Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwegirtî bin

Xwegirtî bin

“Berê ruh . . . xwegirtin e” (GALT. 5:​22, 23, ÎM).

KILAMÊN: 121, 36

1, 2. a) Kêmasiya xwegirtinê dikare çi axiriyê bîne? b) Çira lazim e şêwir kin derheqa xwegirtinê?

XWEGIRTIN hunurekî usa ye, kîjan ku bi alîkariya Yehowa em dikarin nav xweda pêşda bînin (Galt. 5:​22, 23). Bal Yehowa kêmasiya xwegirtinê tune, çimkî ew Xwedêyê bêqisûr e. Lê em gunekar in, lema mera çetin e bi temamî evî hunurî bidine kifşê. Bi rastiyê dinyayêda gelek kul-derd û çetinayî hene, çimkî cem meriva kêmasiya xwegirtinê heye. Mesele, cara ji bo kêmasiya xwegirtinê meriv mektebêda xirab hîn dibe, yan jî xebata xwe paş dixe û rind naxebite. Kêmasiya xwegirtinê usa jî dibe meniya xeberdana necayîz, serxwaşbûnê, zorbetiyê, hevqetandinê, deynên nelazim, ketina kelê, bîntengiyê, nexweşiyên ku bi heleqetiya sêksûal derbaz dibin û dîsa tiştên din (Zeb. 34:​11-14).

2 Merivên ku nikarin xwe bigirin, hin xwera, hin jî merivên dinra çetinaya tînin. Wede derbaz dibe û meriv hê kêm û kêm xwe digirin, û ev yek rabûn-rûniştina wanda tê kifşê. Lê em ecêbmayî namînin, çimkî Xebera Xwedê pêxembertî kir ku “rojên axiriyêda” meriv wê xwegirtî nîbin (2 Tîmt. 3:​1-3).

3. Çira Mesîhî gerekê xwegirtî bin?

3 Çira em gerekê xwegirtî bin? Du meniyên ferz hene. Meniya pêşin ev e, hergê em xwegirtî bin çetinayên me wê kêm bin. Em êmosyalîda hê qewî bin, heleqetiya me tevî meriva wê baş be, emê hêrsa xwe bigirin, kêm xemgîn bin û kêm bikevine dêprêsiyê. Meniya duda ev e, ku çaxê wedê cêribandina em nakevine telikê û xwestinên xweye xirab zeft dikin, bi vê yekê em dilê Xwedê şa dikin û qebûlkirina wî distînin. Adem û Hêwayê xwe negirtin û axiriya xirab standin (Destp. 3:⁠6). Îro jî em divînin wekî merivên ku nikarin xwe bigirin, berên çiqas xirab distînin.

4. Çi dilgerm dike wan meriva kîjanara çetin e xwegirtî bin?

4 Merivên gunekarra çetin e bi temamî xwegirtî bin. Yehowa evê yekê zane û dixwaze alî me bike, wekî em xwestinên xweye xirab bitemirînin (1 Padş. 8:​46-50). Xwedê çawa Dostê hizkirî, bi dil û eşq alî merivên dilsax dike, kîjanara çetin e xwegirtî bin û xwestinên xwe kontrol kin. Were em şêwir kin ku Yehowa ça xwegirtin da kifşê, û ça em dikarin çev bidine wî. Paşê, emê şêwir kin derheqa meselên ji Kitêba Pîroz yên baş û xirab, û bivînin em çi dikarin ji wan mesela hîn bin seva xwegirtî bin.

YEHOWA MESELA MEZIN E BONA ME

5, 6. Xwegirtinêda Yehowa bona me çi mesele hîştiye?

5 Yehowa kamil e û lema kêmasiya xwegirtinê cem wî tune. Ew her tiştîda bêqisûr e (Qan. Dcr. 32:⁠4). Lê em bêqisûr nînin, lema em gerekê bifikirin ser mesela Yehowa, wekî fem kin ev hunur çi ye û ça em dikarin xwegirtinêda çev bidine wî. Gelo kîjan derecada Yehowa xwegirtin da kifşê?

6 Bifikirin ku Yehowa ça xwe girt, çaxê Şeytan miqabilî wî rabû. Bêşik, milyaketên amin wê ser kirên Şeytan hêrs ketana û tevhebûna. Diqewime hûn jî usa xwe texmîn dikin gava difikirin ku Şeytan çiqas ziyan anî. Lê Yehowa xwe girt. Ewî Şeytanra caba fikirandî da û bi heqiyê xwe da kifşê hindava raberîbûna wî. Yehowa lez neket hêrsa xwe birêje (Derk. 34:6; Îb. 2:​2-6). Lê çira? Yehowa hîşt wekî wede derbaz be, çimkî naxwaze tu kes bimire, lê “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:⁠9).

7. Ji mesela Yehowa em çi hîn dibin?

7 Mesela Yehowa me hîn dike ku heta em tiştekî bêjin yan bikin, lazim e lez nekevin û pêşiyê bifikirin. Îlahî çaxê em gerekê safîkirineke ferz bikin, wede xwera bivînin seva bifikirin. Xwedêra dua bikin seva bîlaniyê bide we ku rast xeber din û tiştên rast bikin (Zeb. 141:⁠3). Çaxê em hêrs dikevin yan jî bîna xwe teng dikin, hingê çetin dibe xwe bigirin. Lema cara em poşman dibin gava ji hêrsê giliyên nebaş dibêjin yan jî tiştên nerast dikin (Metlk. 14:29; 15:28; 19:⁠2).

MESELÊN BAŞ Û XIRAB YÊN XIZMETKARÊN XWEDÊ

8. a) Derheqa xwegirtinê kîderê em dikarin meselên baş bivînin? b) Çi alî Ûsiv kir ku ew nekete ber bayê jina Potîfar? (Binihêre şiklê ewlin.)

8 Kîjan serhatiyên ji Kitêba Pîroz nîşan dikin qîmetê xwegirtinê? Dibeke serhatiya Ûsivê kurê Aqûb dikeve bîra we. Ewî xwegirtin da kifşê çaxê berdestî bû mala Potîfarda, yê ku serwêrê eskerên Firewin bû. Jina Potîfar çev berda Ûsiv, çimkî ew “bejin û balêda yekî berbiçev û bedew bû”. Ewê zorê Ûsiv dikir seva tevî wê razê. Lê gelo çi qewat da Ûsiv ku ewî xwe girt û nekete telikê? Dibeke ew pêşda difikirî ku hergê ew bikeve ber bayê wê, ev yek wê axiriya xirab bîne. Lema çaxê ew derece îda lap xirab bû, ew ji wê revî. Ewî got: “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?” (Destp. 39:​6, 9; bixûne Metelok 1:10.)

9. Hûn ça dikarin wedê cêribandinê xwe xwey kin?

9 Serhatiya Ûsiv çi me hîn dike? Çaxê em têne cêribandinê ku qanûna Yehowa biteribînin, em derbêra gerekê birevin ji vê cêribandinê û nekevine telikê. Hinek pêşiya ku bûne Şedên Yehowa, xwarinêva, vexwarinêva, cixarekişandinêva, narkotîkêva, bênamûsiyêva û tiştên dinva girêdayî bûn. Lê hela hê paşî nixumandinê jî cara ewana wan tiştada dîsa jî têne cêribandinê. Hergê dereca we jî usa ye û hûn divînin ku dikarin qanûna Yehowa biteribînin, bisekinin û bifikirin ku ev yek wê çi axirî bîne. Mesele, hergê hûn xwe negirin heleqetiya we tevî Yehowa dikare xirab be. Pêşda bifikirin ku kîjan derecada hûn dikarin bêne cêribandinê û ça hûn dikarin xwe ji wan dereca xwey kin (Zeb. 26:​4, 5; Metlk. 22:⁠3). Gava hûn bikevine derecê usada, ji Yehowa hîvî kin ku serwaxtiyê û qewatê bide we, seva xwe bigirin û gune nekin.

10, 11. a) Mektebêda cahil rastî çi cêribandina tên? b) Çi dikare alî Mesîhiyên cahil bike seva cêribandinada qewî bisekinin?

10 Îro gelek cahilên meye Mesîhî jî, rastî cêribandina mîna ya Ûsiv tên. Dîna xwe bidine mesela Kîm. Hevalên wêye dersxanê timê xwe qure dikirin û gilî dikirin ku ewana şemî û leda diketine heleqetiya sêksûal. Lê Kîm mîna wan nîbû, lema derheqa vê têmê tiştek tune bû wanra gilî ke. Kîm gilî dike ku cara ewê xwe tenê texmîn dikir, çimkî ji wana cude dibû. Hin jî ewan cahila hesab dikirin ku Kîm bêfem e, çimkî ew tevî tu geda nediçû-nedihat. Lê Kîm serwaxt bû, çimkî fem dikir ku ji bo xwestina sêksûal cahil hê zêde têne cêribandinê (2 Tîmt. 2:22). Hevalên wêye dersxanê gelek car ji wê dipirsîn ku ew hela hê qîz e yan na. Hingê Kîmra mecal vedibû û ewê wanra şirovedikir ku çira ew namûsiyêda xwe temiz xwey dike. Em gelek firnaq dibin wan cahilên Mesîhîra, yên ku nav-namûs dijîn, û Yehowa jî wanara gelek firnaq dibe!

11 Kitêba Pîrozda hene serhatiyên wan meriva, yên ku aliyê sêksûalîda kêm xwegirtî bûn. Ew serhatî rind nîşan dikin ku çaxê meriv vî tiştîda xwegirtî nîne, ew axiriya xirab distîne. Ewên ku mîna Kîm rastî cêribandina usa tên, wê karê bistînin hergê bifikirin derheqa serhatiya gedê dilsax, kîjan ku Metelok serê 7-da tê gilî kirinê. Usa jî bifikirin derheqa zinêkariya Amnon û axiriya wîye gelek xirab (2 Sam. 13:​1, 2, 10-15, 28-32). Dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, wekî hindava heleqetiya romantîkî xwegirtî û serwaxt bin. Mesele, wedê qulixkirina tevî malbetê, evan serhatiyên ji Kitêba Pîroz şêwir kin.

12. a) Ça Ûsiv kela dilê xwe ji birên xwe veşart? b) Kîjan derecada em gerekê êmosiyên xwe bigirin?

12 Ûsiv xwegirtinêda dîsa meseleke baş mera hîştiye. Çaxê birên wî hatine Misirê seva cem wî xwarinê bikirin, Ûsiv dixwest têderxista hela dilên wanda çi ye. Lema ewî derbêra xwe wanra eyan nekir. Gava kela wî tijî bû, ew revî kete oda hundur seva hêsirên xwe veşêre (Destp. 43:​30, 31; 45:⁠1). Hergê civatêda kesek yan jî merivê weyî nêzîk dilê we dêşîne, çev bidine Ûsiv xwegirtinêda, seva ku tiştekî usa nekin yan jî nebêjin ku paşê hûn poşman bin (Metlk. 16:32; 17:27). Yan jî hergê merivê weyî nêzîk ji civatê hatiye derxistinê, xwe bigirin seva ku kêm tevî wî bikevine xeberdanê. Belê, xwegirtin xweva nayê. Lê hergê em fem dikin ku bi vê yekê em çev didine Yehowa û temiya wî tînin sêrî, mera diha hêsa dibe xwe bigirin.

13. Ji serhatiya Dawid Padşa em çi dersa hîn dibin?

13 Mesela Dawid Padşa jî dikare mera karê bîne. Çaxê Şawûl û Şîmeî dixwestin hêrsa wî bînin, Dawid hêrs neket û hukum û qewata xwe miqabilî wan neda xebatê (1 Sam. 26:​9-11; 2 Sam. 16:​5-10). Lê hebûn derece çaxê Dawid xwe negirt. Mesele, çaxê ewî tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir û çaxê hêrsa wî rabû ser timaya Nabal (1 Sam. 25:​10-13; 2 Sam. 11:​2-4). Lê yeke em ji Dawid dikarin xwera dersê hîn bin. Ya pêşin, birên cabdar gerekê fesal bin û xwe bigirin, seva ku hukumê xwe bona kara xwe nedine xebatê. Ya duda, tu kes gerekê gelek xweda bawer nîbe û nefikire ku tu car wê nekeve cêribandinê (1 Korn. 10:12).

HÛN ÇA DIKARIN XWEGIRTÎ BIN?

14. Birakî me kete çi derecê, û em jî gerekê ça xwe kifş kin çaxê dikevine derecên usada?

14 Hûn çi dikarin bikin seva hê zêde xwegirtina we hebe? Dîna xwe bidine vê derecê ku rastî qewimî. Mêrikekî pê avta xwe, avta birê me Lûîjî xist. Rast e ev mêr neheq bû, lê ewî destpêkir Lûîjî bêhurmet ke û xwest tevî wî şer ke. Vê demê Lûîjî Yehowara dua kir seva alî wî bike ew xwe bigire, û her tişt dikir seva hêrsa wî mêrikî dayne. Lê ew mêrik dîsa jî nesitirî. Lûîjî hejmara avta vî mêrikî xwera nivîsî, seva paşê ew mêrik avta wî çêke û zivirî çû. Lê ew mêrik dîsa jî ser wî dikire qare-qar. Heftêk derbaz bû, û carekê Lûîjî çû serlêdana dubare bike. Ewî çaxê jinikekêra dannasîn dikir, dît ku mêrê wê jinikê ew mêrik e, yê ku avta wî xistibû! Çaxê ew mêrik çev Lûîjî ket, şerm kir û seva kirê xwe baxşandin ji wî xwest. Ewî Lûîjîra got wekî dixwaze zû avta wî bide çêkirinê. Çaxê Lûîjî derheqa Kitêba Pîroz xeber dida, wî mêrikîra hewas bû bibihê û ew jî tevî wî kete xeberdanê. Gava Lûîjî ev qewimandin anî bîra xwe, ewî fem kir ku çiqas baş bû wekî ewî xwe girt û hêrs neket, û wê çiqas xirab bûya hergê ewî hêrsa xwe birêta. (Bixûne 2 Korintî 6:​3, 4.)

Ew yek ku em xwe digirin yan xwe nagirin, dikare ser xizmetiya me hukum ke (Binihêre abzasa 14)

15, 16. Çawa lêkolînkirina Kitêba Pîroz dikare alî we û malbeta we bike ku xwegirtî bin?

15 Xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser dikare alî me bike wekî xwegirtî bin. Bînin bîra xwe Xwedê çi gote Yêşû: “Ev kitêba Qanûnê gerekê ji devê te neqete û tu gerekê şev û roj bi dengê nimiz bixûnî, seva ku her tişt çi têda nivîsar e, rast bînî sêrî. Hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî” (Yêşû 1:​8, DT). Lê çi cûreyî lêkolînkirina Kitêba Pîroz alî me dike xwegirtî bin?

16 Ji serhatiyên Kitêba Pîroz eşkere tê kifşê ku çiqas kar e çaxê xwegirtina me heye, lê çaxê tune ye çiqas ziyanê tîne. Yehowa ew serhatî badîhewa nedaye nivîsarê, lê nêta wî hebû (Rom. 15:⁠4). Lema jî wê aqilayî be hergê em bixûnin ewan serhatiya, ser bifikirin û lêkolîn bikin! Kûr bifikirin ku çi dersê hûn dikarin bona xwe û malbeta xwe hîn bin. Ji Yehowa alîkariyê bixwazin seva ku hûn şîretên ji Xebera wî bînin sêrî. Hergê hûn texmîn dikin ku tiştekîda xwegirtina we kêm e, helal bînin ser xwe. Paşê dua bikin bona vê yekê, û bifikirin ku hûn ça dikarin hê zêde xwegirtî bin (Aqûb 1:⁠5). Edebyetên me lêkolîn bikin, wekî şîreta bivînin yên ku dikarin alî we bikin.

17. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin ku xwegirtî bin?

17 Lê gelo dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin seva ewana xwegirtî bin? Hûn zanin ku lazim e zara hîn kin xwegirtî bin, çimkî zar nayêne bûyînê pê vî hunurî. Lema jî ferz e dê-bav vê yekêda mesela baş bin (Efes. 6:⁠4). Dê-bavno çaxê hûn divînin ku zarên wera çetin e xwe bigirin, ji xwe bipirsin hela hûn vê yekêda bona wan mesela baş in yan na. Hergê hûn xizmetiyêda xîret in, timê têne civata û qulixkirina tevî malbetê derbaz dikin, vê yekêda jî hûn mesela baş dihêlin wanra. Cara lazim e xwestinên zara neynin sêrî. Bînin bîra xwe ku Yehowa bona Adem û Hêwayê sînor danî. Ev sînor wanra mecal dida seva qedir-hurmet nîşan kin hindava serwêrtiya Yehowa. Dê-bav jî çaxê zarên xwe şîret dikin û mesela baş in bona wan, usa ewana zarên xwe hîn dikin xwegirtî bin. Tiştê gelek qîmet ku dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin, ew heye hiz bikin serwêrtiya Xwedê û temiyên wî bînin sêrî. (Bixûne Metelok 1:​5, 7, 8.)

18. Çira em gerekê bi bîlanî hevala xwera bijbêrin?

18 Firqî tune em dê-bav in yan na, em gerekê bi bîlanî hevala xwera bijbêrin. Hevalên usa bigerin, yên ku we hêlan kin nêtên baş daynin pêşiya xwe û xwe dûr bigirin ji telika (Metlk. 13:20). Hevaltiya tevî wan wê baş ser we hukum be, û hûnê jî bixwazin çev bidine wan xwegirtinêda. Û bêşik rabûn-rûniştina weye baş ser hevalên we jî wê rind hukum be. Xwegirtin wê alî me bike qebûlkirina Xwedê bistînin, emirê xwera şa bin, û bona merivên xweyî nêzîk mesela baş bin.