Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

“Va Elaleteke ... Mezin”!

“Va Elaleteke ... Mezin”!

“Va elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta . . . li ber text û wî Berxî sekinî bûn” (EYAN. 7:9).

KILAMA 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

VÊ GOTARÊDA *

1. Xilaziya qirna yekê D.M, dereca Yûhennayê şandî çi cûreyî bû?

XILAZIYA qirna yekê D.M., Yûhennayê şandî halekî giranda bû. Ew îda kal bû, û girava Patmosêda bû, û diqewime hingê ji şandiya tenê ew sax bû (Eyan. 1:9). Ewî zanibû, wekî yên raber civatêda hînkirinên qelp bela dikin û nava Mesîhiyada tifaqiyê xirab dikin. Usa dihate kifşê, ku zûtirekê îda wê Mesîhiyên rast tune bin (Cihûd. 4; Eyan. 2:15, 20; 3:1, 17).

Yûhennayê şandî “elaleteke mezin” dît, bi çuxên çîle-qerqaş xwekirî û çiqilên xurma destên wanda (Binihêre abzasa 2)

2. Li gora Eyantî 7:9-14, Yûhenna kîjan xewn-xeyala pêxembertiyê stand? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

2 Vî halê çetinda, Yûhenna xewn-xeyala pêxembertiyê stand. Xewn-xeyalêda melek çar melekên mayînra dibêje, wekî bayên qayîm yên tengasiya mezin bigirin, heta ku mora xilaziyê li eniya komeke xulama nexin (Eyan. 7:1-3). Hejmara vê komê 144 000 e, yên ku ser ezmana tevî Îsa wê serwêrtiyê bikin (Lûqa 12:32; Eyan. 7:4). Paşî vê yekê, Yûhenna xewn-xeyalêda komeke dine mezin divîne, û dibêje “Va”, çi ku dide kifşê wekî ew ecêbmayî dimîne ser vê yekê çi ku dît. Lê ewî çi dît? “Elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî li ber text û wî Berxî sekinî bûn”. (Bixûne Eyantî 7:9-14.) Bidine ber çevê xwe, Yûhenna çiqas şa bû ku pêhesiya, wekî bi mîrîada meriv wê axiriyêda rast Xwedê bihebînin!

3. a) Çira xewn-xeyala Yûhenna baweriya me qewî dike? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Bêşik dikarin bêjin, ewê xewn-xeyalê baweriya Yûhenna qewî kir, lê baweriya me hê zêde qewî dike, çimkî em îro pê çevê xwe divînin ça ew xewn-xeyal tê sêrî! Em divînin ku bi mîlyona meriv Yehowa dihebînin, û hêviya wan heye ku tengasiya mezinda xilaz bin û heta-hetayê bijîn ser erdê. Vê gotarêda, emê pêbihesin ça Yehowa heyştê sala zêdetir pêşda, eyan kir ku kê dikeve nava vê elaleta mezin. Paşê emê derheqa vê elaletê du tişta şêwir kin: 1) hesabê wê, û 2) ku endemên vê elaletê ji temamiya dinyayê ne. Ew şêwirkirin wê baweriya wan hemûya bişidîne, hêviya kîjana heye ku bibine para vê elaleta mezin.

EW ELALETA MEZIN KÎDERÊ WÊ BIJÎ?

4. Kîjan rastiya ji Kitêba Pîroz Mesîhiyên vê dinyayê fem nakin, lê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ça ji wana cude dibûn?

4 Mesîhiyên vê dinyayê meriva hîn nakin ev rastiya Kitêba Pîroz, ku yên gura Xwedê dikin, wê heta-hetayê ser erdê bijîn (2 Korn. 4:3, 4). Îro heçî zef Mesîhiyên vê dinyayê hîn dikin, wekî merivên qenc wê paşî mirinê herin ezmana. Lê ew yek cude dibû ji fikirên koma biçûke Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, * yên ku ji sala 1879 “Birca Qerewiliyê” derdixistin. Ewana fem dikirin, wekî Xwedê wê cineta ser erdê vegerîne, û ku bi mîlyona merivên guhdar wê bijîn ser erdê, ne ku ser ezmana. Lê yeke pêşiyê wanra wede lazim bû, seva zelal fem kin, ku kê ne ew meriv (Met. 6:10).

5. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz derheqa 144 000 çi bawer dikirin?

5 Hemikî ew Lêkolînkarên Kitêba Pîroz usa jî fem dikirin, wekî hine meriv wê “ji dinyayê” bêne “kirînê”, seva tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin (Eyan. 14:3). Ew koma wan meriva, wê 144 000 Mesîhiyên xîret bin û tesmîlbûyî bin, yên ku heta ser erdê bin, bi aminî Xwedêra xizmet kin. Lê derheqa elaleteke mezin Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi bawer dikirin?

6. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz derheqa elaleta mezin çi difikirîn?

6 Xewn-xeyalêda Yûhenna divîne, wekî ew elaleta mezin “li ber text û wî Berxî sekinî bûn” (Eyan. 7:9). Ser hîmê wan giliya, ew Lêkolînkarên Kitêba Pîroz fikirîn ku elaleta mezin wê mîna 144 000 bijartiya, herin ser ezmana. Lê hergê ew 144 000 û ew elaleta mezin ser ezmana bijîn, lê ew herdu kom wê ça ji hev cude bin? Lêkolînkarên Kitêba Pîroz difikirîn, ku elaleta mezin ew Mesîhiyên ser erdê ne, yên ku ne bi temamî gura Xwedê dikin. Û ew meriv li gora Kitêba Pîroz nav-namûs dijîn, lê yeke dibeke hinek ji wana hê endemên Dêra Mesîhiyên vê dinyayê ne. Lêkolînkar usa jî difikirîn, ku ew meriv rast e hinekî Xwedê hiz dikin, lê ew yek bes nîne seva tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Ji bo vê yekê ku hizkirina wan hindava Xwedêda kêm e, ew elaleta mezin dikare ser ezmana tenê li ber text be, ne ku mîna 144 000 ser text rûniştî.

7. Bi texmîna Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, kê gerekê wedê Hezarsaliyê ser erdê bijîta, û derheqa merivên amine berê ewana çi difikirîn?

7 Wekî usa ne, kê gerekê ser erdê bijîta? Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bawer dikirin, wekî 144 000 yên bijartî û elaleta mezin wê herin ser ezmana, lê bi mîlyona merivên mayîn wê bikaribin ser erdê bijîn, wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hîviyê nîbûn, ku ew mîlyon meriv wê Yehowara xizmet kin pêşiya destpêka Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh. Lê dewsê wana tirê ku ew meriv wê wedê Hezarsaliyê derheqa Yehowa pêbihesin û riya wî hîn bin. Û bi texmîna wan, paşê ewên ku gura prînsîpên Yehowa bikin, wê jîyîna heta-hetayê ser erdê bistînin, lê yên ku bibine raber, wê bêne qirkirinê. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz usa jî difikirîn, wekî hinekên ku wî wedeyî wê ser erdê ça “serwêr” bin, û usa jî merivên amin ku pêşiya Mesîh dijîtin, wê xilaziya Hezarsaliyê bêne xelatkirinê pê jîyîna ser ezmana (Zeb. 45:16).

8. Bi texmîna Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, kîjan sê kom diketine nav qirara Xwedê?

8 Dêmek, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz difikirîn, wekî sê kom hene: 1) 144 000 yên ku tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin, 2) elaleta mezin, ew Mesîhiyên xîret in, yên ku li ber textê Îsa ser ezmana bin, û 3) bi mîlyona merivên din ku ser erdê wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh wê derheqa Yehowa bêne hînkirinê. * Lê Yehowa wededa alî wan kir evê rastiyê zelal fem kin, mîna ronaya ku hêdî-hêdî hê zêde şewq dide (Metlk. 4:18).

RONAYA RASTIYÊ HÊ ZÊDE ŞEWQ DIDE

Sala 1935 ser civata mezin, gelek meriv hêviya kîjana jîyîna ser erdê bû, hatine nixumandinê (Binihêre abzasa 9)

9. a) Çi cûreyî elaleta mezin dikare ser erdê “li ber text û wî Berxî” bisekine? b) Çira guhastina femkirina rêza ji Eyantî 7:9 femdarî û logîkî ye?

9 Sala 1935-da, Şedên Yehowa zelal fem kirin xewn-xeyala Yûhenna derheqa elaleta mezin. Wana fem kir, wekî eseyî nîne elaleta mezin ser ezmana be, seva “li ber text û wî Berxî” sekinî be. Ewana li ber text bi sîmbolîk disekinin. Rast e elaleta mezin ser erdê dijî, yeke ew dikare “li ber text” bisekine bi vê yekê, ku hukumê Yehowa ça serwêrê gerdûnê qebûl ke, û nîşan ke ku gura wî dike (Îşa. 66:1). Lê “li ber . . . wî Berxî” ewana wî cûreyî disekinin, ku baweriya xwe qurbana Îsa tînin. Kitêba Pîrozda hene rêzên mayîn, kîjan alî me dikin, wekî fem kin ku rêza ji Eyantî 7:9, bi sîmbolîk tê femkirinê. Mesele, Metta 25:31, 32-da, tê gotinê wekî “hemû milet”, usa jî merivên xirab, wê “li ber” textê Îsayî rûmetê “bicivin”. Dêmek, eşkere ye ku ew hemû milet ne ku ser ezmana ne, lê ser erdê ne. Ev femkirin ku sala 1935-da zelal bû, rastî jî logîkî û femdarî ye. Kitêba Pîrozda tu cîkîda nayê gotinê, wekî elaleta mezin wê here ser ezmana. Tenê komek wê jîyîna heta-hetayê ser ezmana bistîne, dêmek 144 000, yên ku wê tevî Îsa “li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyan. 5:10).

10. Çira elaleta mezinra lazim e derheqa Yehowa pêşiya Hezarsaliyê pêbihesin û riyên wî hîn bin?

10 Belê, ji sala 1935 Şedên Yehowa fem kirin, wekî elaleta mezin ji xewn-xeyala Yûhenna, ew heye Mesîhiyên amin, yên ku wê jîyîna heta-hetayê ser erdê bistînin. Û seva ku ewana wedê tengasiya mezin xilaz bin, ew elaleta mezin gerekê derheqa Yehowa pêşiya Hezarsaliyê bêne hînkirinê. Baweriya wan gerekê qayîm be, seva ku “bikaribin ji wan hemû tiştêd” ku wê pêşiya Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh biqewimin, “birevin-xilaz bin” (Lûqa 21:34-36).

11. Çira hine Lêkolînkarên Kitêba Pîroz difikirîn, wekî paşî Hezarsaliyê hine meriv dibeke herin ser ezmana?

11 Lê çira Lêkolînkarên Kitêba Pîroz difikirîn, wekî yançi hine merivên amin, wê paşî Hezarsaliyê herin ser ezmana? Çimkî ewana fikirîn ku çira xizmetkarên amine berê gerekê jîyîna ser erdê bistînin, lê Mesîhiyên ku ne bi temamî amin in, wê bêne xelatkirinê ku bijîn li ezmana? Ew femkirin, “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Sibatê, sala 1913 dihate şirovekirinê. Femdarî ye, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz usa difikirîn, çimkî du fikirên wane nerast hebûn. Yek ew bû, ku 1) elaleta mezin wê here li ezmana û 2) nava vê elaleta mezinda wê Mesîhiyên usa bin, yên ku ne bi temamî amin in.

12-13. Mesîhiyên bijartî û elaleta mezin ser xelata xwe ça dinihêrin?

12 Ça me dît, sala 1935-da Şedên Yehowa îda zelal fem kirin, wekî merivên ku wê Harmegedonêda xilaz bin, ew in elaleta mezin ku Yûhenna xewn-xeyalêda dît. Ewana wê ser erdê ji “tengasiya mezin” derên, û wê “bi dengekî bilind” bikin gazî: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:10, 14). Hin jî Kitêba Pîroz hîn dike, wekî ewên ku ji mirinê rabin seva ser ezmana heta-hetayê bijîn, wê “hê tiştekî qenc” bistînin, dêmek hêviya hê baş, ne ku merivên berêye amin (Îbrn. 11:40). Lema jî paşî vê yekê ça ew femkirin zelal bû, xûşk-bira îda destpêkirin hê bi xîret meriva teglîf kin, ku Yehowara xizmet kin, seva jîyîna heta-hetayê ser erdê bistînin.

13 Ewên ku dikevine nava elaleta mezin, hêviya xwera şa dibin. Ewana fem dikin, wekî Yehowa safî dike, ku xizmetkarên wîyî amin kîderê jêra xizmet kin, ser erdê yan ser ezmana. Mesîhiyên bijartî û elaleta mezin fem dikin, wekî ewana xelata xwe distînin ji rem û qenciya Yehowaye mezin, bi saya qurbana Îsa Mesîh (Rom. 3:24).

HEJMARA MEZIN

14. Paşî sala 1935, çira gelek difikirîn ku ça pêxembertî derheqa elaleta mezin wê bê sêrî?

14 Paşî vê yekê çaxê sala 1935 femkirina cimeta Yehowa zelal bû, yeke gelek ji wana difikirîn, ku merivên hêviya kîjana jîyîna ser erdê bû, wê ça bikaribin bibine elaleta mezin. Mesele, çaxê femkirina derheqa elaleta mezin zelal bû, Ronald Parkîn 12 salî bû. Ew tîne bîra xwe: “Hingê, nav temamiya dinyayê weke 56 000 mizgînvan hebûn, û gelek ji wana, diqewime heçî zef jî, Mesîhiyên bijartî bûn. Lema jî usa dihate kifşê, ku elaleta mezin, ne usa mezin bû”.

15. Çawa elaleta mezin hê zêde dibe?

15 Paşê, nava bi deha sala, gelek welatada mîsyonêr hatine şandinê, û hejmara Şedên Yehowa mezin dibû. Paşê, sala 1968-da, wana destpêkir pê kitêba “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê” tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Vê kitêbêda rastiya Kitêba Pîroz usa zelal dihate şirovekirinê, ku gelek merivên milûk nêzîkî Yehowa bûn. Nava 4 salada, nîv mîlyon zêdetir meriv hatine nixumandinê. Xêncî vê yekê, hukumê Dêra Katolîkî îda ser Amerîkaya Latînî û welatên mayîn sist bibû, û usa jî qedexekirina şixulê me Ewropaya Rohilatê û Afrîkayêda hate hildanê, lema dîsa bi mîlyona meriv hatine nixumandinê (Îşa. 60:22). Lê wan paşwextiyada teşkîleta Yehowa hacetên usa derdixe, kîjan ku alî meriva dikin pêbihesin ku Kitêba Pîroz çi hîn dike. Eşkere ye, ku elaleta mezin rastî jî hê zêde dibe, û îro hejmara wê elaletê heyşt mîlyona zêdetir e.

ELALETA MEZIN KU JI CÛRE-CÛRE MILETA YE

16. Elaleta mezin ji kîderê tê topkirinê?

16 Xewn-xeyalêda Yûhenna derheqa elaleta mezin dibêje, wekî wê “ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” be. Zekerya pêxember derheqa vê yekê pêşda got: “Wan rojada deh meriv ji hemû zimanên mileta, wê xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: ‘Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye’” (Zeker. 8:23, DT).

17. Çi şixul tê kirinê bona merivên ji hemû mileta û zimana?

17 Şedên Yehowa fem dikin, ku seva meriv ji hemû zimana bêne topkirinê, mizgînî gerekê ser gelek zimana bê belakirinê. Me edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz ser 130 zimana zêdetir weldigerand, lê îro em nava terîxiyêda şixulê welgerandinêye mezin dikin, ku îda ser 900 zimana zêdetir tê welgerandinê. Eyan e, rastî jî Yehowa îro keremetê dike, ku ji hemû mileta elaleta mezin top dike. Em gelek razî ne ku xwarina ruhanî ser hê zêde û zêde zimana heye. Firqiya zimana orta xizmetkarên Yehowa nav temamiya dinyayêda, ne ku wana cude dike, lê dike yektiyê. Û ewana eyan in pê vê yekê, ku bi xîret mizgîniyê bela dikin û hizkirina biratî hindava hevda nîşan dikin. Rastî jî, ew yek ku em pê çevê xwe divînin ça ev pêxembertî tê sêrî, baweriya me gelek dişidîne! (Met. 24:14; Yûhn. 13:35).

EW XEWN-XEYAL BONA TE ÇI TÊ HESABÊ?

18. a) Li gora Îşaya 46:10, 11, çira em ecêbmayî namînin, ku Yehowa ew pêxembertiya derheqa elaleta mezin tîne sêrî? b) Çira ew meriv, hêviya kîjana jîyîna ser erdê ye, nafikirin ku ewana belengaz in?

18 Meniya me mezin e, ku şa bin bona vê pêxembertiyê derheqa elaleta mezin! Em ecêbmayî namînin ku Yehowa ewê pêxembertiyê bi wî cûrê mexsûs tîne sêrî! (Bixûne Îşaya 46:10, 11.) Ewên ku dikevine nava elaleta mezin, gelek razî ne bona vê hêviyê, ku Yehowa dide wan. Ewana nafikirin ku ewana belengaz in, ku pê ruhê pîroz bijartî nînin seva tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Kitêba Pîrozda em dixûnin derheqa wan jin û mêrên amin, rêberiya kîjana ruhê pîroz dikir, lê yeke nav 144 000-da nîbûn. Mesele, Yûhennayê Nixumdar (Met. 11:11). Dîsa meselek ew heye Dawid (Kar. Şand. 2:34). Ewana û dîsa yên mayîn, wê ji mirinê rabin, seva cinetêda ser erdê bijîn. Ewana gişk tevî elaleta mezin, wê bikaribin aminiya xwe hindava Yehowa û serwêrtiya wî bidine kifşê.

19. Ça xewn-xeyala Yûhenna derheqa elaleta mezin nîşan dike, ku em çi wedeyîda dijîn?

19 Tu car nava terîxiya însanetêda Xwedê usa bi mîlyona meriv ji hemû mileta nekiriye yektiyê. Firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê ye yan ser ezmana, em gerekê çiqas destê me tê alî meriva bikin, seva ewana bibin para elaleta mezin (Yûhn. 10:16). Zûtirekê, Yehowa wê tengasiya mezin bîne ser erdê, derheqa kîjanî pêşda hatibû pêxembertîkirinê. Ew tengasiya mezin wê hemû serwêrtiyên meriva û rêlîgiya, yên ku kul-derd merivara anîne, bide hildanê. Ew qedirekî çiqas mezin e, wekî hemûyên ku dikevine nava elaleta mezin, wê heta-hetayê ser erdê Yehowara xizmet kin! (Eyan. 7:14).

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

^ abz. 5 Vê gotarêda emê şêwir kin xewn-xeyala pêxembertiyê, kîjan ku Yûhenna dît derheqa civandina “elaleteke . . . mezin”. Bêşik, ew yek wê baweriya wan hemûya bişidîne, yên ku dikevine nava wê elaletê.

^ abz. 4 Hingê Şedên Yehowa usa dihatine navkirinê.