Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dê-Bavno, Baweriya Zarên Xwe Qewî kin

Dê-Bavno, Baweriya Zarên Xwe Qewî kin

“Xort û keçên cahil . . . bira pesna pêşkêşî navê Xudan bikin” (ZEB. 148:12, 13).

KILAMÊN: 9, 48

1, 2. a) Dê-bav rastî çi çetinaya tên û ça ewana dikarin wan çetinaya safî kin? b) Vê têmayêda emê kîjan çar şîreta şêwir kin?

MÊR û jinek ku Fransayêda dijîn, gotin: “Em ku Yehowa bawer dikin, ew nayê hesabê wekî zarên me jî wê ese wî bawer bikin. Çimkî bawerî ew tiştekî usa nîne, ku dikare ji dê-bava derbazî ser zara be. Bal zara bawerî hêdî-hêdî pêşda tê”. Birak ji Avstralyayê got: “Bona dê-bava çetinayîke lape mezin dikare ew be, ku alî zara bikin wekî dilê xweda Xwedê bawer kin. Seva vê yekê lazim e dê-bav çi ku dikarin hemû tiştî bikin. Mesele, çaxê zar pirsê dide, dê-bav caba xwe usa didin ku ew fem ke. Lê wede derbaz dibe û zar dîsa evê pirsê dide. Çimkî zar çiqas mezin dibe, haqas fikirên wî dikarin bêne guhastin. Lema jî dibek lazim be ku dê-bav evê pirsê dîsa û dîsa şêwir kin”.

2 Hergê zarên te hene, diqewime cara tu difikirî ku tuyê nikaribî zarên xwe hîn kî, ku Yehowa hiz bikin û axiriyêda bibine xizmetkarên wî. Bi rastiyê, emê nikaribin tenê pê qewat û aqilê xwe evê yekê bikin (Yêrem. 10:23). Lê hergê em pê rêberiya Yehowa herin, emê bikaribin. Were em derheqa çar tişta şêwir kin, kîjan ku dikarin alî we bikin baweriya zarên xwe qewî kin: 1) Zarên xwe rind nas bikin. 2) Bi dil û can wana hîn kin. 3) Wana bi mesela hîn kin. 4) Hindava wan bi sebir bin û alîkariyê ji Xwedê bixwazin.

ZARÊN XWE RIND NAS BIKIN

3. Hînkirina zarada dê-bav çida dikarin çev bidine Îsa?

3 Îsa gelek car ji peyçûyên xwe dipirsî, hela ewana çi bawer dikin (Met. 16:13-15). Dê-bavno, vê yekêda çev bidine Îsa. Çaxê hûn tevî zarên xwe hêsa dibin, yan tiştekî tevayî dikin, wana hêlan kin ku dilê xwe wera vekin. Pêbihesin hela ewana baweriya xweda tiştekîda dudilî dibin yan na. Birakî cahil ku 15 salî ye, got: “Bavê min timê derheqa baweriya min tevî min xeberdide, û alî min dike ku ez bifikirim. Ew pirsên usa dide min: ‘Lê Kitêba Pîroz çi dibêje? Tu bawer dikî çi ku ev dibêje? Lê çira tu bawer dikî?’ Bavê min dixwaze ku ez fikirên xwe bêjim, ne ku giliyên wî yan giliyên diya xwe biwekilînim. Çiqas ez mezin dibûm, cabên min gerekê hê kûr bûna”.

4. Çira ferz e ku pirsên zara pişt guhê xweva nevêjin? Meselê bînin.

4 Hergê zar hine hînkirinên Kitêba Pîrozda dudilî dibe, tevhev nebin, lê bi sebir bin. Alî zarê bikin ku cabên pirsên xwe bistîne. Birakî me ku zarên wî hene, dibêje: “Rind dîna xwe bidin pirsên zara. Nefikirin ku ew pirs ferz nînin. Û ji pirsê zara nerevin ji bo vê yekê, ku naxwazin cefê bikişînin seva caba pirsa wan bidin”. Bi rastiyê, gelek baş e ku zar pirsa dide, çimkî ew tê hesabê ku ew dixwaze tişta pêbihese û fem bike. Hela hê Îsa jî çaxê 12 salî bû pirs dida. (Bixûne Lûqa 2:46.) Cahilek ji Denmarkê, ku 15 salî ye, tîne bîra xwe: “Çaxê min dê-bavê xwera got ku ez dudilî me, wekî rêlîgiya me rast e, wî çaxî ewana dibeke ber xwe ketin, lê yeke ser min hêrs neketin. Wana bi saya Kitêba Pîroz caba hemû pirsên min didan”.

5. Dê-bav gerekê timê çi bikin?

5 Dê-bavno, zarên xwe rind nas bikin. Haş pê hebin ku ewana çi difikirin, çi dilê wanda ye, û bona çi xemgîn dibin. Nefikirin ku hergê ewana têne ser civatê û derdikevine xizmetiyê, ew tê hesabê ku baweriya wan heye. Her roj çaxê hûn tevayî tiştekî dikin, derheqa Yehowa tevî wan xeberdin. Dua bikin bona zarên xwe, û tevî wan jî dua bikin. Haş pê hebin ku ewana rastî çi cêribandina tên, û alî wan bikin ku wan cêribandinada amin bimînin.

BI DIL Û CAN WANA HÎN KIN

6. Çaxê dê-bav hê zêde pêdihesin derheqa Yehowa û Xebera wî, ew yek çida alî wan dike?

6 Îsa çawa dersdar, giliyên xwe digihyande dilê meriva, çimkî ewî Yehowa, Xebera wî û meriv hiz dikir (Lûqa 24:32; Yûhn. 7:46). Seva ku giliyên we dilê zarên we bigire, hûn jî gerekê usa bi hizkirin bin û Yehowa hiz bikin, çawa Îsa. (Bixûne Qanûna Ducarî 6:5-8; Lûqa 6:45.) Lema dê-bavno, timê bixûnin û lêkolîn bikin Kitêba Pîroz û edebyetên meyî din, seva hê zêde pêbihesin derheqa efrînên Yehowa (Met. 6:26, 28). Usa, hûnê zanebûna xwe zêde kin û Yehowa hê qîmet kin. Û paşê, hûnê îda bikaribin derheqa Yehowa zarên xwe hê rind hîn kin (Lûqa 6:40).

7, 8. Dê-bavên ku Yehowa hiz dikin û derheqa wî hê zêde pêdihesin, çi dixwazin bikin? Mesela bînin.

7 Dê-bavno çaxê hûn hê zêde derheqa Yehowa pêdihesin, hûnê bixwazin malbeta xwera jî gilî kin. Lê ese nîne derheqa vê yekê xeberdin tenê wedê hazirbûna bona civatê, yan wedê qulixkirina tevî malbetê. Hûn dikarin wedê aza jî xeberdin tevî wan. Lê zorê nekin ku tevî zara xeberdin. Ew xeberdan gerekê ofîsîalî nîbe, lê ça xeberdana her rojî. Mêr û jinek ji Dewletên Yekbûyî hingê derheqa Yehowa xeberdidin, mesele çaxê efrînekî bedew divînin yan xwarineke xweş dixwin. Ewana gilî dikin: “Wî wedeyî em tînin bîra zarên xwe, ku Yahowa ça bi bîlanî û bi hizkirin hemû tişt çêkiriye bona me”. Mêr û jinek ji Afrîkaya Başûrê gilî dikin, ku çaxê ewana tevî du qîzên xwe baxçeda dixebitin, dîna zara didin ser wê yekê ku ça toxim çîl dide û paşê şîn dibe. Ew dê-bav dibêjin: “Em dixwazin wekî qîzên me emir qîmet kin”.

8 Birakî me ji Avstralyayê, carekê kurê xweyî weke 10 salî bire myûzê. Ewî dixwest ku zara wî qewî bawer ke, wekî Yehowa hemû tişt efirandiye. Ew dibêje: “Myûzêda me dît efrînên berê, ku nav berêda hebûne. Navê wan heywana amonoîd û trîlobît in. Em zendegirtî man çaxê me dît, ku ew heywanên usa biçûk çiqas bedew in, lê wekî usa ne, ew berê çiqas bedew û tam bûne. Hergê emir ji tiştekî netam pêşda hat û paşê bû tam, wekî usa ne, çira ew efrînên berê îda usa tam bûne? Ew bona min bû ders, kîjan ku dilê min girt, û min kurê xwera jî ew yek gilî kir”.

ÇAXÊ HÎN DIKIN, MESELA BIDINE XEBATÊ

9. Çira hînkirin bi mesela kêrhatî ye, û ça xûşkeke me zarên xwe bi mesela hîn kir?

9 Çaxê Îsa dixwest tiştekî ferz meriva hîn ke, ewî gelek car mesele dida xebatê. Ewî zanibû ku mesele wê alî wan bikin, ku bifikirin, fem kin, û bîra xweda xwey kin çi ku ewî wan hîn kir (Met. 13:34, 35). Lema, dê-bavno çaxê hûn zarên xwe hîn dikin, mesela bidine xebatê, çimkî zar hiz dikin tişta bidine ber çevê xwe. Were em binihêrin ku ça xûşkeke me, zarên xwe pê mesela hîn dikir. Çaxê kurekî wê heyşt salî bû, lê yê din deh salî bû, ewê wanara gilî kir derheqa atmosfêra erdê. Ewê bi mesela wanra şirovekir, ku çawa Yehowa hizkirin da kifşê û bi dil û can atmosfêra çêkir. Ewê şîr, şekir, û qawe da zarên xwe, û got ku qawê jêra çêkin. Ew xûşk gilî dike: “Wana usa bi dil û can qawe çêdikirin, ku min ji wan pirsî gelo çira wana usa bi xîret çêkir. Wana got ku dixwestin qawê hema usa çêkin, ça ku ez hiz dikim. Paşê min wanra şirovekir ku Yehowa jî usa bi dil û can atmosfêra çêkir, çawa ku hema mera lazim e”. Zara ew mesele rind fem kirin, û bîra wanda ma.

Hûn dikarin bi meselên hêsa, baweriya zara hindava Xwedê qewî kin (Binihêre abzasa 10)

10, 11. a) Hûn bona zara xwe kîjan mesela dikarin bînin, seva baweriya wî hindava Xwedê mezin kin? (Binihêre şiklê ewlin.) b) We kîjan mesele dane xebatê hînkirina zarada?

10 Hûn ça dikarin zara xwe hîn kin, wekî ew baweriya xwe Xwedê bîne? Hûn dikarin bi mesela jêra şirovekin. Besa xeberê, çaxê hûn tevî zara xwe totika çêdikin, jêra şirovekin çiqas ferz e totika bi rêtsêptê çêkin. Paşê êmîşekî bidine destê wî, mesele sêv, û jêra bêjin: “Zanî, ew sêv jî pê ‘rêtsêptê’ hatiye çêkirinê!” Paşê, ewê sêvê ortêda ker kin, dendika vê bidine destê zarê û şirovekin ku ew dendik jî, mîna “rêtsêptê ye”. Paşê hûn dikarin dîsa jê bipirsin: “Rêtsêpta totikê xwexa çêbûye, yan kesekî nivîsiye? Femdarîye ku kesekî nivîsiye. Usa jî rêtsêpta sêvê xwexa nikaribû çêbûya, çimkî ew hê çetin e ne ku totik”. Hergê zar êpêce mezin e ku fem ke, hûn dikarin usa jî şirovekin, wekî rêtsêpta dendikêda, ew heye çawa înformasiya bîolojî, ya ku lazim e wekî dar jî şîn be. Usa jî wê kêrhatî be ku tevî wî binihêrin hine şikilên ji broşûra Kaniya Emir: Pênc Pirsên Ferz, ser rûpêlên 10-20.

11 Gelek dê-bav tevî zarên xwe dixûnin rêza gotara bi navê “Gelo Kê Ew Tişt Efirand?” ji jûrnala “Hişyar Bin!”. Lê hergê zar biçûk in, ewana wan gotara bi zimanê hêsa zarên xwera şirovedikin. Mêr û jinek ji Denmarkê, teyrede beramberî firinde (teyarê) kirin. Wana got: “Firinde hema cûrê teyreda ye. Lê gelo firinde dikarin hêk bikin û ji wan hêka firindên biçûk derên? Gelo teyredara lazim e ciyê başqe seva sekinandinê, çawa firindara? Yan qe dikarî dengê firindê, beramberî çîve-çîva çivîka bikî? Niha bifikire, hela kê hê aqil e, yê ku firinde çêkiriye yan Efirandarê teyreda?” Dê-bavno, çaxê hûn tevî zara şêwir dikin û pirsa didine wan, ew yek alî wan dike ku hiş-aqilê xwe bidine xebatê û baweriya xwe hindava Xwedê qewî kin (Metlk. 2:10-12).

12. Ça hûn pê mesela dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana bawer kin ku Kitêba Pîroz çi dibêje, rast e?

12 Bi mesela hûn dikarin zara usa jî hîn kin, wekî bawer bikin, ku çi Kitêba Pîroz dibêje ew rast e. Mesele, tevî zarê bixûnin Îbo 26:7. (Bixûne.) Hûn ça dikarin zarê bidine femkirinê, ku ew înformasiya ji Xwedê bû? Zarê hêlan kin ku evê derecê bide ber çevê xwe û xwexa bifikire. Û hingê zarêra bêjin ku wedê Îboda meriv nediçûn kosmosê û ne jî têlêskop hebûn. Zar dikare usa bide kifşê yançi wîra çetin e bawer ke, dêmek merivên berêra çetin bûye bawer kin ku erd ser tu tiştî nîne. Û ew dikare topê hilde destê xwe seva nîşan ke, wekî tiştekî bi giraniyê gerekê ser tiştekî yan cîkî be. Ew mesele dikare zara we bide bawer kirinê, ku rast e Kitêba Pîroz zûdava hate nivîsarê, lê yeke ew rast e çimkî ji Yehowa ye (Nehem. 9:6).

ZARA HÎN KE KU ÇIQAS KAR E PÊ PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ BIJÎN

13, 14. Dê-bav ça dikarin alî zara bikin, wekî ewana prînsîpên Kitêba Pîroz qîmet kin?

13 Gelek ferz e zara hîn kin, wekî ewana fem kin, ku çiqas kar e prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî. (Bixûne Zebûr 1:1-3.) Hûn dikarin cûre-cûre mêtoda bidine xebatê. Mesele, hûn dikarin zarara bêjin ku bidine ber çevê xwe, wekî yançi ewana dixwazin derbazî giravekê bin, kîderêda tu kes najî. Û ewana gerekê meriva bijbêrin ku tevî wan wê giravêda bijîn. Paşê ji zara bipirsin: “Weyê merivên ça bijibartana? Dêmek xeysetên wan gerekê ça bûya, wekî we gişka hevra edilayêda bijîta?” Paşê, hûn dikarin wanra bixûnin Galatî 5:19-23, û şirovekin ku Xwedê dixwaze kîjan hunur nav merivada hebin.

14 Wî cûreyî hûnê du dersa zara hîn kin. Ya ewlin, ewana wê bawer kin, ku prînsîpên Xwedê edilayê û tifaqiyê tînin. Ya duda, ewana wê fem kin, wekî Yehowa îda niha me hazir dike bona jîyîna dinya tezeda (Îşa. 54:13; Yûhn. 17:3). Hûn dikarin usa jî ji edebyetên me, hine serhatiya wanra gilî kin. Mesele, ji “Birca Qerewiliyê” rêza gotara bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. Yan jî hergê civata weda hene xûşk-birên ku emirê xwe guhastine seva dilê Yehowa şa kin, wana teglîfî mala xwe kin. Bira ewana serhatiya xwe gilî kin. Ew mesele wê alî zara bikin ku prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Îbrn. 4:12).

15. Nêta weye sereke gerekê çi be çaxê zara hîn dikin?

15 Çaxê hûn zarê xwe hîn dikin, cûre-cûre mêtoda bidine xebatê. Hînkirinê, hê bi hewas kin, seva ewana hiş-aqilê xwe bidine xebatê. Hildine hesab ku ewana çend salî ne. Baweriya wan hindava Xwedê qewî kin. Birakî got: “Tu car newastin ku bifikirin çawa bi cûrên teze zara hîn kin”.

AMIN BE, BI SEBIR BE Û DUA BIKE

16. Çaxê zara hîn dikin, çira lazim e bi sebir bin? Meselê bînin.

16 Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz, baweriya zarên we dikare qewî be (Galt. 5:22, 23). Lê çawa ku êmîşra lazim e wede ku bigihîje, seva baweriyê jî wede lazim e wekî qewî be. Lema dê-bavno, bi sebir bin û berdewam kin zarên xwe hîn kin. Birakî ji Japonyayê got: “Min û jina xwe timê seva zarên xwe wede didît. Çaxê ewana biçûk bûn, her roj, xêncî rojên civatê, min 15 deqa giliyên Xwedê wana hîn dikir. Her roj, 15 deqe bona me qe çetin nîbû”. Berpirsiyarekî mihalê derheqa xwe gilî kir: “Ez çaxê cahil bûm, gelek diketime şikê û gelek pirsên min hebûn. Lê wede derbaz dibû, min cabên wan pirsa distand wedê civatê, qulixkirina tevî malbetê û hînbûna şexsî. Lema jî gelek ferz e, ku dê-bav timê zarên xwe hîn kin”.

Hergê hûn dixwazin dersdarê baş bin, Xebera Xwedê pêşiyê gerekê dilê weda be (Binihêre abzasa 17)

17. Çira ferz e ku baweriya dê-bava qewî be, û ça mêr û jinek bona zarên xwe mesela baş hîştin?

17 Hergê baweriya we hindava Xwedê qewî ye, zarên we wê evê yekê bivînin û ji we hîn bin. Bona vê yekê, dê-bavno pêşiyê baweriya xwe qewî kin. Bira zarên we bivînin ku Yehowa bona we çiqas rêalî ye. Mêr û jinek ji Bêrmûdayê, gilî dikin ku çaxê ewana rastî çetinaya tên, derbêra tevî zarên xwe Yehowara dua dikin seva alîkariyê. Ewana usa jî zarên xwe hêlan dikin, ku xwexa Xwedêra dua bikin. Ew mêr û jin dibêjin: “Em usa jî qîza xweye mezinra dibêjin: ‘Bi temamî îtbariya xwe Yehowa bîne, nava şixulê belakirina mizgînêda be, û bona tiştekî gelek dilteng nebe’. Û çaxê ew usa dike, ew xwexa pê çevê xwe divîne ku Yehowa ça alî me dike. Usa baweriya wê hindava Xwedê û Kitêba Pîroz qewî bûye”.

18. Dê-bav derheqa zara gerekê çi bîr nekin?

18 Belê, hûn nikarin zorê bikin, wekî baweriya zarên we hebe. Hûn dikarin toxim biçînin û avdin, lê tenê Xwedê mezin dike (1 Korn. 3:6). Lema timê dua bikin seva ruhê pîroz, û bi dil û can zarên xweyî şîrin hîn kin. Çaxê hûn usa bikin, dudilî nebin ku Yehowa wê ese we kerem ke (Efes. 6:4).