SERHATÎ
Keremên Mezin û Dersên ji Xizmetiya Yehowa
ZAROTIYA xweda, gava min ser ezmana teyare didîtin, min gelek dixwest biçûma welatekî dûr. Bona min ev yek mîna xeyalê bû.
Dê-bavê min wedê Şerê Hemdinyayê ya II, ji Êstonyayê derbazî Almanyayê bûn, û ez wêderê hatime bûyînê. Paşê wana safî kir derbazî Kanadayê bin. Pêşiyê em koxê mirîşkada diman. Em gelek kesîb bûn, lê bona teştê bal me timê hêkên teze hebûn.
Rojekê, Şedên Yehowa giliyên ji Eyantî 21:3, 4 diya minra xwendin. Tiştên ku ewê bihîst usa dilê wê girt, ku hêsir ji çevên wê hatin. Toximê rastiyê dilê dê-bavê minda şîn bû û ewana hatine nixumandinê.
Dê-bavê min zimanê Înglîzî rind nizanibûn, lê dîsa jî wana bi xîret Yehowara xizmet dikir. Şev bavê min karxana helandina nîkelêda dixebitî. Ew çiqas westiyayî bû jî, yeke roja Şemiyê ewî ez û xûşka min Sîlvîa, dibire xizmetiyê. Usa jî me her heftê Birca Qerewiliyê tevî malbetê lêkolîn dikir. Dê-bavê min alî min dikirin, wekî ez Xwedê hiz bikim. Bi alîkariya wan, sala 1956-da, gava ez 10 salî bûm, ez hatime nixumandinê. Ev yek ku dê-bavê min Yehowa gelek hiz dikirin, heta niha alî min dike, wekî ez bi aminî Yehowara xizmet kim.
Çaxê min mekteb xilaz kir, min îda haqas dîna xwe nedida xizmetiyê. Ez difikirîm ku hergê ez bibim pêşeng, perê ku ezê qazanc kim, wê tu car têra vê yekê neke, ku ez pê teyarê dinyayê bivînim. Min radîo stansyekîda xwera xebat dît. Min ev şixul gelek hiz dikir. Ez êvara dixebitîm, lema jî cara nediçûme civata û min tevî kesên ku Xwedê hiz nedikirin, wede derbaz dikir. Lê paşê, îsafa min ez diçerçirandim û min fem kir, ku gerekê ez emirê xwe biguhêzim.
Min mala xwe bar kir û ez çûme şeherê Oşawayê (Ontaryo, Kanada). Wêderê min Rêy Norman, xûşka wî Lêslî û pêşengên din nas kirin. Wana bi dil ez qebûl kirim. Gava min şabûna wan dît, ez dîsa derheqa nêtên xweye berê fikirîm. Wana ez hêlan dikirim ku ez bibime pêşeng û meha Îlonê, sala 1966-da, ez bûme pêşeng. Emirê min gelek xweş bû, û min nizanibû ku hine guhastinên mezin pêşiya min in.
GAVA YEHOWA CABDARÎKÎ DIDE TE, XÎRET BIKE KU BÎNÎ SÊRÎ
Gava ez hê diçûme mektebê, min bona xizmetiya Beytela Torontoyê (Kanada), blank tije kiribû. Paşê, gava min ça pêşeng xizmet
dikir, ez hatime teglîfkirinê, wekî çar sala Beytelêda xizmet kim. Lê dilê min ketibû Lêslî, û ez ditirsiyam ku hergê ez vê teglîfê qebûl kim, ezê wê unda kim. Lê paşî duakirina dirêj, ez qayîl bûm Beytelêda xizmet kim, û min bi dilekî teng xatirê xwe ji Lêslîyê xwest.Beytelêda, sêrîda min ciyê kincşûştinêda kar dikir, lê paşê ez bûme sêkrêtar. Wî wedeyî, Lêslî bajarê Gatînoyêda (Kwêbêk, Kanada), ça pêşengê mexsûs hate kifşkirinê. Ez gelek car difikirîm, hela ew niha çi dike û min safîkirineke baş kiriye, yan na. Paşê tiştekî gelek baş qewimî. Birê Lêslîyê, Rêy, hate teglîfkirinê ku Beytelêda xizmet ke û em tevayî diman! Bi vî cûreyî, hevaltiya min tevî Lêslîyê tezeda destpêbû, û çaxê çar salên xizmetiya mine Beytelêda temam bû, em zewicîn, dêmek 27 Sibatê, sala 1971-da.
Ez û Lêslî Kwêbêkêda hatine kifşkirinê, civateke ser zimanê Fransî. Çend sal şûnda, gava ez 28 salî bûm, ez hatime teglîfkirinê ku ça berpirsiyarê mihalê xizmetê kim. Ez difikirîm ku ez gelek cahil im û nikarim evî şixulî bikim, lê giliyên ji Yêremya 1:7, 8 dilê min qewî kirin. Lêslî çend cara ketibû qeziyê û jêra zor bû şev razê. Lema jî em difikirîn ku wê çetin be xizmetiya berpirsiyartiyêda kar bikin. Lê yeke ewê got: “Hergê Yehowa cabdarîkê bide me, em gerekê bi dil û can evê cabdariyê qebûl kin”. Me ev cabdarî qebûl kir û me 17 sala vê yekêda kar kir.
Gava ez berpirsiyarê mihalê bûm, ez qe vala nedimam, û carna min wede bona Lêslî jî nedidît. Lazim bû ku ez tiştekî ferz hîn bim. Carekê, Duşemê sibê zû, kesek zengilê xist. Gava min derî vekir, ber derî kesek tune bû, tenê selek hebû. Têda perçê sifirê, êmîş, nan, penîr, şerav, kas û nemek hebû, kîjanêda nivîsî bû “Kulfeta xwe bive pîknîkê”! Wê rojê hewa gelek xweş bû. Min Lêslîyêra got, ku ez gerekê çend gotara hazir kim, lema jî nikarim herime pîknîkê. Ew hinekî xemgîn bû, lê ewê min fem kir. Çaxê ez ber sifirê rûniştî bûm, îsafa min nerihet bû. Giliyên ji Efesî 5:25, 28 ketin bîra min. Bi wan rêza, Yehowa ça bêjî minra got, ku ez gerekê dîna xwe bidime hestên jina xwe û bona wê xem bikim. Min dua kir û paşê Lêslîyêra got, were, em herin! Lêslî gelek şa bû! Em bi erebê çûne cîkî xweş, ber çemekî. Me perçê sifirê ser erdê raxist û me tevayî wedekî gelek xweş derbaz kir, û wede jî ma ku ez gotarên xwe hazir bikim.
Gava min ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikir, em diçûne civatên Kolûmbya Brîtanî heta Nyûfaûndlêndê. Bi vî cûreyî, xwestina dilê min ku ez rêwîtiyê bikim, hate sêrî. Ez bona Mekteba Gîledê difikirîm, lê min nedixwest ça
mîsyonêr welatê xerîbda xizmet kira. Bona min mîsyonêr merivên mexsûs bûn, û ez difikirîm ku ez hêja nînim ku bibime mîsyonêr. Xêncî vê yekê, ez ditirsiyam ku teşkîlet wê me bişîne welatekî Afrîkayê, kîderê ku nexweşî û şer hene. Lema jî ez dereca xwe razî bûm.KIFŞKIRINEKE TEZE ESTONYAÛ WELATÊN BALTÎKÊDA
Sala 1992-da, Şedên Yehowa dîsa dikaribûn hine ji wan welatada xizmet kin, kîjan ku para Yektiya Sovyetê bûn. Lema bira ji me pirsîn, hela em dixwazin ça mizgînvanên mîsyonêr derbazî Êstonyayê bin. Em ecêbmayî man, lê me derheqa vê yekê dua kir. Em dîsa fikirîn: “Hergê Yehowa cabdarîkê bide me, em gerekê bi dil û can evê cabdariyê qebûl kin”. Lema jî me cabdariya teze qebûl kir û min xwera got, “ça baş e ku em naçin Afrîkayê”.
Me pêra-pêra destpêkir zimanê Êstonî hîn bin. Paşî çend meha, ez ça berpirsiyarê mihalê hatime kifşkirinê. Teşkîletê xwest, wekî em sê welatên Baltîkê û Kalînîngradêda (Rûsya), teseliya 46 civata û koma bikin. Bona vê yekê lazim bû em hinekî zimanê Latvyayî, Lîtvanî û Ûrisî hîn bin. Mera gelek çetin bû. Lê xûşk-birên me xîreta me qîmet dikirin û alî me dikirin. Sala 1999-da, Êstonyayêda fîlîalek hate vekirinê, û ez, Tomas Edûr, Lêmbît Rêîlê û Tomî Kaûko, ça endemên komîtêya fîlîalê hatine kifşkirinê.
Me nasiya xwe da gelek xûşk-bira, kîjana ku berê şandibûne Sîbîryayê. Rast e girtîgehêda gelek çetin bû û ewana ji malbeta xwe hatibûne qetandinê, yeke wana şabûna xwe unda nedikir û bi xîret xizmet dikir. Mesela wan nîşan dike, wekî meriv dikare himberî tengasiya jî sebir ke û dilşa bimîne.
Me gelek sal bê hêsabûn xizmet dikir, lema jî wede şûnda Lêslî gelek westiya û taqet ket. Me derbêra fem nekir, wekî ew ji nexweşiya fîbromîaljîyayê diwestiya. Em difikirîn ku vegerin Kanadayê. Gava me teglîfî mekteba bona endemên komîtêya fîlîalê kirin, kîjan ku Patêrsonêda (Niyû York) gerekê bihata derbazkirinê, em fikirîn ku dibeke emê nikaribin herin. Lê çaxê me ji dil dua kir, me ev teglîfkirin qebûl kir. Yehowa safîkirina me kerem kir. Bi saya qenckirina ku Lêslî wedê hînbûnê distand, em dîsa dikaribûn bi emirekî normal bijîn.
DÎSA KIFŞKIRINEKE TEZE
Sala 2008-da, gava em dîsa Êstonyayêda bûn, ji ofîsa sereke minra têlêxistin û pirsîn, hela em hazir in herine Kongoyê, yan na. Ez ecêbmayî mam, îlahî lazim bû wekî ez rojek şûnda cab bidim. Pêşiyê min Lêslîyêra tiştek negot, çimkî min zanibû ku hergê ez besa vê yekê bikim, xew wê nekeve çevê wê. Lê wê şevê xew nekete çevê min û min derheqa tirs û xemên xwe dua kir.
Roja din, çaxê min Lêslîyêra besa vê yekê kir, me xwera got: “Yehowa dixwaze ku em
herine Afrîkayê. Heta ku em necêribînin, emê ji ku bizanibin hela xizmetiya wêderê wê me xweş bê yan na”. Lema jî paşî ku me 16 sal Êstonyayêda xizmet kiribû, em derbazî Kongo, bajarê Kînşasayê bûn. Fîlîala Kongoyê nava tebiyetêda, cîkî gelek xweş û bedew bû. Çaxê em ji Kanadayê derketin, me timê kartek tevî xwe dibir, kîderê ku nivîsî bû, “Tu kîderê têyî çandinê, wêderê jî şîn be û geş be”! Gava em gihîştine Kongoyê, Lêslî ev kart otaxa meda dîwêrva kir. Çaxê me tevî xûşk-bira wede derbaz dikir, hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikir û keremên ji xizmetiya mîsyonêrtî distand, em gelek şa dibûn. Wext şûnda me serlêdana 13 fîlîalên welatên Afrîkaye din kir, û me dît ku wan welatada meriv çiqas ji hev cude dibin û xweşik in. Tirsên meyê berê unda bûn, û em ji Yehowa razî bûn, ku ewî em şandine Afrîkayê.Kongoyêda lazim bû ku em hînî xwarinên teze bin. Mesele, wêderê kêzika dixwarin. Sêrîda em difikirîn, wekî emê nikaribin tiştên usa bixwin, lê gava me dît ku xûşk-bira vê yekê çiqas hiz dikin, me jî tem kir. Bi rastî jî xweş bû!
Usa jî me alîkariya ruhanî û matêrîalî dibire rohilata Kongoyê. Wêderê eskera hicûmî gunda dikir û zirar didane jin-zara jî. Heçî zef xûşk-bira aliyê matêrîalîda gelek kesîb bûm, lê hêviya wan hindava rabûna miriya qewî bû. Wana Yehowa gelek hiz dikir û teşkîleta wîra amin bûn. Baweriya wan dilê me digirt û me hêlan dikir ku em baweriya xwe diha qewî kin. Hine xûşk-bira him malên xwe, him jî bêdera xwe unda kiribûn. Min fem kir, ku tiştên matêrîalî çiqas zû dikarin unda bin, lê qîmeta tiştên ruhanî çiqas mezin e. Halê xûşk-birên me çiqas çetin bû jî, wana dîsa jî nedikire kute-kut. Nihêrandina wan dilê me qewî dikir, ku em himberî çetinaya û nexweşiyên xwe sebir kin.
KIFŞKIRINEKE TEZE ASYAYÊDA
Paşê dîsa tiştek qewimî. Bira dîsa mera têlêxistin û gotin, ku em derbazî fîlîala
Hon-Kongê bin. Tu car ne jî dikete hişê me, ku rojekê emê Asyayêda bijîn! Lê ji ber ku me hemû kifşkirinên xweda didît, ku Yehowa tevî me ye, me ev kifşkirin jî qebûl kir. Sala 2013-da, gava ev roj hat, ku em dostên xweye ezîz û Afrîkaya bedew bihêlin, çevên me tijî hêsir bûn.Hon-Kong bajarekî mezin e. Emirê wêderê gelek cude bû, û hînbûna zimanê Kantonî çetin bû. Lê xûşk-bira gelek dilgerm bûn, û xwarinên Hon-Kongê jî pir xweş bûn. Şixulê Beytelê zû pêşda diçû, lê erd û xanî çiqas diçû, haqas biha dibûn. Lema jî Koma Rêberiyê bi bîlanî safî kir, wekî heçî zef milkên fîlîalê bifiroşe. Wedekî kinda, em derbazî Korêya Başûrê bûn û heta roja îro em wêderê xizmet dikin. Hînbûna zimanê Korêyî hêsa nîne, lê em şane ku em îda dikarin tevî hevalên xwe ser vî zimanî hinekî xeber din.
DERSÊN KU ME STANDINE
Cara çetin e hevalên teze xwera bivînin, lê me fem kir, ku hergê em gava pêşin bavêjin, wekî meriva teglîfî mala xwe kin, em dikarin diha zû wana nas kin. Me dît ku xûşk-bira gelek mîna hev in û firqiya nav wanda haqas mezin nîne. Belê, Yehowa em usa efirandine, ku em dikarin dilê xwe fire kin û tevî gelek meriva bibine heval (2 Korintî 6:11).
Me fem kir ku em gerekê mîna Yehowa ser meriva binihêrin û têderxin ku ça Ew hizkirina xwe mera dide kifşê û rêberiya me dike. Çaxê em dilteng dibûn û berxwe diketin, hela kesên din me qebûl dikin yan na, me kart û nemên dilgerm yên hevalên xwe, dîsa dixwendin. Yehowa timê caba duayên me dida û dilê me qewî dikir.
Nava gelek salada, ez û Lêslî hîn bûne, ku şixulên me çiqas zef bin jî, ferz e wekî em bona hev wede bivînin. Usa jî me fem kir, ku em gerekê cara ser şaşiyên xwe bikenin, îlahî gava em zimanekî teze hîn dibin. Û her êvar em bona tiştên baş ku emirê meda diqewimin, razîbûna xwe Yehowara didine kifşê.
Rast bêjim, ez difikirîm ku ezê tu car nikaribim bibime mîsyonêr yan jî welatên dinda bijîm. Lê ez hîn bûme, ku bi alîkariya Yehowa, em her tiştî dikarin bikin. Gotinên Yêremya pêxember têne bîra min: “Ya Xudan, te min xapand” (Yêremya 20:7). Belê, Yehowa gelek keremên mezin dane me, Ewî heta xwestina dilê min jî ku bi teyare rêwîtiyê bikim, aniye sêrî. Gava ez hê zar bûm, min ne jî dida ber çevê xwe ku ezê bi teyarê herime haqas welatên cûre-cûre. Min serlêdana pênc fîlîala cûre-cûre welatada kiriye. Hemû kifşkirinada Lêslî timê piştgiriya min dikir.
Em tu car bîr nakin, ku em vî şixulî bona kê dikin. Keremên ku em niha distînin, tînin bîra me ku axiriyêda Yehowa wê emirê heta-hetayê bide me û hemû xwestinên dilê me bîne sêrî (Zebûr 145:16).