lema wana kesên ku xerc top dikirin hiz nedikirin.