Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Yehowa Xemkirinêda û Qenciyêda

Çev Bidine Yehowa Xemkirinêda û Qenciyêda

“Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb” (ZEB. 41:1).

KILAMÊN: 130, 107

1. Çawa nava cimeta Xwedêda hizkirin tê kifşê?

EM Cimeta Xwedê malbeteke ruhanî ne, kîjan ku bi hizkirinê eyan e. Em hevdu hiz dikin (1 Yûhn. 4:16, 21). Em hizkirina xwe diha zef didine kifşê şixulên biçûkda û tiştên gelek hûrda, ne ku tenê pê kirên mezin û mexsûs. Mesele, em hevra şîrin xeber didin, hindava hevda heyf in û bona hev xem dikin. Çaxê em usa dikin, em “çawa zarêd hizkirî” çev didine Xwedê (Efes. 5:1).

2. Îsa hizkirinêda ça çev dida Bavê xwe?

2 Îsa jî bi temamî çev dida Bavê xwe. Ewî got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we . . . çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im” (Met. 11:28, 29). Çaxê em çev didine Îsa, ku “xem” dikin “bona yê kesîb”, em qebûlkirina Bavê xweyî ezmana distînin û bextewar dibin (Zeb. 41:1). Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa em dikarin bona neferên xwe, xûşk-birên civatêda, û merivên mihala xweda, xem bikin.

BONA NEFERÊN XWE XEM BIKIN

3. Çawa mêr dikare tevî jina xwe bi femdariyê be û bona wê xem bike? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Malxên malê gerekê mesele bin vê yekêda ku xem bikin bona neferên xwe (Efes. 5:25; 6:4). Mesele, ewana gerekê tevî jinên xwe “bi femdariyê” bin (1 Pet. 3:7). Belê, gelek ferz e mêr jina xwe fem ke û hewcên wê hilde hesab. Besa xeberê, mêrê femkar zane, wekî ew gelek tiştada ji jina xwe cude dibe, lê jina xwe baştir nîne (Destp. 2:18). Ew usa jî bona wê xem dike, fikirên wê û halê wê hildide hesab, û hindava wêda bi qedir û merîfet e. Kulfetek ji Kanadayê derheqa malxê xwe usa got: “Ew tu car bona fikirên min yan jî giliyên min, min bêhurmet nake, û navêje ‘Tu nerast î’. Hin jî çaxê ez tiştekî jêra dibêjim, ew rind guh dide min. Çaxê ew dixwaze tiştekîda min rast ke û şîret ke, ew vê yekê gelek bi nermî dike”.

4. Mêrê ku bona jina xwe xem dike, hindava jinên din çawa xwe dide kifşê?

4 Mêrê femkar usa jî wê tu car xwe hindava jinên din nerast nede kifşê, çimkî wê nexwaze dilê jina xwe bêşîne. Ew wê tu car flîrtê neke tevî jinên din û hindava wanda wê usa be çawa cayîz e. Ew usa jî wê ne Întêrnêtêda û ne jî malpera sosyalîda usa neke (Îb. 31:1). Ew her tiştîda wê jina xwera amin be, ne tenê seva vê yekê ku ew lê hiz dike, lê çimkî ew Xwedê hiz dike û xirabî ber çevê wî reş e. (Bixûne Zebûr 19:14; 97:10.)

5. Çawa jin dikare bide kifşê, wekî bona mêrê xwe xem dike?

5 Çaxê malxê malê çev dide Îsa Mesîh, ku serê wî ye, jina wîra hêsa dibe qedirê wî bigire (Efes. 5:22-25, 33). Çaxê jin qedirê wî bigire, îda wê aliyê xweda bona wî xem bike û wî fem bike. Mesele, çaxê civatêda gelek cabdariyên wî hene, yan jî çaxê problêm dikevine stûyê wî, ewê piştgiriya wî bike. Malxêk ku ji Brîtanyayê ye, dibêje: “Cara jina min texmîn dike, wekî ez medekirî me û bona tiştekî berxwe dikevim. Hingê ew prînsîpa ji Metelok 20:5 dide xebatê, ku hîviya wedê rast e seva fikirên min ‘hilçine’. Hergê problêm konfîdênsiyal nîne, ez dilê xwe jêra vedikim”.

6. Çawa her kes ji me dikare dil bide zara, wekî bona yên din xem bikin, û zar ji vê yekê çi karê wê bistînin?

6 Çaxê dê-bav bona hevdu xem dikin, ewana zarên xwera mesela baş dihêlin. Seva ku zar jî bona meriva xem bikin, dê-bav borcdar in wana hîn kin. Mesele, ewana dikarin zarên xwe hîn kin, wekî dor berê Oda Civatê nerevin. Yan jî çaxê tevayî top dibin seva wede derbaz kin, dikarin zarên xwera bêjin, wekî rê bidine mezina seva pêşiyê ewana xwera xwarinê hildin. Lê civatêda gişk dikarin alî dê-bava bikin. Besa xeberê, payê zara bidin çaxê qenciyê dikin, mesele gava bona xûşk-bira derî vedikin. Ew yek wê dil bide zara, û ewana wê fem bikin, wekî “xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35).

CIVATÊDA “BONA HEVDU XEM BIKIN”

7. Îsa ça xem kir bona merivekî ker-lal?

7 Carekê çaxê Îsa rêgîona Dêkapolîsêda bû, cimetê “merivekî ker û lal anîne cem wî” (Marq. 7:31-35). Îsa ew meriv ber cimetê qenc nekir, lê “ew meriv ji elaletê qetand”, paşê qenc kir. Çira ewî usa kir? Ewî merivî wê xwe nava elaletêda xirab texmîn kira, çimkî ker-lal bû. Lema dibeke Îsa wî başqe qenc kir. Rast e em mîna wî nikarin kerema bikin, lê em gerekê bona hewcên xûşk-bira xem bikin û bikevine heyra wan. Pawlosê şandî nivîsî: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev” (Îbrn. 10:24). Îsa fem dikir ku ew merivê ker-lal ça xwe texmîn dikir û anegorî vê yekê hindava wîda nerm û qenc bû. Ew rastî jî meseleke baş e bona me!

8, 9. Çi cûreyî em dikarin bona xûşk-birên emirda mezin û yên seqet xem bikin? (Mesela bînin.)

8 Bona yên emirda mezin û yên nexweş xem bikin. Civata Mesîhîtî eyan e pê hizkirina usa, ku nakeve heyra xwe (Yûhn. 13:34, 35). Ew hizkirin me hêlan dike aliyê xweda her tiştî bikin, seva alî xûşk-birên emirda mezin û yên seqet bikin, wekî ewana bêne ser civata û xizmetiyê. Hergê jî taqeta wan tune gelek tişt bikin, yeke em bi hizkirinê alî wan dikin (Met. 13:23). Maykl, ku ser kursiya seqeta ye, gelek dişêkirîne alîkariya ji neferên xwe û ya birên ji koma xweye dannasînkirinê. Ew dibêje: “Bi saya alîkariya wan, ez dikarim gelek car bême ser civatê û usa jî timê dertêm xizmetiyê. Ez usa jî zef hiz dikim xizmetiya ciyê ku gelek meriv top dibin”.

9 Gelek Beytelada xûşk-birên emirda mezin û seqet hene. Berpirsiyarên ku bona wan xûşk-birên amin xem dikin, alî wana dikin, wekî ewana pê nema û usa jî pê têlê şedetiyê bidin. Bîl ku 86 salî ye, nema dinivîse merivara, yên ku ciyên dûr dijîn. Ew dibêje: “Em gelek dişêkirînin qedirekî usa, wekî dikarin nema binivîsin”. Nênsî, ya ku weke 90 salî ye, dibêje: “Bona min nivîsandina nema tenê qetkirina konvêrta nîne. Ew bona min mihala xizmetiyê ye. Meriv gerekê rastiyê bizanibin!”. Êtêl ya ku sala 1921-da hatiye bûyînê, dibêje: “Êş bûye para jîyîna min. Cara minra hela hê jî çetin e kincê xwe xwekim”. Lê wî halîda jî ew şedetiya pê têlê hiz dike û hine serlêdanên wê jî hene. Barbara ku 85 salî ye, dibêje: “Ji bo sihet-qewata mine xirab, minra çetin e timê xizmet kim. Lê şedetiya pê têlê alî min dike, wekî tevî meriva xeber dim. Şikir tera Yehowa”. Beytelekêda, komeke xûşk-birên delal, yên ku emirda mezin in, nava salekê kêmtir xizmetiyêda 1 228 sihet xerc kirine, 6 265 neme nivîsîne, 2 000 merivara zêdetir têlêxistine, û 6 315 edebyet bela kirine. Bêşik, ew cefê wan dilê Yehowa gelek şa kiriye! (Metlk. 27:11).

10. Ça em dikarin alî xûşk-bira bikin, wekî ewana ji civatê bi temamî karê bistînin?

10 Ser civatê, dîna xwe bidine xûşk-bira. Hergê em civatêda bona xûşk-bira xem bikin, usa ewana wê bi temamî ji civatê karê bistînin. Lê çawa? Mesele, hergê em dereng neyêne ser civatê û dîna wan nerevînin. Cara usa jî dibe, ku tiştek diqewime û em derengî dikevin. Lê hergê me xwera kiriye xeyset derengî kevin, em gerekê bifikirin gelo bi vê yekê tê kifşê, wekî em bona wana xem dikin. Em gerekê usa jî bîr nekin, wekî em mêvanên Yehowa û Kurê wî ne (Met. 18:20). Ewana bêşik hêja ne, wekî em qedirê wan bigirin û derengî nekevin!

11. Çira birên ku civata derbaz dikin, gerekê temiya ji 1 Korintî 14:40 bînin sêrî?

11 Xemkirina bona xûşk-bira usa jî tê hesabê evê temiyê bînin sêrî: “Her tişt bira bi terbet, cî bi cî û maqûlî be” (1 Korn. 14:40). Birên ku civata derbaz dikin gerekê gotarên xwe wededa xilaz kin. Wî cûreyî ewana wê nîşan kin, wekî hin qedirê gotarvan digirin ku wê paşî wî derê, û usa jî qedirê xûşk-bira. Hin jî hine xûşk-bira dûrî civatê dimînin, riya hineka jî transportêva girêdayî ye, lê hinek jî jin yan mêrê wan nebawer in û hîviyê ne ku ewana zû bêne mal.

12. Çira îlahî rûspî hêja ne, wekî “qedirê wana bi hizkirinê hê bilind bigirin”? ( Binihêrin çargoşe bi navê “Bona Birên Cabdar Xem Bikin”.)

12 Rûspî civatêda gelek şixul dikin û xizmetiyêda jî xîret in, lema jî îlahî ewana hêjayî qedir û hizkirina me ne. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:12, 13.) Bêşik hûn dişêkirînin ew cefê wan, ku ewana bona we dikişînin. Çaxê hûn gura wanda nin û piştgiriya wan dikin, hûn wanra didine kifşê, wekî wana qîmet dikin. Bîr nekin ku ewana “bona ruhê we xewê ji çevê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin” (Îbrn. 13:7, 17).

XIZMETIYÊDA BONA MERIVA XEM BIKIN

13. Em çi dikarin ji Îsa hîn bin, ku ew ça bû hindava meriva?

13 Îşaya derheqa Îsa pêxembertî kir: “Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne” (Îşa. 42:3, DT). Îsa meriv hiz dikirin û lema hindava wanda dilşewat bû. Ew hindava merivên dilşkestî û yên sist, ku mîna qamîşê perçiqî û pilta çirûsî bûn, bi dilşewatî û bi sebir bû. Ewî wana fem dikir û bona wan xem dikir. Hela hê zar jî nêzîkî wî dibûn (Marq. 10:14). Rast e em mîna Îsa nikarin meriva fem kin û wana hîn kin, lê em dikarin û hin jî gerekê xem bikin bona merivên mihala xweda. Ew tê hesabê ku em bizanibin ça, kengê, û çiqas dirêj tevî wan xeber din.

14. Çira em gerekê miqatî xeberdana xwe bin çaxê şedetiyê didin?

14 Ça em gerekê tevî meriva xeber din? Îro gelek meriv ji destê merivên xweyîhukum, ku perehiz û dilsar in, usa jî ji destê polîtîk û serwêrên rêlîgiya, diçerçirin û “belabûyî” ne (Met. 9:36). Lema jî ew meriv îda îtbariya xwe kesekî naynin û bê hêvî ne. Çiqas ferz e hindava wanda heyf û dilşewat bin, ne tenê bi giliyên xwe, lê usa jî bi dengê xwe! Bi rastî gelek meriv mizgîniya me qebûl dikin, ne tenê bona zanebûna meye Kitêba Pîroz yan jî şêwirkirina me tevî wan, lê usa jî ewana divînin ku em bona wan xem dikin û qedirê wan digirin.

15. Çawa em dikarin nîşan kin, wekî xem dikin bona wan meriva kîjanara şedetiyê didin?

15 Hene gelek mecal ku em dikarin nîşan kin, wekî xem dikin bona wan, kêra em şedetiyê didin. Besa xeberê, mêtoda baş bona hînkirinê ew heye pirs. Lê em gerekê bi nermî û bi qedir pirsa bidine wan. Pêşengek kîjan ku mihaleke usada xizmet dikir, kîderê meriv şermoke bûn, xwera nêt danî wekî pirsên usa bide wan, ku ewana şerm nekin caba xwe bidin. Ewî pirsên usa nedida, ku ewana nikaribin cabê bidin, yan jî caba nerast bidin. Mesele, ewî wana nedipirsî: “Hûn navê Xwedê zanin”, yan jî “Hûn zanin Padşatiya Xwedê çi ye?”. Dewsê ewî wanra digot: “Ez ji Kitêba Pîroz pêhesiyam, wekî navê Xwedê heye. Îzine ez wera nîşan kim navê wî?”. Belê, cûre-cûre ciyada edet û meriv cûre-cûre ne, lema jî em tu qeyda danaynin. Lê ferz e em timê fikirên meriva hildin hesab û hindava wanda bi qedir bin. Seva vê yekê lazim e em merivên mihala xweda rind nas bikin.

16, 17. Ça em nîşan dikin ku xem dikin bona meriva, gava safî dikin a) kengê herin mala wan? b) çiqas wext tevî wan xeber din?

16 Kengê em gerekê teseliya wan bikin? Çaxê em diçin mal bi mal xizmet kin, meriv hîviya me nînin. Lema jî çiqas ferz e, wekî hingê herine mala wan, çaxê ewana wê hazir bin guh bidin (Met. 7:12). Mesele, dibeke mihala weda meriv Şemî û Ledê hiz dikin gelek razên. Hingê hûn dikarin şebeqê destpêkin derva xizmet bikin, yan ciyên ku gelek meriv top dibin, yan jî herin serlêdana dubare bikin, kîjan ku hûn zanin, wekî ewana razayî nîbin û wê bikaribin guh bidine we.

17 Çiqas wext em gerekê tevî wan xeber din? Gelek meriv betal nînin, çimkî şixulên wan zef e. Lema jî wê baş be hûn destpêkêda xeberdana xwe zû xilaz kin. Hê baş e giliyên xwe zû kuta kin, ne ku gelek wext bimînin (1 Korn. 9:20-23). Çaxê meriv divînin ku em dikevine heyra wan, çimkî gelek şixulên wan heye, ewana wê careke din dîsa guh bidine me. Berê ruhê Xwedêyî pîroz gerekê xizmetiya meda eşkere bê kifşê. Gava em vê yekê nîşan dikin, em dibine hevalxebatkarên Xwedê. Yehowa hela hê jî bi alîkariya me dikare meriva bîne ser riya rastiyê (1 Korn. 3:6, 7, 9).

18. Hergê em bona meriva xem dikin, emê kîjan kerema bistînin?

18 Were em aliyê xweda her tiştî bikin, wekî xem bikin bona neferên xwe, xûşk-birên civatêda û merivên mihala xweda. Hergê em usa bikin, emê gelek kerema bistînin, hin niha hin jî axiriyêda. Zebûr 41:1, 2-da em dixûnin: “Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojêd tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke . . . ewê li ser dinê xwezilî be”.