Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mêrxas be û Şixul Pêşda Bive

Mêrxas be û Şixul Pêşda Bive

“Mêrxas û qewî be û here şixul destpêke. Netirse û xofê nekişîne, çimkî Yehowa . . . tevî te ye” (1 DÎR. 28:​20, DT).

KILAMÊN: 38, 34

1, 2. a) Kîjan şixuleke ferz Silêman sitand? b) Çira Dawid derheqa Silêman berxwe diket?

YEHOWA Silêman kifş kir û rêberî wî kir seva ew berpirsiyartiyê avakirineke gelek ferz bike. Ewî gerekê Orşelîmêda paristgeh ava kira. Ev avayî gerekê “zef mezin” bûya. “Hemû welatada” ev paristgeh gerekê bi bedewiya xwe eyan bûya. Xêncî vê yekê, ev paristgeh gerekê bibûya “mala Xudan”, dêmek mala Xwedêyê rast Yehowa (1 Dîr. 22:​1, 5, 9-11).

2 Dawid Padşa bawer bû ku Xwedê wê alî Silêman bike. Lê hingê Silêman cahil û necêribandî bû. Lema seva destpêke evê paristgehê ava ke, wîra mêrxasî lazim bû. Lê gelo mêrxasiya wî hebû? Gelo ev yek ku ew cahil û necêribandî bû, rê wî girt ku destpêke wî şixulî bike?

3. Çira mêrxasiyêda Silêman dikaribû çev bida bavê xwe?

3 Silêman dibeke ji Dawidê bavê xwe mêrxasiyê hîn bû. Cahiltiyêda Dawid tevî terewila şer dikir, seva ku pezên bavê xwe xwey ke (1 Sam. 17:​34, 35). Xêncî vê yekê, ewî mêrxasiya mezin da kifşê gava miqabilî Golyat derket. Belê, pê alîkariya Xwedê Dawid pê kevirekî ev merivê terikî kuşt (1 Sam. 17:​45, 49, 50).

4. Çira Silêmanra mêrxasî lazim bû?

4 Rastî jî Dawid merivekî usa bû ku dikaribû Silêman şîret û qewî kira, seva ew paristgehê ava ke! (Bixûne 1 Dîrok 28:20.) Hergê Silêman mêrxas nîbûya, wê tirs biketa dilê wî, û wê avakirin destpênekira. Lê ew yek wê hê xirab bûya, ne ku hergê destpêkira û ew şixul rind nehata kirinê.

5. Çira mera mêrxasî lazim e?

5 Mîna Silêman mera jî alîkariya Yehowa lazim e seva mêrxas bin û şixulê ku ew daye me bînin sêrî. Were em çend meselên merivên mêrxas şêwir kin, yên ku wedê berê dijîtin. Û baş be em bifikirin ku ça dikarin çev bidine wana mêrxasiyêda û heta xilaziyê şixulê xwe bînin sêrî.

MESELÊN MERIVÊN MÊRXAS

6. Ûsiv ça mêrxasî da kifşê?

6 Dîna xwe bidinê Ûsiv çiqas mêrxas bû. Çaxê jina Potîfar zorê wî dikir ku tevî wê bênamûsiyê bike, ew nekete ber bayê wê. Dikarin bêjin Ûsiv zanibû ku hergê ew tevî wê razî nîbe, ew yek dikare axirîke xirab wîra bîne. Lê yeke ew netirsiya û derbêra ji wê revî (Destp. 39:​10, 12).

7. Rexabê çawa mêrxasî da kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Rexabê jî meseleke baş hîştiye aliyê mêrxasiyêda. Çaxê du cesûsên Îsraêlî Erîhayêda hatine mala wê, ew dikaribû bitirsiya û berî wan bida. Lê ewê baweriya xwe Yehowa dianî, û ew du mêr veşartin û alî wan kir ku sax-silamet herin (Yêşû 2:​4, 5, 9, 12-16). Rexabê bawer dikir ku Yehowa Xwedêyê rast e, û ew dudilî nedibû ku Xwedê wê ewî erdî bide Îsraêliya. Ew ji meriva netirsiya, hela hê ji padşê Erîhayê û eskerên wî jî. Bi saya mêrxasiya wê, hin ew hin jî malbeta wê xilaz bû (Yêşû 6:​22, 23).

8. Çawa mêrxasiya Îsa ser şandiya hukum bû?

8 Şandiyên Îsayî amin jî mêrxas bûn. Wana mêrxasiyêda çev didane Îsa (Met. 8:​28-32; Yûhn. 2:​13-17; 18:​3-5). Çaxê Sadûqiya dixwestin şandiya bidine sekinandinê ku bi navê Îsa hîn nekin, yeke şandiya şixulê xwe berdewam dikirin (Kar. Şand. 5:​17, 18, 27-29).

9. Li gora 2 Tîmotêyo 1:​7, em ji kîderê dikarin mêrxasiyê bistînin?

9 Ûsiv, Rexab, Îsa, û şandiyên wî xwera safî kiribûn vê yekê bikin çi ku rast e. Mêrxasiya wan vê yekêda nîbû ku ewana xweda bawer bûn. Ewana mêrxas bûn, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianîn. Em jî rastî wan dereca tên, kîderê mera mêrxasî lazim e. Wî çaxî em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin, ne ku xwe. (Bixûne 2 Tîmotêyo 1:⁠7.) Were em şêwir kin ku çawa malbetêda û civatêda mera mêrxasî lazim e.

DERECÊN KÎJANADA MÊRXASÎ LAZIM E

10. Çira Mesîhiyên cahilra mêrxasî lazim e?

10 Mesîhiyên cahilra gelek car mêrxasî lazim e seva Yehowara xizmet kin. Ewana dikarin ji Silêman mêrxasiyê hîn bin û çev bidine wî, ku ewî ça safîkirina rast kir wekî paristgehê ava ke. Mesîhiyên cahil gerekê pey rêberiya dê-bavê xwe herin, lê hene safîkirinên ferz kîjan ku ewana xwexa gerekê bikin (Metlk. 27:11). Mesele, wanra mêrxasî lazim e seva safî kin tevî kê hevaltiyê bikin, çawa namûsiyêda xwe xwey kin, ça wedê xwe rast derbaz kin, û bêne nixumandinê. Belê, mêrxasî wanra ese lazim e seva ku dilê Şeytan şa nekin, kîjan ku qerfa Xwedê dike.

11, 12. a) Mûsa ça mêrxasiyêda mesela baş hîştiye? b) Çawa yên cahil dikarin çev bidine mesela Mûsa?

11 Safîkirina ferz ku cahil gerekê bikin, ew e ku kîjan nêta daynin pêşiya xwe. Hine welatada yên cahil têne hêlankirinê ku nêtên usa daynin pêşiya xwe wekî xwendina bilind bistînin û ciyê başda bixebitin seva perê mezin bistînin. Hine welatada jî ji bo êkonomîka nebaş, cahil difikirin ku ya lape ferz ew e wekî bixebitin seva ebûra malbeta xwe bikin. Hergê hûn dereca usada nin, dîna xwe bidine mesela Mûsa. Qîza Firewin wî mezin kir, û ew dikaribû pey navê xwe keta û dewletî bûya. Hin jî bidine ber çevê xwe ku neferên wîyî Misirî, usa jî dersdar û şîretkara, dibeke çiqas wî şîret dikirin seva ew navdar be! Lê Mûsa yekî mêrxas bû û ewî safî kir ku Yehowara xizmet ke. Ewî dewletiya Misirê hîşt, çimkî bi mêrxasî îtbariya xwe Yehowa anî (Îbrn. 11:​24-26). Lema jî Yehowa wî gelek kerem kir, û bêşik axiriyêda wê hê zêde wî kerem ke.

12 Yehowa wê wan cahila jî kerem ke, yên ku bi mêrxasî nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe û şixulê Padşatiyê emirê xweda datînin ciyê pêşin. Yehowa wê ese alî wan bike seva ewana miqatî malbetên xwe bin. Qirna yekêda, Tîmotêyoyê cahil nêtên ruhanî dida pêşiya xwe, û hûn jî dikarin usa bikin. * (Bixûne Fîlîpî 2:​19-22.)

Hûn her derecada mêrxasiyê didine kifşê? (Binihêre abzasa 13-17)

13. Ça bi saya mêrxasiyê xûşkekê gihîşte nêtên xwe?

13 Xûşkeke me ji Alabamayê (Amerîka), gilî kir ku jêra çiqas mêrxasî lazim bû seva nêtên ruhanî dayne pêşiya xwe. Ew dibêje: “Çaxê ez mezin dibûm, ez gelek şermoke bûm. Minra hela hê Oda Civatêda jî çetin bû tevî meriva xeber dim, îlahî çetin bû xizmet kim û tevî merivên nenas xeber dim”. Ewê xûşkê bi alîkariya dê-bavê xwe û xûşk-birên civatêda, nêta xwe anî sêrî û bû pêşeng. Ew gilî dike: “Dinya Şeytanda bona meriva nêtên lape baş ew in, ku xwendina bilind bistînin, navdar bin, gelek pere qazanc kin, û hebûkê xwera top kin. Lê gelek car meriv nikarin bigihîjine wan nêta, û lema berxwe dikevin û dilteng dibin. Ez gelek bextewar im ku Yehowara xizmet dikim û dilê min rihet e ku ez şixulê wî tînim sêrî”.

14. Kîjan derecada dê-bavra lazim e mêrxas bin?

14 Dê-bavno wera jî lazim e mêrxas bin. Mesele, mezinê xebata we dikare timê wera bêje, wekî hê zêde bixebitin êvarê û şemî leda jî, lê we ev wede xwera kifş kiriye seva qulixkirina tevî malbetê, xizmetiyê, û civatê. Hingê wera mêrxasî lazim e seva nekevin ber bayê wî û mesela baş bihêlin zarên xwera. Yan jî dibeke hine dê-bav civatêda dihêlin, wekî zarên wan tiştên usa bikin, kîjan ku hûn naxwazin zarên we bikin. Hingê ev dê-bav dibeke ji we bipirsin ku çira hûn îzinê nadin zarên xwe usa bikin. Gelo hûnê mêrxas bin û bi merîfetî wanra meniyê şirovekin?

15. Çawa Zebûr 37:25 û Îbranî 13:​5, dil dide dê-bava?

15 Rastî jî mêrxasî lazim e seva alî zarên xwe bikin, ku xizmetiyêda nêta daynin pêşiya xwe û bigihîjine wan nêta. Besa xeberê, hine dê-bav dibeke ditirsin zarên xwe hêlan kin ku bibine pêşeng, yan xizmet kin wan ciyada kîderê hewcetî heye, yan Beytelêda, yan jî şixulê avakirinêda kar bikin. Dibeke ewana ditirsin ku çaxê ewana kal-pîr bin, zarên wan wê nikaribin miqatî wan bin. Lê dê-bavên bîlan mêrxas in û natirsin, çimkî dudilî nînin ku Yehowa xwayê sozên xwe ye. (Bixûne Zebûr 37:25; Îbranî 13:⁠5.) Ew dê-bavên mêrxas, yên ku îtbariya xwe Yehowa tînin, alî zarên xwe dikin ku ewana jî usa bikin (1 Sam. 1:​27, 28; 2 Tîmt. 3:​14, 15).

16. Çawa hine dê-bava alî zarên xwe kirine ku nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, û ew yek wanra çi kar aniye?

16 Jin û mêrek ku ji Amerîkayê ne, alî zarên xwe kirine ku nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Mêr gilî dike: “Pêşiya ku zarên me rê biçûna û xeberdana, me timê wanra gilî dikir, ku em çiqas şabûnê distînin ji xizmetiya pêşengtî û ji civatê. Niha îda nêta wan jî ew e. Çaxê nêtên zara heye û ewana digihîjine wan nêta, ew yek alî wan dike wekî nekevine telikên dinya Şeytan û hê zêde dîna xwe bidin ser xizmetiya Yehowara”. Birakî jî kîjan bavê du zara ye, nivîsiye: “Gelek dê-bav qewat û hebûka xwe xerc dikin seva zarên wan cûre-cûre tiştada pêşda herin, mesele sportêda, ser hacetên mûsîkî hîn bin, yan jî xwendina bilind bistînin. Lê em çiqas bextewar in ku çi destê meva tê, em alî zarên xwe dikin seva ewana Yehowara xizmet kin û bibine dostên wî. Em gelek şa ne ku me komekê da zarên xwe û ku niha em pê çevê xwe divînin ça ewana gihîştine nêtên xweye ruhanî”. Dudilî nebin ku Xwedê wê ese wan dê-bava kerem ke, yên ku alî zarên xwe dikin, seva ruhanîda pêşda herin.

MÊRXASÎ CIVATÊDA

17. Mesela bînin ku çida mêrxasî lazim e civatêda.

17 Civatêda jî lazim e mêrxas bin. Besa xeberê, rûspiyara lazim e mêrxasî wedê safîkirinên derheqa gunên giran, yan jî çaxê xûşk-birara nexweşxanêda alîkariya lez lazim e. Hine rûspî diçine kelê, seva ku girtiyara mizgîniyê gilî kin. Lê xûşkên azep çi dikarin bikin? Gelek mecalên wan hene ku mêrxasiyê bidine kifşê û hê zêde xizmet kin, mesele bibine pêşeng, derbazî wî cîyî bin kîderê hewcetî heye, mihala xweda şixulê avakirinêda alîkariyê bidin, yan jî Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bin. Hinek hela hê dikarin Mekteba Gîled jî derbaz bin.

18. Çawa xûşkên emirda mezin dikarin mêrxasiyê bidine kifşê?

18 Xûşkên emirda mezin civatêda gelek qîmet in. Em wan xûşkên delal gelek hiz dikin! Hinek dibeke îda nikarin haqas xizmet kin çiqas wana berê dikir, lê yeke ewana jî dikarin mêrxasiyê bidine kifşê û şixul pêşda bivin. (Bixûne Tîto 2:​3-5.) Mesele, hergê rûspî xûşkeke emirda mezinra bêjin, ku xûşkeke cahil şîret ke derheqa kincxwekirina wê, wê xûşkêra mêrxasî lazim e. Lê ew wê tu car xûşka cahil bêhurmet neke ku ew kincên ça xwe dike. Dewsê ewê bi nermî xûşka cahil hêlan ke, wekî ew bifikire ça kincxwekirina wê ser yên din dikare hukum be (1 Tîmt. 2:​9, 10). Çaxê xûşka emirda mezin bi hizkirinê şîretê dide, ew yek dikare berê baş bîne.

19. a) Çawa birên nixumandî dikarin mêrxas bin? b) Çawa Fîlîpî 2:13 û 4:13 alî bira dike ku mêrxas bin?

19 Birên dinra jî lazim e mêrxas bin û bi xîret şixul bikin. Birên mêrxas kîjan ku hazir in hê zêde cabdariya hildine ser xwe, kerem in bona civatê (1 Tîmt. 3:⁠1). Lê hinek dibeke xwe digirin û şixul hilnadin destê xwe. Dibeke berê birakî şaşî dikir û niha difikire ku hêja nîne seva bibe berdestiyê civatê yan jî rûspî. Lê birakî din dibeke ditirse ku wê nikaribe cabdariya xwe bîne sêrî. Hergê tu usa difikirî, Yehowa wê alî te bike ku mêrxas bî. (Bixûne Fîlîpî 2:13; 4:13.) Bîne bîra xwe ku Mûsa jî difikirî wekî wê nikaribe cabdariya xwe bîne sêrî (Derk. 3:11). Lê Yehowa alî wî kir, û wede derbaz bû Mûsa bi mêrxasî cabdariya xwe heta xilaziyê anî sêrî. Wî cûreyî bira jî dikare mêrxasiyê bistîne, hergê bona alîkariyê bi dil û can Xwedêra dua bike û her roj Kitêba Pîroz bixûne. Usa jî wê kêrhatî be hergê ew bifikire ser serhatiyên merivên mêrxas ku Kitêba Pîrozda têne gilîkirinê. Hin jî ew dikare rûspiyara bêje ku wî hîn kin, û çaxê civatêda alîkarî lazim e komekê bide. Em hemû birên nixumandî hêlan dikin ku mêrxas bin û civatêda gelek kar bikin!

“YEHOWA . . . TEVÎ TE YE”

20, 21. a) Dawid ça Silêman qewî kir? b) Çida em gerekê dudilî nebin?

20 Dawid Padşa anî bîra Silêman ku Yehowa wê tevî wî be, heta ku avakirina paristgehê xilaz be (1 Dîr. 28:20). Ev giliyên bavê wî hiş û dilê wîda man, û rast e ew cahil û necêribandî bû, yeke tu tiştî rê wî negirt. Ewî bi mêrxasiya mezin ew şixul destpêkir û pê alîkariya Yehowa ev paristgeha mezin û bedew xilaz kir nava 7 û nîv salada.

21 Belê, çawa Yehowa alî Silêman kir, ew wê alî me jî bike seva em mêrxas bin û şixulê xwe bînin sêrî, hin malbetêda hin jî civatêda (Îşa. 41:​10, 13). Çaxê em bi mêrxasî Yehowara xizmet dikin, em dikarin dudilî nebin ku ew wê me hin niha, hin jî axiriyêda kerem ke. Lema jî mêrxas bin û şixulê Xwedê pêşda bivin!

^ abz. 12 Hûn dikarin gotara bi navê “Pê Nêtên Xweyî Ruhanî Rûmetê Bidine Efrandarê Xwe”, bixûnin “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Tîrmehê, sala 2004. Vê gotarêda şîret hene ku çawa xizmetiyêda nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe.