Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mîna Yehowa Dilşewat bin

Mîna Yehowa Dilşewat bin

“Yehowa, Yehowa, Xwedêyê rem û dilşewat e” (DERK. 34:​6, DT).

KILAMÊN: 57, 147

1. Yehowa çi cûreyî xwe Mûsara eyan kir û çira ew yek ferz e bona me?

CAREKÊ Xwedê Mûsara navê Xweyî şexsî û hunurên xwe eyan kir. Yehowa dikaribû pêşiyê bigota ku ew çiqas qewat e yan jî ça bîlan e, lê ewî pêşiyê derheqa remtî û dilşewatiya xwe got. (Bixûne Derketin 34:​5-7.) Hingê Mûsa dixwest bawer bûya ku Xwedê wê alî wî bike. Lema Yehowa pêşiyê besa wan hunura kir, û bi vê yekê da kifşê ku dixwaze alî xizmetkarên xwe bike (Derk. 33:13). Lê hûn çaxê difikirin ser wan hunurên Xwedê, hûn çi texmîn dikin? Vê gotarêda emê dîna xwe bidin ser hunurekî Xwedê, ew heye dilşewatî. Dilşewatî tê hesabê çaxê kesek kul-derdê merivê din divîne, dilê wî dişewite û dixwaze alî wî bike.

2, 3. a) Çi dide kifşê ku nav merivada dilşewatî heye? b) Çira lazim e em dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa dilşewatiyê?

2 Yehowa dilşewat e, lema ew hunur bal meriva jî heye, çimkî bi sûreta wî hatine çêkirinê. Hela hê merivên ku Yehowa nas nakin, gelek cara ewana jî dilşewatiyê didine kifşê û bona yên din xem dikin (Destp. 1:27). Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên dilşewat hene. Mesele, bînin bîra xwe du jinên qav ku ber Silêman sekinîbûn û seva zarê hevra ketibûne dewê. Ji wana yek diya zarê bû. Silêman ferman da, wekî zarê bikine du kera, seva ku têderxe hela kîjan e diya zarê. Dilê vê jinikê şewitî, kîjan ku rastî diya zarê bû. Lema ew qayîl bû ku zara wê bidine jinika din, tenê zarê nekujin (1 Padş. 3:​23-27). Yan jî bînin bîra xwe qîza Firewin, ya ku Mûsa xilaz kir çaxê ew zara virnî bû. Rast e ewê fem dikir ku ew zara Îbraniya bû û gerekê wî sax nehêlin, lê “dilê wê ser şewitî” û ewê safî kir ku wî bike zara xwe (Derk. 2:​5, 6).

3 Çira em gerekê bifikirin derheqa dilşewatiyê? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje em gerekê çev bidine Yehowa (Efes. 5:⁠1). Belê, em usa hatine çêkirinê ku ev hunur nav meda heye, lê cara em xwehiziyê didine kifşê, çimkî em gunekar in. Lema jî mera cara nehêsa ye safî kin alîkariyê bidine meriva, yan bikevine heyra xwe. Lê çi dikare alî we bike ku hê zêde bona meriva xem bikin? Ya pêşin, wede xwera bivînin lêkolîn bikin ku Yehowa ça dilşewatî nîşan kir û usa jî çawa merivên din nîşan kirin. Ya duda, bifikirin ku hûn ça dikarin vê yekêda çev bidine Xwedê û ew yek wê çi karê wera bîne.

YEHOWA DILŞEWATIYÊDA MESELA LAPE MEZIN E

4. a) Çira Yehowa milyaketên xwe şande Sodomê? b) Serhatiya malbeta Lût çi me hîn dike?

Kitêba Pîrozda gelek mesele hene ku Yehowa ça dilşewatî daye kifşê. Mesele, bifikirin ewî seva Lût çi kir gava ew ji xirabiya bineliyên Sodom û Gomorê “aciz bibû”. Ew meriv usa xirab û bênamûs bûn, ku Xwedê safî kir qira wan bîne (2 Pet. 2:​7, 8). Xwedê milyaketên xwe şand seva emirê Lût xilaz ke. Wana wî û malbeta wî lez dixistin, seva ji wan şeherên ku gerekê kuta bûna, zû derên. Kitêba Pîroz dibêje: “Lût ku nigêd xwe paşda davît, wan [milyaketa] destê Lût, jinê, qîzava girtin, bi rema Xudane ku li wan kir, ew ji bajêr derxistine der û hiştin” (Destp. 19:16). Ev serhatî eşkere dike, ku Yehowa haş ji çetinayên xizmetkarên xwe heye û alî wan dike (Îşa. 63:​7-9; Aqûb 5:11; 2 Pet. 2:⁠9).

5. Xebera Xwedê ça me hîn dike ku çawa dilşewat bin?

5 Yehowa xêncî ku xwexa dilşewatiyê dide kifşê, ew usa jî cimeta xwe hîn dike ku ewana jî dilşewat bin. Were derheqa qanûnekê şêwir kin ku Xwedê dabû Îsraêliya. Vê qanûnêda dihate gotinê ku hergê meriv tiştekî deynî bide kesekî, ew dikare kinca deyndarê xwe hilde çawa bihê, dêmek ça îzbatkirin, ku deynê xwe paşda bistîne. (Bixûne Derketin 22:​26, 27.) Merivê bêrem dibeke ne jî bixwesta kinca wî kesî paşda vegerîne û deyndar wê bê kinc û bê sitar raza. Lê Yehowa cimeta xwe hîn kir ku dilsar nîbin. Yehowa dixwest cimeta wî dilşewat be. Lê gelo prînsîpa vê qanûnê me çi hîn dike? Em gerekê tu car pişt guhê xweva nevêjin çaxê divînin xûşk-yan birak çetinayêda ne. Û hergê em dikarin alî wî bikin, em gerekê destê xwe dirêjî wî kin û derdê wî sivik kin (Kols. 3:12; Aqûb 2:​15, 16; bixûne 1 Yûhenna 3:17.)

6. Em çi hîn dibin ji dilşewatiya Yehowa hindava Îsraêliya?

6 Yehowa hela hê hingê jî gunê xwe cimeta Îsraêlî dianî, çaxê ewana gune dikirin. Kitêba Pîroz dibêje: “Yehowa Xwedêyê kal-bavê wan bi saya qasidên xwe pêşda dîsa û dîsa elamî wan dikir, çimkî heyfa xwe cimeta xwe û cîwarê xwe dianî” (2 Dîr. 36:​15, DT). Em jî gerekê hindava wan merivên ku hê Yehowa nas nakin, dilşewat bin, çimkî dibeke ewana jî bêne ser riya rast û bibine dostên wî. Yehowa naxwaze ku wedê dîwana wî ku wê bê, kesek bimire (2 Pet. 3:⁠9). Lema jî heta Xwedê qira xiraba neaniye, were berdewam kin elametiya wî bela kin, çimkî ew ji rema dilê xwe dixwaze meriv pêbihesin.

7, 8. Çira malbetekê bawer kir, ku Yehowa hindava wanda dilşewatî da kifşê?

7 Îro gelek xizmetkarên Xwedê dîtine ku Xwedê çiqas dilşewatî da kifşê hindava wanda. Dîna xwe bidinê ku çi qewimî tevî malbetekê. Vê malbetêda gedekî 12 salî bû, kîjanî emê nav kin Mîlan. Di salên 1990-da, şerê miletiyê bû orta merivên bi çermê sipî û reş. Mîlan tevî dê-bavê xwe û birê xweyî biçûk, û usa jî gelek xûşk-birên din, ji Bosnyayê heta Sêrbyayê pê otobûsê diçûne civata mezin. Ser wê civatê dê-bavê Mîlan gerekê bihatana nixumandinê. Çaxê ewana ber sînorê welat bûn, eskera ev malbet ji otobûsê derxistin, çimkî ewana ji miletekî din bûn. Lê xûşk-birên dinra îzin dan ku riya xwe berdewam kin. Du roja ew malbet girtî bû û paşê ofîsêr derheqa wan ji serokê xwe pirsî ku çi bike. Ev malbet hema wêderê bû û wana gişka bihîst caba wî serokî ku got: “Wana bive gule ke!”.

8 Heta ofîsêra hevra xeber didan, du mêrên nenas nêzîkî vê malbetê bûn. Wana bi dengê nimiz wanra got ku ewana jî Şedên Yehowa ne û ku birên otobûsêda wanra gilî kirine ku tevî vê malbetê çi qewimiye. Ev du bira gotine Mîlan û birê wî, ku bikevine avta wan seva sînor derbaz bin, çimkî dokûmêntên zara nedinihêrîn. Lê dê-bavra gotin ku herin aliyê dinî sînor û li wêderê wê rastî hev bên. Mîlan usa tirsiya ku nizanibû bigirî yan bikene. Lê dê-bav gotine wî: “Te tirê ew esker wê me berdin?” Çaxê ewana diçûn, hema ber eskerara derbaz bûn, lê eskera tê bêjî ewana nedîtin. Dê-bav û zar aliyê dinî sînor rastî hev hatin. Ewana gihîştine civata mezin û bawer bûn ku Yehowa caba dua-dirozgê wan da û alî wan kir. Ji Kitêba Pîroz em zanin ku Yehowa ne hertim wî cûreyî xizmetkarên xwe xwey kiriye (Kar. Şand. 7:​58-60). Yeke Mîlan dibêje ku vê demê ewî çi texmîn dikir. Ewî got: “Tê bêjî milyaket çevê van eskera kor kirin û Yehowa me xilaz kir” (Zeb. 97:10).

9. Îsa ça dinihêrî ser halê cimetê? (Binihêre şiklê ewlin.)

9 Îsa jî dilşewatiyêda meseleke gelek baş mera hîşt. Dilê Îsa dişewitî ser elaletê ku rastî wî hat, çimkî “ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn”. Lê ewî bona wan çi kir? Ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin”. (Met. 9:36; bixûne Marqos 6:34.) Lê Fêrisî mîna Îsa nîbûn, ewana hindava meriva dilsar bûn, û talaşa wan jî nîbû ku alî wan bikin (Met. 12:​9-14; 23:4; Yûhn. 7:49). Lê hûn dixwazin mîna Îsa alî wan meriva bikin, yên ku ruhanîda birçî ne?

10, 11. Gelo rast e timê dilşewatiyê bidine kifşê? Şirovekin.

10 Lê ev nayê hesabê, wekî em her derecada gerekê dilşewat bin. Çawa me ji serhatiyên Kitêba Pîroz dît, Xwedê zane çiçax nelazim e dilşewatiyê bide kifşê. Mesele, Şawûl Padşa gunê xwe Agag anî, dêmek dijminê cimeta Xwedê, û usa jî heyfa xwe heywanên baş anî. Yançi dilê wî ser wan şewitî, lê bi rastî ewî temiya Xwedê neanî sêrî. Lema axiriyêda Yehowa padşatî ji Şawûl stand (1 Sam. 15:​3, 9, 15). Yehowa Hakimê heq e. Ew dikare dilê meriva bixûne, û ew zane kengê nerast e dilşewatiyê bide kifşê (Lûr. Yêrem. 2:17; Hezql. 5:11). Zûtirekê Yehowa wê dîwana wan meriva bike, yên ku naxwazin gura wî bikin (2 Têsln. 1:​6-10). Hingê dilê Xwedê wê neşewite ser merivên xirab û zulm. Ew wê wana kuta ke, çimkî gunê xwe merivên rast bîne, kîjana wê xilaz ke.

11 Belê, îzina me tune meriva sûcdar kin ku ewana hêjayî jîyînê ne yan na. Dewsê, em gerekê her tiştî bikin seva niha alî wan bikin. Lê çawa em dikarin hindava wanda dilşewat bin? Were çend şîreta şêwir kin ku ça ewê yekê bikin.

ÇAWA DILŞEWATIYÊ BIDINE KIFŞÊ

12. Çawa hûn dikarin dilşewatiyê bidine kifşê hindava meriva?

12 Alîkariyê bidin jîyîna herrojîda. Hergê em dixwazin çev bidine Îsa, em gerekê hindava xûşk-birên xwe û merivên dinda dilşewat bin (Yûhn. 13:​34, 35; 1 Pet. 3:⁠8). Xebera dilşewatî usa jî tê hesabê “tevayî derd bikişînin”. Merivê dilşewat dixwaze êşa merivên din sivik ke, bi vê yekê ku wedê çetinaya alîkariyê bidê. Lema jî timê bifikirin ku hûn çida dikarin alîkariyê bidine meriva. Besa xeberê, dewsa wan herin dikanê yan jî cîkî ku wanra lazim e, yan jî malda şixulekî bikin (Met. 7:12).

Dilşewat bin hindava meriva û alîkariyê bidine wan (Binihêre abzasa 12)

13. Cimeta Xwedê wedê xezeba ça xwe dide kifşê?

13 Alîkariyê bidin wedê xezebên tebiyetê. Çaxê em divînin ku meriv ji bo xezeba ziyanê distînin, dilê me dişewite. Cimeta Yehowa eyan e bi vê yekê ku wedê usada timê diçine hewara wan, yên ku ziyan standine (1 Pet. 2:17). Xûşkeke me Japonî li wî cîyî dijît, kîderê ku sala 2011-da erdhej û tsûnamî qewimî. Evî cîyî ziyaneke mezin stand. Ew xûşk dibêje ku ew “gelek qewî bû û dilgerm bû”, çaxê didît ça xûşk-bira ji Japonyayê û welatên dor ber, bi rezedilî alîkarî didan ku mal û Odên Civata teze kin. Ewê nivîsî: “Evê qewimandinê ez dame femkirinê ku Yehowa me hiz dike, û xûşk-bira çiqas bona hevdu xem dikin. Gelek xûşk-bira nav temamiya dinyayê bona me dua dikin”.

14. Ça hûn dikarin alîkariyê bidine nexweşa û kal-pîra?

14 Alîkariyê bidine nexweşa û yên emirda mezin. Çaxê em divînin ku meriv çiqas diçerçirin ji bo nexweşiya yan jî ji bo kal-pîrbûnê, gunê me wana tê û em dixwazin alî wan bikin. Belê, em gelek hîviya wî wedeyî ne, çaxê nexweşî û kal-pîrbûn îda tune bin, û em dua dikin wekî Padşatiya Xwedê bê. Lê heta ew wede bê, em dixwazin çiqas destê me tê alîkariyê bidine wan, yên ku hewce ne. Dîna xwe bidin qewimandinekê ku avtorek nivîsiye. Diya wîye emirda mezin, bi nexweşiya Altsgêymêrê nexweş bû. Carekê, ewê pêra negîhandibû here destavê û kincên xwe kiribû qirêj. Çaxê ewê dixwest xwe temiz ke, zengilê derî xistin. Ew Şedên Yehowa bûn, yên ku timê dihatine cem vê jinikê. Xûşka ji wê pirsîn hela tiştekîda alîkarî jêra lazim e. Jinikê wanra got: “Minra şerm e bêjim, lê erê”. Evan du xûşka alî wê kirin ku xwe temiz ke. Paşê, wana jêra çay çêkirin û tevî wê xeber didan. Kurê jinikê gelek razî bû. Ewî nivîsî: “Eferim wan Şedên Yehowara. Ewana çi hîn dikin, xût usa jî dijîn”. Lê dilşewatî we hêlan dike ku çiqas dikarin alîkariyê bidine kal-pîra û nexweşa? (Fîlî. 2:​3, 4).

15. Xizmetiyêda em ça alîkariyê didine meriva?

15 Alîkariyê bidine meriva aliyê ruhanîda. Çaxê em kul-derdên meriva divînin, em hêlan dibin ku ruhanîda alî wan bikin. Alîkariya lape mezin bona wan wê ew be, hergê em wanra derheqa Xwedê û keremên Padşatiya wî gilî kin. Xêncî vê yekê alîkarîk jî ew e, çaxê wana hîn dikin ku çiqas aqilayî ye pê prînsîpên Xwedê bijîn (Îşa. 48:​17, 18). Belê, çaxê em xizmet dikin, em Yehowa hurmet dikin û dilşewatiyê hindava meriva nîşan dikin. Lê hûn dikarin hê zêde xîret bin xizmetiyêda? (1 Tîmt. 2:​3, 4).

DILŞEWATÎ WERA JÎ KARÊ TÎNE!

16. Dilşewatî çawa merivara karê tîne?

16 Êkspêrtên psîxolojiyê dibêjin, ku çaxê meriv dilşewatiyê dide kifşê, sihet-qewata wî hê baş dibe û heleqetiya wî tevî meriva hê baş e. Belê, çaxê hûn ber dilê merivada tên, hûn hê bextewar dibin, şabûna we zêde dibe, tenêbûnê texmîn nakin û hê kêm fikirên nebaş têne hişê we. Belê, dilşewatî wê karê wera bîne (Efes. 4:​31, 32). Mesîhiyên ku bona halxweşiya merivên din xem dikin û alîkariyê didin, bawer in ku ewana li gora prînsîpên Xwedê evê yekê dikin û îsafa wan jî temiz e. Hergê em dilşewat in, emê bibin dê-bavê baş, mêr yan jina baş, û hevalê baş. Xêncî vê yekê, çaxê meriv dilşewat e, gava jêra alîkarî lazim e, yên din jî alî wî dikin. (Bixûne Metta 5:7; Lûqa 6:38.)

17. Çira hûn gerekê dilşewat bin?

17 Belê, dilşewatî mera karê tîne, lê ew gerekê meniya sereke nîbe wekî dilşewat bin. Menî ku çira em gerekê dilşewat bin, ew e ku çev bidine Yehowa Xwedê û wî hurmet kin, yê ku Kaniya hizkirinê û dilşewatiyê ye (Metlk. 14:31). Ew bona me mesela lape baş e. Lema jî were em her tiştî bikin seva dilşewatiyêda çev bidine wî, xûşk-bira hiz bikin, û hindava meriva heyf bin (Galt. 6:10; 1 Yûhn. 4:16).