Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38

“Werine cem Min ... û Ezê Rihetiyê Bidime We”

“Werine cem Min ... û Ezê Rihetiyê Bidime We”

“Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we” (MET. 11:28).

KILAMA 17 “Dixwazim”

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora Metta 11:28-30, Îsa çi soz da?

ÎSA sozekî gelek dilgerm da elaletê, ya ku guh dida wî. Ewî gote wan: “Werine cem min . . . û ezê rihetiyê bidime we”. (Bixûne Metta 11:28-30.) Ew sozê wî pûç nîbû. Mesele, bifikirin derheqa kirê wî hindava jinekê, ku bi nexweşiya giran nexweş bû.

2. Îsa bona jinka nexweş çi kir?

2 Ew jinik gelek dilteng bû, çimkî hewcê alîkariyê bû. Ew çûbû bal gelek hekîma, seva xwe qenc ke. Lê tu tiştî alî wê nekiribû, û ew 12 sala ji bo vê nexweşiya xwe diçerçirî û li gora Qanûna Mûsa ew nepaqij dihate hesabê (Qan. Kah. 15:25). Paşê ew pêhesiya ku Îsa nexwaşa qenc dike, û çû wî bigere. Çaxê ewê Îsa dît, destê xwe da rîşiyên kincê wî, û derbêra qenc bû! Îsa ne tenê sihet-qewata wê qenc kir, lê ewî pê xeberdana xweye tevî wê, qedirê wê bilind kir. Mesele, xeberdanêda ewî gilîkî bi qedir û germ jêra got, “evdê”. Bidine ber çevê xwe, ew jinik rihetîke çiqas mezin stand û ça şidiya! (Lûqa 8:43-48).

3. Kîjan pirsa emê şêwir kin?

3 Dîna xwe bidinê, ku ew jinik xwexa çû bal Îsa, dêmek ewê xwexa gava pêşin avît. Îro jî usa ne, pêşiyê gerekê em xwexa gavê bavêjin, wekî bêne bal Îsa. Femdarî ye, wedê meda Îsa bi keremet nexweşiyên wan meriva qenc nake, yên ku têne cem wî. Lê ew îro jî me teglîf dike: “Werine cem min . . . û ezê rihetiyê bidime we”. Vê gotarêda, emê caba van pênc pirsa pêbihesin: Ça em dikarin bêne bal Îsa? Îsa çi dixwest bigota bi wan giliya: “Nîrê min hildine ser xwe”? Em ji Îsa çi dikarin hîn bin? Çira şixulê ku ewî daye me, me dişidîne û qewî dike? Û ça em dikarin berdewam kin bin nîrê Îsada rihetiyê bivînin?

“WERINE CEM MIN”

4-5. Çi cûreyî em dikarin bêne bal Îsa?

4 Gavek ku em ça dikarin bêne cem Îsa ew e, ku hê zêde derheqa wî pêbihesin, dêmek ewî çi digot û çi dikir (Lûqa 1:1-4). Tu kes dewsa me nikare vê yekê bike, lema em gerekê xwexa lêkolîna bikin. Em usa jî têne bal Îsa, çaxê safî dikin ku bêne nixumandinê û dibine şagirtên wî.

5 Em usa jî têne cem Îsa çaxê diçin bal rûspiya, gava mera alîkarî lazim e. Îsa “pêşkêş bi cûrê meriva, DT” dide xebatê, seva miqatî pezên wî bin (Efes. 4:7, 8, 11; Yûhn. 21:16; 1 Pet. 5:1-3). Lê em xwexa gerekê nêzîkî rûspiya bin, seva alîkariyê ji wana bixwazin. Femdarî ye, rûspî nikarin fikirên me bixûnin û bizanibin em hewcê çi ne. Dîna xwe bidinê, birakî bi navê Cûlîan çi dibêje: “Ez gerekê ji bo sihet-qewata xwe ji Beytelê biçûma. Û hevalekî min şîret da min, wekî herim bal rûspiya, serlêdana şivantiyê bixwazim. Pêşiyê ez difikirîm ku minra ew yek nelazim e. Lê paşê min alîkarî xwest, û wana teseliya min kir. Ew teseliya wan pêşkêşeke lape qîmet bû bona min”. Rûspiyên amin dikarin alî me bikin, wekî em “nêt-fikira Mesîh” bizanibin, dêmek fem kin û çev bidine fikir û nihêrandina wî (1 Korn. 2:16; 1 Pet. 2:21). Ew rastî jî aliyê wanda pêşkêşeke gelek qîmet e bona me.

“NÎRÊ MIN HILDINE SER XWE”

6. Îsa çi dixwest bigota bi wan giliya: “Nîrê min hildine ser xwe”?

6 Çaxê Îsa got: “Nîrê min hildine ser xwe”, diqewime ewî dixwest bigota, ku “Hukumê min qebûl kin”. Usa jî dibeke ewî dixwest bigota “Tevî min, bin nîrekîda bin, û emê tevayî bona Yehowa bixebitin”. Çi jî ewî dixwest bigota, yeke tê kifşê, seva ku nîr hildin lazim e tiştekî bikin.

7. Li gora Metta 28:18-20, kîjan şixul mera hatiye dayînê, û çida em dikarin dudilî nebin?

7 Em teglîfkirina Îsa qebûl dikin, çaxê emirê xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê. Ew teglîfkirin bona hemû meriva ye, û lema Îsa wê tu car înkar neke merivên dilsax, yên ku dixwazin Xwedêra xizmet kin (Yûhn. 6:37, 38). Hemû şagirtên Mesîhra qedirekî gelek mezin hate dayînê, ku tevî Îsa wî şixulî bikin, kîjan ku Yehowa da wî. Û em dikarin dudilî nebin, wekî Îsa wê timê tevî me be û alî me bike, ku wî şixulî bînin sêrî. (Bixûne Metta 28:18-20.)

“JI MIN HÎN BIN”

Mîna Îsa meriva geş kin û rihetiyê bidine wan (Binihêre abzasa 8-11) *

8-9. Çira merivên milûk nêzîkî Îsa dibûn, û kîjan pirsa em gerekê bidine xwe?

8 Merivên milûk nêzîkî Îsa dibûn, çimkî wana xweş dihat tevî wî bin (Met. 19:13, 14; Lûqa 7:37, 38). Lê çira? Dîna xwe bidin firqiya orta Îsa û Fêrisiya. Ew serwêrên dînê cihûya dilsar û qure bûn (Met. 12:9-14). Lê Îsa dilgerm û milûk bû. Fêrisî diketine heyra xwe û babax bûn, çimkî nava cimetêda ciyê bilind digirtin. Lê Îsa tiştên usa qebûl nedikir, û ewî şagirtên xwe hîn dikir, wekî milûk bin û kara meriva bigerin (Met. 23:2, 6-11). Fêrisiya usa hukumê xwe didane xebatê, ku meriva ji tirsê gura wan dikirin, seva aliyê wanda neyêne cezakirinê (Yûhn. 9:13, 22). Lê Îsa pê kirên xwe û giliyên şîrin meriv dişidandin û barê wan sivik dikir.

9 Lê hûn çev didine Îsa? Pirsa bidine xwe: “Meriv min usa nas dikin ça kesê nerm û milûk? Ez bona meriva bi dil û can şixulên nimiz dikim? Ez merivara heyf im?”

10. Merivên ku tevî Îsa hevkarî dikirin, xwe tevî wî ça texmîn dikirin?

10 Îsa yekî bi edil bû û tevî wî hewas bû şixulkariyê bikin, û ewî hiz dikir şagirtên xwe hîn ke (Lûqa 10:1, 19-21). Ewî dil dida şagirtên xwe, wekî pirsa bidine wî, û xwexa jî pirs dida wan, çimkî dixwest fikirên wan pêbihese (Met. 16:13-16). Çawa kulîrik baxçê başda şîn dibin û ji sur-sermê xweykirî ne, usa jî şagirtên Îsa tevî wî geş dibûn. Wana dîna xwe didanê, ku Îsa ça hîn dike û wana xwexa jî berên baş dianîn, dêmek kirên baş dikirin.

Hevalhiz bin û xwe usa bigirin, ku merivara hêsa be nêzîkî we bin

Xîret bin

Milûk û xebathiz bin *

11. Em kîjan pirsa gerekê bidine xwe?

11 Hergê hukumê we heye, pirsên usa bidine xwe: “Malda yan jî xebatêda meriv tevî min xwe rind texmîn dikin? Ez edilayê xwey dikim? Ez xwe usa digirim ku meriv hêsa bikaribin pirsa bidine min? Ez bi dil û can fikirên wan dibihêm?”. Em tu car naxwazin bibine mîna Fêrisiya, yên ku hêrs diketin çaxê meriv wanda dudilî dibûn, û bêrem bûn hindava wanda, yên ku mîna wan nedifikirîn (Marq. 3:1-6; Yûhn. 9:29-34).

“EZÊ RIHETIYÊ BIDIME WE”

12-14. Çira em geş û qewat dibin, çaxê şixulê ku Îsa daye me, tînin sêrî?

12 Çira em rihetiyê distînin û geş dibin, çaxê wî şixulî dikin, kîjan ku Îsa da me? Gelek menî hene, lê were em tenê çend meniya şêwir kin.

13 Serkarên me lape baş in. Yehowa Serkarê meyî Herî Mezin, ne axakî bêşêkir û dilsar e. Ew şixulê me qîmet dike (Îbrn. 6:10). Û ew qewatê dide me, kîjan ku mera lazim e, seva şixulê wî bînin sêrî (2 Korn. 4:7; Galt. 6:5). Padşayê me Îsa, meseleke lape baş mera hîştiye, ku em gerekê hindava merivada ça bin (Yûhn. 13:15). Rûspiyên ku şivantiyê me dikin, çev didine “serekşivan”, dêmek Îsa (Îbrn. 13:20; 1 Pet. 5:2). Ewana ser xwe dixebitin seva hindava hemûyada heyf bin, me qewî kin û mêrxas bin, çimkî ewana me hîn dikin û miqatî me dibin.

14 Hevalên meyî lape baş hene. Vê dinyayêda hevalên tu kesî usa delal û bi hizkirin nînin çawa hevalên me, û şixulekî usa tu kes nake, çi ku em dikin. Hela bifikirin: Qedirekî meyî usa heye, ku em tevî wan meriva hevkariyê dikin, yên ku nav-namûs dijîn, lê xwe ji kesekî çêtir hesab nakin. Ewana aqil in û feresetên wane baş hene, lê milûk in û meriva ser xwera digirin. Ewana me ne tenê ça hevalxebatçî hesab dikin, lê ça dost. Û hizkirina wan hindava me usa qewî ye, ku ewana hela hê hazir in emirê xwe jî bona me bidin!

15. Em gerekê ça bin hindava şixulê ku em dikin?

15 Em şixulekî lapî baş dikin. Em meriva rastiya derheqa Yehowa hîn dikin û derewên Mîrê-cina eşkere dikin (Yûhn. 8:44). Şeytan pê derewên xwe derdên meriva zêde dike û emirê wan bêhêvî dike. Mesele, ew dixwaze me bide bawerkirinê, wekî Yehowa gunên me nabaxşîne û me hiz nake. Lê bi rastî çaxê em têne bal Mesîh, gunên me têne baxşandinê û Yehowa jî me her kesî gelek hiz dike. Derewên Şeytan rastî jî meriva diqurufînin! (Rom. 8:32, 38, 39). Lê em şabûneke mezin distînin, çaxê alî meriva dikin ku îtbariya xwe Yehowa bînin, û çaxê em divînin ewana ça bextewar dibin!

BERDEWAM KIN BIN NÎRÊ ÎSADA RIHETIYÊ BISTÎNIN

16. Barê Îsa ça cude dibe ji barên mayîn, ku em mecbûr dibin hildin?

16 Barê ku Îsa dibêje me hildin, cude dibe ji barên mayîn ku em mecbûr in hildin. Mesele, xilaziya rojê, çaxê em ji xebatê tên, em ne tenê westiyayî ne, lê lezetê jî navînin. Lê çaxê em wedê xwe xerc dikin, gava diçin Yehowara û Mesîhra xizmet dikin, em bi şabûnê tije û dilrihet vedigerin. Dibeke çaxê em paşî xebatê westiyayî ne, zorê xwe dikin herin civatê. Lê çaxê em ji civatê vedigerin mal, em geş û bi qewata teze vedigerin. Em hingê jî lezetê divînin çaxê ji xizmetiyê vedigerin û çaxê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Ew şabûn û qewata ku em distînin, pir bilind e himberî cefê me.

17. Çira em gerekê ser dereca xwe rast binihêrin û fesal bin?

17 Em gişk gerekê fem bikin ku qewata me bi sînor e. Lema jî em gerekê miqatî xwe bin û serwaxt bin, hela em wede û qewata xwe ser çi xerc dikin. Mesele, em dikarin qewata xwe xerc kin ser topkirina hebûkê. Dîna xwe bidinê, Îsa çi gote mêrekî dewletî, yê ku ji wî pirsî: “Ez çi bikim, wekî jiyîna heta-hetayê war bim?”. Ewî mêrikî gura Qanûnê dikir, û ça tê kifşê merivekî heyf bû, çimkî kitêba Marqosda tê gotinê ku Îsa “ew hiz kir”. Îsa ew serwêrê cahil teglîf kir bi wan giliya: “Here çî te heye bifiroşe û pey min were”. Ewî mêrikî dixwest pey Îsa biçûya, lê “gelek hebûka” wî hebû û ça tê kifşê ewî hebûka xwe nikaribû ji destê xwe berda (Marq. 10:17-22). Ewî qebûl nekir ku nîrê Îsa hilde û berdewam kir “Hebûkêra” xulamtiyê bike (Met. 6:24). Lê weyê çi bijbarta?

18. Em cara gerekê çi bikin û çira?

18 Car-cara lazim e em xwe bicêribînin hela emirê meda çi ciyê pêşin digire. Lê çira? Çimkî usa emê bizanibin hela em qewata xwe bi bîlanî xerc dikin yan na. Dîna xwe bidinê, birakî meyî cahil Mark çi dibêje: “Gelek sala ez difikirîm ku ez pey hebûkê nakevim. Ez pêşeng bûm, lê min hê zêde qewat û wedê xwe xerc dikir seva pera çêkim û hê baş bijîm. Min dixwest bizanibim ku çira emirê min usa bargiran bûye. Paşê min fem kir, wekî pêşiyê ez kara xwe digerim û dikevime heyra xwestinên xwe, lê bona Yehowa tenê wî wede û qewata xwe xerc dikim, çi ku dimîne”. Mark nihêrandina xwe û jîyîna xwe guhast, seva ku hê zêde Yehowara xizmet bike. Ew dibêje: “Cara ez bona pera berxwe dikevim, lê pê alîkariya Yehowa û Îsa, ez hiş-aqilê xwe didime ser xizmetiya Yehowara”.

19. Çira ferz e nihêrandina me rast be?

19 Emê ji nîrê Îsa rihetiyê û qewatê bistînin, hergê sê tişta bikin. Ya pêşin, em gerekê nihêrandina rast xwey kin. Em şixulê Yehowa dikin, lema jî gerekê ewî şixulî usa bikin ça wî xweş tê. Em xebatçî ne, lê Yehowa axayê me ye (Lûqa 17:10). Hergê bin nîrda ga miqabilî rêberiya xwayê xwe dertê, û zorê dixwaze riya xweda here, ew ziyanê dide xwe û xwe diçerçirîne. Mîna vê yekê, hergê em şixulê Yehowa usa bikin ça em dixwazin, emê nîrê xwe bargiran kin. Belê, lê çaxê em her tiştî usa bikin ça Yehowa dixwaze û ça ew rêberiyê dide me, emê bikaribin tiştên usa bikin, ku me tirê em nikarin. Bîr nekin ku tu kes nikare riya Yehowa bigire, ku qirara xwe bîne sêrî! (Rom. 8:31; 1 Yûhn. 4:4).

20. Çaxê em dikevine bin nîrê Îsa, nêta me gerekê çi be?

20 Ya duda, pê nêta rast şixul bikin. Nêta me ew e, wekî pesina bidine Bavê xweyî hizkirî Yehowa. Merivên qirna yekêda, yên ku tima û xwehiz bûn, û tenê kara xwe digeriyan, zûtirekê bûne bêbext û nîrê Îsa hîştin (Yûhn. 6:25-27, 51, 60, 66; Fîlî. 3:18, 19). Lê ewên ku bi dilê temiz Xwedê û meriv hiz dikirin, temamiya emirê xweda bextewar bûn, çimkî ew nîr hildan, û hêviya wan hebû ku tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Emê jî bextewar bimînin, hergê pê nêta rast û bi dilê sax nîrê Îsa hildin.

21. Li gora Metta 6:31-33, çida em dikarin dudilî nebin?

21 Ya sisiya, baweriya xwe xwey kin. Me emirekî usa bijart, ku em gelek tişt ji xwe kêm dikin û şixulê giran dikin. Îsa pêşda mera got, wekî emê bêne zêrandinê. Lê em gerekê bawer kin û bîr nekin, ku Yehowa wê qewatê bide me seva hemû tengasiyada sebir kin. Em çiqas zêde sebir dikin, haqas baweriya me wê hê qewî be û emê bişidin (Aqûb 1:2-4). Em usa jî bawer dikin, wekî Yehowa wê alî me bike gava em tiştekîda hewce bin, usa jî Îsa wê miqatî me be, û xûşk-birên me jî wê me bişidînin. (Bixûne Metta 6:31-33; Yûhn. 10:14; 1 Têsln. 5:11). Belê, hemû tiştên me hene çi ku mera lazim e, seva çetinayada sebir kin.

22. Em bona çi gerekê razî bin?

22 Jinka ku Îsa lê qenc kir, hema vê rojê rihetî stand û geş bû. Lê hergê ew bûye şagirta Mesîh, ewê heta-hetayê geş bimîne. Lê bi texmîna we ew pey Îsa çû? Hergê ewê bijartiye ku nîrê Îsa hilde ser xwe, bidine ber çevê xwe ku ewê xelateke çiqas mezin standiye, dêmek tevî Îsa ser ezmana ye! Her tişt çi ku ewê ji xwe kêm kiriye û qurban kiriye bona Îsa, nayê beramberîkirinê tevî vê keremê, çi ku ewê standiye! Firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê yan ser ezmana ye, yeke emê gelek bextewar û razî bin, ku me qebûl kiriye ev teglîfkirina Îsa: “Werine cem min”!

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

^ abz. 5 Îsa me teglîf dike, wekî bêne cem wî. Lê çi em gerekê bikin, seva teglîfkirina wî qebûl kin? Caba vê pirsê emê vê gotarêda pêbihesin. Ew gotar wê usa jî bîne bîra me, ku çaxê tevî Mesîh hevkariyê dikin ça em dikarin rihetiyê û dilbîniyê bistînin.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa bi cûre-cûre metoda meriva geş dike û rihetiyê dide.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çawa ku Îsa, birak bi cûre-cûre tişta meriva geş dike.