Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Xebera Xwedê sax e”

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çi tê hesabê gilî “Xebera Xwedê sax û zor e”, ku nivîsar e Îbranî 4:12-da?

 

Gelek car Îbranî 4:12 edebyetên meda bi wê nêtê tê xebitandinê, ku bide kifşê wekî Kitêba Pîroz dikare emirê meriva biguhêze, û ew yek bi rastiyê jî usa ye. Lê wê hê baş be hergê kontêksta vê rêzê fem kin. Pawlos Mesîhiyên Îbranî hêlan dikir, wekî ewana piştgiriya nêt-meremên Xwedê bikin, dêmek qirara wî. Gelek nêt-meremên Xwedê, nivîsarên pîrozda hatine nivîsarê. Pawlos mesele anî derheqa Îsraêliya, yên ku bi saya Xwedê ji dîltiya Misirê aza bûn. Îsraêlî dikaribûn biketana erdê sozdayî ku “şîr û hingiv jê dikişe”, û kîderê ku wana dikaribûn rihetî bistandana (Derk. 3:8, PKM; Qan. Dcr. 12:9, 10).

Ew yek qirara Xwedê bû. Lê gelek Îsraêliya dilê xwe hişk kirin û nebawerî dane kifşê, lema jî neketine vî erdî, dêmek rihetiyê (Jimar 14:30; Yêşû 14:6-10). Lê Pawlos got ku sozê “bona ketina nava rihetiya [Xwedê]”, dîsa jî qewatêda bû (Îbrn. 3:16-19; 4:1). Eyan e, ku ew “soz” pareke ji qirara Xwedê bû. Mîna Mesîhiyên Îbranî, em jî dikarin bixûnin û pêbihesin derheqa qirara Xwedê, û piştgiriya qirara wî bikin. Pawlos çend par ji Destpêbûn 2:2, û Zebûr 95:11 da xebatê, seva eyan ke, wekî ew soz ser hîmê Nivîsara ye.

“Sozê ku bona ketina nava rihetiya wî hê dimîne”, ev yek dilê me digire. Ev soz rêalî ye, ku em dikarin bikevine nava rihetiya Xwedêda, çimkî Kitêba Pîroz evê yekê dibêje. Û seva bikevine vê rihetiyê, me gav avîtiye. Lê me ev gav avîtiye ne ku çimkî pey Qanûna Mûsa çûn, yan kirên baş kirin seva qebûlkirina Xwedê bistînin, lê me ew kir ji bo baweriya xwe hindava Xwedê. Em bi şabûnê piştgiriya qirara wî dikin, û berdewam dikin usa bikin. Gilî “Xebera Xwedê” ya ku Îbranî 4:12-da nivîsar e, usa jî dikare bê hesabê Kitêba Pîroz. Û bi hezara meriv nav temamiya dinyayê destpêdikin hîn bin Kitêba Pîroz û pêdihesin derheqa qirara Xwedê. Evê yekê alî geleka kiriye ku emirê xwe biguhêzin, baweriyê bidine kifşê û bêne nixumandinê. Guhastinên ku ewana emirê xweda dikin, îzbat dike ku “Xebera Xwedê” bi rastiyê “sax û zor e”. Qirara Xwedê, kîjan ku Kitêba Pîrozda em pêdihesin, îda niha emirê me aliyê başda guhastiye, û axiriyêda jî wê dîsa zoraya xwe mera nîşan ke.