Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Wedê Berê Wede Ça Têderdixistin?

Wedê Berê Wede Ça Têderdixistin?

ÇAXÊ hûn dixwazin wede pêbihesin, hûn çi dikin? Dibeke hûn sihetê dinihêrin. Hergê hevala we dipirse sihet çi ye, hûn ça jêra sihet dibêjin? Hûn dikarin bi cûre-cûre caba xwe bidin.

Ew yek girêdayî ye wî cîyîva, kîderê ku hûn dimînin. Mesele, hergê roj e û sihet 1 û 30 deqe ye, hûn dikarin bêjin, “nîvê duda ye”. Hine ciyada jî dikarin bêjin 1:30 yan jî 13:30.

Hûn çawa xwendevanên Kitêba Pîroz dixwazin bizanibin, ku berê meriva ça wede têderdixistin. Wana wede bi cûre-cûre hev başqe dikirin. Nivîsarên Îbranîda têne xebitandinê ev gilî “sibehê zû”, “nava rojê”, “nîvroj”, “berê êvarê” (Destp. 8:11; 19:27; 43:16; Qan. Dcr. 28:29; 1  Padş. 18:26). Lê Kitêba Pîroz cara hê hûr bi hûr derheqa wede dibêje.

Berê edet bû, şev nobedar hebin. Gelek qirne pêşiya bûyîna Îsa, Îsraêliya şev ser sê para başqe dikirin, û nav dikirin nobedarî (Zeb. 63:6). Hakimtî 7:19-da tê gotinê derheqa “nobedariya navîne şev, DT”. Paşî bûyîna Îsa, Cihû jî mîna Yûnaniya û Romaya, şev bi çar parên nobedariyê başqe dikirin.

Mizgînîda ew nobedarî gelek car tê xebitandinê. Mesele, çaxê Îsa ser avêra diçû berbi qeyika şagirtên xwe, tê gotinê wekî ew yek “şev nobedariya çarada” bû (Met. 14:25, DO). Metelokda jî Îsa got: “Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kîjan dema [nobedariya] şevê bihata, wê hişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira” (Met. 24:43).

Îsa besa wan çar nobedariyên şevê kir, çaxê gote şagirtên xwe: “Hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê kengê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê” (Marq. 13:35). “Êvar” nobedariya pêşin bû û destpêdibû çaxê ro diçû ava, heta êvarê weke siheta neha. Nobedariya duda “nîvê şevê” bû, destpêdibû weke êvarê ji siheta neha, heta nîvê şevê. Nobedariya sisiya, pêşiya ku ro hiltê, “wextê bangdana dîka”, destpêdibû ji nîvê şevê heta berbangê siheta sisiya. Dibeke ew hema ev wede bû, gava dîk bang da şev çaxê Îsa hate girtinê (Marq. 14:72). Nobedariya çara “serê sibehê” bû, ku destpêdibû ji siheta sisiya qereberbangê heta ro hiltê.

Rast e berê sihetên meriva tune bûn mîna yên îroyîn, lê yeke wana dikaribûn bi cûrekî din wede bidana kifşê.