Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Xebera Xwedê . . . Zor e”

“Xebera Xwedê . . . Zor e”

“Xebera Xwedê sax û zor e” (ÎBRN. 4:12).

KILAMÊN: 96, 94

1. Em çira dudilî nînin ku Xebera Xwedê zor û qewî ye? (Binihêre şiklê ewlin.)

EM XIZMETKARÊN Yehowa qe dudilî nabin ku “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbrn. 4:12). Em xwexa divînin ku qewata Xebera Xwedê ça ser emirê me û usa jî ser emirê merivên din hukum dike. Mesele, hinek xûşk-birên me berê diz û narkoman bûn, yan jî bênamûsî dikirin. Hinek jî vê dinyayêda pêşdaçûyî û dewletî bûn, lê ew yek wana bextewar nedikir (Waîz 2:​3-11). Belê, gelek merivên ku nerast dijîtin û nêta emirê wan tune bû, bi alîkariya qewata Xebera Xwedê hatine ser riya rast û bextewar bûne. Dibeke we gelek serhatiyên wî cûreyî xwendiye “Birca Qerewiliyêda” rêza gotarada ya bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. Û em divînin ku hela hê paşî nixumandinê jî Mesîhî bi alîkariya Kitêba Pîroz berdewam dikin ruhanîda pêşda diçin.

2. Qirna yekêda qewata Xebera Xwedê ça hukum dibû ser meriva?

2 Em ecêbmayî namînin ku bi alîkariya hînbûna Xebera Xwedê îro gelek meriva emirê xweda guhastinên mezin kirine. Qirna yekêda jî xûşk-birên meye bijartî emirê xweda guhastin kirine. (Bixûne 1 Korintî 6:​9-11.) Çaxê Pawlosê şandî derheqa wan meriva got, yên ku wê Padşatiya Xwedê war nebin, ewî zêde kir: “Ji we hinek usa bûn”. Lê Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz alî wan meriva kirin û wana emirê xwe guhast. Çaxê ewana bûne Mesîhî, hela hê hingê jî hineka ji wan şaşiyên usa mezin kirin, ku ew yek hukum bû ser heleqetiya wan tevî Yehowa. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa Mesîhîkî bijartî qirna yekêda, yê ku gerekê ji civatê bihata derxistinê. Lê paşê ew hate guhastinê û dîsa vegeriya civatê (1 Korn. 5:​1-5; 2 Korn. 2:​5-8). Ew yek me gelek qewî dike, çimkî em divînin ku xûşk-birên me bi alîkariya Xebera Xwedê çetinayên xwe safî kirine û guhastinên mezin kirine.

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Qewata Xebera Xwedê gelek zor e. Û em gerekê Xebera Xwedê rind bidine xebatê, çimkî ev Yehowa daye me (2 Tîmt. 2:15). Vê gotarêda emê şêwir kin ku çi dikarin bikin seva qewata Xebera Xwedê hukum be ser 1) emirê me, 2) xizmetiya me, 3) û hînkirina me ji sênê. Şêwirkirina vê gotarê wê alî me bike hizkirin û razîbûna xwe nîşan kin Bavê meyî ezmanara, yê ku me hîn dike bona kara me (Îşa. 48:17).

QEWATA XEBERA XWEDÊ EMIRÊ MEDA

4. a) Em çi gerekê bikin seva Xebera Xwedê ser me hukum ke? b) Hûn ça wede divînin wekî Kitêba Pîroz bixûnin?

4 Seva ku Xebera Xwedê ser me hukum ke, em gerekê çiqas dikarin her roj bixûnin (Yêşû 1:⁠8). Şixulê me çiqas zef be jî û çi cabdariyên me jî hebin, yeke em gerekê wede bivînin seva ku Kitêba Pîroz bixûnin. (Bixûne Efesî 5:​15, 16). Bona vê yekê em dikarin xwera wede kifş kin, mesele şebeqa, nîvro, yan jî êvarê. Em qayîl in tevî zebûrbêj kîjanî got: “Hînkirina Te çiqas ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim” (Zeb. 119:97).

5, 6. a) Çira ferz e bifikirin çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin? b) Em ça dikarin hê zef karê bistînin çaxê Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin? c) We çi kar standiye çaxê Kitêba Pîroz xwendiye û ser fikirîne?

5 Lê tenê xwendina Kitêba Pîroz bes nîne, gelek ferz e em usa jî ser bifikirin (Zeb. 1:​1-3). Hingê emê bikaribin şîretên Kitêba Pîroze bîlanî emirê xweda bidine xebatê. Firqî tune em Kitêba Pîroz ser kaxaza bixûnin yan bi hacetên elektronîk, lê nêta me gerekê ew be, wekî giliyên têda bigihîjne dilê me.

6 Em ça dikarin hê zêde karê bistînin çaxê Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin? Geleka texmîn kirine wekî xwendina Xebera Xwedê hingê karê tîne, çaxê parekê dixûnî, disekinî û pirsê didî xwe: “Ji vê parê ez çi hîn bûm derheqa Yehowa? Ew yek çi ku min xwendiye, ça ez emirê xweda îda tînim sêrî? Dîsa çida ez dikarim hê pêşda herim? Hergê em dua bikin û bifikirin ser Xebera Xwedê, emê bixwazin bi temamî wan şîreta bînin sêrî. Hingê emê qewata Xebera Xwedê emirê xweda bivînin (2 Korn. 10:​4, 5).

QEWATA XEBERA XWEDÊ XIZMETIYA MEDA

7. Em ça dikarin xizmetiyêda Xebera Xwedê baş bidine xebatê?

7 Çi wê alî me bike, wekî Kitêba Pîroz wedê xizmetiyê baş bidine xebatê? Gava pêşin ew e, wekî wedê xizmetiyê û wedê hînkirinê timê rêzên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê. Derheqa vê yekê birakî got: “Hergê we tevî Yehowa mal bi mal xizmet kira, weyê tenê xwexa xeber da, yan weyê bihîşta Yehowa xeber de?” Dêmek, çaxê em Xebera Xwedê merivara dixûnin, bi vê yekê em dihêlin wekî Yehowa tevî meriva xeber de. Rêzeke rind bijartî diha qewat e, ne ku giliyên me (1 Têsln. 2:13). Pirseke usa bidine xwe: “Gelo ez hemû mecala didime xebatê seva ku wedê belakirina mizgîniyê pareke ji Xebera Xwedê merivara bixûnim?”

8. Çira bes nîne wekî merivara tenê rêza bixûnin?

8 Lê merivara tenê rêza bixûnin bes nîne. Çira? Çimkî heçî zef meriv yan qe fem nakin Kitêba Pîroz, yan jî gelek hindik fem dikin. Qirna yekêda jî usa bû û îro jî usa ne (Rom. 10:⁠2). Lema jî em gerekê nefikirin ku meriv wê pêra-pêra fem ke ew rêza ku em jêra dixûnin. Çaxê em rêzê dixûnin, lazim e dîna meriv bidine ser giliyên sereke ji rêzê û paşê jî şirovekin ku ew çi tê hesabê. Hergê em usa bikin, Xebera Xwedê wê bigihîje dilê meriva. (Bixûne Lûqa 24:32.)

9. Em xizmetiyêda ça dikarin xeberdanê destpêkin, wekî meriv qedirê Kitêba Pîroz bigire? Meselê bînin.

9 Em usa jî gerekê bifikirin ku pêşiya xwendina rêzê çi lazim e bêjin, wekî meriv qedirê Kitêba Pîroz bigire. Mesele, em dikarin bêjin: “Werên em binihêrin hela Efrandarê me derheqa wê yekê çi dibêje”. Lê çaxê em xeber didin tevî merivekî kîjan ku Mesîhî nîne, wê baş be wekî em bêjin: “Binihêrin Nivîsarên Pîroz çi dibêje”. Yan jî hergê em rastî merivê usa bên ku tu rêlêgiya nahebîne, em dikarin pirseke usa bidine wî: “We qe bihîstiye derheqa vê gotineke berê?” Belê, wedê xizmetiyê em gerekê timê hildine hesab ku tevî kê xeber didin, seva bizanibin ça xeberdanê destpêkin (1 Korn. 9:​22, 23).

10. a) Gilî kin, birakî ça Kitêba Pîroz da xebatê û ewê yekê çi kar anî. b) We ça wedê xizmetiyê qewata Xebera Xwedê dîtiye?

10 Gelek xûşk-bira texmîn kirine ku çaxê ewana xizmetiyêda Xebera Xwedê didin xebatê, ew dilê meriva hê digire û baş ser wan hukum dike. Were meselekê şêwir kin. Birakî me mêrikekî emirda mezinra bi sala jûrnalên me dibir û ewî mêrikî timê ew jûrnal dixwendin. Carekê ewî birayî safî kir ne ku tenê jûrnala “Birca Qerewiliyê” bide wî, lê rêzeke Kitêba Pîroz jî bixûne kîjan vê jûrnalêda kifşkirî bû. Ewî 2 Korintî 1:​3, 4 wîra xwend kîderêda tê gotinê: “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me”. Ew rêz usa dilê wî mêrikî girt, wekî ewî gote birê me ku cara duda bixûne. Ewî got ku ew û jina wî gelek hewcê berdiliyê bûn û ew hê zêde dixwaze derheqa Kitêba Pîroz pêbihese. Belê, rastî jî qewata Xebera Xwedê gelek zor e (Kar. Şand. 19:20).

ÇAXÊ JI SÊNÊ HÎN DIKIN

11. Çi cabdariya wan bira heye, yên ku civatêda hîn dikin?

11 Em gişk jî şabûneke mezin distînin çaxê diçine civatê û civatên mezin. Meniya lape ferz ku çira em diçin wêderê, ew e ku Yehowa bihebînin. Em usa jî kareke mezin distînin ji wê rêberiyê ku civatêda didine me. Lema jî bona bira qedirekî gelek mezin e ku ewana civatêda hîn dikin. Ewana gerekê bîr nekin, wekî ew cabdarîke ferz e (Aqûb 3:⁠1). Ewana timê gerekê bawer bin ku çi jî ewana hîn dikin, xût ser hîmê Xebera Xwedê ye. Hergê hûn birê cabdar in û civatêda hîn dikin, ça hûn dikarin qewata Kitêba Pîroz usa bidine xebatê, wekî bigihîje dilê guhdara?

12. Gotarvan ça dikare usa bike wekî gotara wî ser hîmê Kitêba Pîroz be?

12 Birano, gotara weda Kitêba Pîroz gerekê ciyê lapî ferz bigire (Yûhn. 7:16). Ew çi tê hesabê? Wedê gotarê hûn gerekê fesal bin wekî dîna meriva ne ku hê zêde here ser meselên we yan jî cûrê xeberdana we, lê ser rêzên ji Kitêba Pîroz. Usa jî bîr nekin, wekî hînkirina ji Kitêba Pîroz nayê hesabê tenê gelek rêza bixûnin. Bi rastî, çaxê gelek rêza dixûnin, heçî zef meriv bîr dikin wan rêza. Lema jî wê diha baş be, hergê hûn rêzên sereke rind bijbêrin, bixûnin, şirovekin, meselê bînin û kara rêzê nîşan kin (Nehem. 8:⁠8). Çaxê gotara we ser hîmê planê ye, kîjan ku ji teşkîleta me ye, hûn gerekê hin plana gotarê, hin rêzên têda rind lêkolîn bikin. Hûn gerekê rind fem bikin, hela ça fikirên ji gotarê girêdayîne tevî rêza. Paşê jî wan rêza bidine xebatê, kîjan wê dîna meriva bikişîne ser nêta gotarêye sereke (Hûn dikarin ji kitêba “Mekteba Dannasînkirinê” şîretên baş bivînin dersên 21 heta 23-da”). Xêncî wan hemû tişta, Yehowara dua bikin, wekî alî we bike seva hûn fikirên qîmet ji Xebera wî merivara eyan kin. (Bixûne Ezra 7:10; Metelok 3:​13, 14.)

13. a) Ça rêza ku ser civatê hatibû xwendinê, ser xûşkekê gelek hukum bû? b) Hûn çi karê distînin ji vê yekê ku ça civatêda Kitêba Pîroz tê xebitandinê?

13 Zarotiya xûşkeke meye ji Avstralyayê zef çetin derbaz bibû û gelek tiştên nebaş tevî wê qewimî bûn. Rast e wede şûnda ew derheqa Yehowa pêhesiya û hate nixumandinê, lê dîsa jî jêra çetin bû bawer ke ku Yehowa lê hiz dike. Lê wede derbaz bû, ewê bawer kir wekî Xwedê lê bi rastî hiz dike. Gelo çi ewê xûşkê hêlan kir wekî dudilî nebe wê yekêda? Rêza ji Kitêba Pîroz ku ser civatê hatibû xwendinê gelek dilê wê girt. Paşê ewê ev rêz lêkolîn kir û beramberî rêzên din jî kir, û ewê yekê zef alî wê kir. * Lê bal we jî usa qewimîye ku we ser civatê yan jî ser civata mezin rêz bihîstiye û gelek dilê we girtiye? (Nehem. 8:12).

14. Em ça dikarin hizkirina xwe Yehowara bidin kifşê bona Xebera wî?

14 Belê, em gelek ji Yehowa razî ne wekî ewî bi hizkirinê Xebera xwe daye me. Xwedê ne ku tenê soz dabû ku Kitêba Pîroz wê bê xweykirinê, lê ewî sozê xwe anî sêrî (1 Pet. 1:​24, 25). Lema jî, werên em timê Xebera Xwedê bixûnin, temiyên ku têda hene bînin sêrî, û Xebera wî bidine xebatê wekî alî meriva bikin. Usa em hizkirina xwe hin hindava vê pêşkêşa qîmet didin kifşê, hin jî ya lape ferz hindava Avtor, dêmek Yehowa Xwedê.

^ abz. 13 Binihêrin çargoşe bi navê “ Şik ji Dilê Min Derket”.