Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

Yehowa Xizmetkarên Xweyî Milûk Qîmet Dike

Yehowa Xizmetkarên Xweyî Milûk Qîmet Dike

“Xudan . . . yêd nimize belengaz dibîne” (ZEB. 138:6).

KILAMA 48 Em Her Roj Rê Herin Tevî Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa ça dinihêre ser merivên milûk? Şirovekin.

YEHOWA merivên milûk gelek hiz dike. Tenê heleqetiya wan meriva yên ku bi rastî milûk in, tevî Yehowa gelek nêzîk û şîrin e, lê “kubara” ew “dûrva nas dike” (Zeb. 138:6). Her kes ji me dixwaze dilê Yehowa şa ke û hizkirina wîye germ texmîn ke. Belê, meniyên meye ferz hene, seva milûk bin.

2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Vê gotarêda emê şêwir kin caba wan sê pirsa: 1) Çi ye milûktî? 2) Çira em gerekê milûk bin? 3) Û kengê mera dikare çetin be milûk bimînin? Emê usa jî pêbihesin, ku çaxê em milûk in, em dilê Yehowa şa dikin û xwexa jî karê distînin (Metlk. 27:11; Îşa. 48:17).

ÇI YE MILÛKTÎ?

3. Çi ye milûktî?

3 Merivê milûk xwe ser merivara nagire, û qurebûn û babaxî nav wîda tune. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî merivê milûk fem dike, ku Yehowa ji wî zortir e, û nihêrandina wî hindava meriva rast e. Ew usa jî fem dike, ku her merivek tiştekîda ji wî baştir e (Fîlî. 2:3, 4).

4-5. Çira merivên ku milûk têne kifşê, dikarin bi rastî qure bin?

4 Hine meriv tenê têne kifşê, ku milûk in. Mesele, ewana dibeke şermoke ne, yan jî hindava merivada bi qedir in û merîfet in, çimkî dê-bavê wan ewana usa hîn kirine. Lê dilê xweda, ewana dikarin gelek qure bin. Merivên usa, zû yan dereng, wê eyan bin ku dilda bi rastî ça nin (Lûqa 6:45).

5 Hene merivên usa jî, yên ku xweda bawer in, yan jî ser xwe ne, lê ew nayê hesabê, ku ewana qure ne (Yûhn. 1:46, 47). Lê yeke merivên usa gerekê fesal bin, wekî ser hiş-aqilê xwe îtbar nîbin. Firqî tune em  merivne şermoke ne yan ser xwe ne, em gişk jî gerekê ser xwe bixebitin, wekî dilê xweda milûk bin.

Pawlosê şandî yekî milûk bû û xwe ser merivara nedigirt (Binihêre abzasa 6) *

6. Li gora 1 Korintî 15:10, em çi dikarin ji mesela Pawlos hîn bin?

6 Dîna xwe bidine mesela Pawlos. Yehowa bi saya Pawlos gelek şeherada civatên teze saz kir. Hela hê jî diqewime Pawlos xizmetiyêda ji şandiyên Îsa zêdetir kiribû. Lê yeke ew nedifikirî, wekî ew ji bira çêtir e û ewî xwe ser wanra nedigirt. Ewî bi milûktî anî ser xwe: “Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand” (1 Korn. 15:9). Paşê, Pawlos got wekî heleqetiya wî tevî Yehowa baş e, ne ji bo hunurên wîyî baş yan jî şixulên wî, lê bi saya qenciya Xwedêye mezin. (Bixûne 1 Korintî 15:10.) Pawlos bi nema xweye Korintiyara, milûktiyêda mesela baş hîşt. Rast e hinekên wê civatêda xwe ser wîra digirtin, lê yeke ewî payê xwe nedida (2 Korn. 10:10).

Karl Klêyn bira, kîjan ku endemê Koma Rêberiyê bû, birakî milûk bû (Binihêre abzasa 7)

7. Çawa birakî navdar milûktî da kifşê? Meselê bînin.

7 Gelek xizmetkarên Yehowa dişidin pê serhatiya Karl Klêyn bira, yê ku berê endemê Koma Rêberiyê bû. Klêyn bira serhatiya xweda bi milûktî û bi dilê sax derheqa gelek kêmasî û çetinayên xwe gilî kir, ku nava gelek salada dîtibû. Mesele, xizmetiya mal bi mal jêra usa çetin bû, ku çaxê ewî sala 1922 cara pêşiyê xizmet kir, paşî vê yekê ewî îda du sala mal bi mal xizmet nekir. Paşê, çaxê ewî Beytelêda xizmet dikir, birakî ew şîret kir, lê ew hêrs ket û ji bira xeydî. Usa jî ew ketibû dêprêsiya giran, lê paşê qenc bû. Yeke cabdariyên wîyî ferz jî hebûn, ji kîjana ewî şabûn distand. Bifikirin, geleka Klêyn bira nas dikirin, lê ew merivekî çiqas milûk bû, ku bi dilê sax derheqa kêmasî û sistbûnên xwe gilî kir! Gelek xûşk-bira bi dil û can tînin bîra xwe wî û serhatiya wî, kîjan ku ewî bi dilê helal gilî kir. *

ÇIRA EM GEREKÊ MILÛK BIN?

8. Çawa 1 Petrûs 5:6 alî me dike ku em fem kin, wekî milûktî dilê Yehowa şa dike?

8 Meniya lape ferz, ku çira em gerekê milûk bin, ew e, ku em bi vê yekê dilê Yehowa şa dikin. Petrûsê şandî ew yek eşkere da kifşê. (Bixûne 1 Petrûs 5:6.) Kitêbêda “Were Bibe Şagirtê Min”, derheqa wan giliyên Petrûs tiştekî usa tê gotinê: “Qurebûn mîna jerê ye, kîjan ku axirîke gelek xirab tîne. Ew hunur, merivê gelek aqil û zên jî, dikare ber çevê Xwedê bike bêkêr. Lê milûktî dikare merivê nimiz û belengaz, ber çevê Yehowa bike yekî gelek kêrhatî. . . . Xwedê wê şa be te xelat ke, hergê tu merivekî milûk bî”. * Rastî jî wê çêtir çi heye, ku em dikarin dilê Yehowa şa kin! (Metlk. 23:15).

9. Çawa milûktî meriva nêzîkî me dike?

9 Em çaxê milûk in, usa em hin dilê Yehowa şa dikin, hin jî xwexa gelek karê distînin. Hergê em milûk in, meriv wê bixwazin nêzîkî me bin. Seva em fem kin ku ew yek çira usa ne, xwe daynin dewsa merivên din (Met. 7:12). Tu kes ji me hiz nake tevî wan meriva nêzîk be, yên ku tenê ya xwe dikin û naxwazin şîreta qebûl kin. Lê me xweş tê tevî wan meriva bin, yên ku dilşewat in, meriva hiz dikin, rem û şkestî ne (1 Pet. 3:8). Çawa ku em dixwazin nêzîkî merivên usa bin, usa jî meriv wê bixwazin nêzîkî me bin, hergê em milûk bin.

10. Çira merivên milûkra hêsa ye problêmada berxwe nekevin?

10 Milûktî usa jî emirê me diha hêsa dike. Mesele, cara emirê meda tiştên usa diqewimin, ku em difikirin wekî ew nerastî ye, gerekê usa nîbûya. Silêman Padşa merivekî bîlan bû. Ewî got: “Min dîtiye xulam ser hespa ne, lê serok mîna xulama niga diçin” (Waîz 10:7, DT). Merivên ku gelek aqil in û feresetên wan hene, ne her gav paya û hurmetê distînin. Lê cara merivên ku ne berbiçev in û feresetên wan kêm hene, hê zêde qedir-hurmetê distînin. Lê yeke Silêman fem dikir, wekî bîlanî ye hergê merî bi rêalî binihêre ser emirê xwe, û berxwe nekeve derheqa tiştên ku emirê wîda diqewimin (Waîz 6:9). Hergê em milûk in, mera wê hêsa be emirê xweda qebûl kin wan tişta, çi ku em hesab dikin ku gerekê usa nîbûya.

ÇIÇAX DIKARE ÇETIN BE KU MILÛK BIN?

Çira çetin e dereca usada milûk bimînin? (Binihêre abzasa 11-12) *

11. Em gerekê çi bikin çaxê me şîret dikin?

11 Her roj em dikarin îzbat kin, ku em milûk in. Dîna xwe bidin çend dereca: Çaxê şîretê didine me. Wê baş be wekî em bîr nekin, ku hergê kesek dixwaze me rast ke û şîret ke, wekî usa ne, şaşiya me usa biçûk nîne, ça em hesab dikin. Derecên usada, çaxê me şîret dikin, dibeke em şîretê qebûl nekin. Em dikarin ser wî merivê ku şîret da, hêrs kevin, yan jî bixeydin ku ewî çi cûreyî ew şîret da me. Lê hergê em milûk in, emê ser xwe bixebitin, wekî nihêrandina rast xwey kin.

12. Li gora Metelok 27:5, 6, çira em gerekê razî bin ji wan xûşk-bira, yên ku şîreta didine me? Meselê bînin.

12 Merivê milûk şîretê dişêkirîne. Seva evê yekê rind fem kin, bidine ber çevê xwe vê meselê: Hûn tevî çend xûşk-bira civatêda xeber didin, û yek ji wana we dibe alîkî û bi dengê nimiz wera dibêje, ku ser diranê we xwarin maye. Femdarî ye, hûnê hinekî şerm bikin, lê yeke hûnê gelek razî bin ji wî, kê wera ew yek got. Bi rastî, dibeke weyê bixwesta ku wera hê zû bigotana! Mîna vê yekê, em gerekê milûk bin û razî bin ji xûşk û bira, yên ku mêrxasiyê didine kifşê û wededa şîretên lazim didine me. Em wan meriva hesab dikin ça dost, ne ku dijmin. (Bixûne Metelok 27:5, 6; Galt. 4:16).

Çira mera milûktî lazim e, çaxê kesek civatêda cabdariya distîne? (Binihêre abzasa 13-14) *

13. Em ça dikarin milûktiyê nîşan kin, çaxê civatêda kesek cabdariya distîne?

13 Çaxê kesek cabdariya distîne. Rûspîk bi navê Cêyson, tîne ser xwe: “Çaxê ez pêdihesim, ku kesek cabdariya distîne, ez cara xwera difikirim, lê çira nedane min”. Qe we jî xwe usa texmîn kiriye? Rast e, çaxê em dixwazin bona Yehowa hê zêde bikin, ew tiştekî baş e (1 Tîmt. 3:1). Lê em gerekê fikirên xweda fesal bin. Hergê em fesal nîbin, em dilê xweda dikarin qure bin. Mesele, birak dikare bifikire ku civatêda ew e lapî baş, kê ku dikare filan şixulî yan jî cabdarî bîne sêrî. Yan jî kulfeta Mesîhî dikare bifikire: “Ewî şixulî mêrê min wê diha baş bike, ne ku ew bira!”. Lê hergê em bi rastî milûk in, fikirên usa wê neyêne hişê me.

14. Em çi dikarin ji Mûsa hîn bin, ku ewî xwe ça da kifşê çaxê merivên din jî cabdarî standin?

14 Em dikarin ji Mûsa derseke ferz hîn bin, ku ewî ça xwe da kifşê, gava merivên din cabdarî standin. Mûsa rêberî cimeta Îsraêlê dikir, û ewî ev şixulê xwe qîmet dikir. Lê ewî ça xwe da kifşê, çaxê Yehowa îzin da ku merivên din tevî wî cabdarî bînin sêrî? Mûsa tu car hevsûdî wan nekir (Jimar 11:24-29). Ew yekî milûk bû û ji merivên mayîn alîkarî qebûl kir, ku tevî wî şixulê hakimtiyê bikin (Derk. 18:13-24). Bi saya vê yekê, nav Îsraêliyada îda gelek mêrên cabdar hebûn, yên ku dikaribûn hakimtiyê bikin. Ji vê yekê tê kifşê, ku Mûsa nedikete heyra navê xwe, lê dikete heyra cimetê, çimkî xem dikir bona wan. Rastî jî meseleke çiqas baş e bona me! Em gerekê bîr nekin, ku hergê em dixwazin bona Yehowa kêrhatî bin, diha ferz e milûk bin, ne ku gelek aqil bin. Rast e Yehowa “bilind e, lê yêd nimize belengaz dibîne” (Zeb. 138:6).

15. Derecên gelek xûşk-bira ça hatin guhastinê?

15 Çaxê derecên me têne guhastinê. Wan rojên paşwextiyada, gelek xûşk-birên ku gelek sala Yehowara xizmet dikin, kifşkirinên teze standine. Mesele, sala 2014 teşkîleta me safî kir, wekî îda berpirsiyarên nehiyê tune bin, lema wanra û jinên wanra hate gotinê, wekî xizmetkirina hertime mayîn destpêkin. Destpêka vê salêda, usa jî hate safîkirinê, wekî berpirsiyarên mihalê, yên ku gihîştine 70 salî, îda vê kifşkirinêda wê xizmet nekin. Û birên ku 80 salî derbaz bûne, îda wê civatêda ça koordînatorê koma rûspiya xizmet nekin. Xêncî vê yekê, wan çend salên paşwextiyêda, gelek xûşk-birên ji Beytelê, deştêda hatine kifşkirinê. Hinek jî îda xizmetkarên hertim nînin, çimkî sihet-qewata wan xirab bûye, yan malbeta wanda borcdarî zêde bûne, yan jî ji bo meniyên din.

16. Ça xûşk-bira wedê guhastina milûktî dane kifşê?

16 Bona wan xûşk-bira, çetin bû wan guhastina bikin. Femdarî ye, ewana hiz dikirin kifşkirina xweye berê, û geleka ji wan ew şixulê xwe bi sala dikir. Hineka ça bêjî “şîn” dikirin, heta ku hînî guhastinên teze bûn. Wede derbaz bû, û ewana îda hînî dereca xwe bûn. Çira? Meniya ewlin ew e, ku ewana Yehowa hiz dikin. Wana zanibû, wekî xwe tesmîlî Xwedê kirine, ne ku tesmîlî şixulekî, navekî, yan jî kifşkirinekê (Kols. 3:23). Ewana şa ne ku bi milûktî berdewam dikin Yehowara xizmet kin, firqî tune kîderê xizmet dikin. Ew xûşk-bira “hemû xemêd xwe” davêjine ser Yehowa, çimkî zanin wekî ew bona wana xem dike (1 Pet. 5:6, 7).

17. Çira em razî ne, ku Xebera Xwedê me hêlan dike milûk bin?

17 Em gelek razî ne, wekî Xebera Xwedê me hêlan dike ku milûk bin. Çaxê em vî hunurê qîmet nav xweda pêşda tînin, hin em karê distînin hin jî merivên din. Xêncî vê yekê, çaxê em milûk in, em diha hêsa tengasiyada teyax dikin. Lê ya lape ferz, em nêzîkî Yehowa Bavê xweyî ezmana dibin. Em çiqas merivne bextewar in, ku zanin wekî “Yê Bilind û Herî Mezin”, xizmetkarên xweyî milûk hiz dike û qîmet dike! (Îşa. 57:15, DT).

KILAMA 45 Fikirên Dilê Min

^ abz. 5 Hunureke lape ferz ku em gerekê bal xwe pêşda bînin, ew heye milûktî. Lê çi ye milûktî? Çira em gerekê milûk bin? Û çira çetin e milûk bimînin çaxê derecên me têne guhastinê? Ew gotar wê caba wan pirsên ferz bide.

^ abz. 7 Binihêre gotar bi navê “Yehowa Ez Gelek Xelat kirim”, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Cotmehê, sala 1984.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pawlos mala birakîda, bi milûktî û bi dil û can tevî xûşk-bira û usa jî tevî zara xeber dide.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira ji birakî cahil şîretê qebûl dike, ku ser hîmê Kitêba Pîroz e.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî emirda mezin hevsûdiyê birê cahil nake, yê ku cabdariya xwera şa dibe.