Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberiya Yehowa Mera Karê Tîne

Rêberiya Yehowa Mera Karê Tîne

XÛŞK JI POLONÎSTANÊ SAFÎKIRINA BÎLAN KIR

“EZ PANZDEH salî bûm çaxê hatime nixumandinê. Paşî nixumandinê, şeş meha min ça pêşengê komekdar xizmet dikir. Lê salek şûnda ez bûme pêşengê hertim. Paşî wê yekê ça min mekteb xilaz kir, min xwest xizmet kim wî ciyî, kîderê ku hewcetî hebû. Min xwest derbazî şeherekî din bûma, seva ku tevî pîrika xwe nejîta, ya ku Şedê Yehowa nîbû. Lê çaxê berpirsiyarê mihalê minra got, wekî ez gerekê şeherê xweda bimînin û wêderê xizmet kim, ez gelek dilteng bûm. Lê min xwe usa da kifşê wekî ew texmîn neke, ku ez dilteng bûm. Min serê xwe kire ber xwe, ez derketim û dişirmîş bûm ser giliyên wî. Min gote hevala xweye xizmetiyêda: ‘Ez xwe mîna Ûnis didime kifşê. Lê yeke xilaziyê Ûnis çû Neynowayê. Dêmek ez jî gerekê xizmet kim wêderê, kîderê ku ez hatime kifşkirinê’”.

“Ewa îda çar sal e ez ça pêşeng xizmet dikim welatê xweda, û dibînim wekî çiqas bîlanî bû ku min guh da rêberiyê. Problêma sereke ew bû, ku ez nerast difikirîm. Lê niha ez şabûneke mezin distînim. Nav mehekêda, min tevî 24 meriva hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kir. Zef razî me ji Yehowa, ku min hela hê tevî pîrika xwe jî destpêkir hînkirina Kitêba Pîroz, ya ku berê miqabilî min bû”.

FÎJÎDA SAFÎKIRINA BAŞ KU KAR ANÎ

Jinikek ji Fîjî ku Kitêba Pîroz hîn dibe, ber bijartinê bû. Ew gerekê biçûya yan ser civata mezin, yan jî tevî mêrê xwe biçûya ser roja bûyîna merivê wan. Mêrê wê qayîl bû ku ew here ser civata mezin. Û jinê wî got ku paşî civata mezin, ew jî wê bê cem merivên wan ser roja bûyînê. Çaxê ew ji civata mezin vegeriya malê, ewê texmîn kir wekî wê neaqilayî be ku here wê derê, çimkî ruhanîda wê xirab hukumbûya ser wê. Lema ewê safî kir ku neçe.

Lê mêrê wê gotibû merivên xwe, ku çaxê “civata Şedên Yehowa” xilaz be, jina wî jî wê bê. Lê merivên wî jêra gotibûn: “Ew wê neyê, çimkî Şedên Yehowa roja bûyînê derbaz nakin! *

Mêrê wê qure dibû ku jina wî îsafa xwe û baweriya xwe xwey kir. Aminiya wê, jêra rê vekir ku mêrê xwera û merivên dinra şedetiyê bide. Gelo ew yek çi kar jêra anî? Mêrê wê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, û niha tevî jina xwe tê ser civatê.

^ abz. 7 Binihêrin “Pirsên Xwendevana” ji “Birca Qerewiliyê” ya 15 Kanûna Pêşin, sala 2001.