Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xebera Xwedayê Me Heta-Hetayê Dimîne

Xebera Xwedayê Me Heta-Hetayê Dimîne

“Gîha hişk dibe, çîçek diçilmise; lê belê gotina Xwedayê me abadîn dimîne” (ÎŞA. 40:⁠8).

KILAMÊN: 95, 97

1, 2. a) Emir bêy Kitêba Pîroz wê çawa bûya? b) Çawa em dikarin ji xwendina Xebera Xwedê hê zêde karê bistînin?

HÛN qe fikirîne ku emirê we wê ça bûya hergê Kitêba Pîroz tune bûya? Bona jîyîna herrojî şîretên kêrhatî wê tune bûna. Hûnê haş pê tune bûna ku Xwedê kê ye û yekî ça ne, emir ji ku hatiye, û axiriyêda wê çi bibe. Weyê ne jî bizanibûya ku Yehowa çawa bû tevî însanetê hêna berêda.

2 Em gelek şa dibin ku em halekî usada nînin! Yehowa Xebera xwe, Kitêba Pîroz daye me. Ewî soz da ku elametiya ji Xebera wî wê heta-hetayê bimîne. Petrûsê şandî giliyên ji Îşaya 40:8 wekiland. Rast e ev rêz hema derheqa Kitêba Pîroz nîne, lê çawa em zanin ew derheqa elametiya ji Kitêba Pîroz e ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê. (Bixûne 1 Petrûs 1:​24, 25.) Em hê zef karê distînin ji Kitêba Pîroz çaxê ser zimanê xwe dixûnin. Ewên ku Xebera Xwedê hiz dikirin, timê zanibûn ku ev yek rastî jî usa ne. Lê her gav usa hêsa nîbû Kitêba Pîroz bixûnin, çimkî nava gelek qirnada pey Kitêba Pîroz diketin û dixwestin kuta kirana. Lê hebûn merivên dilsax ku wan peyketina neditirsiyan, Nivîsarên Pîroz weldigerandin û bela dikirin. Wana li gora qirara Xwedê dixwestin ku “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:​3, 4).

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Vê gotarêda, emê şêwir kin çawa Kitêba Pîroz wan sê çetinayada hatiye xweykirinê, 1) guhastinên zimanda, 2) guhastina polîtîkî ku ser zimanê cimetê hukum bû, 3) û miqabilîbûn himberî welgerandina Kitêba Pîroz. Lê çi karê emê bistînin gava van tişta şêwir kin? Emê Xebera Xwedê hê zef bişêkirînin. Usa jî emê hê qayîm Avtorê Kitêba Pîroz hiz bikin, çimkî ev bona kara me daye me (Mîx. 4:2; Rom. 15:⁠4).

GUHASTINA ZIMAN

4. a) Nava qirnada ziman ça hatine guhastinê? b) Çi dide kifşê ku Xwedayê me firqiyê nake nava zimana, û hûn çi difikirin derheqa vê yekê?

4 Wede derbaz dibû, û ziman dihatine guhastinê. Mesele, xeber yan gilî-gotinên berê, îda cûrekî din dihatine femkirinê. Dibeke zimanê we jî tiştekîda hatiye guhastinê. Zimanê Yûnanî û Îbranî jî, ser kîjana heçî zef Kitêba Pîroz hatiye nivîsarê, nava qirnada hatiye guhastinê. Zimanê berê yê Îbranî û Yûnanî, ji yê îroyîn gelek cude dibin. Lema jî kesê ku dixwaze Xebera Xwedê rind fem ke, bixwaze nexwaze gerekê ya welgerandî bixûne, û hela hê jî ewê ku zimanê Îbranî yan jî Yûnanî ya îroyîn zane. Hinek fikirîn ku heger ewana zimanê Îbranî û Yûnanîye kevin hîn bin, wê hê rind Kitêba Pîroz fem bikin. Lê yeke ewê yekê gelek alî wan nekir. * Em çiqas razî ne wekî îro Kitêba Pîroz bi temamî yan jî bi par ser weke 3 000 zimana hatiye welgerandinê. Eşkere tê kifşê ku Yehowa dixwaze meriv ji “hemû mileta, bereka, zimana” ji Xebera wî karê bistînin. (Bixûne Eyantî 14:⁠6.) Zanebûna vê yekê me hê nêzîkî Xwedayê meyî hizkirî dike, kîjan ku firqiyê nake nava mileta (Kar. Şand. 10:34).

5. Çira welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” ferz bû?

5 Guhastinên zimanada usa jî hukum bûn ser zimanên ku Kitêba Pîroz hate welgerandinê. Welgerandina Kitêba Pîroz ku berê femdarî bû, wede derbaz dibû îda çetin dihate femkirinê. Dîna xwe bidine ser welgerandineke Kitêba Pîroz ser zimanê Înglîzî. Welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” ya pêşiyê bû ku sala 1611-da hate derxistinê (“The King James Version”). Nava welgerandinên Kitêba Pîroz ser zimanê Înglîzî, ew ya lape belabûyî bû. * Orîjînala Nivîsarên Îbranîda kîderê ku navê Xwedê hebû, vê welgerandinêda tenê çend cara navê “Yehowa” Xwedê hatiye nivîsarê, lê ciyên dinda dewsa navê wî, bi herfên mezin dane xebatê xebera “XUDAN”. Neşirkirinên paşî vê jî, çend rêzên Nivîsarên Yûnanîda bi herfên mezin dane xebatê xebera “XUDAN”. Dêmek welgerê “Vêrsîa Aqûbê Padşa” fem dikir ku navê Xwedê Peymana Nûda jî gerekê hebe.

6. Çira em razî ne seva “Welgerandina Dinya Teze”?

6 Rast e hingê “Vêrsîa Aqûbê Padşa” welgerandineke baş bû, lê qirne derbaz bûn û ev îda çetin dihate femkirinê, çimkî xeber û giliyên vê welgerandinêda, cimetê îda nedida xebatê. Welgerandinên Kitêba Pîroz yên berê, ser zimanên din jî çetin têne femkirinê. Lê em gelek razî ne wekî “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz” bal me heye, kîjan ku bi zimanê îroyîn hatiye welgerandinê. Ev welgerandin bi temamî yan jî bi par ser 150 zimana zêdetir heye, dêmek nav temamiya dinyayê heçî zef meriv dikarin evê welgerandinê bixûnin. Ev welgerandina hêsa alîkariyê dide wekî elametiya ji Xebera Xwedê bigihîje dilê me (Zeb. 119:97). Û hin jî ew welgerandin bi rastî mexsûs e, çimkî navê Xwedê li gora orîjînalê hemû ciyada hatiye nivîsarê.

GUHASTINÊN POLÎTÎKÎ KU SER ZIMANÊ CIMETÊ HUKUM BÛ

7, 8. a) Çira qirna sisiyada B.D.M., gelek Cihûya nikaribûn Nivîsarên Îbranî fem kirana? b) Çi ye “Sêptûagînta”?

7 Cara guhastinên polîtîkî dinyayêda dibûne menî, ku ev ziman ser kîjanî cimetê xeber dida, dihate guhastinê. Lê gelo Xwedê çi kir seva meriv Xebera wî zelal fem kin? Were meseleke berê şêwir kin, kîjan ku caba vê pirsê dide. Sîv nehe kitêbên pêşin ya Kitêba Pîroz Îsraêliya nivîsîne, dêmek Cihûya. Ewana yên pêşiyê bûn, kîjanara “gotinêd Xwedê . . . hatine spartinê” (Rom. 3:​1, 2). Lê qirna sisiyada B.D.M., gelek Cihûya îda zimanê Îbranî fem nedikirin. Gelo çira? Çimkî Îskenderê Mezin nav welatên ku ewî zeft kiribû Împêrya Yûnanistanê fire kir (Dan. 8:​5-7, 20, 21). Lema jî, welatên ku bin destê Yûnanistanêda bûn, zimanê bineliyên wan, bû zimanê Yûnanî. Dêmek gelek Cihû jî ku wan welatada dijîtin, îda ser zimanê Yûnanî xeber didan. Ew bû menî ku wana îda çetin fem dikir Nivîsarên Îbranî. Lê gelo ev çetinayî ça safî bû?

8 Nêzîkî orta qirna sisiya B.D.M., pênc kitêbên pêşine Kitêba Pîroz ji zimanê Îbranî hatine welgerandinê ser zimanê Yûnanî. Welgerandina kitêbên dine Nivîsarên Îbranî, xilaz bû qirna dudada B.D.M.. Ev welgerandin hate navkirinê “Sêptûagînta” Yûnanî. “Sêptûagînta” ev heye welgerandina pêşiyê ya temamiya Nivîsarên Îbranî, kîjan ku bi desta hatiye nivîsarê.

9. a) Çawa “Sêptûagînta” û welgerandinên berê, ser xwendevanên Xebera Xwedê hukum dibû? b) Hûn kîjan rêza ji Nivîsarên Îbranî zef hiz dikin?

9 Bi saya “Sêptûagîntê” Cihûyên ku ser zimanê Yûnanî xeber didan dikaribûn Nivîsarên Îbranî bixûnin. Bidine ber çevê xwe ku ewana çiqas şa dibûn çaxê Xebera Xwedê dibihîstin û dixwendin ser zimanê ku wanra femdarî bû! Wede derbaz bû, û hine parên ji Kitêba Pîroz hatine welgerandinê ser zimanên din ku hingê belabûyî bûn, mesele Sûrî, Gotîkî, û Latînî. Meriva Nivîsarên Pîroz çiqas zef dixwendin û fem dikirin, haqas wana Nivîsar hiz dikir. Bêşik, hebûn gelek parên ji Nivîsarên Pîroz ku wana gelek hiz dikir. Îro jî hene rêzên usa ku em gelek hiz dikin. (Bixûne Zebûr 119:​162-165.) Rastî jî, Xebera Xwedê van çetinayada û guhastinada, unda nebû û hate xweykirinê.

MIQABILÎBÛN HIMBERÎ WELGERANDINA KITÊBA PÎROZ

10. Wedê Con Wîklîfda çira gelek meriv nikaribûn Kitêba Pîroz bixûnin?

10 Wede diçû, û gelek merivên xweyîhukum dixwestin usa bikin, wekî meriv nikaribin ser zimanê xwe Kitêba Pîroz bixûnin. Lê yeke merivên dilsax nehîştin ku ev yek rê wana bigire, û Kitêba Pîroz weldigerandin seva bal gişka jî hebe. Mesele, merivê xwedêxof navê kîjanî Con Wîklîf bû û qirna 14-da Înglîstanêda dijît, ewî fem dikir, wekî lazim e bal her kesî Kitêba Pîroz hebe. Lê hingê, Înglîstanêda cimetê qe nikaribû Kitêba Pîroz bixwenda. Gelo çira? Menîk ew bû ku geleka nikaribûn Kitêba Pîroz xwera bikirin, çimkî ev bi desta nivîsar bû û gelek biha bû. Xêncî vê yekê, gelek meriv nexwendî bûn. Rast e wana dêrêda dibihîstin çaxê Kitêba Pîroz dihate xwendinê, lê wanra çetin bû evî zimanî fem kin. Gelo çira? Çimkî Kitêba Pîroze Dêrê (“Vûlgata”) ser zimanê Latînî bû, û hingê ev ziman îda kevin bû! Lê gelo ewan meriva çawa dikaribûn xiznên Kitêba Pîroz bivînin? (Metlk. 2:​1-5).

Con Wîklîf û merivên din dixwastin wekî bal hemû meriva Kitêba Pîroz hebe. Gelo nêta we jî ew e? (Binihêre abzasa 11)

11. Welgerandina Wîklîf çi kar anî?

11 Sala 1382-da Con Wîklîf Kitêba Pîroz welgerand. Ev welgerandin gelek belabûyî bû nav peyçûyên wîda, kîjanara digotin Lolard. Wana gelek dixwest ku Xebera Xwedê bigihîje hiş û dilê cimetê, û lema ewana nav temamiya Înglîstanêda niga gund bi gund digeriyan. Wana merivara Kitêba Pîroz ya welgerandina Wîklîf dixwendin û kopiyên vê ku bi desta nivîsar bûn wanra dihîştin. Ev cefê wan badîhewa nîbû, çimkî dîna meriva dîsa çû ser Xebera Xwedê.

12. Dêrê ça xwe da kifşê hindava Wîklîf û şixulê wî?

12 Lê gelo serwêrên dêrê ça xwe dane kifşê hindava Wîklîf û şixulê wî? Wîklîf, peyçûyên wî, û Kitêba Pîroz ku ewî welgerand, ber çevê van reş bûn. Ewana pey Lolarda diketin û wana welgerandina Wîklîf çiqas dîtin, gişk kuta kirin. Hela hê paşî mirina wî jî, serwêrên dêrê ew elam kirin ça hêrêtîk, yanê dijminê Dêrê. Wana hestûyên wî ji erdê derxistin, şewitandin, û ev ax avîtine çemê Swîftê. Lê gelek meriv dîsa jî dixwestin Xebera Xwedê bixûnin û fem kin, lema jî Dêrê nikaribû wana bide sekinandinê. Paşî çend qirna, Ewropayêda û ciyên dinda, gelek meriva destpêkirin Kitêba Pîroz ser gelek zimana welgerînin û bela kin, seva meriv bikaribin bixûnin.

XWEDÊ TE HÎN DIKE BONA KARA TE

13. Em çida dikarin dudilî nebin, û çira ev yek baweriya me qewî dike?

13 Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye. Lê Mesîhî gerekê nefikirin wekî welgerandina “Sêptûagînta”, “Vêrsîa Aqûbê Padşa”, yan jî welgerandineke din, raste-rast ji bîna ber Xwedê hatine kirinê. Lê yeke çaxê em kûr difikirin ku nava terîxiyêda çawa welgerandinên Kitêba Pîroz hatine derxistinê, eşkere ye ku ev îzbatkirin e wekî Xebera Yehowa hate xweykirinê çawa ewî soz dabû. Ev yek baweriya me hê qewî dike, ku Yehowa wê ese sozên xweye din jî bîne sêrî! (Yêşû 23:14).

14. Çawa Xebera Xwedê hizkirina me hindava wî qewî dike?

14 Gava em difikirin ku Yehowa çi cûreyî Xebera xwe xwey kiriye, ça bawerî usa jî hizkirina me hindava wî qewî dibe. * Lê seva çi Yehowa Xebera xwe daye me û soz da ku ev bê xweykirinê? Çimkî ew me hiz dike, qenciya me dixwaze û dixwaze me hîn ke, seva em bextewar bin. (Bixûne Îşaya 48:​17, 18.) Em jî dixwazin jêra hizkirina xwe nîşan kin û gura wî bikin (1 Yûhn. 4:19; 5:⁠3).

15. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

15 Em Xebera Xwedê hiz dikin û dixwazin ku bi temamî ji vê karê bistînin. Lê wedê xwendinê ça em dikarin hê zef karê bistînin? Ça em dikarin wedê xizmetiyê dîna meriva bikişînin ser Kitêba Pîroz? Bira ça dikarin civatêda wedê hînkirinê hê zef Kitêba Pîroz bidine xebatê? Caba van pirsa emê gotara dinda pêbihesin.

^ abz. 4 Binihêrin gotar bi navê “Gelo Lazim e Zimanê Îbranî û Yûnanî Hîn bin?”, ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Mijdarê, sala 2009.

^ abz. 5 Gelek îdîyomên Înglîzî ji welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” hatine hildanê.

^ abz. 14 Dîna xwe bidine çargoşe bi navê “ Xwexa pê Çevê Xwe Bivînin!”.