Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

Çima Gerekê Tirsa Xwedê Dilê Meda Hebe?

Çima Gerekê Tirsa Xwedê Dilê Meda Hebe?

“Sira Xudan bona xofkêşên Wî ye” (ZEBÛR 25:14).

KILAMA 8 Yehowa Sitara Me ye

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Li gora Zebûr 25:14, em çawa dikarin bibin dostên Yehowa?

 BI NIHÊRANDINA we, bona hevaltiyê kîjan hunur ferz in? Dibeke teyê bigota ku hevalên baş gerekê hevdu hiz bikin û piştgiriya hev bikin. Bi rastî, heval gerekê hevdu netirsin. Lê rêza serekeda tê gotinê, wekî kê ku dixwaze bibe dostê Yehowaye nêzîk, gerekê xofa Xwedê dilê wanda hebe (Bixûne Zebûr 25:14).

2 Lazim e ku tirsa Xwedê dilê hemû xizmetkarên Yehowada hebe. Lê çi tê hesabê Xwedê bitirsin? Em çawa dikarin hîn bin, ku Yehowa bitirsin? Vê yekê em dikarin hîn bin ji Obadya nobedarê qesirê, ji Serekkahîn Yehoyada û ji Yoaş Padşa?

ÇI TÊ HESABÊ XWEDÊ BITIRSIN?

3. Çi dikare bibe menî ku em bitirsin, û ev tirs ça dikare ser me hukum ke?

3 Gava em rastî dereceke xof tên, tirs dikare bikeve dilê me, lê ew tirs dikare alî me bike safîkirina rast bikin û bêne xweykirinê. Mesele, gava em ser zinarekîra derbaz dibin, tirs alî me dike nêzîkî qeraxê wî nebin, wekî nekevin. Ji tirsa birîndarbûnê, em xwe dûrî derecên xof digirin. Usa jî tirs alî me dike, wekî em bi gilî û kirên xirab, dostiya xwe tevî hevalê xweyî nêzîk unda nekin.

4. Mîrê-cina dixwaze ku em çi cûreyî Yehowa bitirsin?

4 Mîrê-cina dixwaze ku ziravê meriva ji Yehowa biqete. Mîrê-cina dixwaze ku meriv wan tişta bawer kin, çi ku Elîfaz derheqa Yehowa got, ku Ew yekî bêrem e, dixwaze me ceza bike, û tu kes nikare dilê wî xweş bê (Îbo 4:18, 19). Mîrê-cina dixwaze ku tirseke usa hindava Yehowa dilê meda pêşda bê, ji bo çi jî emê nexwazin Wîra xizmet kin. Bi rastî tirsa ber Xwedê gerekê me hêlan ke qedirê wî bigirin û tiştên usa nekin, çi ku wê dilê wî bêşîne.

5. Çi tê hesabê Xwedê bitirsin?

5 Kesê ku bi cûrê rast ji Xwedê ditirse, bi rastî wî hiz dike. Ew naxwaze tiştekî xirab bike, çi ku dikare zirarê bide dostiya wî tevî Xwedê. Tirsa Xwedê dilê Îsa Mesîhda jî hebû (Îbranî 5:7). Ziravê wî ji Yehowa nediqetiya, lê ewî Xwedê hiz dikir û bi dil qirara wî dianî sêrî (Îşaya 11:2, 3; Yûhenna 14:21, 31). Hunurên Yehowaye sereke hizkirin, bîlanî, heqî û qewat e. Lema em jî mîna Îsa qedirê wî digirin û hurmetê didine wî. Usa jî em zanin, ku Yehowa gelekî me hiz dike û rêberiya me dike. Bi gotin û kirên xwe, em dikarin dilê wî yan bêşînin yan jî şa bikin (Zebûr 78:41; Metelok 27:11).

TIRSA XWEDÊ DILÊ XWEDA PÊŞDA BÎNIN

6. Em çawa dikarin hîn bin ku ji Xwedê bitirsin? (Zebûr 34:11)

6 Tirsa ber Xwedê ji bûyînê mera nehatiye dayînê. Lema jî lazim e ku em tirsa Xwedê dilê xweda pêşda bînin (Bixûne Zebûr 34:11). Mecalek ku ça em dikarin tirsa ber Xwedê pêşda bînin ev e, ku dîna xwe bidine tebiyetê û ser wê kûr bifikirin. Çiqas em bîlanî, qewat û hizkirina Xwedê efrînada bivînin, haqas hê zêde emê qedirê wî bigirin û wî hiz bikin (Romayî 1:20). Xûşkeke me usa got: “Efrînada bîlaniya Yehowa tê kifşê. Gava ez dîna xwe didime efrîna, ez hujmekar dimînim. Ew tînin bîra min, ku Xwedê kara min dixwaze”. Fikirandina kûr alî wê kir, wan giliya bêje: “Ji ber ku Yehowa emir daye min, ez qe naxwazim şaşiya bikim, kîjan ku dikarin zirarê bidine dostiya min tevî wî”. Lê tu dikarî vê heftiyê wede bivînî, wekî dîna xwe bidî efrînekî û kûr ser bifikirî? Bi vî cûreyî tuyê diha zêde Yehowa hiz bikî û qedirê wî bigirî (Zebûr 111:2, 3).

7. Duakirin ça alî me dike, ku em tirsa ber Yehowa pêşda bînin?

7 Mecaleke din ku ça tirsa ber Xwedê pêşda bînin ev e, ku her roj dua bikin. Em çiqas zêde dua bikin, haqas emê diha baş Yehowa nas bikin. Her car gava em rastî çetinaya tên û ji Wî reca dikin wekî sebir û qewatê bide me, ev yek tîne bîra me ku Ew çiqas qewat e. Gava em bona qurbana Îsa Yehowara razîbûna xwe didine kifşê û çaxê em lavaya wî dikin, ku ew çetinayên meda alî me bike, em hizkirin û bîlaniya wî divînin. Duayên usa alî me dikin, ku em diha zêde qedirê Yehowa bigirin û ji her tiştê ku dikare dostiya me tevî wî xirab ke, xwe dûr bigirin.

8. Em ça dikarin tirsa ber Xwedê dilê xweda xwey kin?

8 Seva ku tirsa ber Xwedê dilê meda bimîne, em gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn kin wekî ji meselên baş û yên xirab dersa hîn bin. Were em dîna xwe bidine du xizmetkarên Yehowaye amin. Yek ji wan Obadya bû, nobedarê qesira Ahab Padşa, û yê din jî Serekkahîn Yehoyada bû. Paşê emê bivînin, ku em ji Yoaş Padşa çi dikarin hîn bin, yê ku sêrîda amin bû, lê paşê pişta xwe da Yehowa.

MÎNA OBADYAYÊ XWEDÊXOF MÊRXAS BIN

9. Tirsa ber Xwedê çawa alî Obadya kir? (1 Padşatî 18:3, 12)

9 Kitêba Pîroz derheqa Obadya b usa dibêje: “Obadya ji Xudan gelekî ditirsiya, ÎM(Bixûne 1 Padşatî 18:3, 12). Bi saya tirsa ber Xwedê, Obadya yekî rast, heq û bi îtbar bû. Lema jî padşa ew kire nobedarê qesirê (Beramber ke Nehemiya 7:2). Usa jî tirsa ber Xwedê alî wî dikir, ku ew yekî gelek mêrxas be. Ew hêna serwêrtiya Ahab Padşada dijît, yê ku “ji hemû kesên beriya [pêşiya] xwe zêdetir tiştên di çevê Xudanda xirab in, kirin” (1 Padşatî 16:30). Jina Ahab Îzabêl, Baelra xizmet dikir. Ewê Yehowa nefret dikir, lema jî her tişt dikir, wekî hebandina Yehowa kuta ke. Ewê hela hê gelek pêxemberên Xwedê jî da kuştinê (1 Padşatî 18:4). Bêşik, Obadya rojên çetinda dijît.

10. Obadya çawa îzbat kir, ku ew yekî gelek mêrxas e?

10 Obadya ça îzbat kir, ku ew yekî gelek mêrxas bû? Gava Îzabêl pêxemberên Xwedê digeriya wekî wana bikuje, Obadya “sed pêxemberên Xudan pêncî pêncî di şikeftada veşartin û ew bi nan û av kirin” (1 Padşatî 18:13, 14, ÎM). Hergê Îzabêl derheqa vê yekê pêbihesiya, bêşik Obadya wê bihata kuştinê. Hemikî, Obadya dibeke ditirsiya û nedixwest bimire, lê ewî ji emirê xwe zêdetir Yehowa û xizmetkarên wî hiz dikir.

Wedê qedexekirinê, birak bi mêrxasî xwarina ruhanî xûşk-birara dibe (Binihêre abzasa 11) c

11. Xizmetkarên Yehowa çida çev didine Obadya? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Îro gelek xizmetkarên Yehowa wan welatada dijîn, kîderê ku şixulê me qedexekirî ye. Rast e ewana qedirê dewletê digirin, lê mîna Obadya, ew xûşk-birên qîmet dîsa jî berdewam dikin Yehowara xizmet kin û wîra amin bimînin (Metta 22:21). Ewana tirsa ber Xwedê bi vê yekê didine kifşê, ku gura Xwedê dikin, ne ku gura meriva (Karên Şandiya 5:29). Lema jî ewana berdewam dikin mizgîniyê bela kin û dizîkava civînên xwe tevayî derbaz dikin (Metta 10:16, 28). Ewana xem dikin, ku hemû xûşk-bira xwarina ruhanî bistînin. Were em dîna xwe bidine mesela birê me Hênrî, yê ku welatekî Afrîkayêda dijî. Wêderê şixulê me wedekî hatibû qedexekirinê. Wî çaxî Hênrî dixwest edebyetên me xûşk-birara bive. Ewî nivîsî: “Bi esilê xwe, ez yekî şermoke me. Lê ji bo vê yekê ku ez gelek Yehowa hurmet dikim, min bi mêrxasî ew cabdariya xwe anî sêrî”. Hergê tirsa ber Xwedê dilê teda hebe, tu jî dikarî mîna Hênrî mêrxas bî!

MÎNA SEREKKAHÎNÊ XWEDÊXOF YEHOYADA, AMIN BE

12. Serekkahîn Yehoyada û jina wî, ça aminiya xwe Yehowara nîşan kirin?

12 Tirsa ber Xwedê alî Serekkahîn Yehoyada dikir, wekî ew amin bimîne û piştgiriya hebandina rast bike. Rojekê, qîza Îzabêlê, Atalya, textê padşatiya Cihûdayê bi destê zorê zeftî xwe kir. Cimet gelek ji Atalyayê ditirsiya, çimkî ew yeke zulm bû. Seva ku bibe jin-padşa, Atalya hazir bû temamiya xeza padşê kuta ke, hela hê nebiyên xwe jî! (2 Dîrok 22:10, 11) Lê Yoaş, nebîkî wê, hate xilazkirinê. Yehoyada û jina wî Yehoşabeata, ew veşartin û xwey kirin. Bi vî cûreyî wana xeza padşatiya Dawid xwey kir. Yehoyada Yehowara amin ma û ji Atalyayê neditirsiya (Metelok 29:25).

13. Gava Yoaş heft salî bû, Yehoyada ça îzbat kir, ku ew yekî amin e?

13 Gava Yoaş heft salî bû, Yehoyada dîsa îzbat kir, ku ew Yehowara amin e. Ewî nêtek danî pêşiya xwe û hergê ev nêta wî bihata sêrî, Yoaş wê bibûya padşê qanûnî. Lê hergê nêta wî nehata sêrî, ewî dikaribû emirê xwe unda kira. Bi alîkariya Yehowa, ew gihîşte nêta xwe. Seroka û Lêwiya piştgiriya wî kirin û ewî Yoaş kire padşa û Atalya da kuştinê (2 Dîrok 23:1-5, 11, 12, 15; 24:1). Paşê Yehoyada orta Yehowa, padşêda û cimetêda, peymanek girêda ku ewana berdewam kin ça cimeta Yehowa bêne hesabê (2 Padşatî 11:17). Usa jî, Yehoyada nobedar danîn ber dergehên mala Yehowa, wekî kesên nepaqij nekevin wêderê (2 Dîrok 23:19).

14. Yehowa ça Yehoyada rûmet kir?

14 Yehowa gotibû: “Kesê ku min rûmet bike, ezê jî rûmet bikim” (1 Samûyêl 2:30, ÎM). Mesele, Ewî serhatiya Yehoyada Kitêba Pîrozda da nivîsandinê, wekî em ji wî hîn bin (Romayî 15:4). Yehoyada bona mala Xwedê qencî kiribû, lema jî Yehowa îzin da, wekî ew wêderê bê definkirinê, kîderê ku padşa dihatine definkirinê. Ev yek qedirekî gelek mezin bû (2 Dîrok 24:15, 16).

Mîna Serekkahîn Yehoyada, tirsa ber Xwedê dikare alî me bike, ku em alî xûşk-bira bikin (Binihêre abzasa 15) d

15. Em ji serhatiya Yehoyada çi dikarin hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Serhatiya Yehoyada dikare alî me hemûya bike, ku em tirsa ber Xwedê dilê xweda pêşda bînin. Rûspî dikarin mîna Yehoyada hişyar û amin bimînin û cimeta Xwedê biparêzin (Karên Şandiya 20:28). Yên ku emirda mezin in, dikarin ji Yehoyada hîn bin, ku hergê ew hurmetê bidin Yehowa û wîra amin bimînin, Yehowa wê wana bide xebatê, seva ku nêta xwe bîne sêrî. Yehowa hindava Yehoyada qenc bû. Kesên cahil dikarin çev bidine Yehowa û hindava yên emirda mezin qenc bin, qedirê wan bigirin û payê wan bidin, îlahî yên ku gelek sal bi aminî Yehowara xizmet dikin (Metelok 16:31). Em gişk dikarin çev bidine serok û Lêwiya, yên ku piştgiriya Yehoyada dikirin. Were em bi aminî piştgiriya “rêberên xwe bikin û gura wanda bin” (Îbranî 13:17).

NEBE MÎNA YOAŞ PADŞA

16. Yoaş Padşa yekî çawa bû?

16 Yehoyada alî Yoaş padşa kir, wekî ew bibe merivekî baş (2 Padşatî 12:2). Lema jî cahiltiya xweda, Yoaş dixwest dilê Yehowa şa kira. Lê paşî mirina Yehoyada, Yoaş destpêkir gura serokên raber bike. Axiriyêda, Yoaş û bineliyên wî destpêkirin serê xwe ber pûta daynin (2 Dîrok 24:4, 17, 18). Wana guh nedida pêxemberên Yehowa. Bi vê yekê, wana dilê Yehowa dêşand. Yoaş hela hê guh nedida Zekerya jî, kurê Yehoyada, yê ku him pêxemberê Yehowa bû him jî merivê Yoaş bû. Yoaş Padşa dewsa ku ji malbeta Yehoyada razî bûya, ewî Zekerya da kuştinê (2 Dîrok 22:11; 24:19-22).

17. Çi hate serê Yoaş?

17 Ji ber ku tirsa ber Xwedê dilê Yoaşda nemabû, halê wî xirab bû. Yehowa gotibû, ku kê Wî nefret dike, wê bê nefretkirinê (1 Samûyêl 2:30). Paşê, ordiya biçûk ya Sûryayê ordiya mezin ya Yoaş alt kir û wî birîndar kirin. Çaxê ordiya Sûryayê vekişiya, xulamên Yoaş heyfa Zekerya hildan û wî kuştin. Lema jî ew padşê xirab hêja nîbû, ku wî ciyî bê definkirinê, kîderê ku padşa dihatine definkirinê (2 Dîrok 24:23-25; Metta 23:35).

18. Li gora Yêremya 17:7, 8, çi dikare alî me bike ku em nebin mîna Yoaş?

18 Em ji mesela Yoaş çi dikarin hîn bin? Çawa ku dareke bê koka qewî, hewce şidandinê ye, Yoaş jî hewcê alîkariyê bû. Gava Yehoyada, yê ku alîkarî dida wî, mir, Yoaş kete ber bayê kesên ku ji riya Xwedê derketibûn. Mesela wî nîşan dike, ku em gerekê ne ku bona xatirê malbeta xwe, ne jî bona xatirê xûşk û bira Yehowa bitirsin, lê çimkî em wî hiz dikin. Seva ku em ruhanîda qewî bimînin, em gerekê her tiştî bikin, wekî aminiya xwe xwey kin. Bona vê yekê, lazim e ku em hertim lêkolîna şexsî bikin, ser tiştên ku dixûnin kûr bifikirin û dua bikin (Bixûne Yêremya 17:7, 8; Kolosî 2:6, 7).

19. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?

19 Bi rastî, Yehowa tiştên ji qewata me der ji me dewa nake. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, wezîfeya hemû meriva ev e” (Waîz 12:13, ÎM). Bi saya tirsa ber Xwedê, emê bikaribin ber tengasiyên axiriyê sebir kin û mîna Obadya û Yehoyada amin bimînin. Bi vî cûreyî tu tişt wê nikaribe dostiya me tevî Yehowa xirab ke.

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

a Kitêba Pîroz dibêje, ku gerekê tirsa Xwedê dilê meda hebe. Ev gotar wê alî me bike, wekî em fem bikin ku çi tê hesabê tirsa Xwedê û ça vê tirsê dilê xweda pêşda bînin. Usa jî emê bivînin ku em ça dikarin bi mêrxasî û bi aminî Bavê xweyî ezmanara xizmet kin.

b Ev Obadya, ne Obadya pêxember bû, yê ku bi qirna şûnda hate bûyînê û bû nivîskarê kitêba Obadya.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak wedê qedexekirina, xwarina ruhanî xûşk-birara dibe.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke cahil ji xûşkeke emirda mezin hîn dibe, ku ça pê têlê xizmet ke; birakî emirda mezin bi mêrxasî ber stêndê xizmet dike; birakî cêribandî kesên din hîn dike, ku ça Oda civatê bibine xweyî.