Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Heger Hûn vê Yekê Zanin, Hûnê Xwezilî bin Gava Biqedînin”

“Heger Hûn vê Yekê Zanin, Hûnê Xwezilî bin Gava Biqedînin”

“Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulêd wî bînime sêrî” (YÛHN. 4:34).

KILAMÊN: 80, 35

1. Ça xwehiziya vê dinyayê dikare ser milûktiya me hukum be?

ÇIRA çetin e wan tişta bînin sêrî, kîjan ku em ji Xebera Xwedê hîn dibin? Menîk ew e ku em gerekê şikestî bin seva tiştên rast bikin. Lê ew yek nehêsa ye, çimkî wan “rojêd axiriyêda” merivên dor berê me “xwehiz, perehiz, kubar, babax” û “temsist” in (2 Tîmt. 3:1-3). Em çawa xizmetkarên Xwedê zanin, wekî ew xeyset-hunur xirab in, lê yeke cara mera dibeke bê kifşê ku merivên usa, pêşdaçûyî ne û bextewar in (Zeb. 37:1; 73:3). Dibeke em hela hê jî pirsê bidine xwe: “Hêja ye wekî ez pêşiyê kara merivên mayîn bigerim, dewsa ku kara xwe? Hergê ez yekî milûk bim, qe meriv wê qedirê min bigirim?” (Lûqa 9:48). Hergê em fesal nîbin, û mîna wê dinyayê bibine xwehiz, usa heleqetiya me tevî xûşk-bira wê xirab be, û îda ne jî wê bê kifşê, wekî em Mesîhî ne. Lê çaxê em serhatiyên xizmetkarên amin, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, lêkolîn bikin û çev bidine wan, hingê emê kerema bistînin.

2. Em çi dikarin hîn bin ji xizmetkarên Xwedêye berê?

2 Seva em çev bidine wan xizmetkarên amin, em gerekê lêkolîn bikin, ku ça ewana bûne dostên Xwedê, ça dilê Xwedê şa dikirin, û ji ku qewat distandin, ku qirara wî dianîne sêrî. Hergê em wî cûreyî lêkolîna bikin, emê baweriyêda bişidin.

XWARINA RUHANÎTENÊ ÎNFORMASIYA NÎNE

3, 4. a) Em ji ku hînkirina ruhanî distînin? b) Çira xwarina ruhanî ew tenê standina zanebûnê nîne?

3 Em gelek şîreta distînin û hîn dibin bi saya Kitêba Pîroz, edebyetên me, malperên me, JW Brodkastîng, û usa jî civat û civatên mezin. Lê li gora giliyên Îsa ku em Yûhenna 4:34-da dixûnin, xwarina ruhanî ew tenê standina zanebûnê nîne. Dîsa lazim e tiştekî bikin. Îsa got: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulêd wî bînime sêrî”.

4 Bona Îsa xwarina ruhanî ew bû jî, ku qirara Xwedê bîne sêrî. Lê çi cûreyî ew mîna xwarinê bû? Çaxê em xwarina baş dixwin, em lezetê distînin û bedena me qewî dibe. Wî cûreyî, çaxê em qirara Xwedê tînin sêrî, em şabûnê distînin û baweriya me jî qewî dibe. Mesele, bînin bîra xwe ku hûn çend cara çaxê westiyayî çûne xizmetiyê, hûn ça dilşa û geş vegeriyabûn malê.

5. Hergê em bîlaniyê didin kifşê, em çi karê distînin?

5 Çaxê em kirên ku Yehowa xweş tên dikin, ew yek bi bîlanî ye (Zeb. 107:43). Bi rastî em gelek karê distînin çaxê bîlaniyê didine kifşê. Derheqa bîlaniyê Kitêba Pîroz dibêje: “Her tiştê ku dilê te dikişîne weke wê nabin . . . Ew bona yêd ku wê [bîlaniyê] dest tînin dara jîyînê ye, yêd ku wê qewîn digirin bextewar dibin” (Metlk. 3:13-18). Îsa got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhn. 13:17). Şagirtên Îsa wê bextewar bûna, hergê timê giliyên wî bianiyana sêrî. Û wana usa jî kir, ewana li gora hînkirin û mesela wî dijîtin.

6. Çira em gerekê berdewam kin wan tişta bidine xebatê çi ku hîn dibin?

6 Îro em jî çi ku zanin û hîn dibin, gerekê berdewam kin emirê xweda bînin sêrî. Besa xeberê, bifikirin ser mesela hosteyê ereba. Bal wî hene hacet, matêrîal û usa jî zanebûn ku çi bike, û ça bike. Lê hergê ew wan tişta nede xebatê, ew tişt wê karê nedine wî. Hergê ew pêşê xweda cêribandî ye, yeke ew gerekê dîsa berdewam ke bide xebatê wan tişta çi ku hîn bûye, seva ku dîsa jî hostekî baş bimîne. Mîna vê yekê, em jî pêşiyê çaxê hatine nava rastiyê, me dida xebatê ew hemû tişt, çi ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesiyan. Lê seva ku em bextewar bimînin, lazim e em her roj bi milûktî li gora wan tişta bijîn, yên ku Yehowa me hîn dike.

7. Em gerekê çi bikin, seva ji meselên Kitêba Pîroz dersa hîn bin?

7 Were em çend dereca şêwir kin, kîjanada milûktiya me dikare bê cêribandinê. Emê usa jî çend meselên merivên amine berê şêwir kin, yên ku derecên usada milûk mane. Lê ça me îda got, bes nîne tenê bizanibin, lê ferz e em ser wan mesela û dersa bifikirin û usa jî emirê xweda bidine xebatê.

XWE SER TU KESÎRA NEGIRIN

8, 9. Ji Karên Şandiya 14:8-15 em çi pêdihesin derheqa milûktiya Pawlos? (Binihêre şiklê ewlin).

8 Xwedê dixwaze wekî “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4). Lê hûn ça dinihêrin ser wan meriva, yên ku hê rastiyê pênehesiyane? Pawlosê şandî kinîştada wan Cihûyara mizgînî bela dikir, yên ku îda derheqa Xwedê zanibûn. Lê ewî usa jî wan merivara gilî dikir, yên ku xudanên qelp dihebandin, û hingê milûktiya wî hate cêribandinê.

9 Mesele, wedê rêwîtiya Pawlose mîsyonêrtî ya pêşin, merivên Lûkayonî wî û Barnabas hesab kirin ji ezman hatî û nav kirin Zews û Hermês dilqê merivada, yên ku xudanên wanî qelp bûn. Lê gelo ew yek dilê Pawlos û Barnabas hat, ku wana usa hurmet û bilind kirin? Ne pêşiya wê yekê, ewana ji bo xizmetiyê şeherên dinda hatibûne zêrandinê? Gelo dibeke ewana fikirîn, wekî seva mizgîniyê bela kin, ew mecaleke baş e, ku Lûkayoniya wana bi cûrekî mexsûs qebûl kirin? Na! Ew yek wana xweş nehat, wana derbêra kincê ser xwe qelaşt û kirine qarînî: “Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyata xweda merîne mîna we ne” (Kar. Şand. 14:8-15).

10. Çira Pawlos û Barnabas xwe ser Lûkayoniyara nedigirtin?

10 Çaxê Pawlos û Barnabas gotin ku ewana jî mîna wan merivne gunekar in, bi wan giliya wana nedixwest bigota, ku cûrê xizmetiya wan mîna ya Lûkayoniya bû, yên ku pûtparist bûn. Xwedê Pawlos û Barnabas şandibû wêderê ça mîsyonêr (Kar. Şand. 13:2). Ewana bi ruhê pîroz kifşkirî bûn û hêviya wan hebû ku bijîn ser ezmana. Lê yeke wana xwe ser Lûkayoniyara nedigirtin. Pawlos û Barnabas fem dikirin ku Lûkayonî jî dikarin hêvîke usa qazanc kin, hergê mizgîniyê qebûl kin.

11. Em wedê xizmetiyê ça dikarin milûktiyêda çev bidine Pawlos?

11 Em ça dikarin milûktiyêda çev bidine Pawlos? Berê ewlin, em gerekê tu car hîviyê nîbin, wekî me hurmet-rûmet kin, yan jî bilind kin seva şixulên me, kîjan ku em bi saya qewata Yehowa dikin. Wê baş be em wan pirsa bidine xwe: “Ez derheqa wan meriva çi difikirim, kîjanara mizgîniyê gilî dikim? Gelo ez firqiyê dikime orta meriva?” Şedên Yehowa nav temamiya dinyayêda wan meriva digerin, yên ku hewcê mizgîniya Xwedê ne. Cara bona wê yekê mera lazim e ziman û eyd-qeydê wan meriva hîn bin, kîjana aliyê gelek merivada têne nimizkirinê. Em tu car nafikirin ku wan meriva baştir in, kêra mizgîniyê gilî dikin. Lê dewsê, em hemû tiştî dikin seva wana fem kin, wekî alî wan bikin, ku mizgîniya derheqa Padşatiyê bigihîje dilê wan.

BONA YÊN DIN DUA BIKE Û DUADA NAVÊ WAN HILDE

12. Êpafras ça da kifşê ku bona yên din xem dike?

12 Dîsa cûrekî ku em ça dikarin milûktiyê bidine kifşê, ew e çaxê em bona xûşk-bira dua dikin, yên ku “baweriya xweyîqîmet standin, çawa me stand” (2 Pet. 1:1). Êpafras hema usa jî dikir. Kitêba Pîrozda derheqa wî tenê sê cara tê gotinê, û ev her sê car jî nivîsarên Pawlosda nin. Çaxê Pawlos Romêda girtiyê malda bû, ewî Mesîhiyên Kolosîra nivîsî, ku Êpafras “her gav bi dil û can bona [wan] dua dike” (Kols. 4:12). Êpafras xûşk-bira rind nas dikir, û bona wan gelek xem dikir. Dereca wî jî mîna ya Pawlos bû, ew jî “girtî” bû. Lê ew yek rê wî nedigirt, wekî bona ruhaniya wana xem bike (Filimn. 23). Ewî bona xûşk-bira dua dikir û hela hê jî duada navê wan hildida. Em jî dikarin vê yekêda çev bidine wî. Qewata duayên usa gelek mezin e, îlahî gava em duada navê xûşk-bira hildidin (2 Korn. 1:11; Aqûb 5:16).

13. Ça hûn dikarin çev bidine Êpafras, gava dua dikin?

13 Bifikire derheqa wan meriva, bona kîjana tuyê dua kî û duada navê wan hildî. Mîna Êpafras, gelek xûşk-birên me jî dua dikin bona wan, yên ku civata wanda nin, bona malbetên ku rastî çetinaya tên, yan jî bona wan, yên ku rastî safîkirinên çetin yan jî cêribandina tên. Gelek jî dua dikin bona wan xûşk-bira, derheqa kîjana jw.org-da tê gotinê, para bi navê “Şedên Yehowa Kelêda nin seva Baweriya Xwe” (Binihêrin NÛÇE > ELAMETIYÊN QANÛNÊVA GIRÊDAYÎ). Xêncî vê yekê, wê baş be hergê em derheqa wan jî dua kin, kîjana merivê xweyî nêzîk unda kirine, yan jî yên ku rastî çetinayên giran û şera hatine, û yên ku tunebûnêda nin. Belê, gelek xûşk-birên me hene, derheqa kîjana em dikarin dua kin û bi wê yekê karê wanra bînin. Çaxê em usa dikin, em didine kifşê, wekî em ne ku tenê derheqa xwe difikirin, lê usa jî derheqa yên din (Fîlî. 2:4). Yehowa duayên usa dibihê.

“BIHÎSTINÊDA SERXWE BE”

14. Yehowa ça meseleke baş hîşt vê yekêda, ku guh bidine yên din?

14 Ew yek ku ça em guh didine meriva, eyan dike ku em çiqas milûk in. Kitêba Aqûbda 1:19-da tê gotinê: “Bihîstinêda serxwe be”. Vê yekêda Yehowa xwexa meseleke baş hîştiye (Destp. 18:32; Yêşû 10:14). Bifikirin ku em çi dikarin hîn bin ji vê derecê, ya ku nivîsar e kitêba Derketinda 32:11-14. (Bixûne.) Yehowa mecal da Mûsa wekî fikirên xwe bêje, lê Ewî dikaribû nehîşta jî. Gelo hûnê bikaribin guh bidine fikirên wî merivî, kîjan ku nihêrandina nerast da kifşê, û paşê jî pey giliyên wî herin? Yehowa yeke timê bi sebir guh dide wan meriva, yên ku bi baweriyê jêra dua dikin.

15. Çawa em dikarin qedirgirtinêda çev bidine Yehowa?

15 Wê baş be her kes xwe bicêribîne û wan pirsa bide xwe: “Hergê Yehowa xwe milûk dike hindava cimeta xwe û guh dide wan, mesele çawa ewî guh dida Birahîm, Rahêl, Mûsa, Yêşû, Manoah, Êlyas û Hizqiya, lê ez gerekê usa nekim? Ez ça dikarim hê zef qedirê xûşk-birên xwe bigirim, wana qîmet kim, guh bidime fikir û şîretên wan, û hela hê jî şîretên wanî baş bînim sêrî? Civata xweda yan jî malbetêda, lazim e ez hê zêde dîna xwe bidime ser kê? Ez çi gerekê bikim bona wan?” (Destp. 30:6; Hakim. 13:9; 1 Padş. 17:22; 2 Dîr. 30:20).

“DIBE KU XUDAN LI NEHEQIYA KU JI MINRA HATIYE KIRIN BINIHÊRE”

Dawid got: “Wî berdin”. Lê weyê çi bikira? (Binihêre abzasa 16, 17)

16. Çawa Dawid xwe da kifşê, gava Şîmeî wî bêhurmet dikir?

16 Milûktî usa jî alî me dike ku çaxê kesek hêrsa me tîne, em xwe bigirin (Efes. 4:2). Derheqa vê yekê meseleke baş heye 2 Samûyêl 16:5-13-da. (Bixûne.) Dawid û berdestiyên wî sebir kirin, gava Şîmeî merivê Şawûl Padşa, ewana bêhurmet kirin û miqabilî wan derket. Rast e qewata Dawid hebû wekî wî bide sekinandinê, lê yeke ewî ber vê yekê teyax kir. Lê çi alî Dawid kir wekî ewî xwe girt û hêrsa xwe temirand? Zebûra sisiyada em dikarin derheqa vê yekê pêbihesin.

17. Çi alî Dawid kir ku hêrs neket, û ça em dikarin çev bidine wî?

17 Destpêka Zebûra sisiya dide kifşê, wekî Dawid ew Zebûr hingê nivîsiye, çaxê “ji ber kurê xwe Abşalom revî”. Rêza 1 û 2 eyan dike qewimandinên ji kitêba 2 Samûyêl serê 16. Paşî wan rêza Zebûr 3:4-da Dawid îtbariya xwe hindava Xwedê dide kifşê: “Min deng hilda, li Xudan kir gazî, Ewî cab da ji çiyayê Xweyî pîrozî”. Belê, em jî dikarin Xwedêra dua bikin, çaxê kesek miqabilî me dertê. Hingê Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me, seva em bikaribin ber vê yekê teyax kin. Bifikirin, hela kîjan derecada wera lazim e hê zef xwe bigirin, yan jî bi dil bibaxşînin wan, kê hindava we hemdê xwe neheqî dike? Hûn bawer in wekî Yehowa divîne ewê neheqiyê, û wê ese alî we bike û we kerem ke?

“SERÎ SERWAXTÎ YE”

18. Emê çi karê bistînin hergê timê şîretên Xwedê bînin sêrî?

18 Çaxê em zanin çi rast e û vê yekê dikin, em gelek kerema distînin. Bêşik ew yek serwaxtiya me dide kifşê, çawa Metelok 4:7-da nivîsar e “serî serwaxtî ye”. Rast e serwaxtî ser hîmê zanebûnê ye, lê ew tê kifşê pê şixula û safîkirina. Hela hê mûrstang jî serwaxtiyê didine kifşê. Bîlaniya wana tê kifşê vê yekêda, ku havînê xwera xurek top dikin (Metlk. 30:24, 25). “Serwaxtiya Xwedê”, dêmek Mesîh, timê tiştên usa dike, ku Bavê wî xweş tê (1 Korn. 1:24; Yûhn. 8:29). Xwedê dixwaze wekî em ne ku tenê bijartinên rast bikin, lê usa jî li gora wan bijartina bikin. Yên ku bi milûktî sebir dikin û wan tişta dikin çi ku zanin rast e, Yehowa wana kerem dike. (Bixûne Metta 7:21-23.) Lema jî were em ser xwe bixebitin, wekî milûk bimînin. Hergê em usa bikin, emê dil bidine xûşk-bira, wekî ewana jî bi milûktî Yehowara xizmet kin. Belê, lazim e wede û sebir seva ku em wan tişta bînin sêrî, çi ku em zanin rast in, lê ew yek milûktiya me dide kifşê, kîjan ku me bextewar dike hin niha, hin jî axiriyêda wê bextewar ke.