Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

Bi Dil û Can Timê Gura Yehowada bin

Bi Dil û Can Timê Gura Yehowada bin

“Hê çiqas zêde gerekê em gura Bavê . . . xweda bin?” (ÎBRN. 12:9).

KILAMA 9 Yehowa Padşayê Me ye!

VÊ GOTARÊDA *

1. Çira em gerekê gura Yehowa bikin?

EM Gerekê gura Yehowada bin, çimkî ew Efirandarê me ye. Lema tenê îzina wî heye, ku mera bêje ça bijîn (Eyan. 4:11). Lê menîk jî ku çira em gerekê gura wî bikin, ew e, ku serwêrtiya Yehowa cûrê lapî baş e. Nava terîxiyêda, gelek serwêr ser meriva hukumtiyê dikin. Lê dinyayêda tu kes nikare weke Yehowa bi bîlanî, hizkirin, rem û bi dilşewatî serwêrtiyê bike (Derk. 34:6; Rom. 16:27; 1 Yûhn. 4:8).

2. Îbranî 12:9-11-da derheqa kîjan meniya tê gotinê, ku em gura Yehowada bin?

2 Yehowa naxwaze em ji bo tirsê gura wî bikin, lê ji bo hizkirinê û ji bo vê yekê, ku wî ça Bavê hizkirî hesab kin. Pawlos nema xweda Îbraniyara, şirovedike, ku em gerekê “gura Bavê . . . xweda bin”, çimkî ew her gav “bona kara me” me şîret dike û hîn dike. (Bixûne Îbranî 12:9-11.)

3. a) Em ça dikarin nîşan kin, ku gura Yehowa dikin? b) Emê caba kîjan pirsa şêwir kin?

3 Em gura Yehowada nin, çaxê her tiştîda guhdariya wî dikin, û îtbariya xwe hiş-aqilê xwe naynin ku xwexa safî kin çi baş e çi xirab e (Metlk. 3:5). Mera wê hêsa be gura Yehowada bin, hergê xeyset-hunurên wî rind bizanibin. Çira ew yek usa ne? Çimkî hunurên wî her kirê wîda têne kifşê (Zeb. 145:9). Em çiqas zêde derheqa Yehowa pêbihesin, haqas emê hê qayîm wî hiz bikin. Û hergê em Yehowa hiz dikin, mera gelek qeyd û qanûn nelazim in, kîderê bê gotinê em gerekê çi bikin û çi nekin. Çira? Çimkî em hîn dibin mîna Yehowa bifikirin û qenciyê hiz bikin, lê xirabiyê nefret kin (Zeb. 97:10). Lê cara mera nehêsa ye gura Yehowa bikin. Çira? Û rûspî, bav û dê çi dikarin hîn bin ji mesela Nehemiya, Dawid Padşa, û Meryema diya Îsa? Vê gotarêda emê caba wan pirsa pêbihesin.

ÇIRA DIKARE ÇETIN BE GURA YEHOWADA BIN?

4-5. Li gora Romayî 7:21-23, çira mera dikare çetin be gura Yehowa bikin?

4 Menîk ku çira mera nehêsa ye gura Yehowa bikin, ew e ku em gunekar in. Lema cara em naxwazin gura wî bikin. Paşî vê yekê ku Adem û Hêwa miqabilî Xwedê rabûn û berê darê xwarin, wana îda xwexa safî dikir çi qenc e û çi xirab e (Destp. 3:22). Îro jî heçî zef meriv naxwazin gura Yehowa bikin, û xwexa xwera safî dikin çi rast e û çi xirab e.

5 Hela hê wanra jî, yên ku Yehowa nas dikin û hiz dikin, dikare cara çetin be bi temamî gura wî bikin. Pawlosê şandî jî ew yek ser xwe texmîn dikir. (Bixûne Romayî 7:21-23.) Mîna Pawlos em dixwazin ber çevê Yehowa tiştên rast bikin. Lê em gerekê her gav miqabilî xwestinên xweye nerast şer bikin, wekî tiştên nerast nekin.

6-7. Dîsa çi ye menî ku mera çetin e gura Yehowada bin? Meselê bînin.

6 Meniya din ku çira mera dikare çetin be gura Yehowada bin, ew e, ku ser me hukum dibin edet û kûltûra wî cîyî, kîderê em mezin bûne. Gelek nihêrandinên meriva miqabilî nihêrandina Yehowa ne, û mera lazim e timê ser xwe bixebitin, seva nekevine ber bayê wan nihêrandina. Were nihêrandinekê şêwir kin.

7 Hine ciyada meriv cahila hêlan dikin, wekî pey pera kevin, seva emirê xweda pêşdaçûyî bin. Xûşkek bi navê Mêrî * rastî vê çetinayê hat. Pêşiya ku ew derheqa Yehowa pêbihesiya, ew ûnîvêrsîtêta navdarda hîn dibû. Neferên wê zorê wê dikirin, wekî xebateke usa bivîne, ku gelek pere bistîne, seva qedirê wê nav merivada hebe. Mêrîyê jî ew yek dixwest. Lê çaxê ew derheqa Yehowa pêhesiya û wî hiz kir, ewê nêtên xwe guhast. Lê ew yek jêra nehêsabû, ew gilî dike: “Cara xebatên usa baş dest min dikevin, ku ez dikarim gelek pera çêkim, lê ez zanim wekî ezê îda nikaribim Yehowara haqas xizmet kim, çiqas niha dikim. Heta niha jî minra çetin e, xebatên usa ji destê xwe berdim, çimkî ez usa hatime mezinkirinê. Ez hîvî ji Yehowa dikim, seva alî min bike nekevime telikê, wekî xebateke usa qebûl nekim, kîjan ku wê rê min bigire hê zêde Xwedêra xizmet kim” (Met. 6:24).

8. Emê derheqa çi şêwir kin?

8 Çaxê em gura Yehowada nin, em karê distînin. Lê çaxê merivên xweyîhukum, mesele rûspî, bav û dê gura Yehowa dikin, ewana ne tenê xwexa karê distînin, lê karê didin merivên din jî. Were çend meselên ji Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan ku me hîn dikin, wekî hukumê xwe usa bidine xebatê, ça Yehowa xweş tê.

RÛSPÎ DIKARIN JI NEHEMIYA ÇI HÎN BIN?

Mîna Nehemiya yê ku tevî cimetê alîkarî dida avakirina Orşelîmêda, îro rûspî jî Oda Civatêda şixul dikin (Binihêre abzasa 9-11) *

9. Nehemiya rastî çi çetinaya hat?

9 Yehowa cabdariya ferz da rûspiya, ku şivantiyê cimeta wî bikin (1 Pet. 5:2). Rûspî dikarin ji serhatiya Nehemiya gelek tişt hîn bin, ku ew ça bû hindava cimeta Yehowa. Hukumê wî mezin bû, çimkî ew serwêrê Cihûdayê bû (Nehem. 1:11; 2:7, 8; 5:14). Bidine ber çevê xwe, Nehemiya rastî çi çetinaya hat. Ew pêhesiya ku cimetê paristgeh heram kiriye, û li gora Qanûnê Lêwiyara pera qurban nakin. Cihûya usa jî qanûna derheqa roja Şemiyê jî diteribandin, û hineka ji wan jinên xerîb standin. Ça serwêr, Nehemiya gerekê ev dereca çetin safî kira (Nehem. 13:4-30).

10. Nehemiya wedê çetinaya çi kir?

10 Nehemiya tu car hukumê xwe nedida xebatê, seva destê zorê cimeta Xwedê bîne ser fikirên xwe. Dewsê ewî bi dil û can Yehowara dua dikir, wekî rêberiyê bide wî û usa jî ewî cimet Qanûna Yehowa hîn dikir (Nehem. 1:4-10; 13:1-3). Nehemiya usa jî bi milûktî tevî cimetê dixebitî, hela hê jî avakirina dîwarên Orşelîmêda alî wan dikir (Nehem. 4:15).

11. Li gora 1 Têsalonîkî 2:7, 8, rûspî gerekê hindava xûşk-birada ça bin?

11 Rûspî dibeke mîna Nehemiya rastî wan çetinaya nayên, lê ewana gelek tişt ji wî hîn dibin. Mesele, rûspî çiqas destê wan tê, alî xûşk-bira dikin. Û ewana tu car nafikirin, ku ji bo hukumê xwe ji xûşk-bira çêtir in. Dewsê, ewana xûşk-birara heyf û nerm in. (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:7, 8.) Hizkirin û milûktiya wana tê kifşê ji xeberdana wane şîrin û nerm tevî xûşk-bira. Rûspîkî cêribandî Êndrîû, dibêje: “Min fem kir, wekî xûşk-bira dişidin çaxê rûspî wanra heyf in û ça heval in. Çaxê rûspî wan hunura didine kifşê, civatêra hêsa ye tevî wan hevkariyê bike”. Rûspîkî mayîn bi navê Tonî, dibêje: “Ez ser xwe dixebitim, wekî şîreta ji Fîlîpî 2:3 bidime xebatê û her gav xûşk-bira ser xwera bigirim. Ew yek alî min dike, ku sert nîbim û zorê xûşk-bira nekim gura min bikin”.

12. Çira ferz e wekî rûspî milûk bin?

12 Rûspî gerekê milûk bin, çawa ku Yehowa milûk e. Bidine hesabê xwe, Yehowa Serwêrê Himzor e, lê ew “xwe qûz dike”, seva “feqîr ji ser xwelîyê” rake (Zeb. 18:35; 113:6, 7). Bi rastî merivên qure û babax ber çevê Yehowa reş in (Metlk. 16:5).

13. Çira rûspî gerekê zimanê xwe bikaribin?

13 Rûspiyê ku gura Yehowada ne, “zimanê xwe” dikare, û xwe kontrol dike ku çi xeber de û ça. Hergê ew vê yekê neke, wê sert û sar xeber de tevî wan, yên ku hindava wîda bêqedir in (Aqûb 1:26; Galt. 5:14, 15). Êndrîû, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Cara min dixwest sert caba xûşk yan bira bidim, kîjana ku bi texmîna min qedirê min ça rûspî nedigirtin. Lê ez difikirîm derheqa serhatiyên mêrên amin ji Kitêba Pîroz, û ewê yekê alî min kir, wekî fem kim, ku çiqas ferz e milûk û şkestî bim”. Çaxê rûspî bi hizkirin û merîfet xeber didin tevî xûşk-bira û usa jî rûspiyên mayîn, bi vê yekê nîşan dikin ku gura Yehowada nin (Kols. 4:6).

BAV ÇI DIKARIN JI DAWID PADŞA HÎN BIN?

14. Yehowa çi cabdarî da bava, û ew ji wana çi dewa dike?

14 Yehowa bav kifş kir ça serê malbetê û ji wan dewa dike, wekî zarên xwe  hîn kin, şîret kin û rast kin (1 Korn. 11:3; Efes. 6:4). Lê hukumê bava bi sînor e. Ewana nikarin ça dixwazin usa serwêrtiya malê bikin, çimkî sazkarê malbetê Yehowa ye, û ewana ber wî cabdar in (Efes. 3:14, 15). Bav didine kifşê ku gura Yehowada nin, çaxê hukumê xwe usa didine xebatê, ça Xwedê xweş tê. Bav dikarin ji emirê Dawid Padşa gelek tişt hîn bin.

Ew yek ku bav ça Yehowara dua dike, neferên wîra dide kifşê ku ew milûk e (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Dawid Padşa çira bona bava meseleke baş e?

15 Yehowa Dawid ne tenê ça serê malbetê kifş kir, lê ça serwêrê temamiya cimeta Îsraêlê. Çawa padşa, qewata Dawid gelek mezin bû. Cara ewî qewata xwe ne rast dida xebatê û şaşiyên mezin berdida (2 Sam. 11:14, 15). Lê ewî dixwest gura Yehowa bike. Ça? Ewî şîretên Yehowa qebûl kir. Ewî duada dilê xwe Yehowara vekir û kela dilê xwe rêt. Dawid aliyê xweda hemû tişt dikir, seva gura Yehowa bike û şîretkirina wî qebûl ke (Zeb. 51:1-4). Ew usa milûk bû, ku ne tenê ji mêra şîret qebûl dikir, lê usa jî ji jina (1 Sam. 19:11, 12; 25:32, 33). Dawid ji şaşiyên xwe xwera ders hilda û emirê xweda hiş-aqilê xwe da ser xizmetiya xwe Yehowara.

16. Kîjan ders bav dikarin ji Dawid hîn bin?

16 Dîna xwe bidinê, bav çi dersa dikarin ji Dawid Padşa hîn bin. Hukum ku Yehowa daye we, aliyê nerastda nedine xebatê. Şaşiyên xwe bînin ser xwe û çaxê wera şîreta ser hîmê Kitêba Pîroz didin, qebûl kin. Hergê hûn usa bikin, malbeta we wê qedirê we bigire, bona milûktiya we. Çaxê hûn tevî neferên xwe dua dikin, dilê xwe Yehowara vekin, bira ewana bibihên, ku hûn alîkarî û rêberî ji Yehowa digerin. Lê ya lape ferz, bira xizmetiya Yehowara emirê weda ciyê pêşin bigire (Qan. Dcr. 6:6-9). Mesela weye baş, ew heye pêşkêşeke mezin, bona neferên we.

DÊ ÇI DIKARIN JI MERYEMÊ HÎN BIN

17. Yehowa çi cabdarî daye dayîka?

17 Yehowa malbetêda cabdariya ferz usa jî daye dayîka, û hine hukumê wan heye ser zarên wan (Metlk. 6:20). Bi rastî xeberdan û kirên dê, dikarin ser zarên wê temamiya emirê wanda hukum bin (Metlk. 22:6). Dîna xwe bidinê, ku dê çi dikarin hîn bin ji Meryema diya Îsa.

18-19. Dayîk ji mesela Meryemê çi dikarin hîn bin?

18 Meryem Nivîsarên Pîroz gelek rind zanibû. Ewê gelek qedirê Yehowa digirt û dostiya wê tevî Wî nêzîk bû. Meryemê hazir bû gura rêberiya Yehowa bike hingê jî, gava bona vê yekê lazim bû temamiya emirê xwe jî biguhêze (Lûqa 1:35-38, 46-55).

Hergê dê westiyaye yan jî hêrs e, jêra wê hê zêde xwegirtin lazim be, seva hindava neferên xwe bi hizkirin be (Binihêre abzasa 19) *

19 Dayîkno, hûn dikarin gelek tiştada çev bidine Meryemê. Lê ça? Ya pêşin, bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz û dua, dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Ya duda, hazir bin emirê xweda guhastina jî bikin, seva dilê Yehowa şa kin. Mesele, dibeke hûn usa hatine mezinkirinê, ku dê-bavê we zû hêrs diketin û gelek sert tevî we xeber didan. Bona we dikare normal be, wekî hûn jî tevî zarên xwe usa xeber din. Bona we dikare nehêsa be tevî zara usa bin, ça Yehowa dixwaze, dêmek hêrs nekevin û bi sebir bin tevî wan, îlahî gava ewana nesiya dikin çaxê hûn westiyayî ne (Efes. 4:31). Hingê wera hê zêde lazim e Yehowara dua bikin, wekî alî we bike xwe bigirin. Dayîkeke bi navê Lîdîya dibêje: “Cara çaxê kurê min gura min nedikir, min qayîm Yehowara dua dikir, wekî hêrse-hêrs tevî wî xeber nedim. Cara hela hê jî min xeberdana xwe nîvîda dibirî û dilê xweda alîkarî ji Yehowa dixwest. Dua alî min dike xwe bigirim û rihet bimînim” (Zeb. 37:5).

20. Hine dê rastî kîjan çetinaya tên, û ça ewan çetinaya dikarin safî kin?

20 Hine dê rastî çetinayîke usa tên, ku wanra nehêsa ye hizkirina xwe zarên xwera bidine kifşê (Tîto 2:3, 4). Menîk ew e, ku ewana malbeteke usada mezin bûne, ku dê-bavê wan tevî wan nêzîk nîbûne û hizkirina xwe wanra nedane kifşê. Hergê hûn usa hatine mezinkirinê, hûn gerekê mîna dê-bavê xwe wan şaşiya nekin. Dayîka ku gura Yehowada ne, gerekê hîn be zarên xwera hizkirinê bide kifşê. Ew yek nehêsa ye ku nihêrandina xwe, xeyset û kirê xwe biguhêzin. Lê ew yek tê standinê, û ew guhastin wê hin wêra, hin jî neferên wêra karê bîne.

GURA YEHOWADA BIMÎNIN

21-22. Li gora Îşaya 65:13, 14, em çi karê distînin çaxê gura Yehowa dikin?

21 Dawid Padşa zanibû, ku çiqas kar e çaxê meriv gura Yehowa dike. Ewî nivîsî: “Qanûnêd Xudan rast in, dilê mêriv şa dikin. Fermanêd Xudan zelal in, çevêd mêriv ronayî dikin. Xulamê Te pê wan tê xweykirinê, yê pêk tîne, xelata wî pir mezin e” (Zeb. 19:8, 11). Îro em dikarin bivînin firqiya orta wan merivada, yên ku gura Yehowa dikin û yên ku şîretên wîyî bi hizkirin înkar dikin. Ewên ku gura Yehowa dikin “ji fireya dil” distirên. (Bixûne Îşaya 65:13, 14.)

22 Çaxê rûspî, bav, û dayîk bi dil gura Yehowa dikin, ewana emirê xwe baş dikin, neferên xwe bextewar dikin, û yektiyêda civat jî hê qewî dibe. Lê ya lape ferz ew e, ku ewana dilê Yehowa şa dikin (Metlk. 27:11). Ji vê xelatê zêdetir dîsa çi dikare hebe!

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

^ abz. 5 Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çira em gerekê gura Yehowada bin. Emê usa jî şêwir kin ku ça rûspî, bav, dê, û hemûyên xweyîhukum dikarin hîn bin ji mesela Nehemiya, Dawid Padşa, û Meryema diya Îsa.

^ abz. 7 Vê gotarêda hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Rûspî tevî kurê xwe Oda Civatê teze dike, çawa Nehemiya avakirina dîwarên Orşelîmêda alîkarî dida.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bav tevî neferên xwe Yehowara bi dil û can dua dike.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gedê biçûk bi siheta lîstikê dilîze, lê dersên xweye mektebê hê nekiriye. Diya wî ji xebatê westiyayî vedigere, wî şîret dike, lê hêrs nakeve û giliyên sert nabêje.