Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike

Himzor e, lê bona Her Kesî Başqe Xem Dike

“[Yehowa] zane meya me û bîr tîne ku em xalî ne” (ZEB. 103:14).

KILAMÊN: 30, 10

1, 2. a) Yehowa ça cude dibe ji merivên xweyîhukum? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

ÎRO merivên qewat û navdar, heçî zef “serwêriyê” merivên din dikin, hela hê jî xwe ser wanra digirin (Met. 20:25; Waîz 8:9). Lê Yehowa çiqas ji wana cude dibe! Rast e ew Himzor e, yeke ew gelek xem dike bona merivên gunekar. Ew qenc e û dilovan e. Ew hildide hesab nêt-fikirên me û hewcên me. Ew tu car ji me dewa nake tiştên usa ku ji qewata me der in, çimkî “bîr tîne ku em xalî ne” (Zeb. 103:13, 14).

2 Kitêba Pîrozda gelek serhatî hene, kîderê tê kifşê ça Yehowa bona xizmetkarên xwe xem dike. Vê gotarêda emê dîna xwe bidin ser sê serhatiya. Ya pêşin, Xwedê ça alî Samûyêl kir, wekî ew Elî Serekkahînra derheqa dîwanê elam ke. Ya duda, çawa Yehowa bi sebir alî Mûsa kir gava ew difikirî, wekî wê nikaribe rêberiyê Îsraêlê bike. Û ya sisiya, Xwedê çi cûreyî xem kir bona Îsraêliya, gava ewana ji Misirê derketin. Wedê şêwirkirinê, bifikirin ew serhatî çi me hîn dikin derheqa Yehowa û em çi dersa dikarin xwera hildin.

MÎNA BAV BONA GEDÊ BIÇÛK XEM DIKE

3. Çi qewimandina mexsûs qewimî tevî Samûyêl, û kîjan pirs pêşda tê? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Samûyêl konê pîrozda destpêkir “xizmetê” Yehowara bike, çaxê hê biçûk bû (1 Sam. 3:1). Êvarekê çaxê Samûyêl diçû razê, tiştekî mexsûs qewimî. * (Bixûne 1 Samûyêl 3:2-10.) Ewî dengê kesekî bihîst, ku dike gazî û navê wî hildide. Samûyêl tirê ku ew dengê Elî Serekkahîn e, revî bal û got: “A vay ez, ji ber ku te bangî [gazî] min kir”. Elî got wekî ewî gazî wî nekiriye. Çaxê dîsa du cara ew yek qewimî, Elî fem kir wekî ew Xwedê ye ku gazî Samûyêl dike. Lema jî ewî gote gede, ku ew ça caba Xwedê bide, û gede gura wî kir. Lê çira Yehowa bi saya milyaketê xwe, derbêra xwe Samûyêlra eyan nekir? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê, lê yeke ji vê qewimandinê tê kifşê ku ewî xem kir bona Samûyêlê cahil, çimkî dereca wî hilda hesab. Lê çi cûreyî?

4, 5. a) Samûyêl ça xwe da kifşê çaxê Xwedê elametî jêra got, û paşê çi qewimî? b) Ew serhatî derheqa Yehowa çi me hîn dike?

4 Bixûne 1 Samûyêl 3:11-18. Qanûna Yehowa temî dida zara, wekî qedirê yên emirda mezin bigirin, îlahî yên ku xweyîhukum bûn (Derk. 22:28; Qan. Kah. 19:32). Hûn qe dikarin bawer kin, ku Samûyêlê biçûk şebeqê zû rabe û xwexa bi mêrxasî Elîra dîwana Xwedê elam ke? Femdarî ye, ewî wê usa nekira. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Samûyêl “tirsiya ku xewn û xeyalê Elîra bêje”. Lê Xwedê Elîra eyan kir, wekî Ew gazî Samûyêl dike. Elî ev yek fem kir, lema jî gote Samûyêl: “Ji min veneşêre . . . hemû tiştên ku ji tera gotine, yekî jî”. Samûyêl gura wî kir û hemû tişt jêra gilî kir.

5 Ew elametî ku Samûyêl jêra gilî kir, dibeke Elî ecêbmayî nekir, çimkî pêşiya vê yekê “zilamekî Xwedê” jêra elametîke usa gotibû (1 Sam. 2:27-36). Ew qewimandin ku tevî Samûyêl û Elî qewimî, dide kifşê wekî Yehowa ça her tiştî hildide hesab û çiqas bîlan e.

6. Em çi dersa dikarin hîn bin ji vê yekê, ku Xwedê çawa alî Samûyêlê cahil kir?

6 Hergê tu cahil î, ew serhatiya Samûyêl tera dide kifşê, wekî Yehowa rind zane ku tu rastî çi çetinaya têy û çi texmîn dikî. Dibeke tu şermoke yî û tera çetin e tevî merivên emirda mezin derheqa mizgîniyê xeber dî, yan jî tu nava cahilada cude dibî. Dudilî nebe ku Yehowa dixwaze alî te bike. Lema jî duada timê dilê xwe jêra veke (Zeb. 62:8). Kûr bifikire ser meselên Kitêba Pîroz derheqa cahila, mesele derheqa Samûyêl. Usa jî tevî wan xûşk-bira xeber de, yên ku teyax dikin ber problêmên mîna yên te, firqî tune ewana cahil in yan emirda mezin in. Ewana dikarin tera gilî kin, wekî ça Yehowa alî wan kiriye, diqewime usa ku wana ne jî dabû ber çevê xwe.

XEMKIRIN HINDAVA MÛSA

7, 8. Yehowa hindava Mûsa xwe ça kifş kir, û bona wî xem kir?

7 Çaxê Mûsa 80 salî bû, Yehowa cabdariya mezin da wî. Mûsa gerekê cimeta Îsraêl ji dîltiya Misirê derxista (Derk. 3:10). Dibeke ew yek wî gelek ecêbmayî kir, çimkî ewî 40 sala Midyanêda şivantî dikir. Lema ewî got: “Ez kî me ku herime cem Firewin û zarêd Îsraêl ji Misirê derxim?”. Lê Xwedê dil da wî û got: “Ezê tevî te bim” (Derk. 3:11, 12). Yehowa usa jî derheqa rûspiyên Îsraêlê soz da Mûsa: “Ewê gura te bikin”. Hela hê ser vê yekê jî Mûsa got: “Lê hergê ewana . . . min bawer nekin?” (Derk. 3:18; 4:1, DT). Ji giliyên Mûsa usa derdiket ku Yehowa şaş dibe! Lê yeke Yehowa dîsa jî hindava Mûsa bi sebir bû. Ewî hela hê jî qewat da Mûsa, wekî kerema bike. Bi rastî Kitêba Pîrozda Mûsa merivê pêşin bû, qewata kîjanî hebû ku kerema bike (Derk. 4:2-9, 21).

8 Lê yeke Mûsa dîsa menî girt, û got ku ew zimanda giran e. Lê Xwedê caba wî da: “Ezê tevî devê te bim û te hîn kim, çi ku tu gerekê bêjî”. Lê gelo Mûsa dilrihet bû? Ça tê kifşê na, çimkî ewî paşî vê yekê jî ji Xwedê hîvî kir, ku dewsa wî kesekî din bişîne. Ser vê yekê hêrsa Yehowa rabû, û femdarî ye çira. Yeke Xwedê ser ya xwe nesekinî, ewî dîsa jî bona Mûsa xem kir. Ewî fikirên Mûsa hilda hesab, lema Harûn kifş kir, wekî dewsa wî xeber de (Derk. 4:10-16).

9. Yehowa ça hindava Mûsada sebir û nermî da kifşê?

9 Ew serhatî çi me hîn dike derheqa Yehowa? Yehowa Xwedêyê Himzor e, û ewî dikaribû Mûsa bida tirsandinê û zorê wî bikira, ku gura wî bike. Lê Xwedê usa nekir, ew hindava wî bi sebir û nerm bû. Hin jî Xwedê gote Mûsa ku ew tevî wî ye, û bi vê yekê dil da xizmetkarê xweyî milûk û şkestî. Lê gelo ewê yekê tiştekîda kar anî? Belê! Mûsa axiriyêda bû rêberê gelek baş, û hindava cimetêda bi sebir û nerm bû, çawa Xwedê tevî wî bû (Jimar 12:3).

Tu çev didî Yehowa vê yekêda, ku hindava merivada ça bî? (Binihêre abzasa 10)

10. Çaxê em xemkirinêda çev didine Yehowa, em çi karê distînin?

10 Ji vê yekê em dikarin gelek dersa xwera hildin. Hergê hûn malxê malê ne, dê yan bav in, yan jî rûspî ne, femdarî ye wekî hukumê we heye. Lê gelek ferz e, wekî hûn çev bidine Yehowa ku bi femdariyê, nerm û bi sebir bin hindava wanda, bona kê jî hûn cabdar in (Kols. 3:19-21; 1 Pet. 5:1-3). Hergê hûn çev bidine Yehowa û Îsa Mesîh, meriv wê bixwazin tevî we hevaltiyê bikin û tevî we nêzîk bin. Usa hûnê bikaribin wana geş kin (Met. 11:28, 29). Xêncî vê yekê, hûnê usa jî bibine mesela baş û yên din wê çev bidine we (Îbrn. 13:7).

XILAZKARÊ QEWAT, YÊ KU XEM DIKE

11, 12. Çaxê Yehowa Îsraêlî ji Misirê derdixist, ça ewî dilê wan rihet kir û ewana xwey dikirin?

11 Çaxê sala 1513 B.D.M., Îsraêliya Misir hîştin, ewana dibeke hingê weke sê mîlyona zêdetir bûn. Nava wanda zar, kal-pîr û dibeke usa jî yên nexweş û seqet jî hebûn. Femdarî ye, wanra lazim bû Rêberê femkar, kîjanî ku bona wan xem kira. Yehowa bi saya Mûsa bûye hema rêberekî usa. Lema çaxê Îsraêliya malên xwe hîştin û çûn, dilrihet bûn û xwe xweykirî texmîn dikirin (Zeb. 78:52, 53).

12 Lê çi cûreyî Yehowa alî cimeta xwe kir, wekî dilrihet bin û netirsin? Ewî bi organîze cimeta xwe “sîlihkirî” ji Misirê derxist (Derk. 13:18). Ewê yekê wê ese Îsraêliya qewî kira, çimkî ewana didîtin ku çevê Xwedêyê wan ser wan e û rêberiya wan dike. Xêncî vê yekê, Yehowa usa kir, wekî ewana bawer bin ku ew tevî wan e, “rojê pê ewir”, lê “şevê pê ronayîya êgir” (Zeb. 78:14). Bi vê yekê Yehowa ça bêjî wanra digot: “Netirsin, çimkî ez tevî we me. Ezê we xwey kim û rêberiyê bidime we”. Bi rastî ew dildayîn wanra gelek lazim bû, çimkî paşê tiştên din qewimîn.

Yehowa ça ber Bera Sor bona Îsraêliya xem kir? (Binihêre abzasa 13)

13, 14. a) Yehowa ber Bera Sor çi kir bona Îsraêliya? b) Yehowa ça ser Misiriya qewata xwe nîşan kir?

13 Bixûne Derketin 14:19-22. Hela xwe daynin dewsa wan Îsraêliya, yên ku ketine telikê, çimkî alîkî ordiya Firewin e, aliyê din jî Bera Sor. Hûn divînin ku Xwedê dikeve nava wî şixulî. Ew usa dike, wekî stûna ewir pişt zoma we disekine. Bona Misiriya ewrayî û şevereş e, lê zoma weda ronayî ye! Paşê hûn divînin ça Mûsa destê xwe dirêjî ser berê dike, û bayê rohilatêyî qayîm berêda rêke fire vedike. Û bi terbetî hûn, neferên we, û heywanên weyî malê, usa jî Îsraêliyên din, ser xaliya binê berêra derbaz dibin. Lê hûn metal dimînin, çimkî divînin wekî ev xalî, ne ku şil û herî ye, yan jî qerimî ye, lê ew ziha û nerm e, û hêsa ye rê herî. Hela hê yên sist jî hêsa û sax-silamet derbazî aliyê din dibin.

14 Bixûne Derketin 14:23, 26-30. Wî wedeyî Firewinê qure û serhişk, pey we dikeve seva bigihîje we. Hingê Mûsa dîsa destê xwe dirêjî ser berê dike. Lê niha ber îda ji herdu aliyava tê hev û Firewin ordiya xweva pêda dikevine bin avê, û qe yek ji wan sax namîne (Derk. 15:8-10).

15. Ew serhatî derheqa Yehowa çi me hîn dike?

15 Ji vê serhatiyê em divînin ku Yehowa heye Xwedêyê pergaliyê û terbetiyê. Ew hunurên wî alî me dikin, wekî em xwe xweykirî texmîn kin (1 Korn. 14:33). Yehowa usa jî mîna şivanê hizkirî xem dike bona cimeta xwe û miqatî wan dibe. Ew wana ji dijmina xwey dike. Ew yek rastî jî çiqas me qewî dike, çimkî em gelek nêzîkî axiriya vê dinyayê ne (Metlk. 1:33).

16. Em çi karê distînin çaxê difikirin, ku Yehowa ça cimeta Îsraêl xilaz kir?

16 Îro jî Yehowa bi temamî bona cimeta xwe xem dike, çawa ruhanîda usa jî fîzîkîda. Wedê tengasiya mezin jî, ku îda ber şêmîkê ye, ew wê usa bike (Eyan. 7:9, 10). Wî wedeyî, firqî tune cahil yan emirda mezin, sihet-qewat yan jî seqet, cimeta Xwedê wê nekeve panîkê û wê netirse. * Hingê ev giliyên Îsa Mesîh wê bikeve bîra wan: “Rabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e” (Lûqa 21:28). Usa jî emê baweriya xwe unda nekin ku Xwedê wê me xilaz ke, gava Gog, dêmek koalîsya dewleta, ku ji Firewin hê qewattir be, wê pey me keve (Hezql. 38:2, 14-16). Lê çira cimeta Xwedê wê usa dilrihet be? Çimkî ewana zanin ku Yehowa nayê guhastinê. Ewê dîsa jî bibe Xilazkarê qenc, kîjan ku wê xem bike bona cimeta xwe (Îşa. 26:3, 20).

17. a) Çawa em dikarin karê bistînin çaxê Kitêba Pîrozda wan serhatiya dixûnin, ku çawa Yehowa bona cimeta xwe xem dikir? b) Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?

17 Dîsa gelek serhatî hene, ku didine kifşê, wekî Yehowa hindava cimeta xwe çiqas qenc, femkar û nerm e, û bona wan xem dike, rêberiyê dide wan û wana xilaz dike. Çaxê hûn bifikirin ser wan serhatiya, dîna xwe bidine ser tiştên hûr jî, ku hunurên Yehowa eyan dikin. Wî cûreyî ew hunurên wî wê ser hiş û dilê we kûr hukum bin, usa jî wê hizkirin û baweriya we hindava Xwedê hê qewî be. Gotara dinda emê şêwir kin çawa em dikarin çev bidine Yehowa, ku hindava meriva femkar bin û bona wan xem bikin. Emê dîna xwe bidinê ku çawa malbetêda, civatêda û xizmetiyêda em dikarin vê yekê bikin.

^ abz. 3 Terîxzanê Cihû Ûsivê Flavîûs got, wekî hingê Samûyêl 12 salî bû.

^ abz. 16 Nava wan merivada yên ku wê wedê Harmegedonê xilaz bin, yên seqet jî wê hebin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî merivên bi “hemû cûre nexweşî qenc dikirin”, û ew yek mera dide kifşê ku ewê çi bike bona wan, yên ku wedê Harmegedonê wê xilaz bin (Met. 9:35). Lê ewên ku ji mirinê rabin, wê îda bi bedena sihet-qewat bin.