Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hizkirinê Bidine Kifşê; Ew Dişidîne

Hizkirinê Bidine Kifşê; Ew Dişidîne

“Hizkirin ava dike” (1 KORN. 8:1).

KILAMÊN: 109, 121

1. Îsa şeva paşin pêşiya mirina xwe, besa kîjan tiştê ferz kir?

ÎSA şeva xweye paşinda, şagirtên xwera weke 30 cara besa hizkirinê kir. Ewî gote wan, wekî gelek ferz e ewana “hevdu hiz bikin” (Yûhn. 15:12, 17). Ew hizkirina wan gerekê bibûya nîşana vê yekê, ku ewana şagirtên wîyî rast in (Yûhn. 13:34, 35). Ew cûrê hizkirinê tenê êmosiya nîne. Ew hizkirina usa ye, ku kara xwe nagere û hazir e qurbana bike. Îsa got: “Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide. Hûn dostêd min in, heger hûn wan temiyêd ku ez didime we xwey dikin” (Yûhn. 15:13, 14).

2. a) Xizmetkarên Xwedê îro pê çi eyan in? b) Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

2 Hizkirina helal û yektiya nava xizmetkarên Xwedê, wana eyan dike ça cimeta wî (1 Yûhn. 3:10, 11). Em rastî jî gelek razî ne, wekî hizkirina wî cûreyî nava xizmetkarên Yehowada heye, û firqî tune kê ji kîjan miletî yan berekî ye, yan jî ser çi zimanî xeber dide! Lê çira îlahî îro ew hizkirin gelek ferz e? Yehowa û Îsa ça me pê hizkirina xwe qewî dikin? Ça her kes ji me dikare ewê hizkirinê kîjan ku “ava dike”, bide kifşê? (1 Korn. 8:1).

ÇIRA ÎLAHÎ ÎROHIZKIRIN GELEK FERZ E?

3. Çawa “zemanêd xirab” ser meriva hukum dikin?

3 Em dijîn “zemanêd” xirabda, lema jî emir “bi zemet” û “keder” tije ye, û gelek meriv êmosiyalîda sist dibin û dikevine dêprêsiyê (Zeb. 90:10; 2 Tîmt. 3:1-5). Gelek meriv usa diwestin, ku îda naxwazin bijîn. Hesab nîşan dikin, wekî her sal 800 000 meriva zêdetir xwe dikujin, dertê ku her 40 senîda weke merivek dimire. Yazix, hela hê hine Mesîhî jî, yên ku êmosiyalîda sist bibûn, xwe kuştin.

4. Kîjan xizmetkarên berê wedekî nedixwestin bijîn?

4 Wedê berê jî, hine xizmetkarên Xwedê ji bo tengasiya, xwera mirin dixwestin. Mesele, Îbo usa bîn teng bibû wekî got: “Ez ji jîyana xweva dikerihim: heta-hetayê jîyanê naxwazim” (Îb. 7:16; 14:13). Ûnis jî çaxê gelek dilşikestî bû, got: “Niha ya Xudan, reca dikim ruhê min ji min bistîne, çimkî mirina min ji jîyîna min çêtir e” (Ûns. 4:3). Pêxemberê amin Êlyas jî usa xwe bêtaqet texmîn kir, wekî got: “Bes e, ya Xudan, niha canê min bistîne” (1 Padş. 19:4). Lê Yehowa wan xizmetkarên amin hiz dikir û dixwest wekî ewana bijîn. Ewî bona vê yekê tu car wana neheq nedikir, dewsê alî wan dikir, wekî ewana bixwazin dîsa bijîn. Yehowa bi hizkirin wana dişidand, seva ewana berdewam kin bi aminî jêra xizmet kin.

5. Çira îlahî îro xûşk-birên mera, hizkirina me lazim e?

5 Îro gelek xûşk-birên me rastî gelek çetinaya û strêsê tên, û lema wanra hizkirina me lazim e. Hinek bona baweriyê rastî peyketina tên yan jî meriv qerfa wan dikin. Hinek jî ser xebatê ber buxdan û gevestiyê teyax dikin. Bal hineka jî malda problêm hene, mesele mêr yan jina nebawer timê wan bêhurmet dike. Seva wan problêma, gelek xûşk-bira hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda sist dibin û diwestin. Lê kê dikare alî wan xûşk-birên dilteng bike?

HIZKIRINA YEHOWA ME QEWÎ DIKE

6. Yehowa ça pê hizkirina xwe xizmetkarên xwe dişidîne?

6 Yehowa xizmetkarên xwe qewî dike bi vê yekê, ku wana dide bawerkirinê wekî wê timê wana hiz bike. Bidine ber çevê xwe, ku dilê Îsraêliyên amin çiqas rihet bû, gava wana ew giliyên Yehowa bihîstin: “Tu di çevê minda birûmet û birêz î û ji ber ku ez te hiz dikim . . . Netirse; ji ber ku ez bi tera me” (Îşa. 43:4, 5). Hûn xizmetkarên Yehowa ne, lema jî tu car dudilî nebin, wekî ew we gelek hiz dike. * Xebera Xwedê soz dide: “Yê qewat, wê te xilaz ke. Ewê tera şa be” (Sêfn. 3:16, 17, DT).

7. Çi cûreyî hizkirina Yehowa mîna hizkirina dê ye, ya ku hindava zara xweye virnî dide kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Cimeta Yehowa rastî çi çetinaya jî bê, ew soz dide wekî wê wana qewî ke û dil bide wan. Ewî bi wan giliya da kifşê, ku hindava cimeta xwe ew ça ne: “Wê we hemêza xweda bivin û ser çoka tîmar kin. Çawa ku dê berdiliyê dide kurê xwe, usa jî ezê berdiliyê bidime we” (Îşa. 66:12, 13, DT). Bifikirin, ew meseleke çiqas qewî ye. Bidine ber çevê xwe, dê ku zara xweye virnî dide ber dilê xwe û zar xwe ça xweykirî texmîn dike. Yehowa wî cûreyî hizkirina xweye nazik hindava xizmetkarên xwe eyan dike. Tu car dudilî nebin, wekî xût hûn bona Yehowa qîmet in û delal in (Yêrem. 31:3).

8, 9. Hizkirina Îsa ça dikare me qewî ke?

8 Dîsa menîk heye, ku em çira gerekê hizkirina Yehowada dudilî nebin. “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhn. 3:16). Îsa jî hizkirineke mezin da kifşê, ku emirê xwe da bona me! Ew hizkirina wî rastî jî çiqas me dişidîne! Xebera Xwedê dibêje ku hela hê “derd-kul” û “telî-tengî” jî, nikare “hizkirina Xwedê ser me sar ke” (Rom. 8:35, 38, 39).

9 Cara em rastî çetinayên usa tên, ku em fîzîkîda, êmosiyalîda yan jî ruhanîda qudûm dikevin û şabûna xwe unda dikin. Hingê lazim e em bînin bîra xwe, wekî Mesîh çiqas me hiz dike, û ew yek dikare qewatê bide me seva ber wan çetinaya teyax kin. (Bixûne 2 Korintî 5:14, 15.) Hizkirina Îsa qewata mezin dide me, wekî em destên xwe sist nekin û qewî bimînin çaxê em rastî tengasiya tên, mesele teşqelên tebiyetê, peyketin, dilşikestîbûn û berxweketin.

XÛŞK-BIRÊN ME HEWCÊ HIZKIRINA ME NE

Mesela Îsa lêkolîn bikin, çimkî ew yek dikare we hêlan ke ku yên din bişidînin (Binihêre abzasa 10, 11)

10, 11. Kê borcdar e wekî xûşk-birên dilteng qewî ke? Şirovekin.

10 Yehowa usa jî bi saya civatê pê hizkirina xwe me qewî dike. Hergê em xûşk-birên xwe hiz dikin û qewî dikin, hin ruhanîda hin jî êmosiyalîda, usa em îzbat dikin hizkirina xwe hindava Yehowa (1 Yûhn. 4:19-21). Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî” (1 Têsln. 5:11). Belê, civatêda ne ku tenê rûspî, lê gişk jî gerekê çev bidine Yehowa û Îsa, ku dil bidine xûşk-bira û wana qewî kin. (Bixûne Romayî 15:1, 2.)

11 Hine xûşk-birên civatêda, yên ku dêprêsiyêda nin û gelek êmosiyalî ne, dibeke hewcê alîkariya hekîm in (Lûqa 5:31). Rûspî û xûşk-birên din fem dikin, wekî ewana mîna hekîm nikarin sihet-qewata wan xûşk-bira qenc kin. Lê yeke ewana dikarin alîkariya mezin bidin vê yekêda, ku dil bidine ber yên ku dêprêsiyêda nin, kêrî ketiya bên û hindava hemûyada bi sebir bin (1 Têsln. 5:14). Hemû Mesîhî gerekê dilşewat û bi sebir bin, û tevî xûşk-birên ku dilteng in, şîrin xeber din û ber dilê wanda bên. Lê hûn dil didine xûşk-bira û wana dişidînin? Hûn çi gerekê bikin seva wana dilgeş kin?

12. Mesela xûşkê gilî kin, ku çawa ew bi saya hizkirina civatêda qewî bû.

12 Çawa hizkirina me dikare yên êmosiyalîda westiyayî, bişidîne? Xûşkek ji Ewropayê dibêje: “Cara fikirên usa têne hişê min, wekî dixwazim xwe bikujim. Lê ez alîkariya mezin distînim. Civata min emirê min xilaz dike. Xûşk-bira timê ber dilê minda tên û dilovan in hindava min. Rast e ne hemûşk zanin wekî dêprêsiya min heye, lê civat min tenê nahêle. Civatêda hene jin-mêrekî ku bona min dê-bavê ruhanî ne. Ewana bona min xem dikin, û dikarim bêjim wekî rojê 24 siheta ewana tevî min in”. Rast e gişk nikarin alîkariya usa bidin, lê her kes ji me dikare xem bike û çiqas dikare alîkariyê bide xûşk-birên ku dêprêsiyêda nin. *

ÇAWA BI HIZKIRINÊ MERIVA QEWÎ KIN

13. Hergê em dixwazin kesekî bişidînin, çi gelek ferz e bikin?

13 Rind guh bidin wan (Aqûb 1:19). Ew yek bi hizkirin e çaxê hûn bi dilşewatî guh didine meriva. Wedê xeberdanê hûn dikarin bi merîfetî pirsa bidine wan, seva ku êşa wan fem kin. Wî cûreyî hûnê bikaribin berdiliyê bidine wan û wana qewî kin. Beşera weva jî gerekê bê kifşê, ku hûn bona wan xem dikin û dixwazin alî wan bikin. Hergê xûşk yan birak dixwaze dilê xwe wera veke û hûr bi hûr kula xwe wera gilî dike, bi sebir guh bidinê û giliyên wî nebirin. Usa hûnê bikaribin wî hê rind fem kin. Lê ew wê aliyê xweda îtbariya xwe we bîne û çaxê îda hûn xeber din seva wî bişidînin, ew jî wê bixwaze guh bide we. Çaxê ew bivîne ku hûn bi rastî dikevine heyra wî, çimkî wî hiz dikin, ew wê gelek qewî be û dilbîniyê bistîne.

14. Çira em gerekê zimanê xwe bikaribin?

14 Sert nîbin û zimanê xwe bikaribin. Hergê em tevî merivên ku dêprêsiyêda nin, sert bin û wana neheq kin, emê derdê wan hê zêde kin û ew yek wê rê me bigire seva bi hizkirinê wana qewî kin. Kitêba Pîroz dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye” (Metlk. 12:18). Femdarî ye, em bi hemdê xwe naxwazin kesekî pê giliya “birîndar” kin, lê hergê bê hemdê xwe jî bikin, ew yek dikare gelek xirab ser wan hukum be. Seva ku bi hizkirinê wana ava bikin û bişidînin, lazim e em dilşewat bin û xwe daynin dewsa wan (Met. 7:12).

15. Dîsa kîjan haceta qîmet dikare alî me bike ku pê hizkirinê meriva qewî kin?

15 Pê Xebera Xwedê dilbîniyê bidine xûşk-bira. (Bixûne Romayî 15:4, 5.) Kitêba Pîroz ew heye xizna qîmet, ji kîderê meriv dikare dilbîniyê û berdiliyê bistîne. Ew kitêb ji “Xwedêyê sebirê” û berdiliyê ye. Xêncî rêzên ji Kitêba Pîroz, dîsa hene hacet, ku dikarin alîkariyê bidine me. Besa xeberê, em dikarin bidine xebatê “Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê” û “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”. Bi saya wan edebyeta em dikarin ji Xebera Xwedê bivînin wan fikira, kîjan ku alî meriva dikin ku ber hemû cûre çetinaya teyax kin. Ew hacet dikarin me hazir kin wekî fikirên usa bêjine wan, ku ewana berdiliyê bistînin, û usa alîkariya me wê diha karê bide wan.

16. Kîjan hunur mera lazim in seva dil bidine dilşkestiya?

16 Dilovan û nerm bin. Ew yek gelek ferz e çaxê em dixwazin kesekî bişidînin û dilgerm kin. Yehowa “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” ye, û ew hindava xizmetkarên xwe gelek rem e. (Bixûne 2 Korintî 1:3-6; Lûqa 1:78; Rom. 15:13) Pawlos vê yekêda meseleke baş mera hîştiye. Ewî nivîsî: “Em nava weda rûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarêd xwera diricife. Usa jî dilê me ser we dişewitî, heta ku me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delaliyêd me” (1 Têsln. 2:7, 8). Çaxê em hindava merivên dilşkestî şîrin û nerm in, em vê berdiliyê didine wan, bona kîjanî dibeke wana dua kiribû.

17. Kîjan nihêrandina hindava xûşk-bira, wê alî me bike wana pê hizkirinê bişidînin?

17 Ji xûşk-bira gelek dewa nekin. Hergê em ji xûşk-bira gelek dewa bikin û hîviyê bin wekî ewana tu car şaşiya nekin, emê bîna xwe teng kin û wê dilê me bişkê (Waîz 7:21, 22). Bîr nekin, wekî Yehowa ji xizmetkarên xwe dewa nake wan tişta çi ku ji qewata wan der e. Hergê em çev bidine Yehowa, emê bi sebir bin hindava kêmasiyên xûşk-bira (Efes. 4:2, 32). Hingê emê ne ku dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, lê ser kirên wanî baş, û payê wan bidin. Usa ewana wê bişidin û dilgerm bin. Çaxê em bi dilê xweyî sax payê wan bidin, ne ku wana beramberî kesekî din bikin, ewana wê bivînin ku xizmetiya wanda meniya şabûnê heye. Û ew yek wê diha karê wanra bîne (Galt. 6:4).

18. Çi me hêlan dike, wekî pê hizkirinê hevdu bişidînin?

18 Her xizmetkarekî Yehowa qîmet e bona wî û Îsa, yê ku emirê xwe da ça kirîn seva me (Galt. 2:20). Em xûşk-birên xweye ruhanî gelek hiz dikin û dixwazin bona wan bi dil û can xem bikin. Seva ku wana geş kin, em gerekê “hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (Rom. 14:19). Em gişk gelek hîviya wî wedeyî ne çaxê dinya bibe Cinet, û emê tu car îda bona tu tiştî dilteng nebin! Wêderê ne nexweşî, ne şer, ne mirin, ne peyketin, ne çetinayên malbetêda, ne jî dilşikestîbûn wê tunebe. Çaxê Hezarsaliya Padşatiya Îsa derbaz be, însanet wê bigihîje kamilbûnê. Ewên ku cêribandina xilaziyêda amin bimînin, wê bibine zarên Yehowa Xwedê ser erdê û “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Lema were em gişk pê hizkirinê hevdu bişidînin û alî hevdu bikin bigihîjine nêta baş ku kerema tîne.

^ abz. 6 Binihêrin kitêba “Nêzîkî Yehowa bin”, serê 24.

^ abz. 12 Şîret ku çawa fikirên xwekuştinê ji hişê xwe derxin, binihêrin jûrnala “Hişyar bin!” gotara bi navê: “Çira Bijîn? Sê Menî ku Çira Gerekê Berdewam kin Bijîn”, (Nîsan 2014); “Çaxê Naxwazî Bijîyî”, (Çile 2012); û “Hêja ye Bijîn”, (22 Cotmeh, 2001).