Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ber Merivên Dewletê Şedetiyê Bidin

Ber Merivên Dewletê Şedetiyê Bidin

“Min ew çawa hacetek bijartiye, wekî navê min necihûya, padşa û zarêd Îsraêlêva bide naskirinê” (Kar. Şand. 9:15). Ew gilî Îsa got ser mêrekî Cihû, ku teze bû Mesîhî. Ew hate navkirinê Pawlosê şandî.

Yek ji wan “padşa”, Nêro bû, împêratorê Romê. Weyê ça xwe texmîn kira, hergê hûn gerekê ber merivê xweyîhukum bisekiniyana seva şedetiyê bidin? Ji Kitêba Pîroz em divînin wekî em gerekê çev bidine Pawlos (1 Korn. 11:1). Were em binihêrin, ku Pawlos ça xwe dida kifşê, çaxê dîwana wî dikirin.

Qanûna Mûsa ne ku tenê Cihûyên Îsraêlêda dianîne sêrî, lê usa jî Cihûyên din, ku cîkî mayînda dijîtin. Lê paşî roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., ji xizmetkarên rast îda nedihate dewakirinê ku Qanûna Mûsa bînin sêrî (Kar. Şand. 15:28, 29; Galt. 4:9-11). Lê yeke Pawlos û Mesîhiyên din, bi qedir xeberdidan derheqa Qanûnê. Wana hêsa mizgînî bela dikir nav Cihûya (1 Korn. 9:20). Pawlos usa jî gelek car diçû kinîşta, û li wêderê şedetî dida merivara, yên ku derheqa Xwedêyê Birahîm zanibûn. Ewî ser hîmê Nivîsarên Îbranî wanra şedetî dida (Kar. Şand. 9:19, 20; 13:5, 14-16; 14:1; 17:1, 2).

Destpêkêda, şandiya Orşelîmêda rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin. Wana usa jî timê paristgehêda meriv hîn dikirin (Kar. Şand. 1:4; 2:46; 5:20). Cara Pawlos jî dihate Orşelîmê, kîderê ku carekê wî girtin. Wêderê ew birine ber dîwanê, û axiriyê wî derbazî Romê kirin.

PAWLOS QANÛNA ROMÊ ÇA DA XEBATÊ?

Lê gelo merivên serwêrtiya Romê ça difikirîn ser xizmetiya Pawlos? Seva pêbihesin caba vê pirsê, wê kêrhatî be bivînin, ku çawa Romêda difikirîn ser rêlîgiyayê. Serwêrên Romê zorê merivên xerîb nedikirin ku rêlîgiya xwe bihêlin. Wana ew yek dikir tenê wî çaxî, hergê ew rêlîgiya xof bû seva dewleta wan, yan jî ser meriva xirab hukum dikir.

Romêda îzin û azabûna Cihûya gelek bû. Kitêbekêda derheqa Mesîhiyên qirna yekê dihate gotinê: “Împêriya Romêda, îzina Cihûya gelek tiştada hebû. . . . Bona hebandinê jî azaya wan hebû, û zorê wan nedikirin ku xudanên Romê bihebînin. Cihûya nav hevda xwexa pê qanûna xwe dikaribûn tişt safî kirana” (Backgrounds of Early Christianity). Xêncî vê yekê, îzina wan hebû neçine eskeriyê. * Pawlos çawa Mesîhî, hema ew qanûn da xebatê, kîjan ku azayî dida rêlîgiya cihûya, seva ber serwêrên Romê şedetiyê bide.

Dijminên Pawlos hemû tişt dikirin, seva meriv û serwêr miqabilî wî rabin (Kar. Şand. 13:50; 14:2, 19; 18:12, 13). Were derecekê şêwir kin. Rûspiyên Mesîhî Orşelîmêda nava Cihûyada bihîstin, ku yançi Pawlos cimetê hîn dike wekî “dest ji Qanûna Mûsa bikişînin”. Cihûyên ku teze bûne Mesîhî, ji bo wan gilî-gotina dikaribûn bifikiriyana, ku Pawlos qedirê qirara Xwedê nagire. Xêncî vê yekê, civîna Giregira jî dikaribû hesab kira ku Mesîhî raberên rêlîgiya Cihûya ne. Hergê usa biqewimiya, Cihûyên ku pey Mesîhî diçûn, wê bihatana cezakirinê, wê wana nav cimetêda derxistana û nehîştana ku paristgehêda û kinîştada meriva hîn kin. Lema rûspiyên civatê şîret dabûne Pawlos, ku ew hemû tiştî bike, seva îzbat ke wekî derheqa wî derew dibêjin. Wana gotê ku here paristgehê û tiştekî usa bike, çi ku Xwedê ji wî dewa nedikir, lê usa jî qedexe nîbû (Kar. Şand. 21:18-27).

Pawlos pey şîreta wan çû, û jêra mecal vebû, ku bona mizgîniyê bisekine û şedetiyê bide (Fîlî. 1:7). Çaxê Pawlos çû paristgehê, Cihû tevhev bûn û dixwestin Pawlos bikuştana. Lema sersedê Romayî, Pawlos girt û kire kelê. Paşê çaxê Pawlos dixwestin bidana ber qamçiya, ewî got ku ew bajarvanê Romê ye. Ji bo vê yekê, Pawlos birine Qeyseryayê, kîderê ku Romaya serwêrtî ser Cihûstanê dikirin. Li wê derê mecela wî hebû, ku ber merivên dewletê bi mêrxasî şedetiyê bide. Bi vê yekê merivên ku derheqa Mesîhiya gelek tişt nizanibûn, dikaribûn hê zêde pêbihesiyana.

Karên Şandiya serê 24-da, tê gilî kirinê ev derece, çaxê Pawlos ber Felîks sekinîbû, yê ku weliyê Romayî ya Cihûstanê bû. Derheqa baweriya Mesîhiya ewî hinek tişt îda bihîstibû. Cihûya şer avîtine Pawlos, ku yançi ew lape kêm, sê tiştada qanûna Romê neaniye sêrî. Wana got ku ew nava temamiya împêriyayêda, Cihûya tevhev dike, û ku ew rêberê sêktekê ye ku xof e seva cimetê, û ku ew dixwaze paristgehê biherimîne, kîjan ku bin xweykirina Romayada bû (Kar. Şand. 24:5, 6). Ji bo wan şikiyata, Pawlos dikaribûn bikuştana.

Îro Mesîhiyara wê kêrhatî be bifikirin, ku Pawlos ça xwe da kifşê çaxê şer avîtine wî. Pawlos tevhev nebû û bi qedir xeberda derheqa Qanûnê û pêxembera, û got ku îzina wî heye “Xwedêyê kal-bavêd xwe” bihebîne. Çimkî li gora Qanûna Romê, îzina hemû Cihûya hebû ku hebandina xwe bikin (Kar. Şand. 24:14). Wede şûnda, Pawlos îda dikaribû şedetiyê bide ber weliyê din, dêmek Porkiyo Fêsto, û usa jî ber Padşa Hêrodes Egrîpa.

Axiriyêda, Pawlos, seva ku bi heqî dîwana wî bikin, got: “Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. Wî çaxî Qeyser serwêrekî lapî mezin bû (Kar. Şand. 25:11).

PAWLOS BER DÎWANA QEYSER

Hine wede şûnda milyaket gote Pawlos: “Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî” (Kar. Şand. 27:24). Wî wedeyî Qeyserê Romê Nêro bû. Ewî wedê destpêka serwêrtiya xwe got, ku hemû şixulên dîwankirinê wê xwexa neke, û ewî heyşt salên pêşiyê, ew şixul heçî zef dida merivên din. Kitêbekêda hate gotinê, ku çaxê Nêro safî dikir ku şixulekî dîwanê xwexa bike, ewî qesira xweda ew dîwan dibihîst. Û wedê dîwankirinê, tevî wî şîretkar û merivên cêribandî bûn, seva alî wî bikin (The Life and Epistles of Saint Paul).

Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Nêro xwexa guh da Pawlos û dîwana wî kir, yan kesekî din kifş kiribû ku Pawlos bibihê û wîra bêje. Firqî tune, çi jî hebû, Pawlos şirovekir ku ew Xwedêyê Cihûya dihebîne, û ku ew hemû meriva hêlan dike, wekî qedirê hukumetiya bigirin (Rom. 13:1-7; Tîto 3:1, 2). Ça tê kifşê, çaxê Pawlos ber merivên dîwanê şedetî da, evê yekê kareke mezin anî. Dîwana Qeyser wî aza kir (Fîlî. 2:24; Filimn. 22).

EM JÎ GEREKÊ ŞEDETIYÊ BIDIN

Îsa gote şagirtên xwe: “Rûyê minda wê we bibine ber weliya û padşa, ku hûn ber wan û necihûya şedetiyê bidin” (Met. 10:18). Belê, seva me qedirekî mezin e ku bona navê Îsa em bikevine wan dereca. Çaxê em ber dîwanê bi dil û can şedetiyê didin, em dikarin serkevin. Firqî tune, merivên gunekar wê çi safî kin derheqa xizmetiya me, yeke îzina me ku mizgîniyê bela kin ji Yehowa tê. Û tenê Padşatiya Xwedê wê me aza ke ji zêrandinê û neheqiyê ku himberî me dikin (Waîz 8:9; Yêrem. 10:23).

Îro jî çaxê Mesîhî şedetiyê didin, bi vê yekê navê Yehowa rûmet dikin. Çawa Pawlos, em jî gerekê tevhev nebin, lê dilsax û mêrxas bin. Îsa gote peyçûyên xwe: “Pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin. Çimkî ezê zar-ziman û serwaxtiyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin” (Lûqa 21:14, 15; 2 Tîmt. 3:12; 1 Pet. 3:15).

Çaxê Mesîhî ber padşa, serwêra, yan merivên dewletê baweriya xwe diparêzin, hingê mecal e ku wanra şedetiyê bidin. Çimkî çetin e rastî wan meriva bên û derheqa mizgîniyê gilî kin. Hine safîkirinên dîwanê qanûnên usa derxistin, ku em bi azayê mizgîniyê bela kin û Xwedêra qulix kin. Lê çi jî hebe, mêrxasiya xizmetkarên Xwedê, dilê Xwedê şa dike!

Çaxê em şedetiyê didin, bi vê yekê navê Yehowa rûmet dibe

^ abz. 8 Nivîskar Cêyms Parks got: “Îzina Cihûya ... hebû ku edetên xwe bikin. Vê yekêda tiştekî ecêb tune bû, çimkî ew qeydê Romaya bû, û wana îzin didane merivên di cûre-cûre parên împêriya wanda, ku çiqas dikarin xwexa serwêrtiyê xwe bikin”.