SERHATÎ
Yehowa Guh Da Duayên Min
GAVA ez 10 salî bûm, şevekê min steyrka dinihêrî, ez ketime ser çoka û min dua kir. Ez teze derheqa Yehowa hîn dibûm, lê min dilê xwe jêra vekir û besa hemû xemên xwe kir. Ji wê demê Yehowa, yê ku dua dibihê, bû dostê min (Zebûr 65:2). Were ez wera gilî kim, ku min çira Yehowara dua kir.
SERLÊDANA KU EMIRÊ MIN GUHAST
Ez 22 Kanûna Pêşin, sala 1929, gundekî bi navê Novêlêda hatime bûyînê, nêzîkî bajarê Bastonê, nav çiyayên Ardênên Bêljîkê. Tê bîra min gava ez biçûk bûm, em tevî dê-bavê xwe fêrmekêda diman. Her roj, ez û birê minî biçûk, Raymond, me çêlekên xwe didotin, û li wedê dirûnê me alî mezina dikir. Gundê meda her kesî alî hev dikir.
Diya min Êlîs û bavê min Êmîl Katolîk bûn. Leda ewana diçûne dêrê. Lê nêzîkî sala 1939, pêşengên ji Înglîstanê hatine gundê me û gotine bavê min, ku ev dikare timê jûrnala Berdilî bistîne (ya ku niha tê navkirinê Hişyar Bin!). Bavê min derbêra fem kir, ku ewî rastî dîtiye û destpêkir Kitêba Pîroz bixûne. Paşê ewî terka dêrê da. Lê cînarên me gelek hêrs ketin û destpêkirin pey bavê min kevin û zorê lê bikin, wekî ew ji dînê Katolîkî derneyê.
Dilê min dêşiya, ku cînarên me usa bavê min eciz dikirin. Lema jî, çawa ku min destpêka gotarêda got, min duada ji Xwedê alîkarî xwest. Wede şûnda, ewana îda pey bavê min nediketin. Ez gelek şa bûm û min fem kir, wekî Yehowa bi rastî jî dua dibihê.
JÎYÎNA WEDÊ ŞER
Sala 1940, 10 Gulanê Natsîsta Almanyayê ketine Bêljîkê, lema jî gelek meriv ji wêderê reviyan. Em jî reviyan û çûne Fransaya başûrê. Ser rê em ketine nava şerê orta Alman û Fransayê.
Gava em vegeriyane fêrma xwe, me dît ku heçî zef hûr-mûrên me talan kiribûn. Tenê kûçikê me Bobbyê hê wêderê bû. Ez ber xwe diketim, ku çira haqas kul-derd hene.
Wan sala, birakî amin bi navê Êmîl Şrans, yê ku ça pêşeng û rûspî xizmet dikir, serlêdana me dikir. Ewî ji Kitêba Pîroz nîşanî me kir, wekî çira kul-derd hene, û caba pirsên min dida derheqa jîyînê. Hêdî-hêdî ez diha nêzîkî Yehowa dibûm, û min fem kir, ku ew bi rastî jî Xwedêkî dilovan e.
Gava şer hê berdewam dibû, gelek mecalên me hebûn, ku em tevî Şedên Yehowa wede derbaz kin. Meha Tebaxê, sala 1943-da, birê Jozê-Nîckolas Mînêt pê gotarekê hate fêrma me. Ewî pirsî: “Kê dixwaze bê nixumandinê?” Ez û bavê min, me destê xwe hilbirî. Nêzîkî fêrma me çemeke biçûk hebû, û em wêderê hatine nixumandinê.
Meha Kanûna Pêşin, sala 1944-da, ordiya Almanî cara paşin hicûmî ser roavaya Ewropayê kir. Ev hicûmkirin tê navkirinê “Hicûmkirina Ardêna”. Ji ber ku ev hicûmkirin gelek nêzîkî me bû, em weke mehekî binê mala xweda diman. Rojekê, gava ez çûme jorê ku xwarinê bidime heywana, aliyê fêrma meda gule kirin û baniyê embarê me hilşiya. Eskerekî Amêrîkayî, yê ku gomêda nêzîkî min sekinîbû, kire qûjînî: “Xwe bavêje erdê!” Ez reviyame bal wî û min xwe avît erdê, ewî jî kumzirihê xwe kire serê min, ku min biparêze.
PÊŞDAÇÛYÎNA RUHANÎ
Paşî şer, em tevî civata bajarê Lyêjê têklî bûn, ya ku weke 90 kîlomêtra dûrî me bû. Wext şûnda, me li bajarê Bastonê komeke biçûk saz kir. Min xwera xebatek dît, ku xercava girêdayî bû, û mecal kete destê min wekî qanûna lêkolîn kim. Paşê ez bûne sêkrêtarê notaryûsê. Sala 1951-da, me li bajarê Bastonê civata mezin derbaz kir. Weke 100 meriv hatin û nav wanda xûşkeke xîret bi navê Êllî Rêûtêr hebû, ya ku pêşeng bû. Seva ku ew bihata ser civata mezin, ew 50 kîlomêtr pê bîsîklêtê rê hatibû. Hine wext şûnda, dilê me kete hev û me soz da hev. Lê Êllî teglîfnemek stand, ku here Mekteba Gîledê. Lema jî, ewê ofîsa serekera neme nivîsî û zelal kir, ku ew çira nikare here mektebê. Birê Nêytan Nor, yê ku wê demê rêberiya xizmetkarên Xwedê dikir, bi dilovanî cab da, wekî rojekê dibeke
ew bikaribe tevî mêrê xwe here Mekteba Gîledê. Sala 1953-da, meha Sibatê em zewicîn.Wê salê, ez û Êllî, em çûne ser civata mezin bi navê Cimeta Dinya Teze, ya ku Niyû Yorkêda ser Stadiyona Yankî hate derbazkirinê. Wêderê, birakî xebateke baş minra dît û xwest ku ez derbazî Amêrîkayê bim. Paşî ku me bona vê yekê Yehowara dua kir, me safî kin, wekî vê yekê qebûl nekin, lê vegerin Bêljîkê, wekî alî koma biçûk bikin, ya ku li Bastonê bû, kîderê ku tenê weke 10 mizgînvan hebûn. Salek şûnda, kurê me Sêrj hate bûyînê. Lê heft meh şûnda, Sêrj nexweş ket û mir. Me Yehowara besa êşa dilê xwe kir û Ewî bi saya hêviya rabûna miriya dilê me rihet kir.
XIZMETIYA HERTIM
Sala 1961, meha Cotmehê, min xwera xebateke nîvrojî dît, ya ku mecal da min, ku ez bibime pêşeng. Lê wê rojê xizmetkarê Beytela Bêljîkê minra têlê xist û pirsî ku ez dikarim bibim xizmetkarê mihalê (niha dibêjin “berpirsiyarê mihalê”). Min got: “Pêşiya ku em vê cabdariyê qebûl kin, em dikarin hine wext ça pêşeng xizmet kin?” Xwestina min hate qebûlkirinê. Paşî ku me 8 meha ça pêşeng xizmet kir, me sala 1962, meha Îlonêda, şixulê berpirsiyartiyê destpêkir.
Du sal şûnda, Beytela Brûsêlê gazî me kir. Meha Cotmehê, sala 1964-da, em derbazî wêderê bûn. Bi saya vê kifşkirina teze, me gelek kerem standin. Demeke kinda, çaxê birê Nor sala 1965-da hate Beytela me, ez ecêbmayî mam, ku min ça cabdarê Beytelê kifş kirin. Paşê, ez û Êllî, em hatine teglîfkirinê ku herin koma 41, ya Mekteba Gîledê. Çi ku Nor 13 sal pêşda mera gotibû, hate sêrî! Paşî mektebê, em vegeriyan Beytelê Bêljîkê.
PARASTINA MAFÊN ŞEDÊN YEHOWA
Bi sala, gelek mecal diketine destê min, ku zanebûna xweye derheqa qanûnzaniyê bona şixulê Şedên Yehowa bidime xebatê, wekî ewana bi azayî li Ewropayê û ciyên din xizmet kin (Fîlîpî 1:7). Bi saya vî şixulî, ez tevî 55 wekîla zêdetir têklî dibûm, ji cûre-cûre welata, kîderê ku şixulê me nîvîda yan jî bi temamî qedexekirî bû. Dewsa ku min dîna wan bikişanda ser pêşên xwe, min digot ku ez “xizmetkarekî Xwedê” me. Min hertim ji Yehowa rêberî dixwest, çimkî çawa Kitêba Pîroz dibêje, “dilê padşê [yan jî hakima] destê Xudanda mîna cewên ava ne, kîyalîda ku dixwaze, Wî alîyîda dadigerîne” (Metelok 21:1).
Carekî tiştekî usa hate serê min, ku heta îro bîra min naçe. Min çend cara endemekî Parlamênta Ewropayêra gotibû, ku dixwazim Romayî 13:4 nîşanî wî kir. Ew Protêstant bû, lema jî evê rêzê dîna wî kişand. Axirî çi bû? Ewî nîv sihet da min, û hevdîtina me gelek baş derbaz bû. Ewî hela hê got, ku qedirê şixulê me digire.
tevî wî xeber dim û axiriyêda ew qayîl bû. Lê ewî got: “Tenê pênc deqên te hene, deqekî jî zêde nabe”. Min serê xwe daxist û dua kir. Ew meriv ecêbmayî ma û ji min pirsî, ku ez çi dikim. Min lê nihêrî û got: “Min Xwedêra razîbûna xwe da kifşê, ku hûn xizmetkarekî wî ne”. Ewî got: “Çi? Min fem nekir”. MinBi sala, Şedên Yehowa Ewropayêda gelek car şixulên dîwankirinêda serdiketin, mesele aliyê tevnebûyînê, xerc û tiştên dinda. Gelek car ez jî diketime van şixula û min bi çevê xwe dîtiye, ku Yehowa ça alî me dike. Şedên Yehowa ber Dîwana Ewropayê ya Mafê Meriva, zêdetirî 140 şixulada serketine!
BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ KÛBAYÊDA PÊŞDA DIÇE
Salên 1990-da, min tevî birê Fîlîp Brûmlêy, yê ku ofîsa serekeda xizmet dikir, û birê Valtêr Farnêtî, yê ku ji Îtaliyayê bû, hevkarî dikir, wekî xûşk-birên Kûbayêda diha zêde azayî qazanc kin, çimkî belakirina mizgîniyê wêderê qedexekirî bû. Min neme nivîsî konsûlxana Kûbayêra li Bêljîkê, û paşê rastî merivekî cabdar dihatim, yê ku şixulê me lêkolîn dikir. Lê wedê hevdîtinên meye pêşin, me nikaribû van problêma safî kin, ji bo çi jî şixulê me hatibûne qedexekirinê.
Paşî ku me Yehowara dua kir, me îzin xwest ku 5 000 Kitêbên Pîroz bişînin Kûbayê, û wana îzin da me. Kitêbên Pîroz gihîştine wêderê û xûşk-birara belakirin. Me fem kir, wekî Yehowa cefê me kerem dike. Paşê me îzin xwest ku 27 500 Kitêbên Pîroz bişînin Kûbayê, û dîsa mera îzin hate dayînê. Ez gelek şa bûm, ku Kitêba Pîroz kete destê xûşk-birên Kûbayê.
Ez bona safîkirina hine mafên Şedên Yehowa, gelek car diçûme Kûbayê, û min tevî gelek merivên dewletê hevkarî dikir.
ALÎKARIYA BONA XÛŞK-BIRÊN RWANDAYÊ
Sala 1994, zêdetirî1 1 000 000 meriv ji gênosîda Rwandayêda miqabilî Tûtsî hatine kuştinê. Sed heyf ku hine xûşk û birên me jî hatine kuştinê. Bona vê yekê, çend bira hatine
kifşkirinê, ku tişta bona alîkariya xûşk-birên Rwandayêda bişînin.Gava em gihîştine bajarê Kîgalê, paytexta Rwandayê, me dît ku ofîsa welgerandinê û embarê edebyeta hatine gulekirinê. Me bihîst ku çend xûşk-bira pê şûr hatibûne kuştinê. Lê me usa jî serhatiyên baş bihîst, yên ku hezkirina orta xûşk û birada dida kifşê. Mesele, em tevî birakî Tûtsî bûne nas, yê ku 28 roj ji aliyê malbeteke Hûtûva çeleke binê erdêda hatibû veşartinê. Ser civateke Kîgalêda, me ser hîmê Kitêba Pîroz berdilî da zêdetirî 900 xûşk û bira.
Paşê em sînor derbaz bûn û çûne welatê Zayîrê (niha tê navkirinê “Komara Kongoya Dêmokratîk”), wekî wan xûşk-bira bigerin, yên ku reviyabûne zomên nêzîkî bajarê Gomayê. Me nikaribû wana bivînin, lema jî me Yehowara dua kir û rêberî ji wî xwest. Wext şûnda kesek ber bi me hat, û me lê pirsî ku Şedên Yehowa kîderê ne. Ewî got: “Ez Şedê Yehowa me. Were, ez we bivime bal komîtêya alîkariyê”. Paşî ku me tevî komîtêya alîkariyê civîneke hewas derbaz kir, me hêlanî û berdilî da weke 1 600 xûşk-birên, ku zomada diman. Usa jî, me nemeke ji Koma Rêberiyê wanra xwend. Xûşk-bira bona van giliyên ji nemê gelek şa bûn, kîderêda ku nivîsî bû: “Em timê bona we dua dikin. Em zanin, wekî Yehowa wê we tenê nehêle”. Bi rastî jî usa bû. Îro Rwandayêda zêdetirî 30 000 Şedên Yehowa hene!
MIN SAFÎ KIRIYE AMIN BIMÎNIM
Paşî ku em weke 58 sal zewicî bûn, jina mine delal Êllî sala 2011-da mir. Min Xwedêra besa êşa dilê xwe kir, û Ewî berdilî da min. Usa jî, min ji şixulê belakirina mizgîniyê jî berdilî distand.
Ez îda 90 salî zêdetir im. Lê dîsa jî, ez her heftê diçime xizmetiyê. Usa jî, ez alîkariyê didime Îdara Qanûnzaniyê ya Bêljîkê, kesên dinra besa serhatiya xwe dikim û berdiliyê didime Beytelvanên cahil.
Weke 84 sal pêşda, min cara pêşin Yehowara dua kir. Emirê min gelek xweş bû, çimkî çiqas diçû, ez nêzîkî Yehowa dibûm. Emirê xweda min dît, ku Yehowa bi rastî jî guh dide duayên min (Zebûr 66:19). a