Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26

Xwe bona Roja Yehowa Hazir ke

Xwe bona Roja Yehowa Hazir ke

“Roja Xudan wê mîna dizê şevê bê” (1 TÊSALONÎKÎ 5:2).

KILAMA 143 Berdewam Xizmet kin û Hîviyê bin

VÊ GOTARÊDA a

1. Em gerekê çi bikin seva ku wedê roja Yehowa sax bimînin?

 LI GORA Kitêba Pîroz, roja Yehowa tê hesabê dema ku Yehowa wê dijminên xwe qir bike û cimeta xwe xilaz ke. Berê, Yehowa cara dijminên xwe ceza dikirin (Îşaya 13:1, 6; Hezeqêl 13:5; Sêfanya 1:8). Wedê meda, roja Yehowa wê bi hicûmkirina ser Babîlona Mezin destpêbe û bi şerê Harmegedonê xilaz be. Seva ku em wedê roja Yehowa sax bimînin, gerekê em xwe nihada hazir kin. Îsa eşkere gotibû, ku gerekê em hertim bona tengasiya mezin “hazir bin (Metta 24:21; Lûqa 12:40).

2. Nema 1 Têsalonîkî bona me çira kêrhatî ye?

2 Pawlosê şandî nema 1 Têsalonîkîda bi saya mesela zelal kiribû, ku xizmetkarên Xwedê çawa dikarin xwe bona roja dîwana Xwedê hazir kin. Wê demê Pawlos zanibû, ku roja Yehowa hê dûr e (2 Têsalonîkî 2:1-3). Lê dîsa jî ewî xûşk-bira hêlan dikirin, wekî xwe usa hazir bikin, ku ça bêjî ew roj wê sibê bê. Were em jî li gora vê şîretê hereket bikin! Niha emê dîna xwe bidinê, ku Pawlosê şandî derheqa vê yekê dîsa çi gotibû: (1) Roja Yehowa wê çawa bê? (2) Kê wê bê qirkirinê? (3) Em çawa dikarin xwe hazir kin, wekî sax bimînin?

ROJA YEHOWA WÊ ÇAWA BÊ?

Nema 1 Têsalonîkîda, Pawlosê şandî çend meselên hewas anî, ji kîjana ku em dikarin karê bistînin (Binihêre abzasa 3)

3. Çawa roja Yehowa wê mîna dizê şevê nişkêva bê? (Binihêre usa jî şikil.)

3 “Wê mîna dizê şevê bê” (1 Têsalonîkî 5:2). Ev mesele yek ji sê mesela ye, yên ku Pawlosê şandî bona şirovekirina roja Yehowa da xebatê. Diz zû hereket dike, û şev gava ku meriv ne hîviyê ne, nişkêva tê. Roja Yehowa jî wê usa bê û heçî zef meriv wê ecêbmayî bimînin. Gava em bivînin ku her tişt çiqas zû diqewime, dibeke em jî ecêbmayî bimînin. Lê firqî ev e, ku emê tevî yên xirab neyêne qirkirinê.

4. Roja Yehowa çima beramberî “êşa kulfeta hemle” dibe?

4 “Mîna êşa kulfeta hemle” (1 Têsalonîkî 5:3). Jina hemle nizane wê kengê sanciyên wê destpêbin, lê ew rind zane ku rojekê, ev yek wê biqewime. Hemikî ev êş wê nişkêva destpêbin, û tu kes nikare vê yekê bide sekinandin. Roja Yehowa jî mîna vê yekê ye. Em ne roj ne jî sihetê zanin. Lê em bawer in, ku roja dîwana Xwedê wê nişkêva bê.

5. Tengasiya mezin çira beramberî destpêka rojeke teze dibe?

5 Mîna destpêka roja teze. Pawlosê şandî mesela xweye sisiyada dîsa besa diza kir, yên ku şev diziyê dikin. Lê vê meselêda, Pawlos roja Yehowa beramberî ronaya rojê kir (1 Têsalonîkî 5:4). Dizên ku şev dikevine malekê carna bîr dikin, ku wede çiqas zû derbaz dibe. Bona wan sibe dikare nişkêva safî be û kirên wan eşkere bike. Hema bi vî cûreyî, tengasiya mezin, wê kesên ku mîna diza teriyêda nin û xirabiyê dikin, eşkere bike. Seva ku em mîna wan nîbin û bona roja Yehowa hazir bin, gerekê em tiştên ku Yehowa xweş nayên biterikînin û tiştên usa bikin çi ku “qencî, heqî û rastî” ye (Efesî 5:8-12). Rêzên dinda, Pawlos bi saya du mesela derheqa wan meriva şirovedike, yên ku wê bêne qirkirinê.

KÊ WÊ JI ROJA YEHOWA XILAZ NEBE?

6. Çi tê hesabê, ku heçî zef meriv xewêda nin? (1 Têsalonîkî 5:6, 7)

6 “Ewên ku radizên” (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:6, 7). Pawlosê şandî kesên ku wê qir bin, beramberî wan kir yên ku xewêda nin. Ewana nizanin ku der-dora wan çi diqewime û wext çawa derbaz dibe. Lema jî, gava tiştekî ferz diqewime, ewana pênahesin û nikarin gavên lazim bavêjin. Îro jî, heçî zef meriv bi sîmbolîk xewêda nin (Romayî 11:8). Ewana naxwazin qebûl kin, ku em rojên axiriyêda dijîn û tengasiya mezin nêzîk e. Gava dinêda tiştekî ecêb diqewime, hinek kes ji xewa sîmbolîk hişyar dibin û mizgîniyê qebûl dikin. Lê gelek ji wan hişyar namînin û dîsa xewra diçin. Rast e, hine meriv bawer dikin ku roja dîwanê wê bê, lê dîsa jî ewana difikirin, ku ev roj gelek dûr e (2 Petrûs 3:3, 4). Em ne mîna wan in. Em fem dikin, wekî temiya Xwedê ku gerekê em hişyar bimînin, çiqas diçe haqas diha ferz dibe.

7. Çira kesên ku wê roja dîwana Xwedê bêne qirkirinê, beramberî serxweşa dibin?

7 “Ewên ku serxweş dibin”. Pawlosê şandî kesên ku wê roja dîwana Xwedê bêne qirkirinê, beramberî serxweşa kir. Merivên vexwarî, giran-giran û bê dişirmîşbûn tişta dikin. Hema bi vî cûreyî, kesên xirab guh nadin temiyên Xwedê. Riya ku wana jibartiye berbi kutabûnê dibe. Lê xizmetkarên Xwedê gerekê li ser hişê xwe bin (1 Têsalonîkî 5:6). Li gora zandarekî Kitêba Pîroz, kesê ku li ser hişê xwe ye, rihet e û pêşiya ku safîkirina bike, rind difikire. Çira em gerekê rihet bimînin û ser hişê xwe bin? Seva ku em nekevine nava şixulê polîtîkî û sosyalî. Çiqas roja Yehowa nêzîk dibe, haqas diha çetin dibe pirsên usada aminiya xwe xwey kin. Dîsa jî, ne lazim e ku em xemgîn bin. Xwedê wê bi saya ruhê pîroz alî me bike, wekî em rihet bimînin û safîkirinên bîlan bikin (Lûqa 12:11, 12).

EM ÇA DIKARIN XWE HAZIR KIN?

Îro gelek meriv bêtalaş in, lê em berdewam dikin xwe bona roja Yehowa hazir kin, em ziriha baweriyê û hizkirinê û kumzirihê hêviyê li xwe dikin (Binihêre abzasa 8, 12)

8. Li gora 1 Têsalonîkî 5:8, çi wê alî me bike hişyar bimînin û haş ji xwe hebin? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Zirih û kumzirih li xwe bikin. Pawlos em beramberî wan eskera kirin, yên ku çekên xwe li xwe kirine û bona şer hazir in (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:8). Wedê şer, ji eskera tê dewakirinê ku her gav bona şer hazir bin. Dereca me jî usa ye. Gava em ziriha baweriyê û hizkirinê û kumzirihê gumanê xwe dikin, em didine kifşê ku bona roja Yehowa hazir in. Ev hunur wê alî me bikin hişyar bimînin û haş ji xwe hebin.

9. Bawerî çawa me diparêze?

9 Çawa ku zirih dilê esker diparast, bawerî û hizkirin jî dilê meyî sîmbolîk diparêzin. Ev yek alî me dikin, ku em timê Xwedêra xizmet kin û pey Îsa herin. Bi saya baweriyê, em zanin wekî Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me qewî dike, ku em rojên çetinda jî pey Rêberê xwe Îsa Mesîh herin. Gelek xûşk-birên me, hela hê wedê peyketin û problêmên matêriyalî jî aminiya xwe xwey dikin. Meselên wan dikarin alî me bikin, ku em baweriya xwe qewî kin, wekî bikaribin himberî çetinaya sebir kin. Usa jî hine xûşk-bira jîyîna xwe usa sivik kirine, ku bikaribin berî pêşin dîna xwe bidine ser şixulên Padşatiya Xwedê. Em dikarin çev bidine wan û pey hebûkê nekevin. b

10. Hizkirina hindava Xwedê û meriva çawa alî me dike teyax kin?

10 Seva ku em hişyar bimînin û haş ji xwe hebin, lazim e ku em him Xwedê him meriva hiz bikin (Metta 22:37-39). Hizkirina hindava Xwedê alî me dike, ku em nava çetinayada jî belakirina mizgîniyê berdewam kin (2 Tîmotêyo 1:7, 8). Em hemû meriva hiz dikin, lema jî em bi saya xizmetiya mal bi mal, têlêfon yan jî nema, berdewam dikin wanra derheqa Xebera Xwedê gilî kin. Em bawer in ku rojekê ewana wê jîyîna xwe biguhêzin û bêne ser riya rastiyê (Hezeqêl 18:27, 28).

11. Hizkirina hindava xûşk-bira me hêlan dike çi bikin? (1 Têsalonîkî 5:11)

11 Em xûşk-bira jî hiz dikin. Lema jî, em gerekê “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:11). Çawa ku esker pişta hev digirin û tevayî miqabilî dijmina şer dikin, em jî hevdu hêlan dikin û piştgiriya hev dikin. Rast e, usa dibe ku şerda eskerek dikare nişkêva hevalekî xwe birîndar ke, lê ewê tu car bi hemdê xwe vê yekê neke. Mîna vê yekê, em jî carna dilê xûşk-bira dêşînin, lê emê tu car vê yekê bi hemdê xwe nekin (1 Têsalonîkî 5:13, 15). Usa jî, em civatêda qedirê birên cabdar digirin û bi vî cûreyî hizkirina xwe nîşan dikin (1 Têsalonîkî 5:12). Gava Pawlosê şandî neme Têsalonîkiyara nivîsî, hê salek jî derbaz nebibû ku ev civat hatibû sazkirinê. Diqewime vê civatêda birên cabdar cêribandî nîbûn û şaşî dikirin. Yeke ewana hêjayî paya bûn. Çiqas tengasiya mezin nêzîk dibe, haqas hê zêde em gerekê îtbariya xwe rêberiya rûspiya bînin. Dibeke usa biqewime, ku em nikaribin tevî Ofîsa Sereke û Beytelê têklî bin, lema jî gelek ferz e, ku em nihada rûspiya hiz bikin û qedirê wan bigirin. Çi jî biqewime, were em haş ji xwe hebin û dîna xwe nedin kêmasiyên rûspiya û bîra xweda xwey kin, ku Yehowa bi saya Îsa Mesîh rêberiya van mêrên amin dike.

12. Hêviya me çawa hişê me diparêze?

12 Çawa ku kumzirih serê esker diparêze, hêviya me jî hişê me diparêze û alî me dike rast bifikirin. Hergê hêviya me qewî be, emê tiştên vê dinyayêda bêqîmet hesab kin (Fîlîpî 3:8). Hêviya me alî me dike, ku em rihet û qewî bimînin. Were em dîna xwe bidine serhatiya Wolês û Laûrîndayê, yên ku Afrîkayêda xizmet dikin. Sê heftiyada, Wolês bavê xwe unda kir, Laûrîndayê jî diya xwe. Ji bo pandêmiya koronavîrûsê, wana nikaribûn herin welatê xwe. Wolês dibêje: “Hêviya rabûna miriya alî min dike, ku ez bidime ber çevê xwe wekî paşî rabûna ji mirinê, emirê wan wê çawa be. Û çaxê ez dilteng dibim ev yek dilbîniyê dide min”.

13. Seva ku Xwedê ruhê pîroz bide me, gerekê em çi bikin?

13 “Ruhê Pîroz netemirînin” (1 Têsalonîkî 5:19). Pawlos ruhê pîroz beramberî agirekî hunurê dilê meda kir. Ruhê pîroz xîreta me zêde dike, wekî em tiştên rast bikin û xwestina Yehowa bînin sêrî (Romayî 12:11). Seva ku em ruhê pîroz bistînin, em gerekê dua bikin, Xebera Xwedê bixûnin û xwe li teşkîleta wî bigirin, ya ku bi rêberiya ruhê pîroz pêşda diçe. Usa emê bikaribin “berê ruh” pêşda bînin (Galatî 5:22, 23, DT).

Ji xwe bipirse: “Gelo kirên min nîşan dikin ku ez dixwazim hertim ruhê pîroz bistînim?” (Binihêre abzasa 14)

14. Seva ku em berdewam kin ruhê Xwedê bistînin, gerekê em xwe ji çi dûr bigirin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Paşî ku Xwedê ruhê pîroz dide me, gerekê em haş ji xwe hebin wekî em agirê “Ruhê Pîroz netemirînin”. Xwedê ruhê pîroz dide tenê wan meriva fikir û kirên kîjana temiz e. Hergê em berdewam kin ser tiştên xirab bifikirin, yan jî li gora fikirên nebaş tişta bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1 Têsalonîkî 4:7, 8). Xêncî vê yekê, seva ku em berdewam kin ruhê pîroz bistînin, em gerekê “pêxembertiya bêrûmet nekin” (1 Têsalonîkî 5:20). Vê rêzêda, xebera ‘pêxembertî’ tê hesabê xeberên ku Xwedê bi hukumê ruhê pîroz daye me. Mesele, hine ji van xebera besa roja Yehowa dikin û tînin bîra me, ku ev roj çiqas nêzîk e. Gerekê em nefikirin wekî emê pê çevê xwe Harmegedonê nevînin. Dewsa vê yekê, seva ku em bîr nekin, wekî roja Xwedê çiqas nêzîk e, em gerekê her roj “jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (2 Petrûs 3:11, 12).

“HER TIŞTÎ BICÊRIBÎNIN”

15. Em çawa dikarin xwe ji xeberên derew û propaganda cina biparêzin? (1 Têsalonîkî 5:21)

15 Demeke nêzîkda, dijminên Xwedê wê elam kin, wekî “dinê seqirî û bêxofî ye” (1 Têsalonîkî 5:3). Heçî zef meriv vê pê propaganda cina bêne xapandinê (Eyantî 16:13, 14). Lê halê me wê çawa be? Hergê em “her tiştî bicêribînin”, emê neyêne xapandinê (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:21). Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “her tiştî bicêribînin”, bona cêribandina mêtalên biha dihate xebitandinê. Dêmek lazim e, ku em bicêribînin hela ev tiştên ku em dibihên yan dixûnin rast in yan na. Ev yek bona Têsalonîkiya ferz bû, lê bona me diha ferz e, çimkî tengasiya mezin nêzîk dibe. Dewsa ku em baweriya xwe her tiştî bînin, gerekê em rind bifikirin hela tiştên ku em dibihên yan dixûnin, li gora Kitêba Pîroz û teşkîleta Yehowa rast in yan na. Hergê em usa bikin, emê pê propaganda cina neyêne xapandinê (Metelok 14:15; 1 Tîmotêyo 4:1).

16. Em hîviya çi ne û em dixwazin çi bikin?

16 Çawa kom, xizmetkarên Xwedê wê ji tengasiya mezin sax derbaz bibin. Lê her kes ji me nizane ku sibê wê çi biqewime (Aqûb 4:14). Tiştê herî ferz ev e, ku em amin bimînin. Hergê em pêşiya tengasiya mezin bimirin jî, yeke emê bêne saxkirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin. Yên bijartî wê tevî Îsa Mesîh ser ezmana bijîn, û berxên din jî wê heta-hetayê dinya tezeda bijîn. Were em hertim dîna xwe bidin hêviya xweye baş û bona roja Yehowa hazir bin!

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

a Serê 5 ji nema 1 Têsalonîkî bi saya mesela, besa roja Yehowa dike. Ev “roj” çi tê hesabê û ewê çi cûreyî bê? Wê rojê, gelo kê wê sax bimîne û kê na? Em çawa dikarin xwe bona wê rojê hazir kin? Were em dîna xwe bidine giliyên Pawlosê şandî û cabên van pirsa bistînin.

b Binihêre rêza gotara “Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin”.