GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26
Hizkirin Çawa Dikare Alî Me Bike ku Em Netirsin?
“Xudan tevî min e, ez natirsim” (ZEBÛR 118:6).
KILAMA 105 “Xwedê Hizkirin e”
VÊ GOTARÊDA *
1. Hine kes ji çi ditirsin?
SERHATIYÊN van xûşk-bira bîne ber çevê xwe: Birakî bi navê Nêstor û jina wî Marîa dixwestin derbazî cîkî din bin, wekî hê zêde xizmet kin. * Bona vê yekê, lazim bû ku wana hine tişt ji xwe kêm kira. Lê ewana ditirsiyan ku heger ewana usa bikin, jîyîna wan wê gelek çetin be. Welatekîda, kîderê ku meriv pey Şedên Yehowa dikevin, mêrekî bi navê Bînîam, bû Şedê Yehowa. Ewî zanibû ku ew dikare rastî zêrandinê bê, lema jî ew ditirsiya. Lê ew ji rêaksiya malbeta xwe diha zêde ditirsiya, ew difikirî ku çaxê ewana derheqa rêlîgiya wîye teze pêbihesin wê çi serê wî bikin. Xûşkeke bi navê Valêrya bi kanser giran nexweş ket. Lê jêra zor bû doxdirekî baş bivîne, yê ku wê hazir bûya wekî bê xûn lê opêrasî kira, lema jî ew ditirsiya ku wê bimire.
2. Çima ferz e ku em tirsên xwe kontrol kin?
2 Dibeke tu jî carna tiştên usa ditirsî, û ev yek normal e. Lê heger em tirsên xwe kontrol nekin, emê safîkirinên nerast bikin, yên ku dikarin dostiya me tevî Yehowa xirab kin. Mîrê-cina dixwaze ku em bikevin halekî usa. Ew her tiştî dike ku tirsên me miqabilî me bide xebatê, wekî em guh nedin temiyên Yehowa, mesele temiya ku gerekê em mizgîniyê bela kin (Eyantî 12:17). Mîrê-cina bi rastî jî yekî xirab, bêrem û qewat e. Lê dîsa jî em dikarin xwe ji wî biparêzin. Gelo çawa?
3. Çi dikare alî me bike ku em netirsin?
3 Heger em bawer bin ku Yehowa me hiz dike û tevî me ye, Mîrê-cina wê nikaribe me bitirsîne (Zebûr 118:6). Nivîskarê Zebûra 118 jî rastî tengasiyên giran dihat. Gelek dijminên wî hebûn, û hine ji van dijmina merivên nav-deng bûn (rêza 9, 10). Carna, ew dikete halekî gelek giran (13). Serda jî, ew ji aliyê Yehowada bi cûrekî sert hate cezakirinê (rêza 18). Dîsa jî, ew neditirsiya. Gelo çira? Çimkî ewî zanibû ku Yehowa wî gelek hiz dike. Zebûrbêj bawer bû ku çi jî bibe, Xwedê hertim hazir e alî wî bike (Zebûr 118:29).
4. Heger em bawer bin ku Xwedê me hiz dike, emê çi netirsin?
4 Gerekê em bawer bin ku Yehowa me hiz dike. Ev yek wê alî me bike wekî (1) netirsin ku emê nikaribin ebûra malbeta xwe bikin, (2) meriva netirsin û (3) mirinê netirsin. Kesên derheqa kîjana ku abzasa pêşinda hatibû gotinê, tirsên xwe alt kirin, çimkî bawer bûn wekî Xwedê wan hiz dike.
NETIRSE KU TUYÊ NIKARIBÎ EBÛRA MALBETA XWE BIKÎ
5. Serên malbetê dibeke seva çi xemgîn dibin? (Binihêre şikilê rûyê jûrnalê.)
5 Serên malbeta gelek xîret dikin ku ebûra malbeta xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8). Heger tu jî serê malbetê yî, tu diqewime wedê pandemiyayê ditirsiyayî wekî tuyê xebata xwe unda kî. Tu diqewime ber xwe diketî wekî tuyê zarên xwe çawa têr kî û perê kirê yan krêdîta malê çawa bidî. Tu diqewime ditirsiyayî ku heger tu xebata xwe unda kî, tuyê nikaribî xwera xebateke teze bivînî. Yan jî, mîna Nêstor û Marîayê, tu diqewime difikirî ku tu nikarî hine tişta ji xwe kêm kî û bi jîyîneke sade bijîyî. Pê tirsên vî cûreyî, Mîrê-cina gelek meriva ji Yehowa dûr xistiye.
6. Nêta Mîrê-cina çi ye?
6 Mîrê-cina dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa bona me xem nake û wê alî me neke wekî em ebûra malbeta xwe bikin. Lema jî dibeke em bifikirin ku gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî xebata xwe unda nekin. Serda jî, tirsên usa dikarin bibine sebeb ku em zirarê bidin dostiya xwe tevî Yehowa.
7. Îsa me çida daye bawerkirinê?
7 Îsa derheqa Bavê meyî ezmana usa gotibû: “Berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e” (Metta 6:8). Îsa Yehowa ji her kesî baştir nas dike, û zane ku ew hazir e bona hewcên me xem bike. Em Mesîhî, endemên malbeta Xwedê ne. Lema jî em dikarin bawer bin ku serê malbetê, dêmek Yehowa, wê li gora prînsîpa ku ewî 1 Tîmotêyo 5:8-da daye nivîsarê, bona me xem bike.
8. (a) Çi wê alî me bike ku em netirsin wekî emê nikaribin ebûra malbeta xwe bikin? (Metta 6:31-33) (b) Em çawa dikarin çev bidine jin-mêrê ser şikil, yên ku xûşkekêra xwarinê tînin?
8 Yehowa him me him jî malbeta me hiz dike, lema jî em dikarin bawer bin ku Ewê bona hewcên me xem bike (Metta 6:31-33 bixûne). Yehowa bi rastî jî yekî gelek destvekirî ye! Çaxê ewî erd çêdikir, ewî ne tenê tiştên usa çêkir, yên ku bona jîyînê lazim in, lê gelek tiştên din jî, ji kîjana em lezetê distînin (Destpêbûn 2:9). Heger tiştên ku destê meda hene carna kêm bin jî, wê baş be ku em dîna xwe bidinê, wekî Yehowa me dîsa jî birçî nahêle (Metta 6:11). Gerekê em bîr nekin wekî tiştên ku em îro qurban dikin, qe beramberî wan kerema nabin, yên ku Yehowa ça îro dide me usa jî axiriyêda wê bide. Serda jî, Ewê jîyîna heta-hetayê bide me. Nêstor û Marîayê ev yek rind fem kirin (Îşaya 65:21, 22).
9. Ji serhatiya Nêstor û Marîayê em çi hîn dibin?
9 Nêstor û Marîayê Kolombyayêda bi jîyîneke rihet dijîtin. Ewana dibêjin: “Me dixwest jîyîna xwe sivik kira û xizmetiya xwe zêde kira, lê em ditirsiyan ku heger perê me kêm be, jîyîna me wê zemet be”. Gelo çi alî wan kir ku vê yekê netirsin? Wana anî bîra xwe ku Yehowa hizkirina xwe wanra çawa eyan kiribû. Ewana bawer bûn ku Yehowa wê hertim wan xwey ke, lema wana safî kir wekî xebata xwe bihêlin, mala xwe bifiroşin û herin herêmeke din, kîderê ku hewcetiya mizgînvana heye. Gelo paşê çi qewimî? Nêstor dibêje: “Me ser xwe texmîn kiriye ku Metta 6:33 çawa tê sêrî. Bi rastî kêmasiya tu tiştî bal me tune bûye, û em diha bextewar bûne”.
MERIVA NETIRSE
10. Meriv çira hevdu ditirsin?
10 Yazix ku însan hertim xirabiyê hevdu dikin (Waîz 8:9). Mesele, gelek kes hukumê xwe bi cûrekî xirab didine xebatê, zulm û zordariyê dikin, mektebêda çêrî hevdu dikin û hevaldersxanên xwe ditirsînin. Hine malbetada, neferên malê hindava hevda bêrem in. Lema gelek meriv hevdu ditirsin. Gelo Mîrê-cina çi dike ku tirsa ber meriva miqabilî me bide xebatê?
11-12. Mîrê-cina tirsa ber meriva çawa miqabilî me dide xebatê?
11 Mîrê-cina dixwaze ku em meriva bitirsin, wekî mizgîniyê bela nekin yan guh nedine hine temiyên Yehowa. Bin hukumê Mîrê-cina, hine dewlet şixulê me qedexe dikin û pey me dikevin (Lûqa 21:12; Eyantî 2:10). Dinya Mîrê-cinada, gelek kes derheqa Şedên Yehowa derewa bela dikin, û dibeke kesên ku van derewa bawer dikin, qerfên xwe me bikin yan hicûmî ser me bikin (Metta 10:36). Gelo em seva van telikên Mîrê-cina ecêbmayî dimînin? Na! Em zanin ku qirna yekêda jî, Mîrê-cina wan telika dida xebatê (Karên Şandiya 5:27, 28, 40).
12 Xêncî tirsa ber peyketina ji aliyê serwêrên dewletê, Mîrê-cina tirsên din jî dide xebatê. Mesele, hine kes ditirsin ku heger ewana bibine Şedên Yehowa, malbeta wan wê ser wan hêrs keve. Ewana merivên xwe gelek hiz dikin û dixwazin wekî ewana jî Yehowa nas bikin û wî hiz bikin. Gava merivên wan Xwedayê rast û xizmetkarên wî nimiz dikin, dilê wan dêşe. Carna, merivên ku sêrîda miqabilî rastiyê bûn, paşê hatine ser riya rastiyê. Lê heger merivên me seva baweriya me heleqetiya xwe tevî me dibirin, emê çi bikin?
13. Heger em ji aliyê malbeta xweva bêne înkarkirinê jî, çira ne lazim e wekî em bitirsin? (Zebûr 27:10)
13 Em dikarin ji gotinên Zebûr 27:10 dilbîniyê bistînin (bixûne). Heger malbeta me jî me bihêle, em gerekê bîr nekin ku Yehowa gelek me hiz dike, lema jî ne lazim e ku em bitirsin. Em bawer in ku Yehowa wê aminiya me xelat bike. Ew ji her kesî baştir zane ku çawa bona hewcên meye fîzîkî, êmosiyalî û ruhanî xem bike. Birê me Bînîam, yê ku me jorê besa wî kiribû, dîtiye ku bi rastî jî usa ye.
14. Tu ji serhatiya Bînîam çi dersa hîn dibî?
14 Bînîam zanibû ku ew dikare rastî zêrandinê bê, lê ewî dîsa jî safî kir wekî bibe Şedê Yehowa. Ew bawer bû ku Yehowa wî hiz dike, û ev yek alî wî dikir wekî ew meriva netirse. Ew dibêje: “Tu nevê peyketin diha giran bû, ne ku ça min dida ber çevê xwe. Lê herî zêde ez ne ku peyketina ji aliyê dewletê, lê peyketina ji aliyê neferên xwe ditirsiyam. Ez ditirsiyam wekî bavê min, yê ku Şedê Yehowa nîne, wê seva safîkirina min xemgîn be û malbeta min wê bifikire ku ez yekî bêkêr im”. Dîsa jî, Bînîam bawer bû ku Yehowa hertim bona xizmetkarên xwe xem dike. Ew dibêje: “Min dianî bîra xwe ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe kiriye, wekî ewana nava çetinayên aliyê perada, neheqiyê û zêrandina, sebir kin. Min zanibû wekî heta ku ez Yehowara amin bimînim, ewê min kerem bike. Gava ez çend cara hatim girtinê û hela hê lêdanê jî, min bi çevê xwe dît ku heger em amin dimînin, Yehowa bi rastî jî alî me dike”. Belê, Yehowa Bînîamra bû Bav, û xizmetkarên Xwedê wîra bûne malbet.
MIRINÊ NETIRSE
15. Çira normal e ku em mirinê ditirsin?
15 Yehowa xwestina jîyîna her-heyî kiriye dilê me (Waîz 3:11). Lema jî gava em yan jî merivekî meyî hizkirî giran nexweş dikeve, em ditirsin, çimkî tu kes ji me naxwaze bimire. Lema Kitêba Pîroz mirinê ça “dijmin” nav dike (1 Korintî 15:25, 26). Tirsa mirinê dikare alî me bike ku em jîyîna xwe û jîyîna merivên xweyî delal biparêzin. Mesele, em naxwazin jîyîna xwe bikine bin xofê, lema em xwarinên kêrhatî dixwin û sportêva mijûl dibin, wekî sihet-qewata me baş be. Gava lazim e, em diçin bal doxdir, em dermana dixwin û em jîyîna xwe badîhewa nakine bin xofê.
16. Mîrê-cina çi dike wekî tirsa ber mirinê miqabilî me bide xebatê?
16 Mîrê-cina zane ku em jîyîna xwe qîmet dikin û naxwazin bimirin. Ew difikire wekî em hazir in her tiştî, hela hê dostiya xwe tevî Yehowa jî unda kin, tenê ku sax bimînin (Îbo 2:4, 5). Lê ev yek usa nîne! Yeke Mîrê-cina, “yê ku hukumê wî ser mirinê heye”, her tiştî dike wekî me bitirsîne, seva ku em pişta xwe bidine Yehowa (Îbranî 2:14, 15). Carna, piştgirên Mîrê-cina xizmetkarên Yehowara dibêjin, ku heger ewana terka baweriya xwe nedin, wê wana bikujin. Carna jî, gava em ji bo qeziyê yan nexweşîke giran ber mirinê ne, Mîrê-cina dikare vê mecalê bide xebatê wekî em qanûnên Yehowa biteribînin. Mesele, dibeke doxdir yan merivên me, yên ku Şedên Yehowa nînin, zorê me bikin wekî em xûnê berî xwe din yan jî cûrê qenckirineke usa bijbêrin, kîjan ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e.
17. Li gora Romayî 8:37-39, çima ne lazim e ku em mirinê bitirsin?
17 Em hilbet naxwazin bimirin, lê em zanin ku heger em jîyîna xwe unda kin jî, hizkirina Yehowa hindava me tu car xilaz nabe (Romayî 8:37-39 bixûne). Gava dostên Yehowa dimirin, ew wana bîra xweda xwey dike, ça bêjî ewana sax in (Lûqa 20:37, 38). Ew ji dil dixwaze wana ji mirinê rake (Îbo 14:15). Yehowa bona me qurbaneke mezin daye, wekî em jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16). Em zanin ku Yehowa çiqas me hiz dike û bona me xem dike. Lema gava em nexweş dikevin yan ber mirinê ne, em pişta xwe nadine Yehowa, lê em xwe dikine bin perê wî, wekî ew dilbînî, bîlanî û qewatê bide me. Valêrya û mêrê wê hema usa jî kirin (Zebûr 41:3).
18. Tu ji serhatiya Valêryayê çi dersa hîn dibî?
18 Çaxê Valêrya 35 salî bû, ew bi kanserê giran nexweş ket. Gelo hizkirina Yehowa çawa alî wê dikir ku ew tirsa ber mirinê ji dilê xwe derxe? Ew dibêje: “Dîagnoza kanserê jîyîna me nişkêva guhast. Seva ku ez sax bimînim, minra opêrasiyeke çetin lazim bû. Ez çûme bal gelek doxdira, lê wana nedixwest opêrasiyê bê xûn bikirana. Rast e ez ditirsiyam, lê dîsa jî min xwera safî kir wekî guh bidim qanûna Xwedê û xûnê berî xwe nedim. Jîyîna minda, Yehowa hertim nîşanî min dikir, ku ew çiqas min hiz dike. Niha mecal kete destê min ku ez nîşan kim, wekî ez wî çiqas hiz dikim. Her car gava min elametiyên xirab distand, min diha zêde dixwest dilê Yehowa şa kim û îzinê nedim wekî Mîrê-cina serkeve. Axiriya-axiriyê, min bê xûn opêrasî kirin û her tişt baş derbaz bû. Rast e sihet-qewata min hê ne baş e, lê Yehowa hertim bona hewcên me xem dike. Mesele, heftêkî pêşiya ku ez derheqa dîagnoza xwe pêhesiyam, em ser civatê derbaz bûn gotara bi navê “Bi Mêrxasî Rastî Tengasiya Werin” *. Ev gotar hema bona me bû. Me ew dîsa û dîsa dixwend. Bi saya gotarên usa û şixulên ruhanî, edilayî kete dilê min û malxê min, û bi saya vê yekê em tevlihev nedibûn û me safîkirinên baş dikir”.
TIRSÊN XWE ALT KE
19. Zûtirekê çi wê biqewime?
19 Bi saya alîkariya Yehowa, xûşk-birên me ser temamiya dinyayê bi aminî miqabilî Mîrê-cina dertên (1 Petrûs 5:8, 9). Tu jî dikarî vê yekê bikî! Zûtirekê, Yehowa wê Îsa Mesîh û hempadşên wîra bêje, wekî ewana “kirên Mîrêcin” xirab kin (1 Yûhenna 3:8). Paşî vê yekê, xizmetkarên Xwedê wê îda tu tiştî netirsin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tê qe netirsî. Wê helakbûn [saw] ji te dûr be, wê qet nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:14, ÎM; Mîxa 4:4). Lê heta wê rojê, lazim e ku em gelek xîret bikin wekî tirs ji dilê xwe derxin.
20. Çi wê alî me bike ku em netirsin?
20 Yehowa xizmetkarên xwe hiz dike û wana diparêze. Seva ku baweriya me diha qewî be, wê baş be ku em dîna xwe bidinê hela wedê berê Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparastin. Em gerekê derheqa van serhatiya kûr bifikirin û merivên dinra jî gilî kin. Usa jî, wê baş be ku em bînin bîra xwe wekî heta niha, ewî çawa alî me kiriye ku em nava tengasiyada sebir kin. Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin tirsên xwe alt kin! (Zebûr 34:4).
KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin
^ Tirs tiştekî normal e û dikare me biparêze. Ji aliyê dinva jî, tirs dikare zirarê bide me. Mîrê-cina dikare hine tirsên me miqabilî me bide xebatê, wekî em safîkirinên nerast bikin. Lema jî, gelek ferz e wekî em tirsên xwe kontrol kin. Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin? Vê gotarêda, emê bivînin ku heger em bawer bin wekî Yehowa tevî me ye û me hiz dike, ne lazim e ku em bitirsin.
^ Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.
^ Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, sala 2012, rûp. 7-11 binihêre.