Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno, Baweriya Xwe Qewî kin

Cahilno, Baweriya Xwe Qewî kin

“Bawerî . . . îzbatiya wan tişta ye, ku . . . ne xuya ne” (ÎBRN. 11:1).

KILAMÊN: 41, 11

1, 2. Îro cahil rastî çi çetinaya tên, û Kitêba Pîroz çi şîretê dide seva vê yekê?

XÛŞKA mera hevaleke wêye dersxanêda giliyên usa got: “Tu yeke aqil î, tu ça Xwedê bawer dikî?” Birakî jî ji Almanyayê got: “Dersdarên min dibêjin ku serhatiya Kitêba Pîroz derheqa efirandinê çîrok e. Û bona wan tiştekî normal e ku şagirt dersxanêda êvolûsyayê bawer dikin”. Xûşkeke meye cahil jî dibêje: “Dersdarên min zendegirtî dimînin, ku dersxanêda hê hene merivên ku Kitêba Pîroz bawer dikin”.

2 Îro gelek meriv bawer nakin ku Xwedê em efirandine. Hergê tu cahil î û Yehowara xizmet dikî, yan jî hê hîn dibî Xebera Xwedê, cara dibeke difikirî ku ça tu dikarî merivên dinra îzbat kî, ku Yehowa ye Efirandarê me. Kitêba Pîroz me şîret dike wekî çaxê em tiştekî dibihên yan dixûnin, rind ser bifikirin û bicêribînin. Kitêba Pîroz dibêje ku aqil wê “te biparêze”. Lê gelo ça? Aqil ku Xwedê daye me, wê alî me bike hînkirin û fîlosofiyên qelp înkar kin, û baweriya xwe hindava Xwedayê me Yehowa qewî kin. (Bixûne Metelok 2:10-12.)

3. Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Hergê hûn dixwazin ku baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, hûn gerekê wî rind nas kin (1 Tîmt. 2:4). Lema çaxê hûn Xebera Xwedê û edebyetên me ku ser hîmê Kitêba Pîroz in dixûnin, sera-bera nexûnin, lê usa bixûnin ku nêtê fem kin (Met. 13:23). Were em şêwir kin ku çawa ev yek dikare alî me bike, û bivînin hine îzbatkirina, wekî Efirandarê me heye û ku Kitêba Pîroz rast e (Îbrn. 11:1).

HÛN ÇA DIKARIN BAWERIYA XWE QEWÎ KIN?

4. Çira seva meriv Xwedê bawer ke yan êvolûsyayê, herdu derecada jî bawerî lazim e?

4 Diqewime kesek tera bêje: “Ez êvolûsiyayê bawer dikim, çimkî zandar evê yekê dibêjin. Lê tu ça dikarî Xwedê bawer bikî, ne te ew nedîtiye?” Bi rastiyê gelek meriv usa difikirin. Belê, ew rast e ku tu kesî Xwedê nedîtiye (Yûhn. 1:18). Lê protsêsa êvolûsiyayê jî tu kesî nedîtiye. Dêmek, herdu derecada jî bawerî lazim e, usa nîne? Meriva nedîtine ku tiştekî sax cûrê xwe biguhêze. Tu kesî nedîtiye wekî mesele, meymûnê cûrê xwe guhast û bû meriv (Îb. 38:1, 4). Belê, lazim e em pêbihesin û bizanibin îzbatkirina wan fakta, seva rastiyê bizanibin. Mesele, derheqa efirandinê Kitêba Pîrozda giliyên qewî nivîsar in: “Rast ji efirandina dinyayêda hunurêd [Xwedêye] nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efrînê xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide” (Rom. 1:20).

Hacetên seva lêkolînkirinê dikarin alî te bikin, ku rind şirovekî derheqa baweriya xwe (Binihêre abzasa 5)

5. Ça teşkîleta Yehowa alî me dike ku cûre-cûre pirsa rind fem bikin?

5 Kitêba Pîroz dibêje wekî “bi baweriyê meva eyan e ku dinya” Xwedê efirandiye. Xebera “eyan e”, dide kifşê ku rast e me ev yek pê çevê xwe nedîtiye, lê em fem dikin ku ew usa ne (Îbrn. 11:3). Lema jî, merivê serwaxtra eseyî nîne pê çeva tişta bivîne seva ku tiştekî bawer ke. Mesele, em nikarin Efirandar pê çevê xwe bivînin, lê em bawer dikin ku ewî her tişt efirandiye. Hûn dikarin hê zêde derheqa efrînên Xwedê bixûnin edebyetên meda ku teşkîleta Yehowa dide. Wan edebyetada hene înformasiya, derheqa fikirên zandara ser efrîna (Îbrn. 11:27). Mesele, hine înformasiya em dikarin bivînin ji vîdêo bi navê “The Wonders of Creation Reveal God’s Glory” (Himzoriya Xwedê ji Efirîna Tê Kifşê), usa jî broşûrên Was Life Created?(Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?), û The Origin of Life—Five Questions Worth Asking(Kaniya Emir-Pênc Pirsên Ferz), û kitêb bi navê “Is There a Creator Who Cares About You?” (Gelo Heye Efirandarê ku Me Hiz Dike?). Usa jî di jûrnala “Hişyar Bin!”, cara hene serhatiyên zandara û merivên din, yên ku gilî dikin, ku wana ça bawer kir ku Xwedê heye. Vê jûrnalêda usa jî hene rêza gotara “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?”. Ew gotar şirovedikin, ku her tişt çi ku em tebyetêda divînin, çiqas rind hatine efirandinê. Û zandar çaxê tiştekî dixwazin çêkin, ewana kûr dîna xwe didin efrînên Xwedê, û paşê bi wî cûreyî tiştên teze çêdikin.

6. Edebyetên ku cem me hene çida dikarin alî me bikin?

6 Birakî meyî cahil, ku 19 salî ye, gilî dike ku ça du broşûrên meye derheqa efirandinê, alî wî kirine. Ewî got: “Ew broşûr gelek qîmet in bona min. Min gelek car ew edebyet lêkolîn kirine”. Xûşkeke me jî ji Fransayê dibêje: “Çaxê ez dixûnim rêza gotara ‘Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?’, ez ecêbmayî dimînim! Ew gotar eyan dikin ku rast e cara înjînêrên nav û deng tişta çêdikin ku cûrê efrîna ye, lê yeke ewana tu car wê nikaribin usa çêkin, ku xût mîna efrîna be”. Dê-bavê keçikeke 15 salî ji Afrîkaya Başûrê gotin: “Çaxê qîza me dixûne jûrnala ‘Hişyar Bin!’, pêşiyê ew serhatiya dixûne”. Cahilno, wê gelek kêrhatî be hergê hûn wan edebyeta bixûnin. Ew wê alî we bike, ku baweriya we bibe mîna “baxekî bi kokên” qewî. Û tu “ba”, dêmek hînkirina qelp, wê ser we hukum neke (Yêrem. 17:5-8).

BAWERIYA XWE HINDAVA KITÊBA PÎROZ QEWÎ KIN

7. Çira Xwedê dixwaze, ku hûn çevgirtî bawer nekin?

7 Hergê hûn pirsê didine xwe hela Kitêba Pîroz rast e yan na, gelo vê yekêda tiştekî xirab heye? Na. Çimkî Yehowa dixwaze wekî em xwexa bêne ser nêta rast û “qencî û xirabiyê” ji hev derxin. Ew naxwaze wekî hûn çevgirtî tiştekî bawer bikin. Lema jî, hûn gerekê hiş-aqilê xwe bidine xebatê, seva rastiyê nas kin û bawer kin ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye. Çaxê hûn usa bikin, wê baweriya we qewî be. (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:4; Îbranî 5:14.) Lê ça hûn dikarin hê rind Kitêba Pîroz nas kin? Mesele, hûn dikarin Kitêba Pîrozda têmên usa lêkolîn bikin, kîjan ku hûn dixwazin hê kûr pêbihesin.

8, 9. a) Hine meriv kîjan têmên Kitêba Pîrozda hiz dikin lêkolîn bikin? b) Meselê bînin ku hine meriva çi kar standine, çaxê Kitêba Pîroz û edebyet lêkolîn kirine û ser fikirîne.

8 Geleka xweş tê pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hinek jî aliyê arxêolojîda, terîxiyêda yan zandariyêda Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Mesele, were şêwir kin pêxembertiya pêşiyê ku kitêba Destpêbûn 3:15-da nivîsar e. Ev rêz eyan dike têma sereke ya Kitêba Pîroz, dêmek derheqa îzina hukumetiya Xwedê. Ev pêxembertî usa jî eyan dike, ku navê Xwedê wê bê rûmetkirinê bi saya Padşatiya wî. Ev hin jî dide kifşê ku Yehowa wê ça hemû kul-derdê însanetê kuta ke, kîjan ku baxçê Edenêda destpêbû. Lê hûn ça dikarin vê pêxembertiyê lêkolîn bikin? Mesele, hûn dikarin xwera binivîsin wan sala û wan rêza, kîjan ku didine kifşê ku çawa Xwedê hêdî-hêdî zelal dikir û îzbat dikir ku ew pêxembertî wê ese bê sêrî. Paşê hûnê fem bikin ku rast e nivîskarên Kitêba Pîroz cûre-cûre wedada dijîtin, lê nivîsarên wan hev digirin. Ew yek îzbat dike ku hemû nivîskarên Kitêba Pîroz “bi rêberiya ruhê pîroz” nivîsîne (2 Pet. 1:21).

9 Birakî me ji Almanyayê got: “Rast e Kitêba Pîroz weke 40 meriva nivîsîne û ewana cûre-cûre wedada jîtine, lê yeke têma derheqa Padşatiyê nav temamiya Kitêba Pîrozda mîna zincîrê hevva girêdayî ye”. Xûşkek jî ji Avstralyayê gilî dike ku çawa baweriya wê qewî bû, çaxê ewê xwend gotareke ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Kanûna Pêşin, sala 2013. Vê gotarêda dihate şirovekirinê ku çi tê hesabê Cejina Derbazbûnê. Ew cejin gelek tevgirêdayî ye tevî pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15 û hatina Mesîh. Ewê xûşkê got: “Ewê gotarê çevê min vekir û min fem kir ku Yehowa çiqas girîng e. Ez ecêbmayî mam ku çawa ew cejin ku Îsraêliya gerekê derbaz kirana, hate sêrî ser Îsa. Ez kûr difikirîm ser vê yekê, ku ew cejin çi tiştê ferz dihate hesabê!” Lê gelo çira ew xûşk hate ser nêteke usa? Çimkî ewê çi ku dixwend ser kûr difikirî, û fem dikir. Usa baweriya wê qewî bû û ew hê nêzîkî Yehowa bû (Met. 13:23).

10. Dîsa ça baweriya me hindava Kitêba Pîroz dikare qewî be?

10 Hûn dikarin usa jî baweriya xwe qewî kin, çaxê bifikirin ser wan meriva, yên ku Kitêba Pîroz nivîsîne. Ew meriv gelek mêrxas û dilsax bûn. Nivîskarên dine berê tenê tiştên baş dinivîsîn derheqa xwe, serok û padşên xwe. Lê pêxemberên Yehowa timê rastî nivîsîne. Wana şaşiyên cimeta xwe û hela hê padşên xwe jî, veneşartine û bi helalî nivîsîne (2 Dîr. 16:9, 10; 24:18-22). Wana usa jî şaşiyên xwe û xizmetkarên din veneşartine û nivîsîne (2 Sam. 12:1-14; Marq. 14:50). Birakî me ji Brîtanyayê got: “Dilsaxiya wî cûreyî tek teka ye”. Û usa jî, ew yek me dide bawerkirinê, ku Kitêba Pîroz bi rastiyê jî ji Yehowa ye.

11. Yên cahil ça dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz hê qîmet bikin?

11 Kitêba Pîrozda hene prînsîpên gelek kêrhatî. Û ew jî menî ye ku çira gelek meriv îzbat dibin, wekî Kitêba Pîroz bi rêberiya Xwedê hatiye nivîsarê. (Bixûne Zebûr 19:7-11.) Xûşkeke cahil ji Japonyayê got: “Malbeta me bi rastiyê bextewar bûye, çimkî em timê prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê. Malbetêda edilayî, yektî û hizkirin heye”. Xêncî wan tişta, prînsîpên ji Kitêba Pîroz usa jî me xwey dike ji hînkirinên qelp, ku meriva dikine dîl (Zeb. 115:3-8). Ewên ku êvolûsiya bawer dikin, tebyetê dikine xwedayê xwe û rûmetê didine vê. Lê rûmet tenê Yehowara dikeve. Û ewên ku dibêjin Xwedê tune, gotina wan usa dertê ku axirî destê însanetêda ne. Lê terîxiyê rind eyan kiriye, ku meriv xwexa nikarin axiriya baş bînin (Zeb. 146:3, 4).

ÇA TEVÎ MERIVA XEBERDIN DERHEQA BAWERIYA XWE?

12, 13. Ça em dikarin derheqa efirandinê û Kitêba Pîroz tevî meriva usa xeber din, ku kêrhatî be?

12 Cahilno, çi dikare alî we bike, ku hûn merivara şirovekin derheqa baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz? Ya ewlin, derbêra nefikirin wekî hûn rind zanin ku ewana çi bawer dikin. Çimkî hine meriv dibêjin wekî ewana êvolûsiyayê bawer dikin, lê hin jî bawer dikin ku Xwedê heye. Ewana difikirin ku Xwedê hemû tişt bi êvolûsiyayê efirandiye. Hinek jî êvolûsiyayê bawer dikin, çimkî difikirin ku hergê ew nerast bûya, mektebada ew têoriya wê hîn nekirana. Hinek jî Xwedê bawer nakin, çimkî baweriya xwe rêlîgiya naynin. Lema jî, çaxê hûn tevî kesekî derheqa Efirandar şêwir dikin, wê kêrhatî be ku pêşiyê pirsa bidine wan, seva têderxin ku ewana çi bawer dikin. Hergê hûn bi dil û can wana bibihên, ewana jî wê hêlan bin guh bidine we (Tîto 3:2).

13 Hergê kesek wera dibêje ku hûn badîhewa bawer dikin, ku Efirandar heye, derbêra caba wî nedin. Bi nermî jêra bêjin, ku bira pêşiyê ew şiroveke ku çawa emir bê Efirandar pêşda hatiye. Paşê jî bêje, wekî seva ji şaneya (ûcre) biçûk tiştekî mezin pêşda bê, lazim e ew şane ji hev zêde be. Profêsorekî kîmiyayê got, wekî seva vê yekê lap kêm 4 tişt lazim in,  1) çermê wê şanê gerekê hebûya ku ew xwey kira, 2) ewê gerekê bikaribûya ênêrjiya bistanda û ev bida xebatê, 3) nav wê şanêda gerekê înformasiya bîolojî hebûya, 4) û bikaribûya ew înformasiya derbazî şaneke din jî bikira. Ewî profêsorî usa jî got: “Ew ecêbmayî ye ku hela hê şaneya biçûk jî çiqas çetin e”.

14. Hûn ça dikarin merivara hêsa şirovekin ku Xwedê heye?

14 Cara hûn dikarin mesela Pawlos bidine xebatê wanra, yên ku êvolûsiyayê bawer dikin. Pawlos got: “Her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye” (Îbrn. 3:4). Ew mesele gelek bi logîkî û kêrhatî ye. Rastî jî hergê avayî bêy meriva nikare xwexa ava be, lê wê ça îlahî tiştekî sax û çetin xwexa çêbûya. Wedê şêwirkirinê, edebyetên me derheqa efirandinê jî bidine xebatê. Xûşkeke me du broşûrên meye derheqa efirandinê, da xebatê wedê xeberdanê tevî mêrekî cahil. Ewî mêrî bawer nedikir ku Xwedê heye lê êvolûsiya bawer dikir. Weke heftêkî şûnda, ewî mêrî jêra got: “Niha ez bawer dikim ku Xwedê heye”. Usa ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, û axiriyê bû Şedê Yehowa.

15, 16. Çaxê em tevî kesekî xeberdidin derheqa Kitêba Pîroz, pêşiyê em gerekê çi pêbihesin, û bi çi nêtê?

15 Lê hûn ça dikarin xeberdin tevî wan, yên ku dudilî dibin ku Kitêba Pîroz ne ji Xwedê ye? Pêşiyê, pêbihesin ku ew çi bawer dike û têderxin ku kîjan têma wê jêra hewas be (Metlk. 18:13). Hergê ew zandariyê hiz dike, jêra gilî kin ku ça Kitêba Pîroz aliyê zandariyêda rast e. Yan hergê ew hiz dike têma derheqa terîxiyê, gilî ke ku ça pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatine sêrî û ça ew aliyê terîxiyêda rast e. Wan merivara, yên ku dixwazin pêbihesin ça dikarin hê bextewar bin, gilî ke ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin. Wanra meselê bîne derheqa hînkirina Îsa ser çiyê, ku kitêba Metta serê 5-7-da nivîsar e.

16 Cahilno, bîra xweda xwey kin wekî nêta we gerekê ew be ku dilê meriva bikirin, ne ku tevî wan bikevine dewê. Lema jî, çaxê hûn pirsa didine wan, rind guh bidine wan. Bi qedir tevî wan xeberdin, îlahî tevî yê emirda mezin. Usa ewana wê hêlan bin, ku qedirê baweriya we bigirin. Ewana usa jî wê bivînin ku hûn tu tiştî çevgirtî bawer nakin, lê hîmê baweriya we heye. Lê usa jî bîra xweda xwey kin, ku hûn borcdar nînin caba wan bidin, yên ku tenê dixwazin tevî we bikevine dewê, yan qerfa we bikin (Metlk. 26:4).

RASTIYÊ NAS KE Û BAWERIYA XWE QEWÎ KE

17, 18. a) Çi dikare alî we bike ku rastiyê rind nas kin? b) Têma dinda emê derheqa çi şêwir kin?

17 Seva baweriya me qewî be, bes nîne tenê bizanibin hînkirinên sereke ya Kitêba Pîroz. Lema jî cahilno, Xebera Xwedê usa kûr lêkolîn bikin ça tê bêjî hûn xizna veşartî digerin (Metlk. 2:3-6). Bidine xebatê hemû hacetên ku ser zimanê we destdikevin. Mesele, “KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyêyan “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”. Usa jî wê gelek kêrhatî be hergê hûn nêtê daynin pêşiya xwe, ku Kitêba Pîroz bi temamî bixûnin. Diqewime hûn nava salekêda jî bikaribin bixûnin. Bi rastiyê tu tişt usa qayîm nikare baweriya me qewî ke, çawa xwendina Xebera Xwedê. Berpirsiyarekî mihalê gilî kir, ku ça cahiltiya wîda baweriya wî qewî bû. Ewî got: “Çaxê min Kitêba Pîroz bi temamî xwend, min dît ku ew bi rastî Xebera Xwedê ye. Û serhatiyên Kitêba Pîroz ku ez biçûktayêda hîn bûme, axiriyêda bona min hê zelal bûn. Ewê yekê ez hêlan kirim, ku ruhanîda pêşda herim”.

18 Dê-bavno, weva gelek girêdayî ye ku zarên we ruhanîda pêşda herin. Lê hûn ça dikarin baweriya wan qewî kin? Têma dinda emê derheqa vê yekê hê zêde pêbihesin.