Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

Tirsa Ber Xwedê Karê Mera Tîne

Tirsa Ber Xwedê Karê Mera Tîne

“Yê rîya rastda diçe ew ji Xudan ditirse” (METELOK 14:2).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Mîna Lût em rastî çi çetinaya tên?

 VÊ DINÊDA, bênamûsî nava merivada çiqas diçe haqas zêde dibe. Gava em van tişta divînin, em jî xwe mîna Lût texmîn dikin. Ew “ji bêpergaliya nepakaye bênamûsî aciz bibû”, çimkî ewî zanibû ku Xwedê xirabiya wan nefret dike (2 Petrûs 2:7, 8). Ji tirs û hizkirina Xwedê, Lût nedikete ber bayê kesên bênamûs. Îro jî gelek meriv qedirê prînsîpên Xwedêye nav-namûsiyê nagirin. Dîsa jî, hergê tirs û hizkirina Xwedê dilê meda hebe, emê bikaribin nav-namûsiyê xwey kin (Metelok 14:2).

2 Yehowa bi saya kitêba Metelok şîretên baş dide me. Firqî tune em çend salî ne, em gişk jî dikarin ji şîretên vê kitêbê karê bistînin.

TIRSA BER XWEDÊ ME DIPARÊZE

Em gerekê ser xebatê tevî kesên ku Yehowa hiz nakin, hevaltiyê nekin û van tişta nekin, çi ku wê dilê Wî bêşîne (Binihêre abzasa 3)

3. Li gora Metelok 17:3, çira em gerekê dilê xwe bibine xweyî? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Yehowa Xwedê divîne ku dilê meda çi heye. Lema jî, gerekê em dilê xweyî sîmbolîk rind bibine xweyî. Tiştê herî ferz ew nîne ku em rûva çawa nin, lê ev e ku kûraya dilê meda bi rastî çi heye (Bixûne Metelok 17:3). Hergê bîlaniya Xwedê hiş û dilê meda hebe, Ewê me hiz bike (Yûhenna 4:14). Usa emê ji bênamûsiyê, derewên Mîrê-cina û ji merivên xirab, bêne xweykirinê (1 Yûhenna 5:18, 19). Çiqas em nêzîkî Yehowa bin, haqas hê zêde emê qedirê wî bigirin û wî hiz bikin. Em naxwazin dilê Bavê xweyî ezmana bêşînin, lema jî emê ji fikirên ku dikarin bibine sebebê gunekirinê, birevin. Wedê cêribandina, em gerekê ji xwe bipirsin, ‘Ezê ça dilê kesê ku haqas min hiz dike, bêşînim?’ (1 Yûhenna 4:9, 10).

4. Tirsa ber Xwedê çawa alî Martayê kir ku gune neke?

4 Carekê hindik mabû xûşka me Marta, ya ku Xorvatyayêda dijî, bênamûsî bikira. Ewê nivîsî: “Minra çetin bû bi zelalî bifikirim û xwe kontrol kim, wekî gune nekim. Lê tirsa ber Yehowa ez parastim”. b Gelo çawa? Martayê got, ku ew fikirî wekî çi dikare biqewime hergê ew bênamûsiyê bike. Em jî gerekê bifikirin, ku hergê em gune bikin, berî pêşin emê dilê Yehowa bêşînin û usa jî hêviya jîyîna heta-hetayê unda kin (Destpêbûn 6:5, 6).

5. Te ji serhatiya birê me Lêo çi ders xwera hilda?

5 Hergê em ji Yehowa Xwedê bitirsin, emê nebin hevalê kesên ku tiştên xirab dikin. Birê me Lêo, yê ku Kongoyêda dijî, çar sal şûnda paşî nixumandinê, kete ber bayê hevalên xirab. Ew difikirî, heta ku ew xwexa himberî Yehowa gune neke, tiştek xirab vê yekêda tune. Lê paşî demeke kin, hevalên wîyî xirab zorê lê dikirin, ku ew diha zêde îçkê vexwe û bênamûsiyê bike. Paşê, ew li ser tiştên ku ji dê-bavê xwe hîn bibû, kûr fikirî û anî bîra xwe, wekî berê ew yekî çiqas bextewar bû. Usa hişê wî hate serê wî. Bi alîkariya rûspiya, ew vegeriya cem Yehowa. Îro ew bi şabûnê çawa rûspî û pêşengê mexsûs xizmet dike.

6. Emê niha derheqa kîjan du jinên sîmbolîk şêwir kin?

6 Niha, emê dîna xwe bidine kitêba Metelok serê 9. Vê serîda, bîlanî û axmaxî beramberî du jina dibe (Beramber ke Romayî 5:14; Galatî 4:24). Gava em evî serî bixûnin, bîr nekin ku dinya Mîrê-cina bi bênamûsiyê û pornografiyayê tije bûye (Efesî 4:19). Lema jî gelek ferz e ku em tirsa ber Xwedê dilê xweda pêşda bînin û ji tiştên xirab birevin (Metelok 16:6). Em gişk dikarin ji şîretên vî serî gelek tişta hîn bin. Her du jin jî kesên “bêhiş” teglîfî mala xwe dikin û dikine gazî: “Werin bixwin nanê min” (Metelok 9:1, 5, 6, 13, 16, 17). Lê gelo axiriya bijartina wan çi bû?

TEGLÎFKIRINA XIRAB ÎNKAR KE

Qebûlkirina teglîfa ‘jina axmax’ dikare zirareke mezin bide me (Binihêre abzasa 7)

7. Li gora Metelok 9:13-18, çi wê bê serê kesên ku teglîfkirina jina axmax qebûl dikin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Were em dîna xwe bidine teglîfkirina ‘jina axmax’ (Bixûne Metelok 9:13-18). Ew bi mêrxasî dike gazî: “Kî bêhiş e, bira bê vira!” Paşê çi qewimî? “Ewê guh dide wê nizane ku li wir mirî ne”. Serê 2-da jî mesela jinekê heye. Wêderê temî mera tê dayînê, ku em ji “kulfeta xerîb” û “kulfeta nerêdaye” xwe dûr bigirin. Derheqa wê usa tê gotinê: “Mala wê berbi mirinê dibe” (Metelok 2:11-19). Usa jî, Metelok 5:3-10 derheqa “jina zinêkar” tê gotinê ku “nigên wê berbi mirinê dibin”.

8. Em gerekê çi safîkirina bikin?

8 Kesên ku teglîfa ‘jina axmax’ dibihên, dikarin vê teglîfê yan qebûl kin yan jî înkar kin. Dibeke em jî bikevine dereceke usa, kîjanêda em gerekê safîkirinê bikin. Hergê em întêrnêtêda yan jî ciyên din rastî bênamûsiyê yan jî pornografiyayê bên, emê çi bikin?

9-10. Çira em gerekê bênamûsiyê nekin?

9 Gelek meniyên ferz hene, ku çira em bênamûsiyê nakin. ‘Jina axmax’ dibêje: “Ava dizîyê şîrin e”. Gelo “ava dizîyê” çi ye? Kitêba Pîroz heleqetiya sêksûal orta jin-mêrê ku bi qanûnî zewicî ne, beramberî ava sar dike, ya ku rojeke germda meriva hênik dike (Metelok 5:15-18). Belê, ewana dikarin ji vê heleqetiyê şabûnê bistînin. Lê “ava dizîyê” cude ye. Ev yek derheqa bênamûsiyê tê gotinê, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bênamûsiyê dikin, vê yekê dizîkava dikin. Gava ewana difikirin, wekî tu kes wê wana nevîne û ewê bê ceza bimînin, vî çaxî “ava dizîyê” li ber dilê wan gelek şîrin dibe. Dereweke çiqas mezin e! Ewana dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî divîne. Kesê ku dostiya xwe tevî Xwedê unda dike, her tiştî unda dike. Ji vê yekê xirabtir tiştek tune (1 Korintî 6:9, 10). Bênamûsî zirareke din jî tîne.

10 Ji bo bênamûsiyê meriv dikare şermî be, xwe bêkêr hesab ke, nişkêva giran derkeve û malbeta xwe unda ke. Lema jî, diha baş e teglîfkirina ‘jina axmax’ înkar kî û neçî mala wê. Bênamûsî dikare meriva ça ruhanîda usa jî fîzîkîda bikuje (Metelok 7:23, 26). Metelok 9:18 dibêje: “Mêvanên wê gelîyê dîyarê mirîyada ne”. Hergê usa ye, çira gelek meriv dikevine vê telikê? (Metelok 9:13-18)

11. Temaşekirina pornografiyayê çawa zirareke mezin dide?

11 Gelek car pornografiya dibe menî ku meriv bênamûsiyê dikin. Hinek difikirin ku pornografiya tiştekî ne xirab e. Lê ev yek ne rast e. Pornografiya zirareke mezin tîne. Him jî hêsa nîne terka vê bidin. Şikilên bênamûsiyê mîna jerê hişê merivada dimînin. Usa jî pornografiya xwestinên xirab dilda pêşda tîne û mîna agir gur dike (Kolosî 3:5; Aqûb 1:14, 15). Belê, gelek kesên ku pornografiyayê dinihêrin axiriyêda bênamûsiyê dikin.

12. Em çawa dikarin xwe ji şikilên ku hestên meriya gur dikin, biparêzin?

12 Hergê ser haceta meye elektronîk nişkêva şiklekî pornografî vebe, gerekê em çi bikin? Gerekê em derbêra berê xwe bizivirînin û evê şikilê nenihêrin. Wê mera hêsa be vê yekê bikin, hergê em bînin bîra xwe, ku dostiya me tevî Yehowa çiqas qîmet e. Hine şikilên ku raste-rast nayêne hesabê pornografiya, dîsa jî dikarin hestên meriya gur bikin. Çira lazim e ku em ji şikilên vî cûreyî jî birevin? Çimkî çawa ku Îsa gotibû, “kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28, 29). Rûspîkî bi navê Dêvîd, yê ku Taylandêda dijî, dibêje: “Ez hertim ji xwe dipirsim: ‘Hergê ez şikileke necayîz, ya ku nayê hesabê pornografiya, binihêrim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikirên usa alî min dikin, wekî ez safîkirinên rast bikim”.

13. Çi alî me dike wekî em safîkirinên baş bikin?

13 Gelo çi dikare alî me bike, ku em safîkirinên baş bikin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî tirsa Xwedê destpêka bîlaniya rast e (Metelok 9:10). Ev yek kitêba Metelok serê 9, rêzên pêşinda tê zelalkirinê. Wêderê bîlaniya rast beramberî jineke din dibe.

TEGLÎFKIRINA BÎLANIYA RAST QEBÛL KE

14. Metelok 9:1-6 derheqa kîjan teglîfkirinê tê gotinê?

14 Bixûne Metelok 9:1-6. Teglîfkirina wan rêzada ji Xwedê ye. Ew Kaniya bîlaniya rast e (Metelok 2:6; Romayî 16:27). Ev serî besa maleke mezin bi heft stûna dike. Ji vê meselê em fem dikin, ku Yehowa yekî merd e, û her kesê ku dixwaze li gora bîlaniya wî bijî, qebûl dike.

15. Xwedê dixwaze ku em çi bikin?

15 Yehowa Bavekî merd e û me dibe xweyî. Ev hunur bîlaniya rastva girêdayî ye, ya ku Metelok serê 9-da bi sîmbolîk ça jineke bîlan tê hesabê. Ewê goşt û şerav hazir kiriye û sifire rast kiriye (Metelok 9:2). Paşê, rêza 4 û 5-da tê gotinê, ku bîlanî gazî kesên ‘bêhiş’ dike û wanra dibêje: “Werin bixwin nanê min”. Gelo çira ferz e, ku em herin mala bîlaniya rast û ber sifirê rûnên? Çimkî Yehowa dixwaze, wekî zarên wî safîkirinên baş bikin. Ew naxwaze ku em serê xwe bikine belayê û paşê poşman bin. Lema jî, Ew bona kesên rast bîlaniyê xwey dike (Metelok 2:7). Hergê tirsa Xwedê dilê meda hebe, emê bixwazin dilê wî şa kin. Emê guh bidin şîretên wî û li gora wan bijîn (Aqûb 1:25).

16. Tirsa Xwedê çawa alî birakî kir, wekî safîkirinên baş bike û axiriya vê yekê çi bû?

16 Were em dîna xwe bidine serhatiya rûspîkî bi navê Alan, yê ku mektebêda dersdar bû. Ew usa dibêje: “Gelek hevalkarên min fîlmên pornografî hesab dikirin ça dersên derheqa sêksê”. Lê Alan nedikete ber bayê wan. Ew dibêje: “Ji tirsa Xwedê, min fîlmên usa qe nedinihêrî. Usa jî min hevalkarên xwera şirovedikir, ku çira min usa safî kiriye”. Alan guh dida vê şîreta bîlaniya rast: “Li rîya bîlantîyê bigirin” (Metelok 9:6). Bi saya vê yekê ku Alan nekete ber bayê wan, ev yek gelek baş ser çend dersdarên din hukum kir, û niha ewana jî Kitêba Pîroz hîn dibin û diçine civatên Şedên Yehowa.

Qebûlkirina teglîfa bîlaniya rast me berbi jîyîna heta-hetayê dibe (Binihêre abzasa 17-18)

17-18. Hemû kesên ku teglîfkirina bîlaniya rast qebûl dikin, çi kerema distînin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Bi saya van du mesela, Yehowa riya here baş nîşanî me dike. Kesên ku teglîfkirina ‘jina axmax’ qebûl dikin, difikirin ku gunekirina dizîkava, tiştekî şîrin e. Ewana ser kirên xweye xirab nafikirin, ku ev yek wê ça ser axiriya wan hukum ke. Riya wan dibe berbi ‘gelîyê dîyarê mirîya’ (Metelok 9:13, 17, 18).

18 Halê kesên ku teglîfkirina bîlaniya rast qebûl dikin, bi temamî cude ye. Ewana ber sifireke bi xwarina ruhanî têr û tije rûniştine (Îşaya 65:13). Yehowa bi saya Îşaya pêxember usa dibêje: “Baş min bibihîsin! Bira hûn tiştên qenc bixwin, bira bi xwarina dewlemenda canê we zewqê bistîne” (Îşaya 55:1, 2, ÎM). Bi saya vê yekê, em hîn dibin wekî çawa tiştên ku Yehowa hiz dike, hiz bikin û tiştên ku ew nefret dike, nefret bikin (Zebûr 97:10). Usa jî, em bi şabûnê kesên din jî teglîfî mala bîlaniya rast dikin. Ça bêjî em li meydana bajêr usa dikin gazî: “Kî bêhiş e, bira bê vira!” Hemû kesên ku guh didine vê gazîkirinê, dikarin ne tenê îro, lê heta-hetayê “xwe li rîya bîlantîyê bigirin” (Metelok 9:3, 4, 6).

19. Li gora Waîz 12:13, 14, gerekê em çi bikin? (Usa jî binihêre çargoşe “ Tirsa Xwedê bona Kara Me ye”.)

19 Bixûne Waîz 12:13, 14. Bira tirsa Xwedê hertim dilê meda hebe û alî me bike, wekî em vê dinya bênamûsda temiz bimînin û ser riya Xwedê bimeşin. Bi saya tirsa Xwedê, emê bi dil û can kesên din hêlan kin, wekî ewana jî bîlaniya rast qebûl kin û karê bistînin.

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

a Xizmetkarên Xwedê dixwazin tirsa ber Xwedê dilê xweda pêşda bînin. Ev tirs dikare dilê me biparêze û me ji bênamûsiyê û ji pornografiyayê xwey ke. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine kitêba Metelok serê 9. Ev serî besa du jinên sîmbolîk dike û bi vê yekê firqiya orta bîlaniyê û bêaqiltiyê dide kifşê. Em dikarin ji vî serî gelek tiştên ferz hîn bin.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.