Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN JI KITÊBA PÎROZ

Gelo Baweriya Te Heye?

Gelo Baweriya Te Heye?

Seva ku Yehowa ji me razî be, gerekê baweriya me hebe. Lê Kitêba Pîroz dibêje, ku baweriya hine meriva tune ye (2 Têsalonîkî 3:2). Vê rêzêda Pawlos besa merivên “neheq û xirab” dikir, yên ku zulmî li wî dikirin. Lê giliyên wî derheqa baweriyê, ne tenê derheqa wana bû. Kesên din jî hene, baweriya kîjan tune ye. Mesele, hine meriv îzbatiyên zelal înkar dikin, wekî Xwedê heye (Romayî 1:20). Hine meriv jî bawer dikin, ku kesek yan jî qewateke mezin heye. Lê ev yek bes nîne, wekî Yehowa ji wan razî be.

Em gerekê bawer bin, wekî Yehowa heye û Ew wan meriva xelat dike, baweriya kîjana qewî e (Îbranî 11:6). Bawerî berê ruhê pîroz e. Seva ku em ruhê pîroz bistînin, em gerekê Yehowara dua bikin (Lûqa 11:9, 10, 13). Usa jî gaveke ferz ku ça ruhê pîroz bistînin ev e, wekî Kitêba Pîroz bixûnin, ya ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê. Paşê jî, em gerekê ser van tişta, çi ku dixûnin, kûr bifikirin û li gora vê yekê bijîn. Ruhê pîroz dikare ser emirê me hukum ke û alî me bike, wekî em li gora baweriya xwe bijîn, ku Yehowa ji me razî be.