Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sist Nebin wekî Qebûlkirina Yehowa Bistînin

Sist Nebin wekî Qebûlkirina Yehowa Bistînin

“Tu Xwedê û merivara ketî hucetê û tu ser ketî” (DESTP. 32:28, PKM).

KILAMÊN: 23, 38

1, 2. Xizmetkarên Yehowa miqabilî çi çetinaya şer dikin?

JI HABÎL destpêbûyî heta roja îroyîn, hemû xizmetkarên amin şerê ruhanîda nin. Pawlos nema xweda Mesîhiyên Îbranîra nivîsî, ku ewana seva qebûlkirina Yehowa û kerema wî qazanc kin, “şerekî giran” bi cefa dikşandin (Îbrn. 10:32-34). Pawlos ew şerê Mesîhiya beramberî lecê kir, kîjan ku Yûnanistanêda hebûn, mesele rev, gulaş, û şerê bi kulma (Îbrn. 12:1, 4). Em dikarin bêjin wekî îro em jî “direvin” riya jîyînêda, û xêrnexwazê me gelek in, yên ku dixwazin me bixalifînin, şaş kin, seva ku em ji vê rê derên. Xêncî vê yekê, ewana dixwazin wekî em şabûna xwe unda kin û negihîjine dinya teze.

2 Lê gelo ew kê ne ku dixwazin me ji vê rê derxin? Ew heye Şeytan û dinya wîye xirab, lema em timê miqabilî wan şer dikin (Efes. 6:12). Gelek ferz e wekî em xwe ji tiştên vê dinyayê xwey kin. Ew dinya tije ye bi hînkirinên qelp, fîlosofiyê û tiştên xirab, mesele bênamûsî, kişandina cixarê, zêde vexwarina îçkê û xebitandina narkotîkayê. Xêncî wê yekê, em gerekê berdewam kin miqabilî qisûrên xwe şer kin û şabûnê unda nekin (2 Korn. 10:3-6; Kols. 3:5-9).

3. Xwedê bi çi me hîn dike, ku miqabilî dijminên xwe şer kin?

3 Dijminên me qewî ne. Lê gelo em dikarin wana alt kin? Belê em dikarin, lê ev yek nehêsa ye. Pawlos xwe beramberî wî merivî kir, ku bi kulma şer dike. Ewî derheqa xwe got: “Ji bo vê yekê ez bêarmanc nabezim, ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê” (1 Korn. 9:26, ÎM). Çawa merivê ku xwe ji dijmin xwey dike bi kulma, usa jî em gerekê şer kin miqabilî dijminên xwe. Vê yekêda Yehowa alî me dike. Ew me hîn dike ku ça dijminên xwe alt kin. Xebera xweda ew rêberiya dide me, kîjan ku dikarin emirê me xilaz kin. Xêncî wê yekê, Yehowa bi edebyetên ku em distînin, bi civata û civatên mezin alî me dike û me şîret dike. Belê, em gerekê guh bidine hemû şîret û rêberiyên Yehowa. Hergê em usa nekin, dikarin bêjin em bi temamî dijminên xwe alt nakin, û “badîhewa kulma xwe” davêjine hewayê.

4. Em ça dikarin nehêlin ku xirabî ser me keve?

4 Dijminên me dikarin hucumî ser me kin, çaxê em qe hîviyê nînin û çaxê em sist in. Lema gelek ferz e, ku em timê ser xwe bin û fesal bin. Kitêba Pîroz me şîret dike: “Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve” (Rom. 12:21). Giliyên “nehêle xirabî ser te keve”, dide kifşê ku em dikarin xirabiyê alt kin. Emê ser xirabiyê kevin, hergê em berdewam kin şer kin miqabilî xirabiyê. Lê hergê em ser xwe nîbin û şerda sist bin, wî çaxî Şeytan, dinya wîye xirab, û kêmasiyên me wê me alt kin. Şeytan hema evê yekê jî dixwaze. Lema tu car dilteng nebin û bira destên we sist nebin! (1 Pet. 5:9).

5. a) Çi dikare alî me bike ku em şerda sist nebin, wekî kerema Xwedê bistînin? b) Vê têmayêda emê derheqa kîjan serhatiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin?

5 Seva wî şerîda ser kevin, em gerekê bîr nekin ku em çira şer dikin. Belê, em dixwazin qebûlkirin û kerema Xwedê qazanc kin. Îbranî 11:6-da nivîsar e: “Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin”. Xebera Yûnanî ku ser zimanê me hate welgerandinê ça xebera “digerin”, tê hesabê ku em gerekê giran bixebitin seva qebûlkirin û kerema Xwedê qazanc kin (Kar. Şand. 15:17). Kitêba Pîrozda hene gelek serhatiyên wan meriva, kîjan dixebitîn ku kerema Xwedê bistînin. Mesele, Aqûb, Rahêl, Ûsiv û Pawlos. Ewana rastî çetinaya dihatin, û êmosyalîda him jî fîzîkîda wanra gelek çetin bû. Lê yeke wana berdewam dikir şer kin, seva kerema Xwedê bistînin. Ça em dikarin çev bidine wan çar meriva?

HÛNÊ KEREMA BISTÎNIN HERGÊ SIST NEBIN

6. Çi alî Aqûb kir ku berdewam ke şer bike, û ew ça hate keremkirinê? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Aqûbê amin gelek Yehowa hiz dikir. Ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa gelek qîmet dikir. Yehowa soz dabû wî, ku wê zureta wî bereket ke, û Aqûb bi temamî baweriya xwe sozê Yehowa dianî. Lema Aqûb sist nedibû û şer dikir, seva kerema Xwedê bistîne (Destp. 28:3, 4). Çaxê Aqûb weke 100 salî bû, çiqas qewata wî hebû, hemû tişt kir seva kerema Xwedê bistîne. Ewî hela hê jî gulaş girt tevî milyaketê ku wê demê bibû meriv. (Bixûne Destpêbûn 32:24-28.) Lê gelo Aqûb pê qewata xwe tevî milyaketê qewî gulaş girtibû? Na! Lê Aqûb ya xwe kir û mêrxas bû. Ewî da kifşê ku wê heta xilaziyê şer bike! Lema jî Yehowa ew kerem kir. Yehowa navekî zêde da ser Aqûb, Îsraêl, (çi ku tê hesabê “Gulaşgir tevî Xwedê” yan “Xwedê Gulaş Digire”). Aqûb xelata mezin stand, kîjan ku em jî dixwazin bistînin, ew heye qebûlkirina Yehowa û kerema wî.

7. a) Rahêl rastî kîjan çetinayê hat? b) Vê çetinayêda Rahêlê ça xwe da kifşê û axiriyêda ew ça hate keremkirinê?

7 Rahêl jina Aqûbe hizkirî, gelek hîviyê bû ku bivîne, hela ça sozê ku Yehowa dabû mêrê wê, wê bê sêrî. Lê derdekî wê hebû, kîjan ku usa dihate xanê, ku wê neyê safîkirinê. Ew bêzuret bû. Berê bêzuretî kul-derdekî gelek mezin bû bona jina, lema Rahêl gelek dilteng dibû. Ewê nikaribû ev problêm safî kira. Lê gelo ewê ji ku dilbînî û qewat distand, seva ku wî halê çetinda teyax ke? Ewê tu car baweriya xwe unda nedikir. Ewê bi dilê xweyî sax Xwedêra gelek dua dikir. Lê gelo Xwedê duayê wê bihîst? Belê, Yehowa Rahêl kerem kir, û wêra zar bû. Rahêlê got, ku ewê hucetêda alt kir (Destp. 30:8, 20-24).

8. Ûsiv rastî kîjan çetinaya hat û em ji wî çi dikarin hîn bin?

8 Belê, Aqûb û Rahêl amin bûn hindava Xwedê. Û ew mesela wane baş, ser kurê wan Ûsiv baş hukum bû, îlahî wedê cêribandina. Çaxê Ûsiv 17 salî bû, emirê wî bi temamî hate guhastinê. Birên wî ew dîltî firotin, çimkî hevsûdî wî dikirin. Paşê ew kela Misirêda bi sala bêsûc û badîhewa rûnişt (Destp. 37:23-28; 39:7-9, 20, 21). Wî wedê çetinda, Ûsiv bîna xwe teng nedikir û nebû yekî xirab. Hin jî, ewî tu car ne dixwest heyfa xwe hilde ji merivên ku himberî wî neheqî kirin. Gelo çira? Çimkî Ûsiv gelek qîmet dikir heleqetiya xwe tevî Yehowa û bi temamiya dilê xwe dişirmîş dibû ser vê yekê (Qan. Kah. 19:18; Rom. 12:17-21). Ji vê serhatiya Ûsiv, em dikarin xwera dersê hildin. Mesele, hergê zarotiya me xirab derbaz bûye, yan niha em tengasiyada nin û difikirin ku nikarin ji wan tengasiya derên, em jî gerekê mînanî Ûsiv dilteng nebin û sist nebin, û usa jî dudilî nebin ku Yehowa wê me ese kerem ke. (Bixûne Destpêbûn 39:21-23.)

9. Em gerekê mîna Aqûb, Rahêlê, û Ûsiv, çi bikin seva kerema Xwedê bistînin?

9 Îro em rastî cûre-cûre çetinaya tên. Mesele, dibeke himberî me neheqiyê dikin, yan xirab ser me difikirin, yan jî qerfê xwe me dikin. Lê gerekê em dilteng nebin, û timê bîra xweda xwey kin ku ça Aqûb, Rahêlê û Ûsiv şabûna xwe unda nedikirin. Xwedê jî aliyê xweda wana qewî kir û kerem kir, çimkî wana heleqetiya xwe tevî wî gelek qîmet dikirin. Wana berdewam dikir şer kin û li gora duayên xwe bijîn. Xilaziya vê dinya xirab, ber şêmîkê ye. Lema em gerekê baweriya xwe unda nekin û hîviya sozên Yehowa bin! Lê hûn hemû tiştî dikin, dêmek şer dikin, seva kerema Yehowa bistînin?

ŞER KIN MIQABILÎ QISÛRÊN XWE

10, 11. a) Seva qebûlkirina Xwedê bistînin dibeke em miqabilî çi şer kin? b) Çi dikare alî me bike wekî em tiştên rast bikin û ser riya rast bimînin?

10 Lê gelo çira em gerekê “şer kin”, seva qebûlkirina Xwedê bistînin? Çimkî em gişk gunekar in. Lema diqewime hinek ji me miqabilî xwestinên xweye xirab şer dikin. Yan jî dibeke seva xizmetiyêda şabûnê xwey kin. Yan jî dibeke sihet-qewata me nebaş e, yan em tenê ne. Hinek jî dibeke ji kesekî xeyîdîne û wanra çetin e bibaxşînin. Yehowa kerema xwe dide wan, yên ku bi aminî jêra xizmet dikin. Û firqî tune em çiqas sal Yehowara xizmet dikin, em gişk jî gerekê şer kin miqabilî wan tişta, çi ku riya me digirin seva xizmet kin.

“Şerda” sist nebin seva qebûlkirina Xwedê bistînin (Binihêre abzasa 10, 11)

11 Bi rastiyê cara gelek çetin e ku tiştên nerast nekin û ser riya rast bimînin. Îlahî ew yek çetin e, çaxê dilê me, me dikişîne berbi xirabiyê (Yêrem. 17:9). Hergê tu ser xwe usa texmîn dikî, derbêra Xwedêra dua bike. Dua û ruhê Xwedêyî pîroz dikarin qewatê bidine te, seva ser riya rast bimînî. Usa tuyê bikaribî kerema Yehowa bistînî. Bijî anegorî duayên xwe. Bixebite wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnî, û wede bivînî seva lêkolîna bikî û Qulixkirina tevî Malbetê. (Bixûne Zebûr 119:32.)

12, 13. Çi alî du Mesîhiya kir ku xwestinên xweye xirab alt kin?

12 Belê, Xebera Xwedê, ruhê wîyî pîroz, û edebyetên me alî gelek Mesîhiya kirine ku xwestinên xirab alt kin. Were hine mesela şêwirkin. Birakî meyî cahil, ji jûrnala “Hişyar Bin!” ya 8 Kanûna Pêşin, sala 2003, têma xwend bi navê “Tu Ça Dikarî Xwestinên Xirab Alt kî?” Gelo ewê têmayê wîra kar anî? Ew gilî dike: “Ez şer dikim seva fikirên xirab ji serê xwe derxim. Çaxê vê têmayêda min xwend, wekî gelek xûşk û bira şer dikin miqabilî xwestinên xweye xirab, min texmîn kir ku ez heme parek ji biratiya me. Min fem kir ku ez tenê nînim”. Ewî birayî usa jî kar sitand ji têma bi navê “Jîyîna ku Xwedê Qebûl Nake”, ji jûrnala “Hişyar Bin!” ya 8 Cotmehê, sala 2003. Ewî dîna xwe da, ku wê têmayêda tê gotinê wekî bona hineka, şer kin miqabilî xwestinên xweye xirab tê hesabê ça bêjî “derzîk qalibê” wanda (2 Korn. 12:7). Belê, ew xûşk-bira şer dikin tevî xwestinên xweyî nerast, lê yeke ewana bi baweriyê difikirin ser axiriyê. Ew bira berdewam dike dibêje: “Min fem kir ku hergê ez roj bi roj nêtê daynim ku Xwedêra amin bimînim, ezê bikaribim her roj aminiyê xwey kim. Ez gelek razî me ji Yehowa, ku ew bi saya teşkîleta xwe alî me dike, ku her roj wê dinya zulmda amin bimînin”.

13 Binihêrin usa jî mesela xûşkekê, ya ku dijî Dewletên Yekbûyîda. Ewê nemek nivîsî ofîsa serekera: “Ez dixwazim razîbûna xwe bidime kifşê seva xwarina ruhanî, kîjan ku em timê distînin. Em hewcê vê xwarinê ne û em timê wedê lazimda distînin. Cem min heye xwestina usa, ku ber çevê Yehowa reş e. Bi sala ez ‘şer dikim’ seva evê xwestina xirab alt kim. Cara ez dilteng dibim û îda tê bêjî nikarim ‘şer kim’. Ez bawer dikim ku Yehowa rem e û dibaxşîne, lê çimkî ez vê xwestina xirab kokêva dilê xweda dernaxim, lema difikirim ku ez hêjayî alîkariya Yehowa nînim. Ew ‘şerê’ miqabilî xwestina xirab, hemû aliyava ser emirê min hukum bû. . . . Carekê, min ji ‘Birca Qerewiliyê’ ya 15 Adarê, sala 2013 têma xwend bi navê ‘Gelo Dilê Te Yehowa Nas Dike?’ Paşî xwendina vê têmayê, dilê min rihet bû, çimkî min texmîn kir ku Yehowa dixwaze alî min bike”.

14. a) Pawlos çi got derheqa “şerê” tevî qisûrên xwe? b) Em ça dikarin serkevin, çaxê miqabilî qisûrên xwe şer dikin?

14 Bixûne Romayî 7:21-25. Pawlos rind zanibû ku çiqas çetin e meriv miqabilî xwestinên xirab şer ke. Lê ew usa jî sed selefî bawer bû, ku ew dikare wî “şerîda” serkeve, hergê bona alîkariyê Yehowara dua bike û baweriya xwe qurbana Îsa bîne. Lê gelo em jî dikarin serkevin, çaxê miqabilî qisûrên xwe şer dikin? Belê, emê bikaribin serkevin, hergê mîna Pawlos bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin, ne ku xwe, û baweriya xwe qurbana Îsa tînin.

15. Ça dua dikare alî me bike ku baweriya xwe xwey kin û wedê tengasiya sebir kin?

15 Cara Yehowa derbêra caba duayên me nade, çimkî dixwaze bivîne hela em bi temamî îtbariya xwe wî tînin yan na. Mesele, hergê nexweşiya meye giran yan ya merivên meyî nêzîk heye, yan jî himberî me neheqiyê dikin, ça em xwe kifş dikin? Em gerekê bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin. Em gerekê timê wîra dua bikin seva ew qewatê bide me, wekî baweriya xwe xwey kin û şabûnê unda nekin. Usa jî, dua dikare alî me bike wekî em ruhanîda nekevin (Fîlî. 4:13). Serhatiyên xizmetkarên amin, wedê berê û niha, îzbat dikin wekî dua bi rastiyê qewatê dide me û me qewî dike, seva em tengasiyada sebir kin.

TU CAR SIST NEBIN!

16, 17. Ji vê têmayê we çi kar stand?

16 Şeytan wê gelek şa be, hergê bivîne ku em sist bûne û dilteng bûne. Lema gelek ferz e wekî em xwe qewî “tiştêd qenc” bigirin (1 Têsln. 5:21). Timê bawer bin ku hûn dikarin Şeytan, dinya wîye xirab, û qisûrtiya xwe alt kin. Belê, hûn dikarin serkevin hergê îtbariya xwe Xwedê tînin, ku ew wê alî we bike û we qewî ke (2 Korn. 4:7-9; Galt. 6:9).

17 Tu car sist nebin! Berdewam kin şer kin miqabilî xirabiyê. Baweriya xwe Yehowa bînin, ku ew wê ese keremên xwe ser we bibarîne! (Malx. 3:10).