Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye

Yehowa Xwedayê Sax e

Yehowa Xwedayê Sax e

“Xudan sax e” (ZEBÛR 18:46).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku hergê em bîr nekin, wekî Yehowa Xwedayê sax e, emê kareke mezin bistînin.

1. Çi dikare alî xizmetkarên Yehowa bike, ku berdewam kin çetinayada jêra xizmet kin?

 KITÊBA PÎROZDA tê gotinê, ku em rojên xilaziyêda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Xêncî wan çetinaya, rastî kîjana ku hemû meriv tên, xizmetkarên Yehowa rastî peyketina û miqabilîbûnê jî tên. Gelo çi dikare alî me bike, wekî em van çetinayada berdewam kin Yehowara xizmet kin? Menîke ferz ev e, ku em bîr nekin, wekî Yehowa Xwedayê sax e (Yêremya 10:10; 2 Tîmotêyo 1:12).

2. Em derheqa Yehowa çi zanin û çira ferz e, ku em vê yekê bîr nekin?

2 Yehowa hemû tengasiyên me divîne û hazir e alî me bike (2 Dîrok 16:9; Zebûr 23:4). Hergê em bîr nekin, ku ew Xwedayê sax e, emê bikaribin hemû tengasiya sebir kin. Were em dîna xwe bidinê, ku zanebûna vê yekê ça alî Dawid Padşa dikir.

3. Çaxê Dawid got, ku “Xudan sax e”, bi vê yekê ewî çi dixwest bigota?

3 Dawid Yehowa nas dikir û xwe disparte wî. Gava Şawûl Padşa û dijminên din pey Dawid diketin, ewî ji Yehowa alîkarî xwest (Zebûr 18:6). Çaxê Xwedê caba duayê wî da û ew xilaz kir, Dawid got: “Xudan sax e” (Zebûr 18:46). Bi van giliya tê kifşê, wekî Dawid ne tenê qebûl dikir, ku Xwedê heye. Lê çawa kanîkêda tê gotinê, Dawid Yehowa “ça xwedêkî sax hesab dikir, yê ku timê alî xizmetkarên xwe dike”. Belê, Dawid ji derecên jîyîna xwe zanibû, ku Yehowa Xwedayê sax e. Zanebûna vê yekê, alî wî dikir berdewam ke Yehowara xizmet ke (Zebûr 18:28, 29, 49).

4. Em çi karê distînin, gava Yehowa ça Xwedayê sax hesab dikin?

4 Zanebûna vê yekê, ku Yehowa Xwedayê sax e dikare alî me jî bike, ku em bi dil û can jêra xizmet kin. Baweriya me wê qewatê bide me, wekî em himberî tengasiya sebir kin û usa jî wê xwestina me zêde ke, wekî em ji Yehowa dûr nekevin û berdewam kin Wîra xizmet kin.

XWEDAYÊ SAX WÊ QEWATÊ BIDE TE

5. Gava em rastî çetinaya tên, em dikarin çida bawer bin? (Fîlîpî 4:13)

5 Hergê em bîr nekin, ku Yehowa Xwedayê sax e û hazir e alî me bike, emê bikaribin himberî hemû tengasiya sebir kin. Em rastî çi çetinaya jî bên, Xwedê dikare alî me bike. Ew Xwedayê Himzor e, û ew dikare qewatê bide me, wekî em sebir kin (Bixûne Fîlîpî 4:13). Lema jî hergê em rastî tengasiya bên, were em mêrxasiya xwe unda nekin. Hergê me çetinayên biçûkda alîkariya Yehowa dîtiye, em dikarin bawer bin, ku ewê çetinayên mezinda jî alî me bike.

6. Derecên emirê Dawid çawa baweriya wî hindava Yehowa diha qewî kir?

6 Were em dîna xwe bidine du derecên emirê Dawid, yên ku baweriya wî hindava Yehowa diha qewî kirin. Carekê, gava Dawid cahil bû û şivantî dikir, hirçek hat û pezekî bavê wî bir. Careke din jî şêrek hat û pezek bir. Herdu derecada jî Dawid bi mêrxasî pey wan ket û pez xilaz kirin. Lê Dawid payê xwe neda, çimkî ewî zanibû, ku ew bi alîkariya Yehowa serket (1 Samûyêl 17:34-37). Ev qewimandin paşê jî alî Dawid dikirin, ku ew îtbariya xwe qewata Xwedayê sax bîne.

7. Nihêrandina rast ça alî Dawid kir, ku himberî Golyat derkeve?

7 Rojekê, gava Dawid hê 20 salî jî nîbû, ew çû serîkî ordiya Îsraêliya xe. Halê eskera qe nebaş bû. Ji bo eskerekî Filistî, bi navê Golyat, yê ku dixwest tevî eskerekî Îsraêliya şer bike, tirseke mezin ketibû dilê wan, çimkî bejna wî gelek bilind bû (1 Samûyêl 17:10, 11). Meniya tirsa wan ev bû, ku wana dîna xwe dida bejn û giliyên Golyat (1 Samûyêl 17:24, 25). Lê Dawid dîna xwe dida tiştekî din. Ewî fem dikir, ku Golyat ne ku tevî ordiya Îsraêliya dixwest şer bikira, lê tevî ordiya Xwedayê sax (1 Samûyêl 17:26). Belê, Dawid ji her tiştî zêdetir derheqa Yehowa difikirî. Ew bawer bû, wekî Xwedayê ku berê alî wî kiribû, wê îjar jî alî wî bike. Lema jî ew himberî Golyat derket û ser ket! (1 Samûyêl 17:45-51)

8. Gava em rastî çetinaya tên, em ça dikarin xwe bispêrin Yehowa? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Gava tu rastî çetinaya têyî, bîne bîra xwe ku Xwedayê sax hazir e pişta te bigire. Ev yek wê alî te bike, wekî tu himberî çetinayên xwe serkevî (Zebûr 118:6). Seva ku baweriya te diha qewî be, bide ber çevê xwe, ku Yehowa heta niha ça alî xizmetkarên xwe kiriye. Mesele, dîna xwe bide serhatiyên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin, wekî berê Xwedê xizmetkarên xwe ça xilaz dikir (Îşaya 37:17, 33-37). Usa jî dîna xwe bide serhatiyên ser malpera jw.org, yên ku nîşan dikin, ku îro Yehowa ça alîkariyê dide xûşk-birên me. Xêncî vê yekê, bîne bîra xwe, ku Yehowa bona te çi kiriye. Dibeke Yehowa te ji devê hirç, yan şêrekî xilaz nekiriye, lê bê şik, ewî ser emirê te hukum kiriye. Ya lape ferz ev e, ku Xwedê te kiriye dostê xwe (Yûhenna 6:44). Niha jî tu bi saya alîkariya wî Jêra xizmet dikî. Ji wî reca bike, wekî bîne bîra te, ku ça ewî caba duayên te daye, ça wededa alî te kiriye, yan jî ça halekî çetinda, te bûye xweyî. Hergê tu derheqa van tişta bifikirî, baweriya te wê diha qewî be, ku Yehowa wê dîsa alî te bike.

Çetinayên me pirsa lape ferzva girêdayî ne (Binihêre abzasa 8-9)


9. Em gerekê çi bîr nekin, gava rastî çetinaya tên? (Metelok 27:11)

9 Hergê em Yehowa ça Xwedayê sax hesab kin, emê fem bikin ku çetinayên me pirsa lape ferzva girêdayî ne, ya ku orta Xwedê û dijminê wî Mîrê-cinada pêşda hatiye. Mîrê-cina got, ku hergê em rastî çetinaya bên, emê pişta xwe bidine Yehowa (Îbo 1:10, 11; bixûne Metelok 27:11). Lê gava em nava çetinayada Yehowara amin dimînin, em nîşan dikin wekî em Wî hez dikin, û em îzbat dikin ku Mîrê-cina derewîn e. Lema jî çaxê tu ji aliyê serwêrên dewletê rastî peyketina têyî, aliyê matêrîalîda çetinaya dikişînî, yan jî gava meriv guh nadine rastiyê, bîr neke, ku ev yek mecalê dide te dilê Yehowa şa kî. Usa jî bîr neke, ku Yehowa wê tu car îzinê nede, wekî tu ji qewata xwe zêdetir bêyî cêribandinê (1 Korintî 10:13). Ewê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî.

XWEDAYÊ SAX WÊ TE XELAT KE

10. Xwedayê sax wê bona xizmetkarên xwe çi bike?

10 Yehowa xizmetkarên xwe xelat dike (Îbranî 11:6). Ew îda niha edilayê û şabûnê dide me, û axiriyêda jî wê emirê heta-hetayê bide me. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa him dixwaze û him jî dikare me xelat ke. Bawerî alî me dike, ku em mîna xizmetkarên Xwedêye berê, bi dil û can jêra xizmet kin. Mesele, Tîmotêyo, yê ku qirna yekêda dijît, yekî usa bû (Îbranî 6:10-12).

11. Çi alî Tîmotêyo dikir, wekî civatêda bi xîret kar bike? (1 Tîmotêyo 4:10)

11 Bixûne 1 Tîmotêyo 4:10. Tîmotêyo bawer dikir, ku Xwedê wê lê xelat ke. Lema jî, ewî him bona Yehowa, him jî bona kesên din bi xîret kar dikir. Gelo çi cûreyî? Pawlosê şandî jêra got, wekî ew hînkirinêda pêşda here. Usa jî ewî jêra got, ku ew bona xûşk û birên cahil û emirda mezin bibe meseleke baş. Xêncî vê yekê, hine cabdariyên çetin jî jêra hatine dayînê. Mesele, lazim bû ku ew bi nermî û hezkirinê şîreta bide wan kesa, yên ku hewcê vê yekê bûn (1 Tîmotêyo 4:11-16; 2 Tîmotêyo 4:1-5). Tîmotêyo bawer bû, ku hergê tu kes cefê wî nevîne, yan jî neşêkirîne, yeke Yehowa wê lê xelat ke (Romayî 2:6, 7).

12. Çira rûspî şixulên civatê bi dil û can dikin? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Îro jî rûspî dikarin bawer bin, ku Yehowa cefa û xîreta wan divîne û şixulên wan qîmet dike. Xêncî şixulê şivantiyê, hînkirin û belakirina mizgîniyê, hine rûspî ser proêktên avakirinê jî dixebitin, yan jî paşî teşqelên tebiyetê alî xûşk-bira dikin. Hinek ji wan li Koma Serlêdana Nexweşa, yan jî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxanada alîkariyê didin. Rûspî rind zanin, wekî civat para Yehowa ye, ne ku para meriva. Lema jî ewana cabdariyê xwe bi dil û can tînin sêrî û bawer in, ku Xwedê wê xîreta wan xelat ke (Kolosî 3:23, 24).

Xwedayê sax wê te xelat ke, çimkî tu bona şixulên civatê xîret î (Binihêre abzasa 12-13)


13. Yehowa ça dinihêre ser vê yekê, gava em bi xîret wîra xizmet dikin?

13 Hergê em rûspî nînin jî, em gişk dikarin tiştekî bidine Yehowa. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî Xwedêra xizmet kin, ewê ji me razî be. Ew van qurbanên meye biçûk jî divîne, yên ku em bona şixulê hemdinyayê dikin. Hergê em şermoke ne, lê yeke ser civata destê xwe bilind dikin ku caba xwe bidin, dilê Xwedê şa dibe û ew ji me razî ye. Gava em şaşiyên meriva dibaxşînine wan, Ew gelek şa dibe. Hergê tu nikarî haqas Yehowara xizmet kî çiqas ku dixwazî, dîsa jî bawer be, ku Ew vê yekê qîmet dike, çi ku tu ji dil dikî. Ew te hez dike, çimkî tu yekî xîret î û ewê te xelat ke (Lûqa 21:1-4).

NÊZÎKÎ XWEDAYÊ SAX BIMÎNE

14. Çira ferz e, ku heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk be? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Hergê heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk e, emê her tiştî bikin, ku wîra amin bimînin. Serhatiya Ûsiv bîne bîra xwe. Ewî Xwedê hez dikir û nedixwest dilê wî bêşîne. Lema jî ewî bênamûsî nekir (Destpêbûn 39:9). Seva ku em nêzîkî Yehowa bin, em gerekê jêra dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Bi saya van tişta, dostiya me tevî Xwedê wê diha qewî be û emê her tiştî bikin, ku dilê wî neêşînin (Aqûb 4:8).

Heleqetiya teye qewî tevî Xwedayê sax, wê alî te bike jêra amin bimînî (Binihêre abzasa 14-15)


15. Em dikarin ji serhatiya Îsraêliya çi dersa hîn bin? (Îbranî 3:12)

15 Kesên ku bîr dikin, wekî Yehowa Xwedayê sax e, hêsa dikarin ji wî dûr kevin. Hela bîne bîra xwe, ku gava Îsraêlî beriyêda bûn, çi hate serê wan. Wana zanibû, wekî Yehowa heye, lê şik kete dilê wan ku Ewê wana bibe xweyî. Wana hela hê pirseke usa da: “Gelo Xudan nav meda ye yan na?” (Derketin 17:2, 7). Paşî vê yekê, ewana himberî Xwedê derketin. Were em tu car çev nedine wan (Bixûne Îbranî 3:12).

16. Çi dikare baweriya me bicêribîne?

16 Îro em rastî cûre-cûre çetinaya tên, ji bo çi jî mera hêsa nîne heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin. Gelek meriv bawer nakin, ku Xwedê heye. Cara usa dikare bê kifşê, wekî halê wan meriva, yên ku guh nadine Xwedê diha baş e, ne ku ya me. Ev yek dikare baweriya me bicêribîne. Hemikî em înkar nakin, ku Xwedê heye, lê dîsa jî, dibeke em ber xwe kevin hela Ew alî me dike, yan na. Nivîskarê Zebûra 73 jî wextekî bona vê yekê ber xwe diket. Gava ewî dît, wekî merivên ku guh nadine qanûnên Xwedê, çiqas bextewar têne kifşê, ewî ji xwe pirsî, gelo hêja ye ku ew Xwedêra xizmet ke, yan na? (Zebûr 73:11-13).

17. Çi dikare alî me bike nêzîkî Yehowa bimînin?

17 Çi alî vî zebûrbêjî kir, ku ewî nihêrandina xweye nerast guhast? Pêşiyê ewî dîna xwe da ser vê yekê, ku çi tê serê wan meriva, yên ku Yehowa bîr dikin (Zebûr 73:18, 19, 27). Usa jî, ewî da ber çevê xwe, ku xizmetkarên Xwedê çi karê distînin (Zebûr 73:24). Em jî dikarin dîna xwe bidine keremên ku me ji Yehowa standiye. Hela bifikire, hergê me Yehowara xizmet nekira, jîyîna me wê çi cûreyî bûya. Mîna zebûrbêj, were em jî Yehowara amin bimînin û usa bêjin: “Bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim” (Zebûr 73:28).

18. Çira em gerekê netirsin, ku demeke nêzîkda wê çi biqewime?

18 Em Xwedayê saxra xizmet dikin, lema jî em dikarin himberî hemû çetinayên van rojên xilaziyê sebir kin (1 Têsalonîkî 1:9). Xwedayê me hazir e alî xizmetkarên xwe bike. Wedê berê, Ew xizmetkarên xwe dibû xweyî û îro jî Ew tevî me ye. Demeke nêzîkda, tengasiya mezin wê destpêbe. Lê nelazim e ku em bitirsin, çimkî Xwedê wê me tenê nehêle (Îşaya 41:10). Were em bi mêrxasî bêjin: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbranî 13:5, 6).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye