Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36

Harmegedon Mizgînî ye!

Harmegedon Mizgînî ye!

“Wan[a] . . . ew . . . civandine wî ciyî ku . . . ‘Harmegedon’ tê gotinê” (EYAN. 16:16).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çira Harmegedon bona însanetê mizgînî ye? b) Kîjan pirsa emê vê gotarêda şêwir kin?

WE Bihîstiye ku meriv çaxê xebera “Harmegedon” dibihên, ewana hesab dikin, ku ew heye şerê bi atomê yan jî xezeba tebiyetê ya hemdinyayî? Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Harmegedon ew heye mizgînî û meniya şabûnê! (Eyan. 1:3). Çira? Çimkî bi rastî şerê Harmegedonê wê ne ku qira însanetê bîne, lê xilazbûnê bîne. Çi cûreyî?

2 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî şerê Harmegedonê wê însanetê xilaz ke bi vê yekê, ku serwêrtiyên meriva bide hildanê. Ev şer wê însanetê xilaz ke usa jî çaxê merivên xirab kuta ke, lê merivên rast xwey ke. Hin jî însanet wê xilaz be, çimkî ew şer wê qira wan meriva bîne, yên ku erdê xirab dikin (Eyan. 11:18). Seva ku wan tişta rind fem kin, were em cabên van çar pirsa şêwir kin: Çi ye Harmegedon? Çi wê biqewime pêşiya wî şerî? Ça em dikarin wedê Harmegedonê xilaz bin? Harmegedon îda gelek nêzîk dibe, ça em dikarin amin bimînin?

ÇI YE HARMEGEDON?

3. a) Xebera “Harmegedon” çi tê hesabê? b) Li gora Eyantî 16:14, 16, çira em dikarin bêjin, wekî Harmegedon raste-rast cîkî ser erdê nîne?

3 Bixûne Eyantî 16:14, 16. Xebera “Harmegedon” Kitêba Pîrozda tenê carekê tê xebitandinê, û ew gilî ser zimanê Îbranî tê hesabê “Çiyayê Megîdo” (Eyan. 16:16). Megîdo şeher bû Îsraêla berêda (Yêşû 17:11). Lê Harmegedon raste-rast navê tu ciyî nîne. Bi rastî ew heye ev derece, çaxê “hemû padşêd dinyayê” wê top bin, seva miqabilî Yehowa derên (Eyan. 16:14). Lê vê gotarêda, emê xebera “Harmegedon” usa jî bidine xebatê çaxê xeberdan here derheqa vî şerî, ku wê derbêra paşî civandina wan padşên dinyayê biqewime. Lê em ji ku zanin, wekî Harmegedon bi sîmbolîk tê hesabê cî? Ya pêşin, bi rastî çiyayê Megîdo tune ye. Ya duda, dor berê şeherê Megîdo haqas cî tune, ku “hemû padşêd dinyayê” û ordiyên wan çekên xweva, wêderê bicivin. Ya sisiya, çawa emê vê gotarêda pêbihesin, şerê Harmegedonê wê hingê destpêbe, çaxê “padşên” dinyayê miqabilî cimeta Xwedê derên, ku ser her çar qulbên dinyayê dijîn.

4. Çira Xwedê şerê xweyî xilaziyê û mezin, nav kir Megîdo?

4 Lê çira Yehowa şerê xilaziyêye mezin tevgirêdide tevî Megîdo? Megîdo û Newala Yîzreelê, ku nêzîkî wî şeherî bû, ciyên gelek şera bûn. Car-cara wan şerada Yehowa alî cimeta xwe dikir ku serkevin. Mesele, pê “avên Megîddo” Xwedê alî Barak hakim kir, wekî ordiya Kenaniya tevî serokê wan, dêmek Sîsera, alt ke. Barak û Debora pêxember, şikirî dane Yehowa, çimkî ewî bi keremet alî wan kir, ku wî şerîda serkevin. Kilamêda wana usa digot, “steyrkên ji ezmana” miqabilî Sîsera şer kirin, û “çemê Kîşonê wan maltin û birin” (Hakim. 5:19-21).

5. Şerê Harmegedonê wê çida cude be ji wî şerî, kîjanîda Barak serket?

5 Barak û Deborayê kilama xwe pê wan giliya xilaz kirin: “Ya Xudan, bira hemû neyarên te bi vî awayî tune bibin; lê belê yên ku te hiz dikin, bira bibin mîna roja ku hêza teda derdikeve!” (Hakim. 5:31). Wedê Harmegedonê jî, dijminên Xwedê wê qir bin, lê yên ku Xwedê hiz dikin wê xilaz bin. Lê nava wan du şerada firqî heye. Harmegedonêda cimeta Xwedê wê şer neke, û hela hê çekên wan jî wê tune bin! Qewata wan wê ew be, ku ewana rihet bimînin û bidine kifşê ku îtbariya xwe Yehowa û ordiya wîye ezmanî tînin (Îşa. 30:15; Eyan. 19:11-15).

6. Harmegedonêda Yehowa çi mêtoda dikare bide xebatê, seva dijminên xwe kuta ke?

6 Lê Xwedê wê Harmegedonêda ça qira dijminên xwe bîne? Ew dikare cûre-cûre mêtoda bide xebatê. Mesele, ew dikare erdhejê, teyrokê yan birûskê bide xebatê (Îb. 38:22, 23; Hezql. 38:19-22). Ew dikare usa bike, wekî dijminên wî miqabilî hev şer kin û qira hev bînin (2 Dîr. 20:17, 22, 23). Û ew usa jî dikare pê melekên xwe, xiraba bikuje (Îşa. 37:36). Xwedê çi jî yan kê jî bide xebatê, yeke ew wê serkeve. Hemû dijminên wî wê kuta bin, û hemû merivên rast wê xilaz bin (Metlk. 3:25, 26).

PÊŞIYA HARMEGEDONÊ ÇI WÊ BIQEWIME?

7-8. a) Li gora 1 Têsalonîkî 5:1-6, serwêrên dinyayê wê kîjan elametiya mexsûs bela kin? b) Çira ew elametî wê derewîke xof be?

7 Elametî ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, wê pêşiya destpêka “roja Yehowa, DT” bê elamkirinê. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:1-6.) 1 Têsalonîkî 5:2-da, “roja Yehowa” tê hesabê “tengasiya mezin” (Eyan. 7:14). Lê ça emê pêbihesin, wekî ew tengasiya mezin va îda wê destpêbe? Kitêba Pîroz dibêje, ku elametiya mexsûs wê bê elamkirinê. Ew elametî wê bibe nîşan, ku tengasiya mezin îda ber şêmîkê ye.

8 Li gora pêxembertiyê, wê bê elamkirinê, ku “dinê seqirî û bêxofî ye”. Lê çira serwêrên dinyayê wê evê yekê elam kin? Gelo wê serwêrên rêlîgiya jî tevî wan bibine yek? Dibeke jî. Çi jî hebe, yeke ew elametî wê derewa ji cina be. Lê ew derewî wê gelek xof be, çimkî wê meriva bixalifîne, yançi ewana îda bêxofiyêda nin, lê bi rastî wê ber şêmîka tengasiya here mezin bin, kîjan ku terîxiya însanetêda tu cara tune bûye. Belê, “hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa kulfeta hemle”. Lê xizmetkarên Yehowayî amin hingê wê ça bin? Rast e dibeke ewana ecêbmayî bimînin ku roja Yehowa nişkêva destpêbû, çimkî ewana wede nizanin, lê yeke ewana bona vê rojê wê hazir sekinî bin.

9. Çawa Xwedê wê dinya Şeytan kuta ke?

9 Lê Yehowa wê carekêva qira temamiya dinya Şeytan neyne, çawa wedê Nuhda kir. Yehowa wê pêşiyê pareke dinya Şeytan kuta ke, paşê jî kîjan ku maye. Ya pêşin, ew wê Babîlona Mezin, dêmek împêriya rêlîgiya qelp kute ke. Paşê îda wedê Harmegedonê, Yehowa wê para dinya Şeytan, ku maye kuta ke, ew heye sîstêma polîtîkî, eskerî, û komêrsî. Were em hê kûr derheqa wan du qewimandina şêwir kin.

10. Li gora Eyantî 17:1, 6, û 18:24, çira Yehowa wê Babîlona Mezin kuta ke?

10 “Dîwana . . . qava bi nav û deng”. (Bixûne Eyantî 17:1, 6; 18:24.) Ew qav, dêmek Babîlona mezin, navê Xwedê gelek bêhurmet dike. Ew derheqa Xwedê derewiya hîn dike. Ew tevî serwêrên dinyayê bi sîmbolîk qavtiyê dike, çimkî piştgiriya wan dike. Ew rêlîgiya qelp, qewata xwe û hukumê xwe dide xebatê, seva ji endemên xwe pera bistîne. Xêncî vê yekê, ewê xûna geleka rêtiye, usa jî xûna xizmetkarên Xwedê (Eyan. 19:2). Lê Yehowa wê ça Babîlona Mezin kuta ke?

11. Kê bi sîmbolîk tê hesabê “cenewirekî sorê gevez”, û Xwedê wê ça wî bide xebatê seva Babîlona Mezin kuta ke?

11 Yehowa wê pê “cenewirekî sorê gevez” û “dehe stirûyêd” wî, qira “qava bi nav û deng” bîne. Ew cenewir bi sîmbolîk tê hesabê organîzasiya “Miletên Yekbûyî”. Lê deh stirûyên wî, ew hene serwêrên polîtîkî, yên ku piştgiriya vê organîzasiyê dikin. Ew serwêrên polîtîkî, wî wedê ku Xwedê kifş kiriye, wê miqabilî Babîlona Mezin derên. Ewana wê “destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin”, bi vê yekê ku hemû hebûka wê talan kin, û xirabiya wê ber hemûya eşkere kin (Eyan. 17:3, 16). Kutakirina wê qavê, ça bêjî wê rojekêda be, û lema bona wan, yên ku piştgiriya wê dikin, ew yek wê ecêbmayî be. Çira? Çimkî ew gelek wext xwe qure dike û dibêje: “Ez çawa padşa rûniştî me, û ne jinebî me, tu car ezê şînê nebînim” (Eyan. 18:7, 8).

12. Yehowa wê çi nehêle serwêrên dinyayê bikin, û çira?

12 Xwedê wê nehêle, wekî serwêrên dinyayê cimeta wî kuta kin. Cimeta Yehowa bi firnaqî navê wî hildane ser xwe, û gura temiya wî kirine ku ji Babîlona Mezin derketine (Kar. Şand. 15:16, 17; Eyan. 18:4). Ewana usa jî aliyê xweda her tiştî dikin, seva alî merivên din jî bikin ji Babîlona Mezin aza bin. Lema jî xizmetkarên Yehowa wê “ji belayêd wê parê nestînin”. Lê yeke baweriya wan wê bê cêribandinê.

Firqî tune cimeta Yehowa kîderê be, ewana wê bi temamî îtbariya xwe Xwedê bînin, gava miqabilîbûn destpêbe (Binihêre abzasa 13) *

13. a) Kê ye Gog? b) Li gora Hezeqêl 38:2, 8, 9, wê çi bibe menî, ku Gog miqabilî cimeta Xwedê derê?

13 Peyketina Gog. (Bixûne Hezeqêl 38:2, 8, 9.) Paşî kutakirina hemû rêlîgiyên qelp, cimeta Xwedê wê bibe mîna baxeke ku wedê firtone xilaz bûye. Şeytan hingê wê gelek hêrs keve. Ew wê hêrsa xwe bi vê yekê birêje, ku propaganda cina, dêmek “giliyên heram” bide xebatê, seva koalîsya dewleta, dêmek yektiya hemû serwêrên dinyayê, hêlan ke ku pey xizmetkarên Yehowa keve (Eyan. 16:13, DT, 14). Ew koalîsya dewleta tê navkirinê “Gog ji erdê Magogê”. Çaxê ew miqabilî cimeta Yehowa derê, hingê şerê Harmegedon wê destpêbe (Eyan. 16:16).

14. Gog wê çi fem ke?

14 Gog wê îtbariya xwe destê xweyî “goşt” bîne, dêmek ordiya xweye mezin (2 Dîr. 32:8). Lê emê îtbariya xwe Yehowa Xwedê bînin, çi ku wê ber çevê mileta bêhişî be. Çira? Çimkî xudanên Babîlona Mezine berê, ku qewat bû, ewana xilaz nekirin ji “cenewir” û “dehe stirûyêd” wî! (Eyan. 17:16). Lema jî Gog wê bifikire, ku wê hêsa qira me bîne. Ew wê “mîna ewirekî” ku erdê dadide, pey cimeta Yehowa keve (Hezql. 38:16). Lê Gog wê zûtirekê bivîne, wekî ew ketiye telikê û nikare xilaz be. Mîna Firewin ber Bera Sor, Gog wê pêbihese, wekî ew miqabilî Yehowa şer dike (Derk. 14:1-4; Hezql. 38:3, 4, 18, 21-23).

15. Wedê şerê Harmegedonê Îsa wê çi bike?

15 Mesîh û ordiyên wîyî ezmana, wê cimeta Xwedê xilaz kin, lê Gog ordiyên wîva wê qir kin (Eyan. 19:11, 14, 15). Lê çi wê biqewime tevî dijminê Yehowayî sereke, Şeytan, yê ku pê propaganda qelp serwêrên dinyayê xapandin, seva ewana şerê Harmegedonêda miqabilî cimeta Xwedê derkevin? Îsa wî û cinên wî, wê bavêje “geliyê hey-wayê”, kîderê ku ewana wê hezar salî girtî bin (Eyan. 20:1-3).

ÇA TU DIKARÎ WEDÊ ŞERÊ HARMEGEDONÊ XILAZ BÎ?

16. a) Em ça didine kifşê, ku “Xwedê nas” dikin? b) Hergê em Yehowa nas dikin, ew yek wê ça wedê Harmegedonê bona me kerem be?

16 Firqî tune em gelek wext rastiyêda nin yan teze, seva em xilaz bin em gerekê bidine kifşê, ku “Xwedê nas” dikin û “gura Mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa, DT”, dikin (2 Têsln. 1:7-9). Em Xwedê nas dikin, hergê zanin ew çi hiz dike û çi hiz nake, û hergê prînsîpên wî zanin. Em usa jî îzbat dikin ku wî nas dikin, gava wî hiz dikin, gura wî dikin û bi temamî tenê wî dihebînin (1 Yûhn. 2:3-5; 5:3). Çaxê em didine kifşê, ku Xwedê nas dikin, ew qedirekî usa dide me, ku em jî “aliyê wîva naskirî” ne, û ew yek wê me wedê Harmegedonê xilaz ke (1 Korn. 8:3). Çira? Çimkî hergê em “aliyê wîva naskirî” ne, ew tê hesabê ku Xwedê me qebûl dike.

17. Çi tê hesabê “gura Mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa” bikin?

17 “Mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa”, usa jî tê hesabê hemû rastiyên ku Îsa hîn dikir, kîjan ku em Xebera Xwedêda dixûnin. Emê bidine kifşê ku gura vê mizgîniyê dikin, hergê wan tişta emirê xweda bidine xebatê. Ew tê hesabê Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin, gura prînsîpên Xwedê bikin, û mizgîniya Padşatiyê bela kin (Met. 6:33; 24:14). Ew usa jî tê hesabê piştgiriya Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî bikin, cabdariyên wanî ferzda (Met. 25:31-40).

18. Mesîhiyên bijartî wê çi cûreyî xelat kin wana, yên ku piştgiriya wan dikin?

18 Xizmetkarên Xwedê yên bijartî, wê zûtirekê “pezêd . . . din” xelat kin, bona qenciya wan, dêmek piştgiriya wan (Yûhn. 10:16). Lê çawa? Pêşiya destpêka şerê Harmegedonê, hemû 144 000 yên bijartî îda wê ser ezmana bin, çawa ruhên nemirî. Ewana hingê wê bibine para ordiya ezmanî, kîjan ku wê qira Gog bîne, lê “elaleteke . . . mezin”, dêmek cimeta Yehowa xilaz ke (Eyan. 2:26, 27; 7:9, 10). Belê, hingê ew elaleta mezin wê çiqas şa be, ku qedirekî usa bal wan hebû, wekî piştgiriya Mesîhiyên bijartî dikirin, heta ku ewana ser erdê bûn.

ÇAWA EM DIKARIN AMIN BIMÎNIN GAVA XILAZÎ ÎDA NÊZÎK E?

19-20. Nava tengasiyada ça em dikarin amin bimînin, gava Harmegedon gelek nêzîk e?

19 Wedê wan rojên axiriyêda, gelek xizmetkarên Yehowa rastî tengasiya tên. Lê nava wan tengasiyada jî em dikarin bi şabûnê sebir kin (Aqûb 1:2-4). Bona vê yekê, mera lazim e her gav bi dil û can dua bikin (Lûqa 21:36). Lê em gerekê usa jî li gora duayên xwe tiştekî bikin, dêmek Xebera Xwedê her roj lêkolîn bikin, ser bifikirin, û derheqa pêxembertiyên ku zûtirekê gerekê bêne sêrî, lêkolîn bikin (Zeb. 77:12). Hergê em wan tişta bikin û xizmetiyêda xîret bin, emê baweriya xwe û hêviya xwe qewî xwey kin!

20 Bifikirin ku hûnê çiqas şa bin û ecêbmayî bimînin gava Babîlona Mezin kuta be û şerê Harmegedon derbaz be! Lê bidine ber çevê xwe, emê ça bextewar bin, gava navê Xwedê bê hurmetkirinê û îzina serwêrtiya wî bi temamî bê îzbatkirinê! (Hezql. 38:23). Belê, rastî jî Harmegedon mizgînî ye bona wan, yên ku Xwedê nas dikin, gura Kurê wî dikin û heta xilaziyê amin dimînin! (Met. 24:13).

KILAMA 143 Berdewam Xizmet kin

^ abz. 5 Cimeta Yehowa îda gelek wext hîviya Harmegedonê ye. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çi ye Harmegedon, çi wê biqewime pêşiya Harmegedonê, û ça em dikarin amin bimînin gava ew roj îda nêzîk e.

^ abz. 71 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Qewimandinên mexsûs wê biqewimin dor berê me. Çaxê elam kin ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, emê heta me heye bi xîret xizmet bikin. Çaxê rêlîgiya qelp bê kutakirinê, emê aliyê ruhanîda hînbûna xwe berdewam kin. Çaxê Gog miqabilî me derê, emê dîsa jî îtbariya xwe Xwedê bînin, ku ew wê me xilaz ke.

^ abz. 85 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Polîs diçin dikevine mala Mesîhiya, yên ku bawer dikin, ku Îsa û melekên wî haş pê hene ku çi diqewime.