Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Bira Destên Te Sist Nebin”

“Bira Destên Te Sist Nebin”

“Bira destên te sist nebin.” (SÊFN. 3:16).

KILAMÊN: 54, 32

1, 2. a) Îro gelek ji me rastî kîjan problêma tên, û ça ew yek ser me hukum dibe? b) Îşaya 41:10, 13 ça me dilgerm dike?

XÛŞKEK ku pêşenga hertim e û jina rûspî ye, dibêje: “Rast e ez timê nav şixulên ruhanîda nim, lê yeke ez bi sala diçerçirim ji bo xemgîniyên xwe. Ew yek xewa min diteqisîne, hukum dibe ser sihet-qewata min û ser heleqetiya min tevî meriva. Cara, ez usa sist dibim, wekî qe tiştekî jî naxwazim bikim û tê bêjî ez dikevime gelî”.

2 Hûn dikarin hestên vê xûşkê fem kin? Yazix, jîyîna dinya Şeytanda nehêsa ye, çimkî gelek çetinayî hene, kîjan ku dibin meniya xemgîniyê. Û ji bo xemgîniyê meriv dikare dilteng û sist be û ruhanîda pêşda neçe. Ew yek mîna lengerê ye, kîjan ku gemiyêva girêdayîye, û nahêle wekî gemî pêşda here (Metlk. 12:25). Lê bona we çi dikare bibe menî, ku hûn cara sist bin? Dibeke we merivê xweyî nêzîk unda kiriye, yan nexweşiya weye giran heye, yan wera çetin e malbeta xwe xwey kin ji bo problêmên êkonomîkî, yan jî dibeke hine meriv miqabilî we dertên. Çaxê hûn strêsê distînin, ev cara dikare qewatê ji we bistîne û we sist ke, û dibeke hûn şabûna xwe jî unda kin. Lê hûn gerekê sed selefî bawer bin, wekî Xwedê timê hazir e destê xwe dirêjî we ke û alî we bike. (Bixûne Îşaya 41:10, 13.)

3, 4. a) Kitêba Pîrozda ça tê xebitandinê xebera “dest”? b) Çi dikare bibe menî ku destên me sist bin?

3 Kitêba Pîroz gelek car endemên bedenê dide xebatê bi nêta sîmbolîkî, çaxê şirovedike cûre-cûre dereca yan şixula. Mesele, xebera dest, Kitêba Pîrozda bi seda cara tê xebitandinê. Destê kesekî qewî kin, tê hesabê ku wî bişidînin, xwey kin, û qewatê bidinê, seva ew tiştekî bike (1 Sam. 23:16; Ezr. 1:6). Dêmek, ew meriv şabûnê xwey ke û ser axiriyê pozîtîv binihêre.

4 Çaxê Kitêba Pîrozda tê gotinê ku destê kesekî sist bû, cara bi wan giliya tê şirovekirinê halê wî kesî, mesele çaxê ew kes dilteng e, dilşkestî ye, yan baweriya wî ser tu tiştî tune (2 Dîr. 15:7; Îbrn. 12:12). Û hingê meriv îda dikare berxwe keve û sist be. Hergê hûn rastî wan dereca tên, kîjan ku we dikine strêsê, yan jî sist dikin fîzîkîda, êmosyalîda, yan hela hê jî ruhanîda, hûn ji kîderê dikarin qewatê û mêrxasiyê bistînin? Hûn ça dikarin qewî bimînin, sebir kin û şabûna xwe unda nekin?

“DESTÊ XUDAN KIN NEBÛYE, KU NIKARIBE XILAZ BIKE”

5. a) Çaxê telî-tengasî pêşda tên, em çi dikarin bikin, û çi gerekê timê bînin bîra xwe? b) Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

5 Bixûne Sêfanya 3:16, 17. Wedê tengasiya em gerekê netirsin û dilteng nebin, dêmek nehêlin wekî destên me sist bin. Em gerekê usa bikin çawa Yehowa Bavê me mera dibêje, dêmek “hemû xemêd xwe bavêjne ser wî” (1 Pet. 5:7). Yehowa gote Îsraêliya, wekî destê wîyî himzor “kin nebûye, ku nikaribe xilaz bike” xizmetkarên xweyî amin. Belê, ev gilî seva me ye jî (Îşa. 59:1). Vê têmayêda emê şêwir kin sê meselên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku didine kifşê wekî wedê çetinayên giranda, Yehowa dixwaze û dikare cimeta xwe qewî ke, seva ewana qirara wî bînin sêrî. Ew mesele dikarin we qewî kin û bişidînin.

6, 7. Çi derseke mezin em dikarin hîn bin ji serketina Îsraêliya himberî Amalêkiya?

6 Paşî vê yekê çaxê Îsraêlî ji dîltiya Misirê aza bûn, Amalêkî miqabilî Îsraêliya derketin. Yêşû ku mêrxas bû, bi rêberiya Mûsa serwêrtî ser Îsraêliya dikir wî şerîda. Wî wedeyî, Mûsa tevî Harûn û Hûr hilkişiya ser bilindcîkî, seva ku ewî şerî bivînin. Lê gelo ewana çira çûne wêderê? Tirsiyan lema? Na!

7 Mûsa zanibû ku ew çi gerekê bike, wekî Îsraêlî wî şerîda serkevin. Mûsa destê xwe û şivdara Xwedayê rast, berbi ezman bilind kir. Çaxê destê wî hilkişandî bûn, Yehowa qewat dida Îsraêliya seva ewana himberî Amalêkiya serkevin. Lê çaxê destên Mûsa diwestiyan û berjêr dibûn, Amalêkî serdiketin. Gava Harûn û Hûr ew yek dîtin, derbêra “kevirek hildan danîne bin [Mûsa] û ew li ser wî rûnişt. Harûn û Hûr jî yekî alîkîva yê din jî aliyê dinva destêd wî bilind xwey kirin, heta ro çû ava destêd wî qewîn sekinîn”. Belê, bi destê Xwedêyê qewî, Îsraêlî wî şerîda serketin (Derk. 17:8-13, PKM).

8. a) Asa ça xwe da kifşê çaxê Etyûpî miqabilî Cihûda derketin? b) Em ça dikarin çev bidine Asa, ku çawa ewî îtbariya xwe Yehowa dianî?

8 Wedê Asada jî, Yehowa eyan kir ku destê wî kin nîne. Kitêba Pîrozda derheqa gelek şera tê gilîkirinê, lê şerê Zerahê Etyûpî tevî Asa, şerekî gelek mezin bû. Ordiya Zerahê gelek mezin bû. Mîlyon eskerên wîyî qewî û cêribandî hebûn. Hejmara wan ji hejmara eskerên Asa, weke du cara zêdetir bû. Bidine hesabê xwe ku Asa ça dikaribû dilteng bûya, bitirsiya, û destên wî sist bûna. Lê usa nebû, Asa derbêra alîkarî ji Yehowa xwest. Hejmara eskerên Asa himberî hejmara eskerên Etyûpiya zef biçûk bû, û dikarin bêjin ewana nikaribûn serketana. Lê belê, “her tişt ji destê Xwedê tê” (Met. 19:26). Yehowa qewata xweye mezin eyan kir û ber çevê Asa qira Etyûpiya anî. Yehowa alî Asa kir, çimkî dilê wî timê bi temamî tevî Yehowa bû (2 Dîr. 14:8-13; 1 Padş. 15:14).

9. a) Çi alî Nehemiya kir seva dîwarên Orşelîmê tezeda ava ke? b) Yehowa ça caba duayê Nehemiya da?

9 Were şêwir kin derheqa Nehemiya. Bidine ber çevê xwe ku ewî çi texmîn dikir çaxê çû Orşelîmê. Dikarin bêjin şeher qe xweykirî nîbû, û lema Cihû gelek dilteng dibûn. Miletên xerîb dixwestin avakirina paristgehê bidine sekinandinê, lema ewana miqabilî Cihûya derdiketin. Ji bo vê yekê Cihû berxwe ketin û “destê” wan sist bû. Lê gelo Nehemiya jî dilteng bû? Na! Nehemiya mîna Mûsa, Asa, û merivên dine amin, îtbariya xwe Yehowa dianî û bi dilê sax wîra dua dikir. Wî wedeyî çaxê Cihû difikirîn ku çi bikin, Yehowa caba duayê Nehemiya da. Xwedê pê qewata xweye mezin û destê xweyî himzor, destên Cihûya ku sist bibûn, qewî kir. (Bixûne Nehemiya 1:10; 2:17-20; 6:9.) Lê hûn bawer dikin wekî Yehowa îro jî pê qewata xweye mezin û destê xweyî himzor, xizmetkarên xwe qewî dike?

YEHOWA WÊ DESTÊN WE QEWÎ KE

10, 11. a) Şeytan çi dike seva ku destên me sist bin? b) Yehowa ça me qewî dike û qewatê dide me? c) We çi kar standiye ji hînkirinê, ku em ji organîzasiyona me distînin?

10 Em gerekê bîr nekin wekî Şeytan tu car destê xwe sist nake, seva ku şixulên meyî ruhanî bide sekinandinê. Evê yekê ew bi saya derewiyê, bi serwêrtiya meriva, serwêrên rêlîgiya, û rabera dike. Lê gelo nêta wî çi ye? Şeytan dixwaze wekî destên me sist bin, seva em îda nikaribin mizgîniya Padşatiyê bela kin. Lê yeke Yehowa dikare û him jî hazir e ku bi saya ruhê xweyî pîroz qewatê bide me (1 Dîr. 29:12). Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz, em dikarin teyax kin ber cêribandinên Şeytan û dinya wî (Zeb. 18:39; 1 Korn. 10:13). Û em gelek razî ne seva Xebera Xwedê, kîjan ku bi ruhê wîyî pîroz hate nivîsarê. Em usa jî gelek tişt hîn dibin ji xwarina ruhanî, ya ku em her meh distînin. Xeberên ji Zekerya 8:9, 13 (bixûne), hatine gotinê çaxê paristgeha Orşelîmê dihate avakirinê, û ew xeber gelek kêrhatî ne bona me jî.

11 Xwedê me hîn dike bi saya civînên me, civatên mezin û mektebên ku organîzasiyona meda hene. Ew hînkirin me qewî dikin. Xêncî vê yekê, ew hînkirin dikare alî me bike ku em ser tişta rast bifikirin, usa jî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, û cabdariyên xweye civatêda bînin sêrî (Zeb. 119:32). Lê tu çi dikî seva ku ji hînkirina Xwedê karê bistînî?

12. Em çi gerekê bikin, seva ku ruhanîda qewî bimînin?

12 Yehowa alî Îsraêliya kir, wekî ewana şerda himberî Amalêkiya û Etyûpiya serkevin. Yehowa usa jî qewat da Nehemiya û yên ku tevî wî bûn, wekî ewana şixulê avakirina paristgehê xilaz kin. Xwedê wê qewatê bide me jî wedê peyketina, yan çaxê em dilteng dibin, seva berdewam kin mizgîniyê bela kin (1 Pet. 5:10). Lê belê, em hîviyê nînin ku Yehowa wê bona me keremeta bike. Dewsê, em aliyê xweda gerekê tiştekî bikin. Em gerekê her roj Xebera Xwedê bixûnin, civata nehêlin û hazir bin bona civatê. Xêncî wê yekê, bi saya hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê, em gerekê ruhanîda xwe têr kin. Usa jî em gerekê timê îtbariya xwe Yehowa bînin û wîra dua bikin. Yehowa bi saya wan tişta me qewî dike û me dişidîne. Lema were em tu car nehêlin wekî emirê meda şixulên din ciyê pêşin bigirin, dewsa şixulên ruhanî. Hergê we texmîn kir ku wan şixulên ruhanîda destên we sist bûne, alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Hûnê bivînin ku ça ew bi ruhê xwe qewatê dide we, ku “hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê” (Fîlî. 2:13). Lê hûn ça dikarin destên yên din qewî kin?

DESTÊN SIST QEWÎ KIN

13, 14. a) Birakî me ça alîkarî stand paşî mirina jina xwe? b) Çi cûreyî em dikarin destên xûşk-bira qewî kin?

13 Yehowa biratiya hemdinyayê da me, dêmek xûşk-bira, yên ku dikarin alî me bikin û me qewî kin. Bînin bîra xwe giliyên Pawlos: “Qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê taqet bişidînin û nigêd xwe riya rastda bavêjin” (Îbrn. 12:12, 13). Qirna yekêda gelek Mesîhî ji xûşk-bira alîkariya ruhanî distandin û qewî dibûn. Roja îroyîn jî usa ne. Birak, jina kîjanî ku mir û him jî dîsa rastî çetinayên din jî hat, gilî dike: “Min fem kir ku em xwexa nikarin bizanibin ku emê rastî çi cûre cêribandina bên. Em usa jî nikarin têderxin kengê û çiqas car emê rastî wan cêribandina bên. Dua û hînbûna şexsî min xwey dikin wekî ez ruhanîda nekevim, çawa êlek meriva xwey dike ku nekevin bin avê. Min alîkarî distand usa jî ji xûşk-birên ruhanî. Û min fem kir ku çiqas ferz e pêşda heleqetiya xwe tevî Yehowa nêzîk kin, hela hê rastî çetinaya nehatine”.

Civatêda her kes dikare xûşk-bira qewî ke û bişidîne (Binihêre abzasa 14)

14 Wedê şer, Harûn û Hûr bi rastiyê destê Mûsa digirtin. Lê em ça dikarin destên sist qewî kin? Em gerekê dîna xwe bidin ku kê hewcê alîkariyê ye, û çida lazim e alî wan bikin. Mesele, merivên emirda mezin, sihet-qewata kê jî xirab e, yan ewên ku neferên malê miqabilî wan dertên, yên ku tenê ne, yan ewên ku merivê xweyî nêzîk unda kirine. Em usa jî dikarin cahila qewî kin, çimkî ewana vê dinyayêda rastî cêribandina tên. Ev dinya, wana hêlan dike ku ewana tiştên nerast bikin, yan jî pêşdaçûyî bin mesele xwendina bilindda, matêriyalîda, yan profêsiyêda (1 Têsln. 3:1-3; 5:11, 14). Bifikirin ku wedê civatê, xizmetiyê, nanxwarinê, yan çaxê pê têlê xeberdidin, hûn ça dikarin halê xûşk-bira bipirsin û çida dikarin alî wan bikin.

15. Ça giliyên meyî pozîtîv dikarin ser xûşk-birên me hukum bin?

15 Azarya pêxember paşî serketina Asa, wî û cimeta Îsraêl bi wan giliya şidand: “Lê belê hûn xurt [qewî] bin û bira destên we sist nebin, ji ber ku berdêla karên we hene!” (2 Dîr. 15:7). Ewan giliya Asa hêlan kirin, ku gelek guhastina bike, seva hebandina temiz pêşda bive. Giliyên meyî pozîtîv jî dikarin gelek baş hukum bin ser xûşk-bira, û ewana bi temamî Yehowara xizmet kin (Metlk. 15:23). Çaxê hûn civatêda destê xwe bilind dikin û caba xwe didin, nefikirin ku ew yek ser yên din hukum nake. Bi rastiyê ew yek jî ser wana gelek baş hukum dike.

16. Rûspî ça dikarin civatêda destên xûşk-bira qewî kin mîna Nehemiya? Meselê bîne, ku ça xûşk-bira alî te kirine.

16 Yehowa destên Nehemiya û yên ku tevî wî bûn qewî kir, seva ewana şixulê avakirinê bikin. Wana hema nava 52 rojada avakirina dîwarên Orşelîmê xilaz kirin! (Nehem. 2:18;6:15, 16). Wedê avakirinê, Nehemiya berpirsiyarê avakirinê bû, lê yeke ewî xwe bêşixul nedihîşt. Ewî xwexa jî alîkarî dida avakirinêda (Nehem. 5:16). Îro jî, gelek rûspî çev didine Nehemiya û alîkariyê didin wedê avakirina Odên Civata, û civatên mezin. Usa jî ewana alîkariyê didin wedê temizkirin û tezekirina Oda Civata mihala xweda. Xêncî vê yekê, ewana tevî xûşk-birên sistbûyî derdikevin xizmetiyê seva wan bişidînin, yan jî teseliya wan dikin. Usa ewana destên wan qewî dikin, yên ku ji bo xemgîniya xwe sist bûne. (Bixûne Îşaya 35:3, 4.)

“BIRA DESTÊN TE SIST NEBIN”

17, 18. Wedê çetinaya yan çaxê em xemgîn dibin, çida em gerekê dudilî nebin?

17 Çaxê em bi dil û can tevî xûşk-bira xizmet dikin, ew yek yektiyê û tifaqiyê tîne. Xêncî vê yekê, heleqetiya me tevî wan nêzîk dibe û em baweriya hevdu hindava keremên Padşatiya Xwedê, qewî dikin. Çaxê em destên xûşk-bira qewî dikin, bi vê yekê em alî wan dikin ku wedê tengasiya qewî bisekinin û axiriya baş bidin ber çevê xwe. Û hê zêde, çaxê em alî yên din dikin, em xwexa jî karê distînin, em ruhanîda qewî dimînin û em sozên Xwedêda dudilî nabin. Bi rastiyê jî, ew yek destên me jî qewî dike.

18 Em divînin ku berê Yehowa ça cûre-cûre derecada alî xizmetkarên xweyî amin kiriye û wana xwey kiriye. Ew yek gerekê baweriya me hindava wî qewî ke û em gerekê hê zêde îtbariya xwe wî bînin. Çaxê hûn rastî çetinaya û problêma tên, tu car bira destên we sist nebin! Dewsê, Yehowara dua bikin, û bihêlin ku destê wîyî himzor we qewî ke û berbi keremên Padşatiyê bive (Zeb. 73:23, 24).