Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mesîhiyên Emirda Mezin: Yehowa Aminiya We Qîmet Dike

Mesîhiyên Emirda Mezin: Yehowa Aminiya We Qîmet Dike

NAV temamiya dinyayêda rûspî dişêkirînin, ku nava cimeta Xwedêda cabdariyên wan hene. Belê, rûspî gişk bona me gelek qîmet in. Wan pêla, guhastinek hate kirinê. Rûspiyên emirda mezinra hate elamkirinê, wekî cabdariyên xweye mezin bidine rûspiyên cahil. Lê ew çi tê hesabê?

Ew guhastina teze tê hesabê, wekî berpirsiyarên mihalê û birên ku mektebên teşkîleta me derbaz dikin, çaxê bigihîjne 70 salî, wê îda wî cûre kifşkirinada xizmet nekin. Usa jî rûspiyên ku 80 salî ne, wê cûre-cûre cabdariyên xwe bidine rûspiyên cahil. Mesele, hergê ewana kordînatorê fîlîalê ne, yan jî civatêda kordînatorê koma rûspiya ne, wê îda evê cabdariyê bidine rûspiyên cahil. Lê rûspiyên emirda mezin ça xwe dane kifşê hindava wê guhastinê? Ewana hindava Yehowa û teşkîleta wî amin man!

Kên ku weke 49 sal kordînatorê fîlîalekê bû, dibêje: “Ez bi temamî qayîl bûm tevî vê safîkirinê. Bi rastiyê, vê şebeqê heta ku ez pêhesiyam derheqa wê yekê, min Yehowara dua kir û got ku xwezil birakî cahil bibûya kordînator”. Gelek birên emirda mezin, nav temamiya dinyayêda, mîna Kên xwe dane kifşê. Lê ewan bira cabdariyên xwe hiz dikirin, çimkî alî xûşk-bira dikirin, lema pêşiyê wanra hinekî çetin bû.

Êspêrandîo, yê ku civata xweda kordînatorê koma rûspiya bû, dibêje: “Ez hinekî berxwe ketim”. Lê ewî paşê got: “Ez gerekê miqatî sihet-qewata xwe bûma, çimkî çiqas diçû hê xirab dibû”. Îro Êspêrandîo berdewam dike bi aminî Yehowara xizmet ke û civatêda gişk wî hiz dikin.

Lê berpirsiyarên rêwî ça xwe dane kifşê, yên ku gelek wext vê kifşkirinêda bûn, lê niha îda kifşkirina wan hate guhastinê? Alan, yê ku 38 sala berpirsiyarê rêwî bû, dibêje: “Çaxê ez derheqa vê kifşkirinê pêhesiyam, ez metal mam”. Lê yeke ewî birayî fem kir, ku çaxê birên emirda mezin wî şixulî birên cahil hîn dikin, ew yek kareke mezin tîne.

Rasêl, yê ku 40 sala ça berpirsiyarê rêwî xizmet dikir û mektebeke teşkîletê derbaz dikir, dibêje, wekî pêşiyê ew jina xweva dilteng dibûn. Ew gilî dike: “Me gelek qîmet dikir kifşkirina xwe û em difikirîn, wekî sihet-qewata me hê dihêle ku em berdewam kin vê kifşkirinêda xizmet kin”. Rasêl û jina wî civatêda didine xebatê ewê hînkirinê û cêribandinê ku wana stand, û xûşk-birên civatêda şa dibin tevî wan xizmet kin.

Hergê we mîna wan bira xwe usa texmîn nekiriye, serhatiya ji 2 Samûyêl dikare alî we bike fem kin fikirên wan.

MÊREKÎ MILÛK Û RÊALÎST

Were bînin bîra xwe çaxê kurê Dawid Padşa Abşalom miqabilî wî rabû. Dawid ji Orşelîmê reviya Mahanayîmê, aliyê rohilata Çemê Ûrdunê. Hingê Dawidra û merivên tevî wîra, tiştên herrojî lazim bûn. Tê bîra we wî çaxî çi qewimî?

Sê mêr ji wî cîyî bi merdanî wanra nivîn, cûre-cûre xwarin, û hûr-mûrên ku wanra lazim bûn, anîn. Barzîllay yek ji wan sê mêra bû (2 Sam. 17:27-29). Gava ku Dawid îda ji Abşalom nedireviya, ew îda vedigeriya Orşelîmê, û Barzîllay heta Ûrdunê wî verê kir. Dawid jêra got, wekî tevî wî bê Orşelîmê. Rast e Barzîllay merivekî gelek dewletî bû û hewcê xwarinê nîbû, lê Dawid jêra got wekî ew wê ji sifira wî xwarinê bixwe (2 Sam. 19:31-33). Diqewime Dawid xeysetê Barzîllay begem kir û zanibû wekî ew dikare şîretkarekî baş be. Bona Barzîllay rastî jî qedirekî gelek mezin bû ku qesira padşada bijî û bixebite!

Barzîllay merivekî rêalîst û milûk bû, lema jî ewî Dawidra derheqa emirê xwe got, wekî ew 80 salî ye. Paşê ewî zêde kir: “Ma ez dikarim yê qenc û xirab ji hevra cuda bikim?”. Bi wan giliya ewî çi dixwest bigota? Barzîllay nava emirê xweyî dirêjda bîlanî qazanc kiribû. Û ewî dikaribû dîsa jî şîretên baş bida, mîna wan mêrên emirda mezin, yên ku paşê Padşa Rehobowam şîret kirin (1 Padş. 12:6, 7; Zeb. 92:12-14; Metlk. 16:31). Lema jî çaxê Barzîllay derheqa firqiya qenciyê û xirabiyê got, ça tê kifşê ewî derheqa sihet-qewata xwe, yan jî derheqa sînorên xwe anegorî emirê xweyî mezin dixwest bigota. Ewî got ku kalbûna wî îda xirab hukum bûye ser tema devê wî û bihîstina wî (Waîz 12:4, 5). Lema Barzîllay Dawidra got, wekî mêrekî cahil, navê kîjanî Kîmham bû, tevî xwe bive Orşelîmê, yê ku dibeke kurê Barzîllay bû (2 Sam. 19:35-40).

NÊTÊN BONA AXIRIYÊ

Ew guhastina paşwextiyê, dide kifşê nihêrandina mîna ya Barzîllay. Femdarî ye ku ew guhastin hate kirinê ne tenê bona dereca merivekî, çawa ya Barzlîllay bû. Lazim bû rind şêwir kirana, ku çi wê baş be bona rûspiyên nav temamiya dinyayêda.

Birên emirda mezin divînin, wekî bona pêşdaçûyîna teşkîleta Yehowa, baş e wan şixula ku ewana dikin, bidine birên cahil. Gelek car, ew birên emirda mezin, mîna Barzîllay, yê ku dibeke kurê xwe hîn dikir, û mîna Pawlosê şandî, yê ku Tîmotêyo hîn dikir, birên cahil hîn dikirin (1 Korn. 4:17; Fîlî. 2:20-22). Û îro ew birên cahil îzbat dikin, wekî ewana niha “pêşkêş bi cûrê meriva” ne, yên ku alîkariyê didin “bona avabûna bedena Mesîh” (Efes. 4:8-12, DT; beramber kin tevî Jimar 11:16, 17, 29).

CÛRE-CÛRE MECAL

Nav temamiya dinyayêda, birên ku cabdariyên xwe dane cahila, dikarin gelek mecala bidine xebatê, seva şixulê Yehowada hê zêde bikin.

Marko yê ku 19 sala berpirsiyarê rêwî bû, dibêje: “Bi saya dereca xweye teze, ez dikarim civata xweda alî mêrên xûşkên me bikim, yên ku nebawer in”.

Gêraldo ku 28 sala berpirsiyarê rêwî bû, gilî dike: “Nêta meye teze ew e wekî alîkariyê bidine xûşk-birên ku ruhanîda sist bûne, û hê zêde hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin”. Ew dibêje wekî ew jina xweva tevî 15 meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin û hine xûşk-birên ku ruhanîda sist bibûn, niha têne ser civatê.

Alan, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Niha hê zêde wedê me dimîne seva bi temamî nava şixulê xizmetiyêda bin. Em hiz dikin xizmet kin ciyê ku gelek meriv top dibin, ciyê xebata meriva, û usa jî cînarara şedetiyê bidin. Hela hê du cînarên me jî hatine Oda Civatê”.

Hergê we nava cimeta Xwedêda kifşkirina teze standiye, hûn dikarin cûrekî mayîn jî komekê bidin. Mesele, civatêda birên cahilra gilî kin hûn çi hîn bûne nava gelek salada. Rasêl besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Yehowa birên cahil ku serwaxt in û ser xwe ne, hîn dike û dide xebatê. Biratiya me gelek karê distîne ji hînkirin û ji şivantiya wan birên cahil” (Binihêre çargoşe “ Alîkariyê Bidine Birên Cahil Feresetên Xwe hê Baş kin”).

YEHOWA AMINIYA WE QÎMET DIKE

Gelî birên emirda mezin, şabûna xwe unda nekin, çimkî we bi şixul û cefê xwe îda gelek meriv qewî kirine, û hûn dikarin dîsa jî berdewam kin vê yekê bikin. Xûşk-bira we gelek hiz dikin.

Ya lape ferz çi ku we kiriye ew e, ku we dilê Yehowa gelek şa kiriye û hûn bîra wîda nin. Ew yekî usa nîne wekî “kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike, ya ku we cimeta Xwedêra xizmetkarî kir û dikin jî” (Îbrn. 6:10). Ew rêz dil dide me hemûya, wekî sozê wî ji hemû şixulên me zêdetir e. Hûn usa ber çevê Yehowa qîmet in, wekî Ew wê tu car kirên we û vê yekê ku hûn dîsa berdewam dikin dilê wî şa dikin, bîr neke!

Lê hergê ew guhastin bona we nîne, yeke hûn jî dikarin tişta hîn bin. Lê çi cûreyî?

Hergê niha hûn hevkariyê dikin tevî birê emirda mezin, cabdariya kîjanî hatiye guhastinê, hûn dikarin karê bistînin ji cêribandina wî û gihîştîbûna wî, ku ewî nava gelek salada qazanc kiriye. Şîreta ji wî hildin û fikirên wî pêbihesin. Û dîna xwe bidinê ku ew çawa kifşkirina xweye tezeda bi aminî wan tişta dide xebatê, çi ku nava gelek salada hîn bûye.

Firqî tune tu birê emirda mezin î, kîjan ku kifşkirina teze standiye, yan jî xûşk yan bira yî civatêda, bîr neke, wekî Yehowa gelek qîmet dike aminiya wan xizmetkara, yên ku gelek sala jêra xizmet kirine û berdewam dikin xizmet kin.