Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

Rûspîno ji Mesela Gîdeon Hîn bin

Rûspîno ji Mesela Gîdeon Hîn bin

“Wext têrê nake, ku bona Gîdeyon . . . gilî kim”(ÎBRANÎ 11:32).

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDA a

1. Li gora 1 Petrûs 5:2, Yehowa çi cabdarî daye rûspiya?

 YEHOWA berxên xweye qîmet tesmîlî rûspiyên civatê kirine. Ev mêrên amin gelek ji Yehowa razî ne, ku ew îtbariya xwe wan tîne û berxên xwe tesmîlî wan kiriye. Û ewana ser xwe dixebitin, wekî bibin şivanên li gora dilê Yehowa (Yêremya 3:15; bixûne 1 Petrûs 5:2). Em gelek razî ne ku civatên meda şivanên usa hene!

2. Hine rûspî rastî çi çetinaya tên?

2 Çaxê rûspî cabdariyên xwe tînin sêrî, ewana rastî gelek çetinaya tên. Mesele, hêsa nîne civatê bibine xweyî. Were em dîna xwe bidine serhatiya rûspîkî ji Amêrîkayê bi navê Tonî. Lazim bû ku Tonî milûk be vê yekêda, ku çiqas cabdarî hilde ser xwe. Ew dibêje: “Çaxê pandêmiya koronavîrûsê destpêbû, çiqas diçû haqas hê zêde min bona derbazkirina civîna xizmetiyê û civata, cabdarî distandin. Lê min çiqas dikir jî, şixul xilaz nedibû. Axiriyêda min xwera wede nedidît ku dua bikim, Kitêba Pîroz bixûnim û lêkolîna şexsî derbaz kim”. Lê rûspîkî ji Kosovoyê bi navê Êllêr rastî çetinayîke din hat. Gava li herêma wî şer destpêbû, wîra çetin bû guh bide rêberiya teşkîletê. Ew dibêje: “Çaxê beytelê ji min xwest ku ez alî wan xûşk-bira bikim, yên ku mihaleke xofda dijîtin, wî çaxî mêrxasiya min hate cêribandinê. Ez ditirsiyam ku ev rêberiya teşkîletê kêrhatî nîne”. Lê bona birê me Tîm, yê ku Asyayêda çawa mîsyonêr xizmet dike, çetin bû cabdariyên xweye herrojî bîne sêrî. Ew dibêje: “Hine car ez usa diwestiyam ku min nikaribû bona xûşk-bira xem bikira. Derecên usada gelo çi dikare alî rûspiya bike?

3. Em dikarin ji mesela Gîdeon çi dersa hîn bin?

3 Rûspî dikarin ji mesela Gîdeonê hakim gelek tişt hîn bin (Îbranî 6:12; 11:32). Ewî xizmetkarên Xwedê him diparastin him jî şivantî wan dikir (Hakimtî 2:16; 1 Dîrok 17:6). Îro halê dinyayê gelek xirab e. Lema jî gelek ferz e ku rûspî xizmetkarên Xwedê bibine xweyî (Karên Şandiya 20:28; 2 Tîmotêyo 3:1). Em dikarin ji milûktî û guhdarîkirina Gîdeon gelek tişt hîn bin. Çaxê ewî cabdariyên xwe dianîn sêrî, lazim bû ku ew gelekî sebir bike. Hergê em rûspî nînin jî, em dikarin razîbûna xwe rûspiyara bidine kifşê û piştgiriya wan bikin (Îbranî 13:17).

ÇAXÊ MILÛKTIYA TE TÊ CÊRIBANDINÊ

4. Gîdeon çawa milûktî û şkestîbûna xwe nîşan kir?

4 Gîdeon yekî şkestî û milûk bû. b Gava melekê Yehowa Gîdeonra got ku ewê cimeta Îsraêlê ji Midyana xilaz ke, ewî got: “Malbeta min li Manaşşê, yên herî xizan in [ne eyan in] û ez mala bavê xweda yê herî biçûk im” (Hakimtî 6:15). Ew difikirî ku ew kêrî vê cabdariyê nayê, lê Yehowa usa nedifikirî. Bi alîkariya Yehowa, Gîdeon cabdariya xweda serketî bû.

5. Çira carna ne hêsa ye ku rûspî milûk û şkestî bimînin?

5 Rûspî çi ji destê wan tê dikin, wekî şkestî û milûk bin (Mîxa 6:8; Karên Şandiya 20:18, 19). Ewana bona fereset û cabdariyên xwe payê xwe nadin. Û ji bo qisûr û kêmasiyên xwe, nafikirin ku ewana bêqîmet in. Lê carna hêsa nîne wekî rûspî milûk û şkestî bimînin. Mesele, dibeke rûspîk çend cabdariya qebûl dike û paşê jêra çetin e gişkî bîne sêrî. Yan jî dibeke rûspîkîra çetin be milûk bimîne, ji bo vê yekê ku hine meriv bona borcdarîke wî lê sûcdar dikin, hinek jî payê wî didin. Gelo rûspî çawa dikarin derecên usada çev bidine Gîdeon?

Mîna Gîdeon, rûspiyê milûk hazir e alîkariyê bixwaze, mesele çaxê xizmetiya pê stênda organîze dike (Binihêre abzasa 6)

6. Rûspî ji milûktiya Gîdeon çi dikarin hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Alîkariyê bixwaze. Merivê milûk sînorê xwe zane. Gîdeon zanibû ku ew tenê nikare her tiştî bike, lema jî ewî alîkarî ji kesên din dixwest (Hakimtî 6:27, 35; 7:24). Rûspiyên bîlan jî usa dikin. Birê me Tonî dibêje: “Ez usa hatibûm mezinkirinê, ku min ji qewata xwe zêdetir şixul qebûl dikir. Lema jî me wedê qulixkirina malbetê derheqa milûktiyê xeber da û min ji kulfeta xwe pirsî ku ew çi difikire. Usa jî, min derheqa vê têmayê ser jw.org vîdeoyek nihêrî, bi navê Hîn ke, Îtbar ke, û Qewat ke yêd Dinêna, Çawa ku Îsa Dike”. Xêncî vê yekê, Tonî ji kesên din alîkarî dixwest. Axirî çi bû? Ew dibêje: “Şixulê civatê rind pêşda diçe, û diha zêde wedê min heye ku dostiya xwe tevî Yehowa qewî kim”.

7. Rûspî çawa dikarin çev bidine Gîdeon, çaxê wana sûcdar dikin? (Aqûb 3:13)

7 Hêrs nekeve çaxê kesek te sûcdar dike. Carna usa dibe ku hinek kes rûspiya sûcdar bikin. Dereca usada jî mesela Gîdeon dikare alî rûspiya bike. Gîdeon zanibû ku ew merivekî nekamil e. Lema jî, gava Efrayîmiya ew sûcdar kirin, Gîdeon ne ku bi hêrs, lê bi nermî caba wan da (Hakimtî 8:1-3). Ewî bi milûktî guh da derd û xemên wan û bi merîfetî caba wan da. Îro jî rûspiyên bîlan dikarin çev bidine Gîdeon û rind guh bidine kesên ku wana sûcdar dikin û bi nermî caba wan bidin (Bixûne Aqûb 3:13). Bi vî cûreyî ewana wê civatêda edilayê xwey kin.

8. Çaxê payê rûspîkî bidin, ew ça dikare caba xwe bide? Meselekê bînin.

8 Pesina bide Yehowa. Gava cimetê bona serketina himberî Midyana, rûmet dane Gîdeon, ewî dîna wan kişande ser Yehowa Xwedê (Hakimtî 8:22, 23). Gelo rûspî çawa dikarin çev bidine Gîdeon? Ewana gerekê bona pêşdaçûyîna xwe pesina bidine Yehowa (1 Korintî 4:6, 7). Mesele, gava xûşk û bira bona hînkirina baş payê rûspîkî bidin, ew dikare dîna wan bikişîne ser Xebera Xwedê, yan jî ser hînkirina teşkîleta Yehowa. Were em dîna xwe bidine serhatiya rûspîkî bi navê Tîmotê. Çaxê ew bû rûspî, ewî gelek hiz dikir pê gotara derkeve. Ew dibêje: “Min him destpêka gotara û him jî meselên ku min dianîn, gelek giran û dirêj dikirin. Lema jî, kesên din gelek car payê min didan. Usa min dîna meriva dikişande ser xwe, ne ku ser Kitêba Pîroz yan ser Yehowa”. Wext şûnda, Tîmotê fem kir, ku ew gerekê dîna kesên din bi zêdeyî nekişîne ser xwe (Metelok 27:21). Axirî çi bû? Ew dibêje: “Niha kesên din minra dibêjin, ku gotara min çawa alî wan kiriye, wekî çetinayada teyax kin, himberî cêribandina qewî bisekinin, yan jî diha nêzîkî Yehowa bin. Ev giliyên xûşk-bira diha zêde dilê min şa dikin, ne ku gava berê wana payê min dida”.

GAVA HÊSA NÎNE GUHDAR Û MÊRXAS BIN

Gîdeon guhdarîbûnê dide kifşê û hejmara eskerên xwe heta 300 kêm dike (Binihêre abzasa 9)

9. Çira hêsa nîbû ku Gîdeon guh bide rêberiya Yehowa û mêrxas be? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

9 Paşî ku Gîdeon bû rêberê cimeta Îsraêlê, ewî gerekê guh bida rêberiyê û mêrxas bûya. Xwedê wîra got, ku ew qurbangeha Baal ya bavê xwe wêran bike (Hakimtî 6:25, 26). Paşê, Xwedê du cara jêra got, ku ew eskerên ordiya xwe kêm bike (Hakimtî 7:2-7). Paşê jî gotê, wekî ew şev hicûmî ser ordiya dijmina bike (Hakimtî 7:9-11).

10. Diqewime çiçax rûspîra hêsa nîbe guh bide rêberiya teşkîletê?

10 Rûspî gerekê guhdar bin (Aqûb 3:17). Rûspî bi dil û can rêberiya ji Kitêba Pîroz û teşkîleta Xwedê, qebûl dikin. Usa ewana bona kesên din dibine meseleke baş. Lê carna ne hêsa ye ku rûspî guh bidine rêberiyê. Mesele, dibeke rûspîkîra çetin be rêberiya teze qebûl ke û bide xebatê. Yan jî diqewime bal wî pirs pêşda bê, hela filan rêberî bi rastî baş e, yan na. Yan jî, dibeke ji wî bê xwestinê wekî ew cabdarîke usa bîne sêrî, ya ku dikare bibe sebeb ku ew bikeve kelê. Derecên usada, rûspî çawa dikarin guhdarîkirinêda çev bidine Gîdeon?

11. Çi dikare alî rûspiya bike ku guh bidin rêberiya teşkîletê?

11 Rind guh bide rêberiya teşkîletê û li gora wê yekê kar bike. Yehowa Gîdeonra gotibû ku ça qurbangeha bavê xwe hilşîne, kîderê qurbangeha teze bona Wî ava ke, û kîjan heywana qurban bike. Gîdeon bîna xwe teng nekir û li gora vê rêberiyê hereket kir. Îro teşkîleta Yehowa bi saya nema, elametiya û tiştên din rêberiyê dide rûspiya. Ev rêberî bona kara me ne û alî me dikin, ku nêzîkî Yehowa bin. Em rûspiyên xwe gelekî hiz dikin, çimkî ewana bi aminî gura rêberiya teşkîletê dikin. Ev yek bona kara temamiya civatê ye (Zebûr 119:112).

12. Hergê rêberiya teşkîletê bê guhastinê, rûspî çawa dikarin li gora şîreta ji Îbranî 13:17 kar bikin?

12 Li gora guhastina kar bikin. Gîdeon guh da fermana Yehowa, û piraniya eskerên xwe şande malê (Hakimtî 7:8). Diqewime ew usa difikirî: “Gelo ev guhastin bi rastî lazim e û kêrhatî ye?” Lê dîsa jî Gîdeon li gora rêberiya Xwedê hereket kir. Îro jî rûspî hazir in, ku mîna Gîdeon li gora rêberiya teşkîletê kar bikin (Bixûne Îbranî 13:17). Mesele, sala 2014 Koma Rêberiyê xercên bona proêktên avakirina Odên Civata û Odên Civatên mezin, guhast (2 Korintî 8:12-14). Berê, teşkîletê bona proêktên avakirinê pere deynî dida civata, û civata jî hêdî-hêdî deynê xwe dadidan. Lê niha, teşkîlet bi saya qurbankirinên bi rezedilî Odên Civata û Odên Civatên mezin wan ciya ava dike, kîderê ku hewcetî heye, û firqî tune ev civat çiqas qurbana dike. Gava Xosê derheqa vê guhastinê bihîst, şik kete dilê wî. Ewî got: “Bi vê mêtodê, qe Odeke Civatê jî wê neyê avakirinê. Welatê meda ev yek vê neyê standinê”. Lê çi alî Xosê kir, wekî piştgiriya vê rêberiyê bike? Ew dibêje: “Giliyên ji Metelok 3:5, 6 anî bîra min, ku ez gerekê xwe bispêrim Yehowa. Û evê guhastinê kareke gelek mezin anî! Him diha zef Odên Civata têne avakirinê, him jî qurbankirinên me dikarin cûrê lapî baş her dera bêne xebitandinê”.

Hela hê wan ciya jî, kîderê ku şixulê me qedexekirî ye, em dikarin bi mêrxasî şedetiyê bidin (Binihêre abzasa 13)

13. (a) Gîdeon çida bawer bû? (b) Rûspî ça dikarin çev bidine wî? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Bi mêrxasî xwestina Yehowa bîne sêrî. Gava tirs û xof hebûn jî, Gîdeon guhdariya Yehowa dikir (Hakimtî 9:17). Çaxê Yehowa dilê Gîdeon qewî kir, ew îda dudilî nedibû ku ew dikare cimeta Xwedê biparêze. Rûspiyên ku welatên usada dijîn, kîderê ku xizmetiya me qedexekirî ye, çev didine Gîdeon. Çiqas jî xof hebe ku ew bêne girtinê, xebata xwe unda kin yan jî hindava wanda zulmiyê bikin, yeke ewana bi mêrxasî şixulê civatê û belakirina mizgîniyê dikin. c Wedê tengasiya mezin, rûspiyara wê mêrxasiya mezin lazim be, wekî berdewam kin li gora rêberiya teşkîletê kar bikin, hergê ew yek bona wan xof be jî. Mesele, dibeke rêberî mera bê dayînê, ku ça bêjî xebereke mîna ‘teyroka gir’ bela kin, û ça ji hicûmê Gog ji Magogê bêne xweykirinê (Hezeqêl 38:18; Eyantî 16:21).

GAVA SEBIRA ME TÊ CÊRIBANDINÊ

14. Çira Gîdeonra çetin bû mêrxasiyê bide kifşê?

14 Gîdeon hakimê miletê Îsraêlê bû, û seva ku cabdariya xwe bianiya sêrî, ew gerekê xîret bûya. Gava şev eskerên Midyanî ji şer reviyan, Gîdeon ji Newala Yîzrêelê heta çemê Ûrdunê, dora kîjanî diqewime tije bax bûn, da pey wan (Hakimtî 7:22). Gelo, gava Gîdeon gihîşte çemê Ûrdunê, ewî îda neda pey wan? Ew û 300 mêrên tevî wî çiqas jî westiyayî bûn, derbazî aliyê din e çemê Ûrdunê bûn. Wana xwe gîhande Midyana û ew alt kirin (Hakimtî 8:4-12).

15. Çira cara rûspî diwestin û taqet dikevin?

15 Rûspî cara him aliyê fîzîkî him jî aliyê êmosiyalî gelek diwestin, çimkî ewana bona civatê û malbetên xwe gelek xem dikin. Gelo derecên usada mesela Gîdeon ça dikare alî wan bike?

Rûspiyên dilovan dikarin dilê wan meriva qewî kin, yên ku hewcê dilbîniyê ne (Binihêre abzasa 16-17)

16-17. Çi alî Gîdeon dikir sebir ke, û rûspî çida dikarin bawer bin? (Îşaya 40:28-31) (Binihêre usa jî şikil.)

16 Bawer be ku Yehowa wê alî te bike. Gîdeon bawer bû ku Yehowa wê qewatê bide wî, û bi rastî jî Xwedê alî wî kir (Hakimtî 6:14, 34). Carekê, Gîdeon û eskerên wî, niga dabûne pey du padşên Midyanî, yên ku dibeke pê deveya direviyan (Hakimtî 8:12, 21). Ewana bi alîkariya Xwedê serketin. Rûspî jî dikarin xwe bispêrin Yehowa, yê ku “ne diweste, ne jî qels dibe, ÎM”. Bêşik, Xwedê wê qewatê bide wan, çaxê ewana hewce bin (Bixûne Îşaya 40:28-31).

17 Were em mesela Mêtyû şêwir kin, yê ku endemê Komîtêya Hevkariya Nexweşxanê ye. Çi alî wî dike ku ew teyax ke? Mêtyû dibêje: “Çawa ku Fîlîpî 4:13-da tê gotinê, Yehowa bi rastî jî qewat dida min. Gelek car, gava ez hal diketim û westiyayî bûm, min Yehowara dua dikir û dilê xwe wîra vedikir. Min ji wî reca dikir, wekî ew qewatê û dilekî qewî bide min, wekî ez bikaribim piştgiriya xûşk-bira bikim. Vê demê Yehowa derbêra bi saya ruhê pîroz alî min dikir, ku ez sebir kim”. Mîna Gîdeon, rûspiyên amin jî gelek qewat xerc dikin, wekî bona berxên Xwedê xem bikin hela hê wî çaxî jî, gava wanra hêsa nîne. Hemikî, ewana gerekê sînorên qewata xweye fîzîkî û êmosiyalî bizanibin û fem kin, ku ewana nikarin timê wan tişta bikin, çi ku dixwazin. Lê ewana dikarin bawer bin, wekî Yehowa duayên wan dibihê û wê qewatê bide wan, ku sebir kin û cabdariyên xwe bînin sêrî (Zebûr 116:1; Fîlîpî 2:13).

18. Rûspî çida dikarin çev bidine Gîdeon?

18 Rûspî dikarin ji Gîdeon gelek dersa hîn bin. Ewana gerekê milûktiyê bidine kifşê, gava safî dikin ku çiqas cabdarî hildin ser xwe, û gava wana sûcdar dikin, yan jî payê wan didin. Ewana gerekê pey rêberiya teşkîletê herin û mêrxas bin îlahî niha, gava xilaziya sîstêma vê dinyayê nêzîk dibe. Û ewana gerekê bawer bin, ku rastî çi çetinaya jî bên, Yehowa wê qewatê bide wan. Were em gişk jî cefê rûspiya bişêkirînin û “qedirê yên mîna [wan] bigirin”! (Fîlîpî 2:29)

KILAMA 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa

a Yehowa Gîdeon bijartibû wekî rojên gelek giranda, rêberiya xizmetkarên Xwedê bike û wana biparêze. Gîdeon ev cabdariya xwe weke 40 salî bi aminî anî sêrî. Lê ew gelek car rastî çetinaya dihat. Îro jî rûspî rastî çetinaya tên. Vê gotarêda emê bivînin ku rûspî çawa dikarin ji mesela Gîdeon hîn bin.

b Mena xeberên “şkestî” û “milûktî” yeke. Hergê em şkestî bin, emê bi zêdeyî derheqa xwe nefikirin û fem kin ku hene tişt, çi ku qewata me nagihîjê bikin. Hergê em milûk bin, emê merivên din ser xwera bigirin (Fîlîpî 2:3). Bi esilê xwe, merivê şkestî milûk e jî.

c Binihêre gotara bi navê “Wedê Qedexekirinê jî Berdewam kin Yehowara Xizmet kin” ji Birca Qerewiliyê, Tîrmeh, sala 2019, rûp. 10-11, abz. 10-13.