Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ewên ku Xwedêyê Xwezilîra Xizmet Dikin Bextewar in

Ewên ku Xwedêyê Xwezilîra Xizmet Dikin Bextewar in

“Xwezî li wî miletî, ku Xudanê wan Xwedê ye” (ZEB. 144:15).

KILAMÊN: 44, 125

1. Çira xizmetkarên Yehowa merivne bextewar in? (Binihêre şiklê ewlin.)

ŞEDÊN YEHOWA merivne bextewar in. Çaxê ewana tevayî ser civata, civatên mezin yan jî cîkî din top dibin, timê şa ne û tevî hev xweş xeber didin û dikenin. Lê çira ewana usa bextewar in? Meniya sereke ew e, ku ewana “Xwedêyê xwezilî” Yehowa nas dikin, jêra xizmet dikin û çev didine wî (1 Tîmt. 1:11; Zeb. 16:11). Yehowa Kaniya bextewariyê ye, lema ew dixwaze em bextewar bin û ew gelek menî dide me wekî em şa bin (Qan. Dcr. 12:7; Waîz 3:12, 13).

2, 3. a) Bextewarî çi ye? b) Çira çetin e bextewar bimînin?

2 Lê xût derheqa xwe hûn çi dikarin bêjin? Hûn bextewar in? Bextewarî ew e, çaxê meriv xwe baş texmîn dike, emirê xwera razî ye, şa dibe û dixwaze wekî ew yek kuta nebe. Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî meriv bi rastî hingê bextewar e, çaxê heleqetiya wî tevî Yehowa baş e. Lê yeke vê dinyayêda çetin e bextewar bimînin û şabûna xwe unda nekin. Çira?

3 Çaxê em dikevine tengasiya, mesele hergê merivê meyî nêzîk miriye, yan jî merivekî me ji civatê hatiye derxistinê, yan em ji mêr yan jina xwe qetiyane, yan jî me xebata xwe unda kiriye, ew yek dikare şabûnê ji me bistîne. Usa jî çetin e bextewar bimînin çaxê malda edilayî tune, çimkî her gav şer-dew e. Hin jî çaxê ser xebatê yan mektebêda qerfa me dikin, pey me dikevin, yan me dikine kelê, çetin e bextewar bin. Xêncî vê yekê, sihet-qewata xirab, nexweşiyên kronîkî, û dêprêsiya jî ser me xirab dikare hukum be. Lê Îsa Mesîh hiz dikir, wekî ber dilê merivada bê û wana bextewar ke (1 Tîmt. 6:15; Met. 11:28-30). Îsa wedê Dannasînkirina xweye ser Çiyê, besa wan hunura kir, kîjan ku dikarin alî me bikin ku em bextewar bimînin vê dinya Şeytanda, ku bi tengasiya tije ye.

HELEQETIYA QEWÎ TEVÎ YEHOWA BEXTEWARIYÊ TÎNE

4, 5. Çawa bextewar bimînin?

4 Çaxê Îsa derheqa bextewariyê xeber dida, pêşiyê besa tiştekî gelek ferz kir. Ewî got: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e” (Met. 5:3, DT). Lê gelo em ça dikarin bidine kifşê, wekî em fem dikin ku hewcetiya meye ruhanî heye? Vê yekê em didine kifşê, gava xwarina ruhanî dixwin, fem dikin wekî gerekê Xwedê nas kin û usa jî alîkarî û rêberiya wî digerin. Hergê em usa bikin, emê hê bextewar bin. Baweriya me jî wê hê qewî be hindava sozên Xwedê. Û emê hê qewî bin hindava “hêviya xwezilî”, ku Xebera Xwedê soz dide xizmetkarên rast (Tîto 2:13, DT).

5 Seva em bextewar bimînin, gelek ferz e heleqetiya me tevî Yehowa qewî be. Pawlosê şandî nivîsî: “Timê pê Xudan [Yehowa] şa bin, dîsa dibêjim timê şa bin!” (Fîlî. 4:4). Seva em dostiya xwera tevî wî şa bin, em gerekê bîlaniya ji Xwedê qazanc kin. Xebera Xwedê dibêje: “Xwezî li wî merivî ku serwaxtîyê dibîne û li wî merivî ku bîlantîyê distîne! Ew bona yêd ku wê dest tînin dara jîyînê ye, yêd ku wê qewîn digirin bextewar dibin!” (Metlk. 3:13, 18).

6. Bextewariya me çiva girêdayî ye?

6 Lê seva bextewar bimînin, bes nîne tenê Xebera Xwedê bixûnin, ferz e bînin sêrî wan tişta çi ku em pêdihesin. Îsa da kifşê ku ew yek gelek ferz e, çaxê got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin”. (Yûhn. 13:17; bixûne Aqûb 1:25.) Belê, ew yek gelek ferz e hergê em dixwazin ruhanîda hewcetiya xwe razî kin û bextewar bimînin. Lê ça em dikarin bextewar bin, çaxê dor berê me haqas tişt diqewimin, ku şabûnê ji me distînin? Were em şêwir kin ku Îsa paşê çi got wedê Dannasînkirina xweye ser Çiyê.

HUNURÊN KU ME BEXTEWAR DIKIN

7. Çawa ewên ku şînê dikin dikarin bextewar bin?

7 “Xwezî li hezniya, çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê” (Met. 5:4). Dibeke hinek difikirin wekî “Merivên ku şînê dikin ça dikarin bextewar bin?” Wira Îsa derheqa hemû meriva negot, kîjan ku bona cûre-cûre meniya, hezniyê dikin. Hela hê merivên xi-rab jî kul-derda dikişînin, çimkî zemanên xirabda dijîn (2 Tîmt. 3:1). Lê wedê tengasiya ewana tenê derheqa xwe difikirin, ne ku derheqa Yehowa, çimkî heleqetiya wan tevî wî nêzîk nîne û ewana nikarin bextewar bin. Ça tê kifşê hingê Îsa derheqa wan meriva digot, yên ku fem dikin hewcên xweyî ruhanî. Ew meriv hezniyê dikin bona vê yekê, ku dinya aliyê ruhanîda halekî gelek xirabda ne. Ewana usa jî fem dikin, wekî meriv gunekar in û divînin ku ji bo vê yekê çiqas tiştên xirab diqewimin. Yehowa dîna xwe dide wan hezniya yên ku dilsax in, û wana kerem dike bi vê yekê ku berdiliyê dide wan bi Xebera xwe, emirê wan şa dike û axiriyêda wê jîyîna heta-hetayê bide wan. (Bixûne Hezeqêl 5:11; 9:4.)

8. Şirovekin ku çawa şkestîbûn berbi bextewariyê dibe.

8 “Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be” (Met. 5:5). Lê hergê em şkestî ne, em ça dikarin bextewar bin? Merivên ku rastiyê pêdihesin, têne guhastinê. Pêşiya vê yekê, dibeke ewana hêrs, şerûd û sert bûn, lê niha ewana “merivê nû” li xwe kirine û “dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê” didine kifşê (Kols. 3:9-12). Lema ewana edilayêda nin, heleqetiya baş tevî meriva xwey dikin û bextewar in. Xêncî vê yekê, Xebera Xwedê soz dide wan meriva, wekî “dinyayê para wan be” (Zeb. 37:8-10, 29).

9. a) Çi cûreyî “dinyayê para” şkestiya be? b) Çira ewên ku “tî û birçiyê rastîqedandinê ne” dikarin bextewar bin?

9 Lê çi cûreyî “dinyayê para” şkestiya be? Dinya wê bibe para Mesîhiyên bijartî, çaxê ewana serwêrtiya erdê bikin çawa padşa û kahîn (Eyan. 20:6). Bi mîlyona merivên din ku wê ser erdê bijîn, dinya wê para wan be jî bi wî cûreyî, ku wê ser erdê heta-hetayê bijîn. Ewana wê bêqisûr bin, û edilayê û bextewariyêda bijîn. Ewana jî dikevine nava wan meriva, yên ku bextewar in, çimkî “tî û birçiyê rastîqedandinê ne” (Met. 5:6). Birçîbûna wane aliyê ruhanîda û tîbûna wane rastîqedandinêda, wê bi temamî bişkê dinya tezeda (2 Pet. 3:13). Çaxê Xwedê axiriyêda xirabiyê bi temamî bide hildanê, bextewariya merivên rast wê tu car seva xirabiyê û zulmiyê nekeve ziyanê (Zeb. 37:17).

10. Çi tê hesabê rem bin?

10 “Xwezî li dilrema, çimkî ewê remê bibînin” (Met. 5:7). Xebera Îbranî ku tê hesabê remtî, ew heye dilovanî, şîrinayî û çaxê gunê xwe wan tînin, yên ku çetinaya dikişînin. Lê ew xeber bi zimanê Yûnanî usa jî tê hesabê, ku dilê mêriv ser kesekî dişewite. Lê yeke remtî tenê dilşewatî nayê hesabê. Kitêba Pîroz dibêje wekî ew heye şixul ku bona wan meriva dikin, gunê xwe kîjana tînin.

11. Em çi dikarin hîn bin ji rema merivê Samerî?

11 Bixûne Lûqa 10:30-37. Mesela Îsa derheqa merivê Samerî eşkere dide kifşê ku çi tê hesabê rem bin. Dilê yê Samerî ser wî merivî yê ku ketibû halê xirab, usa şewitî, ku ewî her tişt kir seva derdê wî sivik ke. Paşê çaxê Îsa ew mesele gilî kir, ewî got: “Here tu jî usa bike”. Dibeke em jî pirsê bidine xwe: “Lê ez mîna wî merivê Samerî dilşewat im? Ez dikarim hê zêde rem bim û qenciyê bikim wan merivara, yên ku tengasiyêda nin? Mesele, ez dikarim alîkariyê bidim xûşk-birên emirda mezin, jinebiya, yan wan zara dê-bavê kîjana nebawer in? Ez dikarim dil bidime ber wan meriva, yên ku dilşkestî ne û dêprêsiyêda nin?” (1 Têsln. 5:14; Aqûb 1:27).

Pêşiyê tu gava bavêje, wekî alîkariyê bidî merivên din, û tuyê bivînî çawa ew yek wana bextewar dike (Binihêre abzasa 12)

12. Çi cûreyî em bextewar in çaxê rem in?

12 Lê çi cûreyî em bextewar in çaxê rem in? Çaxê em hindava meriva rem in, em bextewar dibin, çimkî merdaniyê didine kifşê. Xêncî vê yekê, em zanin, wekî em usa dilê Yehowa şa dikin. (Kar. Şand. 20:35; bixûne Îbranî 13:16.) Dawid derheqa merivê dilrem, got: “Xudanê wî xwey ke û emir bide, ewê li ser dinê xwezilî be” (Zeb. 41:1, 2). Çaxê em dilşewat in hindava meriva, Yehowa jî wê hindava meda rem be û heta-hetayê bextewariyê bide me (Aqûb 2:13).

ÇIRA YÊN “DILPAQIJ” BEXTEWAR IN?

13, 14. Çawa diltemizî girêdayî ye tevî bextewariyê?

13 “Xwezî li dilpaqija”, Îsa got, “çimkî ewê Xwedê bibînin” (Met. 5:8). Seva em dilê xwe paqij, dêmek temiz xwey kin, gerekê fikir û xwestinên me temiz bin. Ew yek gelek ferz e, çimkî wî cûreyî em dikarin ber çevê Yehowa temiz bin, seva ew xizmetiya me qebûl ke. (Bixûne 2 Korintî 4:2; 1 Tîmt. 1:5.)

14 Ewên ku dilda temiz in, dikarin bawer bin, wekî ewana ber çevê Yehowa qîmet in û heleqetiya wan tevî wî baş e. Yehowa got: “Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine” (Eyan. 22:14). Lê çi tê hesabê ku ewana “çuxêd xwe” dişon? Bona Mesîhiyên bijartî ew tê hesabê, wekî ewana ber çevê Yehowa temiz in û wê heta-hetayê ser ezmana bextewar bijîn. Elaleta mezin jî ya ku wê heta-hetayê ser erdê bijî, dikare ber çevê Xwedê rast bê hesabê çawa dostê wî. Ewana hela hê niha jî “çuxêd xwe pê xûna wî Berxî” dişon, û “çîl-qerqaş” dikin (Eyan. 7:9, 13, 14).

15, 16. Çi cûreyî yên dilpaqij dikarin “Xwedê bivînin”?

15 Lê çi cûreyî merivên dilpaqij wê “Xwedê bibînin”, ne meriv nikare [Xwedê] bibîne û sax bimîne? (Derk. 33:20). Xebera Yûnanî ku hate welgerandinê ça “bivînin”, dikare usa jî bê hesabê “bi hiş bivînin, fem kin, bizanibin”. Ewên ku Xwedê divînin bi çevê dilê xwe, bi rastî wî nas dikin û hunurên wî qîmet dikin (Efes. 1:18). Îsa xeysetê Xwedê bi temamî eyan kir, lema jî ewî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhn. 14:7-9).

16 Xêncî ku hunurên Xwedê nas bikin, xizmetkarên rast dikarin Xwedê “bivînin” çaxê emirê xweda destê wî divînin (Îb. 42:5). Ewana usa jî hiş-aqilê xwe didin ser keremên Xwedê. Belê, ew kerem hîviya wan e, yên ku xwe temiz xwey dikin û bi aminî Yehowara xizmet dikin. Lê femdarî ye ku Mesîhiyên bijartî çaxê ji mirinê rabin û xelata xweye ezmanî bistînin, wê raste-rast Yehowa bivînin (1 Yûhn. 3:2).

BEXTEWAR IN WEDÊ ÇETINAYA JÎ

17. Çawa xweykirina edilayê bextewariyê tîne?

17 Îsa paşê got: “Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin” (Met. 5:9). Çaxê em aliyê xweda her tiştî dikin seva edilayê xwey kin, em bextewar dibin. Aqûb nivîsî: “Berê rastiyê ji aliyê yê ku bi edilayiyê diçîne tê çinînê” (Aqûb 3:18). Çaxê heleqetiya me orta xûşk yan bira, yan jî orta nefera xirab dibe, em dikarin alîkariyê ji Xwedê hîvî kin, wekî alî me bike em edilayê xwey kin. Usa ruhê Yehowayî pîroz wê alî we bike xwe rast bidin kifşê, û hûnê bextewar bin. Îsa eyan kir ku seva edilayê xwey kin çiqas ferz e, wekî pêşiyê em gava bavêjin. Ewî got: “Heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Met. 5:23, 24).

18, 19. Çira Mesîhî dikarin şa bin gava rastî peyketina tên?

18 “Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin”. Bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Ewî got: “Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin” (Met. 5:11, 12). Çaxê şandî hatine kutanê û wanra hate gotinê wekî îda xizmet nekin, ewana “ji civîna giregira çûn, şa dibûn”. Femdarî ye, ewana kutanêra şa nedibûn, lê şa dibûn, çimkî “bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” (Kar. Şand. 5:41).

19 Wedê meda jî, cimeta Yehowa bi şabûnê sebir dike, gava bona navê Îsa tê zêrandinê yan jî çaxê rastî çetinaya tê. (Bixûne Aqûb 1:2-4.) Mîna şandiya, em jî wan tengasiyara şa nabin, lê çaxê em wedê wan çetinaya aminiya xwe Xwedêra xwey dikin, Yehowa alî me dike em sebir kin û qewî bimînin. Mesele, sala 1944 meha Tebaxê birakî me bi navê Hênrîk Dornîk û birê wî ketine girtîgehê. Lê merivên ku wana girtin, tiştekî usa gotin: “Badîhewa ye zorê bidine wan ku tiştekî bikin. Ewana şa dibin çaxê wana diçerçirînin”. Dornîk bira şirovekir: “Rast e min nedixwest wekî min biçerçirînin, lê ew yek ku min bi mêrxasî sebir dikir û qewî dimam seva Yehowara amin bimînim, minra şabûn dianî. . . . Dua-dirozga ez hê nêzîkî Yehowa kirim, û ew bi rastî bû Piştovanê min”.

20. Çira em bextewar in, ku Xwedêyê xwezilîra xizmet dikin?

20 Hergê jî pey me dikevin, neferên me miqabilî me ne, em nexweş in yan emirda mezin in, lê “Xwedêyê xwezilî” me qebûl dike, yeke em dikarin bextewar bin (1 Tîmt. 1:11). Em usa jî bextewar in, çimkî hîviya sozên Xwedayê xwe ne, yê ku “xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Çaxê sozên Yehowa bêne sêrî, emê ne jî bînin bîra xwe wan çetinaya û tengasiya ku îro rastî me tên. Cinetêda Yehowa wê keremên usa ser meda bibarîne, ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe. Hingê emirê me wê bi temamî bextewar be û emê “xêr-xweşîyêva . . . xinê bin û şa bin” (Zeb. 37:11).