Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle

Yehowa Te Tu Cara Tenê Nahêle

“Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin” (ZEBÛR 145:18).

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Xizmetkarên Yehowa çima xwe carna tenê texmîn dikin?

CARNA em gişk xwe tenê texmîn dikin. Hine kes zû ji wî halî dertên, lê bona hineka ev yek hêsa nîne. Çiqas der-dora me gelek meriv hebin jî, dibeke hingê jî em xwe tenê texmîn dikin. Hinekara zor e ku civateke nûda xwera hevala bivînin. Hinekara jî çetin e ku ji malbeta xwe dûr kevin û derbazî cîkî din bibin. Hine kes jî bîra merivên xweyî nêzîk dikin, yên ku mirine. Û hine xûşk û bira – îlahî yên ku teze hatine nixumandinê – xwe tenê texmîn dikin, çimkî merivên wan û dostên wan yên berê pişta xwe didin wan yan jî pey wan dikevin.

2. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Yehowa derheqa me her tiştî zane, û ew halê me fem dike. Gava em xwe tenê texmîn dikin, ew vê yekê divîne û dixwaze alî me bike ku em dilteng nebin. Gelo Yehowa ça alî me dike? Em ça dikarin alî xwe bikin? Û em ça dikarin alîkariyê bidin xûşk û birên ku xwe tenê texmîn dikin? Niha emê cabên van pirsa bistînin.

YEHOWA HAŞ JI TE HEYE

Yehowa melekê xwe şand ku alîkariyê bide Êlyas pêxember (Abzasa 3 binihêre)

3. Yehowa ça hate hewara Êlyas?

3 Yehowa qenciya hemû xizmetkarên xwe dixwaze. Ew nêzîkî her yekî ji me ye, û gava em dilteng dibin, ew vê yekê divîne (Zebûr 145:18, 19). Dîna xwe bidê ku Yehowa ça bona Êlyas pêxember xem dikir û alî wî dikir. Êlyas xizmeetkarê Xwedê yê amin bû, û ew demeke gelek xirabda dijît. Wî çaxî dijminên Xwedê pey xizmetkarên wî diketin, û ewana îlahî pey Êlyas ketibûn ku wî bikujin (1 Padşatî 19:1, 2). Serda jî, Êlyas difikirî ku ew tenê ye û îda qet xizmetkarên Yehowa nemane (1 Padşatî 19:10). Lê Xwedê derbêra hate hewara Êlyas û melekek şand bal wî. Melek Êlyasra got wekî ew tenê nîne û ku dîsa gelek xizmetkarên Yehowa hene (1 Padşatî 19:5, 18).

4. Ça Marqos 10:29, 30 nîşan dike ku Yehowa xem dike bona kesên ku piştgiriya dost û merivên xwe unda kiriye?

4 Yehowa zane ku gava kesek qirarê dide ku wîra xizmet bike, carna lazim e ku ev kes qurbanên mezin bike. Mesele, dibe ku ew piştgiriya dost û merivên xwe yên nebawermend unda bike. Carekê, Petrûsê şandî ji Îsa Mesîh usa pirsîbû: “Awa me hemû tişt hiştiye û pey te hatine, lê axiriya me wê çawa be?” (Metta 19:27). Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku ewê bibin para malbeteke mezin (Marqos 10:29, 30 bixûne). Usa jî, Yehowa – yê ku Serê malbeta meye ruhanî ye – soz dide, ku ewê piştgiriya xizmetkarên xwe bike (Zebûr 9:10). Xêncî vê yekê, heger em xwe tenê texmîn bikin, gelo em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

GAVA TU XWE TENÊ TEXMÎN DIKÎ, TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?

5. Wê çima baş be wekî tu dîna xwe bîdî ku Yehowa ça piştgiriya te dike?

5 Dîna xwe bidê ku Yehowa çawa piştgiriya te dike (Zebûr 55:22). Bi vî awayî, tuyê fem bikî ku tu tenê nînî. Xûşkeke azep ya bi navê Karol *, ya ku merivên wê ne Şedên Yehowa ne, usa dibêje: “Gava ez tînim ber çevê xwe ku Yehowa tengasiyada çawa piştgiriya min kir, ez fem dikim ku ez tenê nînim û Yehowa wê her tim alî min bike”.

6. Gotinên 1 Petrûs 5:9, 10 çawa dikarin dil bidin kesên ku xwe tenê texmîn dikin?

6 Bifikire ku Yehowa ça alîkariyê dide xûşk û birên ku xwe tenê texmîn dikin (1 Petrûs 5:9, 10 bixûne). Birakî bi navê Hîroşî, yê ku gelek sala malbeta xweda tek Şedê Yehowa ye, usa dibêje: “Civatêda rind tê kifşê ku problêmên her kesî hene. Her kes çi ji destê wî tê dike ku Yehowara xizmet bike, û ev yek dikare dil bide kesên ku ser riya rastiyê tenê ne”.

7. Dua ça dikare alî te bike?

7 Timê dua bike, xizmet ke û civîna bernede. Dilê xwe Yehowara veke (1 Petrûs 5:7). Gava xûşkeke cahil ya bi navê Massîêl destpêkir Yehowara xizmet ke, ewê xwe tenê texmîn dikir, çimkî merivên wê Şedên Yehowa nîbûn. Ew usa dibêje: “Gava ku min xwe tenê texmîn dikir, duayên ji dil gelek alî min dikirin ku ez sebir bikim. Yehowa minra ça Bav bû, û min roj bi roj gelek cara wîra dua dikir û dilê xwe wîra vedikir”.

Aûdîo nivîsandin yên Kitêba Pîroz û edebyetên din dikarin alî me bikin ku em xwe tenê texmîn nekin (Abzasa 8 binihêre) *

8. Tu ça dikarî ji xwendin û fikirandina ser Kitêba Pîroz karê bistînî?

8 Berdewam ke Kitêba Pîroz bixûne û ser serhatiyên ku nîşan dikin, wekî Yehowa te hiz dike, kûr bifikire. Xûşkeke bi navê Bîanka, ya ku carna seva gotinên merivên xweye nebawermend xemgîn dibe, usa dibêje: “Ez ji xwendin û fikirandina ser serhatiyên Kitêba Pîroz û serhatiyên xûşk û birên ku rastî tengasiyên mîna yên min dihatin, kareke mezin divînim”. Hine xûşk û bira rêzên ku dilbîniyê didin wan, ezberî dikin, mesela Zebûr 27:10 û Îşaya 41:10. Hine xûşk û bira jî, seva ku xwe tenê texmîn nekin, gava xwe bona civîna hazir dikin yan jî Kitêba Pîroz dixûnin, guh didin aûdîo nivîsandinên ji malpera me.

9. Civîn çida dikarin alî te bikin?

9 Timê here civîna. Bi vê yekê tuyê him ji bernamê karê bistînî him jî xûşk û bira nas bikî (Îbranî 10:24, 25). Massîêl usa dibêje: “Rast e ez şermoke bûm, lê min qirar kiribû wekî ezê herim her civînê û hema cabekê bidim. Vê yekê alî min dikir ku ez xwe ça endemê civatê texmîn kim”.

10. Çima ferz e ku em tevî xûşk û birên amin hevaltiyê bikin?

10 Tevî xûşk û birên amin hevaltiyê bike. Civatêda xûşk û birên ji cûre-cûre kok û kûltûra hene. Hine ji wan cahil in, hine jî emirda mezin in. Tu dikarî ji wan her kesa tiştekî hîn bî. Mesele, tu dikarî ji bîlaniya xûşk û birên ku ji te mezintir in, hîn bibî (Îbo 12:12). Usa jî, tu dikarî ji yên ku te biçûktir in jî gelek tişta hîn bibî. Dawid jî ji Yonatan biçûktir bû, lê ewana bûne dostên hev (1 Samûyêl 18:1). Dawid û Yonatan alî hevdu dikirin ku nava tengasiyên giranda jî Yehowara xizmet bikin (1 Samûyêl 23:16-18). Xûşkeke bi navê Îrîna, ya ku malbeta xweda tek Şeda Yehowa ye, dibêje: “Xûşk û birên me bi rastî dikarin bibin malbeta me ya ruhanî. Bi saya wan, Yehowa dikare bê hewara me”.

11. Bona qazanckirina dostên nêzîk, gerekê em çi bikin?

11 Hine kes şermoke ne, û wanra hêsa nîne ku xwera hevalên teze bivînin. Xûşkeke şermoke bi navê Ratna, ya ku gava bû Şeda Yehowa rastî miqabilîbûnê hat, usa dibêje: “Min fem kir ku ez hewcê piştgirî û alîkariya xûşk û bira me”. Rast e, carna dibeke zor e dilê xwe kesekîra vekî, lê bizanibe ku ev yek dikare riya te bona dostîke nêzîk veke. Dost û hevalên te hilbet hazir in ku dilê te qewî kin û piştgiriya te bikin, lê gerekê tu wanra bêjî ku ew çawa dikarin vê yekê bikin.

12. Xizmetî ça dikare alî me bike ku em xwera hevalên teze bivînin?

12 Seva ku tu xwera hevalên teze bivînî, tevî xûşk û bira derkeve xizmetê. Karol usa dibêje: “Çimkî min tevî xûşka xizmetêda û şixulên ruhanîda wext derbaz dikir, min gelek dostên baş qazanc kirine. Gelek sala, Yehowa bi saya van dosta piştgiriya min kiriye”. Bi rastî jî gelek ferz e ku em tevî xûşk û birên amin hevaltiyê bikin, çimkî Yehowa dikare bi saya dostên usa mêrxasiyê bide me û alî me bike ku em xwe tenê texmîn nekin (Metelok 17:17).

ALÎ KESÊN DIN BIKE KU EWANA XWE ÇA NEFERÊN MALBETA ME TEXMÎN BIKIN

13. Lazim e ku her kes ji me çi bike?

13 Civatêda, lazim e ku em gişk edilayê xwey kin û hizkirinê nîşan kin, wekî tu kes xwe tenê texmîn neke (Yûhenna 13:35). Gotin û kirinên me dikarin kesên din bişidînin. Binihêre ku xûşkekê çi got: “Gava ez rastiyê hîn dibûm, civat bû malbeta min. Bê alîkariya wan, minê nikaribûya bibim Şeda Yehowa”. Gelo tu ça dikarî alî wan xûşk-bira bikî yên ku rastiyêda tenê ne, wekî ewana xwe ça neferên civatê texmîn bikin?

14. Em ça dikarin tevî kesên teze hevaltiyê bikin?

14 Tevî kesên teze hevaltiyê bike. Gava kesên teze tên civînên me, bi dilgermî silavê bide wan (Romayî 15:7). Lê bes nîne ku em tenê silavê bidin wan, gerekê em wext şûnda wanra bibin dost û heval. Lema, hindava yên tezeda qenc be û bide kifşê ku tu bona wan xem dikî. Xîret bike ku tu tengasiyên wan fem bikî, lê nekeve nav şixulên wane şexsî. Hine kesara çetin e dilê xwe vekin, lema jî zorê wan neke. Bi nermî û merîfetî pirsa bide wan û guh bide cabên wan. Mesele, tu dikarî bipirsî ku wana çawa derheqa rastiyê bihîst.

15. Xûşk û birên gihîştî ça dikarin alî kesên din bikin?

15 Bi saya xemkirina xûşk-birên gihîştî – îlahî rûspiya – temamiya civatê wê ruhanîda pêşda here. Xûşkeke bi navê Mêlîssa, diya kîjanê lê rastiyêda mezin kir, usa dibêje: “Ez pir qîmet dikim birên ku gelek sala minra bûn bavên ruhanî. Gava ez dixwazim tevî kesekî ji wan xeber dim, ewana hazir in guh bidin min”. Birakî cahil yê bi navê Maûrîsîo xwe tenê texmîn dikir paşî ku dersdarê wî ji rastiyê derket. Maûrîsîo usa dibêje: “Rûspiyên civatê gelek alî min dikirin. Wana tevî min xeber dida, tevî min derdiketin xizmetê, hine fikrên ku wana lêkolîna şexsîda didîtin, minra gilî dikirin, û hela hê jî tevî min sportêva mijûl dibûn”. Wext şûnda, him Mêlîssa him jî Maûrîsîo xizmetiya hertim destpêkirin.

Civata teda, gelo kî îlahî hewcê dilovanî û hevaltiya te ye? (Abzasa 16 heta 19 binihêre) *

16-17. Em kîjan aliyava dikarin alîkariyê bidin xûşk û bira?

16 Xûşk û birara qenciyê bike (Galatî 6:10). Mizgînvanekî mîsyonêr yê bi navê Lêo li welatekî gelek dûrî malbeta xwe dijî. Ew dibêje: “Carina, qencîke biçûk dikare gelek hukum bike. Rojekê, ez bi ereba xwe ketime qeziyê. Gava ku ez gihîştim malê, ez gelek westiyayî bûm, lê xûşk û birakî ez teglîfî mala xwe kirim ser nanxwarinê. Rast e, nayê bîra min ku me çi xwar, lê rind tê bîra min ku wana çawa bi dilovanî guh dida min. Paşî xeberdanê, ez gelek dilrihet bûm!”

17 Em gişk ji bernamên ruhanî şabûnê distînin, mesele ji civatên mezin. Ser civînên usa, em dikarin tevî xûşk û bira wext derbaz kin û derheqa bernamê xeber din. Lê Karol usa dibêje: “Ser civatên mezin, ez xwe tenê texmîn dikim”. Gelo çima? “Her çiqas der-dora min bi seda yan bi hezara xûşk û bira hebin jî, ewana her tim tevî malbeta xwe ne. Gava ez wan dinihêrim, ez dilteng dibim”. Hinekara yên ku jin yan mêrê xwe unda kirine, gelek çetin e cara pêşin bêyî wan herin civateke mezin. Gelo tu kesekî ku rastî tengasiyên usa tên, nas dikî? Gelo tu dikarî careke din kesekî usa teglîf kî ku ew tevî te û malbeta te rûnê?

18. Gelo em çawa dikarin li gora 2 Korintî 6:11-13 mêvanhiziyê nîşan bikin?

18 Tevî kesên din wext derbaz bike. Wê baş be ku tu tevî cûre-cûre xûşk û bira wext derbaz bikî, îlahî tevî kesên ku xwe tenê texmîn dikin. Em hilbet dixwazin alî kesên usa bikin (2 Korintî 6:11-13 bixûne). Mêlîssa usa dibêje: “Gava xûşk û bira me teglîfî mala xwe dikin yan jî me tevî xwe dibin hêsabûnê, ev yek me gelek şa dike”. Ji civata xwe, gelo tu dikarî kê teglîfî mala xwe bikî?

19. Xûşk û bira îlahî kengê hewcê alîkariya me ne?

19 Carna dibeke xûşk û birên me hê zêde hewcê hevaltiya me ne. Mesele, wedê cejna, gava hemû merivên wan yên nebawermend tevayî kêf dikin, ewana xwe dibeke tenê texmîn dikin. Yan jî, ewana dibeke hine roja, mesele wedê eyda mirina merivekî xwe, gelek dilteng dibin. Gava em wedê usa gazî van kesa dikin ku tevayî wext derbaz bikin, em nîşan dikin wekî em bona wan xem dikin (Fîlîpî 2:20).

20. Gava em xwe tenê texmîn dikin, gotinên Îsa yên ji Metta 12:48-50 ça dikarin alî me bikin?

20 Gelek sebeb hene ku em xwe carna tenê texmîn bikin. Lê gerekê em bîr nekin ku Yehowa haş ji me û hestên me heye. Ew bona hewcên me xem dike, û ew vê yekê gelek cara bi saya xûşk û bira dike (Metta 12:48-50 bixûne). Wê baş be ku em bi dil û can piştgiriya malbeta xweye ruhanî bikin. Bi vê yekê, em dikarin nîşan bikin ku em ji Yehowa şikirdar in, çimkî ewî xûşk û birên ruhanî daye me. Halê me çi be jî, em tenê nînin, çimkî Yehowa me tu cara tenê nahêle!

KILAMA 46 Ji Te Razî ne Yehowa

^ abz. 5 Gelo tu xwe carna tenê texmîn dikî? Heger usa ye, bawer be ku Yehowa haş ji te heye û dixwaze alî te bike. Vê gotarêda, emê bivînin ku çi dikare alî me bike wekî em tenêbûnê texmîn nekin. Emê usa jî dîna xwe bidinê ku em çawa dikarin alîkariyê bidin xûşk-birên ku xwe tenê texmîn dikin.

^ abz. 5 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî me, yê ku jina wî miriye, ji aûdîo nivîsandinê yên Kitêba Pîroz û edebyetên din gelek karê distîne.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak û qîza wî teseliya birakî emirda mezin dikin.