Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Hevkariya Tevî Merivên Ruhanî bona Min Kerem bû

Hevkariya Tevî Merivên Ruhanî bona Min Kerem bû

WEKE sala 1935-da, dê-bavê min Cêyms û Cêsî Sînklêr ji Skotlendayê derbazî şeherê Bronksê bibûn, (Niyû York). Yek ji nasê wanî teze Wîlî Snêdon bû, û ew jî ji Skotlendayê bû. Çaxê ewana tevî hev bibûne nas, hingê derheqa malbetên xwe gilî kiribûn. Ew yek çend sal pêşiya bûyîna min bû.

Diya min Wîlîra gilî kiribû wekî pêşiya ku Şerê Hemdinyayê destpêbûya, bavê wê û birê wêyî mezin miribûn, çimkî Bera Bakûrêda qeyika wana teqandibûn û ewana xeniqîbûn. Hingê Wîlî dibêje wê: “Bavê te cenimêda ye!”. * Diya min zendegirtî dimîne. Wîlî Şedê Yahowa bû, û usa diya min rastiyê ji wî pêdihese.

Wîlî û Lîz Snêdon

Giliyên Wîlî dilê diya min dêşînin, çimkî bavê wê merivekî heyf bûye. Lê paşê Wîlî jêra dibêje: “Lê wê dilê te rihet be hergê ez tera bêjim ku Îsa çû cenimê?” Hingê dikeve bîra diya min ku dêrêda hîn dikirin wekî Îsa çû cenimê û roja sisiya sax bû. Diya min xwera fikirîbû: “Hergê cenim ew cî ye kîderê ku merivên xirab nava agirda diçerçirin, lê çira Îsa çû wêderê?”. Paşî vê yekê diya min xwestibû hê zêde derheqa rastiyê pêbihese. Ew destpêdike here civata Bronksê û sala 1940-da tê nixumandinê.

Tevî diya xwe, û wede şûnda tevî bavê xwe

Wî wedeyî, dê-bavên ku Mesîhî bûn, nedihatine hêlankirinê ku tevî zarên xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin. Çaxê ez biçûk bûm, diya min şemî û ledê diçû civata û xizmet dikir, lê heta ew bihata, bavê min miqatî min dibû. Paşî çend sala me tevî diya min destpêkir bêne ser civatê. Ew xizmetiyêda gelek xîret bû, û tevî çend meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Cara usa dibû ku ewê tevî çend meriva tevayî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, çimkî ewana nêzîkî hev diman. Wedê hêsabûnê ya mektebê ez tevî wê diçûme xizmetiyê. Usa ez hê zêde tişt ji Kitêba Pîroz pêhesiyam û usa jî hîn bûm ku çawa meriva hîn kim.

Sed heyf çaxê ez biçûk bûm, min rastî bi temamî qîmet nedikir. Lê çaxê ez îda bûm weke 12 salî, ez bûme xizmetkarê nenixumandî û min timê xizmet dikir. Çaxê ez 16 salî bûm, min xwe tesmîlî Yehowa kir, û 24 Tîrmehê sala 1954-da hatime nixumandinê ser civata mezin Torontoyêda (Kanada).

XIZMETKIRIN BEYTELÊDA

Hine birên ji civata me Beytelêda xizmet dikirin. Ewana gelek qewî ser min hukum dibûn. Ez ecêbmayî dimam ku ewana ça wedê xizmetiyê û çaxê gotar dixwendin, rastiya Kitêba Pîroz şirovedikirin. Dersdarên mekteba min gelek dixwestin wekî ez xwendina bilind bistînim, lê min gelek dixwest Beytelêda xizmet kim. Lema jî ser wê civata mezin Torontoyêda min blanka Beytelê tije kir. Sala 1955 min ser civata mezin ku ser stadiyona Yankî bû (Niyû York), cara duda ev blank tije kir. Vê salê, 19 Îlonê min teglîfî Beytela Brûklînê kirin, hingê ez 17 salî bûm. Roja duda Beytelêda min destpêkir bixebitim ser mekîna ku belgê kitêba top dikir û par-par hazir dikir, seva ku mekîna din hevva bidirû û bike kitêb.

Çaxê ez 17 salî bûm, min destpêkir Beytela Brûklînêda xizmet kim

Paşî weke mehekê, min şandine Îdara Jûrnala, çimkî min neşirkirin zanibû. Hingê xûşk-bira ser hesinên biçûk û pen, nav û adrêsa wan meriva neşir dikirin, yên ku sifareş dikirin “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!”. Ev adrês bi van hesina ser jûrnala dihatine morkirinê. Çend meh şûnda, min Îdara Şandina Edebyetada xizmet dikir. Klaûs Cênsên ku serkarê vê îdarê bû, minra got ku ez gerekê tevî ajovan hevkariyê bikim, yê ku qutiyên edebyeta pê ereba barkêş dibire ciyê sekinandina gemiya, seva paşê nav temamiya dinyayê bêne şandinê. Usa jî hebûn torbên bi jûrnala tije ku gerekê bivirana poşteyê (nemekxane), seva ku nav temamiya Amerîkayê civatara bihatana şandinê. Cênsên bira got ku ev xebata fîzîkî wê bona sihet-qewata min baş be. Hingê giraniya min weke 57 kîlo bû û ez usa jar bûm ça çerm hestû. Ez gelek rê diçûm-dihatim ciyên sekinandina gemiya û poşta, û rastî jî sihet-qewata min qewî bû. Cênsên bira rastî jî zanibû bona min çi hê baş e!

Îdara Jûrnala cabdar bû seva binivîse ku kîjan civat çiqas jûrnal dixwaze. Wî cûreyî ez pêhesiyam ku Brûklîn ser kîjan zimana jûrnalên me neşir dike û welatên dinra dişîne. Min qe ne jî bihîstibû derheqa gelek zimana, lê ez gelek şa dibûm ku bi deha hezara jûrnalên me dihatine şandinê li gelek welatên dûr. Hingê min nizanibû ku ezê axiriyêda qedirekî usa bistînim, wekî teseliya gelek ji wan welata bikim.

Tevî Robêrt Wolên, Çarlz Molohan, û Don Adams

Sala 1961-da, ez hatim kifşkirinê Ofîsa Hesabê Perada, kîderê ku Grant Sûîtêr serkartî dikir. Paşî çend sala, gazî min kirin li ofîsa Nêytan Nor, kîjanî ku hingê rêberiya şixulê meyî hemdinyayê dikir. Ewî şirovekir ku birak, kîjan ofîsa wîda dixebitî, gerekê here Mekteba Xizmetiyê û paşê xizmet ke Îdara Xizmetiyêda. Min dewsa wî birayî kifş kirin û ez tevî Don Adams bira dixebitîm. Usa hewas bû ku Don hema ew bira bû, kîjan ku sala 1955 ser civata mezin, blanka mine Beytelê qebûl kir. Du bira Robêrt Wolên û Çarlz Molohan îda wê îdarêda dixebitîn. Me herçar bira tevayî 50 sala zêdetir xizmet kir. Ez bextewar bûm ku min tevî wan birên ruhanîda qewî û amin, xizmet dikir! (Zeb. 133:⁠1).

Teselîkirina mine pêşiyê Vênêsûêlayêda, sala 1970

Destpêka sala 1970, min cabdarî stand, wekî her sal yan du sala carekê, çend heftiya teseliya cûre-cûre fîlîala bikim. Şixulê min ew bû ku endemên Beytela û mîsyonêra ruhanîda qewî kim, û usa jî hesab û dokûmêntên fîlîala bicêribînim. Ez gelek şa dibûm wan xûşk-bira bivînim, yên ku Mekteba Gîled xilaz kiribûn û dîsa jî bi aminî xizmet dikirin welatên xerîbda kîderê ku ewana hatibûn kifşkirinê. Ew şabûn û qedirekî mezin e bona min, ku bi saya vê kifşkirinê min 90 welatada zêdetir teseliya xûşk-bira kir.

Bona min şabûneke gelek mezin e ku min teseliya xûşk-bira kiriye li 90 welata zêdetir!

MIN HEVALEKE AMIN XWERA DÎT

Hemû endemên Beytela Brûklînê kifşkirî bûn civatên Niyû Yorkêda. Ez hatime kifşkirinê civata Bronksêda. Civata pêşiyê wî şeherê biçûkda, zû mezin bû û paşê parevebû. Navê vê civata pêşiyê, Civata Bronksêye Jorin bû, û ez diçûme vê civatê.

Weke sala 1965-da, malbeteke Latvyayî ku Bronksa başûrêda bûne Şedên Yehowa, derbazî wê civatê bûn. Lîvya, ku vê malbetêda qîza mezin bû, gava ku mekteb xilaz kir pêşengtî destpêkir. Çend meh şûnda, ew derbazî Mesaşûsetsê bû, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû. Min jêra dinivîsî deng-besên civata me, û ewê jî minra dinivîsî ku aliyê Bostonê xizmetiya wê ça ne.

Tevî Lîvyayê

Çend sal şûnda, Lîvya hate kifşkirinê ça pêşenga mexsûs. Ewê gelek dixwest xizmetiyêda hê zef bike, lema ewê blanka Beytelê tije kir û sala 1971-da ew teglîfî Beytelê kirin. Tê bêjî ew ji Yehowa nîşan bû bona min! Sala 1973-da 27 Cotmehê, me hev stand û me qedirekî mezin stand ku Nor bira gotar bona zewaca me xwend. Metelok 18:​22-da tê gotinê: “Kî jinê dibîne, xêr û xiznê dibîne û ji Xudan rem-keremê distîne”. Ez tevî Lîvyayê îda 40 sala zêdetir e Beytelêda xizmet dikim, û em Bronksêda dîsa alîkariyê didine civata wê mihalê.

HEVKARÎ TEVÎ BIRÊN BIJARTÎ

Hevkarî tevî Nor bira rastî jî wedekî xweş bû. Ew gelek xebathiz bû, û mîsyonêrên nav temamiya dinyayê gelek qîmet dikir. Gelek ji wan mîsyonêra hatibûne kifşkirinê wan welatada, kîderê ku Şedên Yehowa tune bûn. Sed heyf ku sala 1976-da Nor bira ji nexweşiya reqê diçerçirî. Carekê çaxê ew nav cî-nivînada bû, ewî minra got ku jêra hine gotara bixûnim, kîjan ku gerekê bihatana neşirkirinê. Ewî usa jî got wekî gazî Frêdêrîk Frans bikim seva ew jî bê û xwendinê bibihê. Paşê ez pêhesiyam wekî Nor bira timê Frêdêrîk Fransra ew gotar dixwendin, çimkî Frêdêrîk bira çevada belengaz bû.

Teseliya fîlîalê dikim tevî Danîêl û Marîna Sîdlîk, sala 1977

Nor bira sala 1977 mir. Xûşk-birên ku wî nas dikirin û hiz dikirin dilê wan dêşiya, lê ewana dilgerm dibûn, çimkî ew amin ma wedê jîyîna xweye ser erdê (Eyan. 2:10). Paşî wî, Frans bira destpêkir rêberiya şixulê meyî hemdinyayê bike.

Hingê ez alîkarçiyê Mîlton Hênşêl bûm, kîjan ku bi deha sala tevî Nor bira xebitî bû. Hênşêl bira minra got ku cabdariya mine sereke Beytelêda ew e, wekî alîkariyê bidime Frans bira çida ku lazim e. Min timê jêra gotar dixwendin kîjan ku gerekê bihatana neşirkirinê. Frans bira her tişt bîra xweda xwey dikir û timê gelek kûr guhê xwe dida ser xwendinê. Ew wedekî gelek baş bû bona min, ku min alî wî dikir heta jîyîna wîye ser erdê. Ew sala 1992 meha Kanûna Pêşinda mir.

124 Kolûmbya Hayts kîderê ku ez bi deha sala dixebitîm

Ez îda Beytelêda 61 sal e xizmet dikim, lê ew wede bona min gelek zû derbaz bû. Dê-bavê min heta mirinê Yehowara amin man, û ez bi dil û can hîviya wî wedeyî me çaxê dîsa wana bivînim (Yûhn. 5:​28, 29). Ev dinya nikare mera tiştekî usa bide, wekî qîmettir be ji wî qedirî ku xizmet kin tevî xûşk-birên amin. Ew xûşk-bira bona cimeta Xwedê nav temamiya dinyayê qewata xwe xerc dikin. Bi rastî bêjim nava wan salên xizmetiya hertimda şabûna Yehowa qewata min û Lîvya bû (Nehem. 8:10).

Teşkîleta Yehowada merivekî usa tune ye, ku bêy wî şixulê belakirina mizgîniya Padşatiyê pêşda neçe. Nava wan salada bona min qedirekî mezin bû ku tevî xûşk-birên qewî û amin hevkariyê bikim. Gelek yên bijartî tevî kê jî min hevkarî dikir, niha îda ser erdê nînin. Lê ez gelek razî me ku min tevî wan merivên ruhanîda qewî û Xwedêra amin, xizmet kiriye.

^ abz. 5 Gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda ser zimanê Înglîzî xebera “Şêol”, hatiye welgerandinê ça “cenim”.